Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,026
Wêne
  124,099
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,870
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (136): Tu vejînkirin ji bîranîna Komkujiya Helepçe û Cejna Newrozê re tune ye, revandina keçekê
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (136): Tu vejînkirin ji bîranîna Komkujiya Helepçe û Cejna Newrozê re tune ye, revandina keçekê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (136): Tu vejînkirin ji bîranîna Komkujiya Helepçe û Cejna Newrozê re tune ye, revandina keçekê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (136):
Tu vejînkirin ji bîranîna Komkujiya Helepçe û Cejna Newrozê re tune ye, revandina keçekê û girtina malbatekê, pevçûn û tewan, destdanîna li ser malmewalên xelkê.

Piştî deh salan ji zehmetkêşî û pevçûnan di Sûriyê de, ta niha Erdoxan li ser nêrînên xwe yên tundrew û bizava li dijî hebûn û rola Kurdan di Sûriyê de berdewam e, û ji dewletên Ro’ava dixwaze piştgiriya wî bikin û li ser piroseyên wî yên ferekirinê erê bikin, herweha piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyê yên Demokrat re biseknînin, û ji nû ve dest bidin piş Milîseyên radîkal di Sûriyê de (yên ku di bin serpereştiya Turkiyê de û yên ku doseya wan tijî binpêkirin û tewanên li dijî mirovahiyê û ademîzadiyê bûye). Piraniya wan binpêkirin û tewanan jî li Efrînê pêk anîne, emê jê van bi bîr wînin:
Wêneyeke erşîfî ji Cejna Newrozê berî dagîrkeriyê, li 21.3.2013, Cîgeha “Geliyê Tîra – Berbenê” – Reco
= Ji ber encama fewdalîzim û serberdayetî û kiryarên tewankeriyê û bindestiya lihevsîwarkirî li dijî Kurdan li Efrînê, nema kanin boneyên xwe yên netewî weke berê vejînin, nimûne ne kanîn bîranîna Komkujiya Helebçe ya bi êş /16/Avdarê vejînin û ne jî xwe ji şahiya Newrozê re amede dikin.
Roxandina Peykera “Kawayê Hesinkar” li Bajarê Efrînê.
= Revandin û girtinên bêsûcane:
Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê li Efrînê ev girtin:
– Dermansaz “Fîras Mihemed” ji xelkê Gundê Xezîwê – Şêrewa, li 16.3.2021an bi rengekî hovane dijayetî li orta gund li ser hate kirin û girtin, û Milîseyên “Feyleq Elşam” li ser destser dikirin.
– Hemwelatî (Cemîl Mistefa Mihemed /73/sal, Elî Yûsêf Mistefa/63/sal, Çîlo Menan Mixtar/53/sal) ji xelkê Bajaroka Mabeta, bi tewanbariya zêrevaniya şevê di dema Rêveberiya Xweser a berê re, li 8.3.2021an, û li 11.3.2021an dudu ji wan hatin berdan û sisiyên mane jî li 14.3.2021an, piştî ku vêrgî li ser hatin ferzkirin.
– Hemwelatî ( Luqman Mihemed Elî, Hemze Mihemed Elî, Mehmûd Hemze Cum’a, Mehmûd Şêx Mûse Elî) ji xelkê Gundê Ze’irê – Mabeta, li 14.3.2021an, bêyî em kanibin rewşa wan a dawiyê binasin.
– Hemwelatî “Mihemed Salih Nasiro/45/sal” ji xelkê Gundê Îska – Şêrewa, li 15.3.2021an.Z, li ba rêbenda leşkerî ya Gundê Turindê, di dema çûndina wî bo Bajarê Efrînê ya ji bo karê wî yê ji sê salan ve dike. Û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
– Hemwelatî (Mistefa Kemal se’îd, Ciwan Osman Qere, Basêl Hesen Mûse kurê Enter, Kemal Wehab Se’îd, Isma’îl Ilêwî, Mihemed Qasêm) ji xelkê Gundê Coqê, li 15.3.2021an, bêyî ku em kanibin rewşên wan ên dawiyê binasin.
– Hemwelatî (Ehmed Cemal Berekat, Basêl Bekir Kêl Xelo) ji xelkê Bajaroka Celemê, li 16.3.2021an Z.
– Hemwelatî Munzir Hecî û Fewzî Îbiş ji xelkê Gundê Eyn Hecerê Xerbî – Mabeta ji deh rojan ve, û li 16.3.2021an “Fewzî” -piştî cezakirina diravî- berdan, lê yê din ta niha girtî ye. Bi ser de jî, libaxwehîştina hemwelatî “Şêx Ehmed Ezet Elo/50/sal” ji heman gundî ji heyv û nîvekê ve, bi tuhmetên çêkirî.
– Malbatek ji Bajaroka Celemê (Endezyar Welîd Hesen Berekat/40/sal û hevjîna wî Erbîl û herdu zarokên wan) ji dora çar heyvan ve li Herêma “Edirne” di nav xaknîgariya Turkiyê de (dema ku dixwestin bi hin din re derbas Yûnanê bibin), lê ji bilî wan hemî hatin berdan. Û parêzerê wan merivekî malbatê agahdar kir ku Destlatên Turkiyê hemî endamên wê veguhestine Sûriyê, bêyî ku kanibe hevgîhanê bi yekî re bike û ta niha veşartî û çarenûs ne xuya ne. Divê bête zanîn ku malbat Havîna çûyî ji Efrînê koçberî Istanbûlê bûye.
Û destlatan ev jî berdan:
– “Îbiş Hebeş kurê Ibrahîm Xelîl” ji xelkê Gundê Ereba – Mabeta, yê ku li 3.4.2018an ve hatiye girtin.
– “Mihemed Tatar kurê Zekeriya” ji xelkê Gundê Ereba – Mabeta, yê ku li 3.4.2018an hatiye girtin.
– “Hesen Hemo kurê Hemîd û Zêneb” ji xelkê Gundê Kumreşê – Reco, yê ku li 19.4.2018an ve hatiye girtin.
Û piştî bêtirî du sal û nîvan ji veşartina zorane di hepsa Çoban Begê “Elra’î” ya diziyane li ba milîseyên bi ser Turkiyê ve û di bin serpereştiya istîxbaratên wê ve.
Weha jî Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” li vê dawiyê li Navça Bilbilê hemwelatî “Mihemed Xelîl Osman” ji Gundê “Kerê” û “Mihemed Sîdo Kalo” ji Gundê “Eşûnê” revandin û kêmrûmet kirin, û piştî çar rojan ji veşrtinê û ferzkirina baceyeke diravî /1500/ li ser her yekî ji wan, ew berdan.
Û keç “Kîbar Mihemed Hisen” ji Gundê Şîtka – Mabeta jî, li 16.3.2021an, li ser riya “Xezîwê û Cindirêsê” hate revandin. Hêjaye bête zanîn ku ew diçû Cindirêsê da ku li ba merivekî xwe rûne, û piştî ku nikanî sînorê Turkiyê derbasbikira, lê ew berê ji Heleb bi mebesta koçberiyê çûbû Efrînê.
= Fewdalîzim û serberdayetî:
– Li 13.3.2021an Roja Şemiyê, pevçûnina di navêna Milîseyên “Firqit Elhemzat û Lîwa’i Elmu’itesêm” de li Gundê Ze’irê – Bilbilê, di encama nelihevkirinê li ser xalên desteseriyê û dizînê rûdan, û di encamê de birîndar di nav herdu aliyan de çêbûn.
– Li 16.3.2021an, li derbasgeha Bajarê Efrînê li aliyê Cindirêsê, makînak bombekirî teqiya, di encamê de hin endamên milîseyan hatin kuştin û birîndar bûn.
– Li şeva Çarşemê 17.3.2021an, li Taxa Mehmûdiyê li Efrînê makînak cîp Santevê teqiya, û tu kes birîndar nebû.
– Bi hatina Roja dagîrkirina herêmê /18/Avdarê û Cejna Newrozê re, amdebaşiyek Leşkerî û ewlehî li tevahiya herêmê û bi taybetî li Bajarê Efrînê heye, û endam û giropên çekdar li kolanan pir digerin.
= Binpêkirinên din:
– Yekî ji serkêşên Milîseyên “Feyleq Elmecid” yê bi “Ebû Zehir” tê navdan, li vê dawiyê li Gundê Kêla – Bilbilê tengasiya ji xelkê re çêdike û ji hin hemwelatiyên wê vêrgiyên diravî dixwaze, piştî ku wêneyên pişikdariya wan di çalakiyên cemawerî yên berî dagîrkeriyê de ji rûpelên hevgîhana civakî derxistin û pê gefên girtin û işkencê li wan dan. Û hemwelatî newêrin tiştên di dermafê wan de tê kirin hewaldin.
– Ji deh rojan ve, giropek ji yên birih û cilên wek endamên Rêxistina Elq’îde li nav Bajarê Efrînê geriyan, û xelk agahdar dikirin ku gerek herin mizgeftan û li gotarên olî guhdar bikin, di bin perda ” serastkirina riya mirovan” de.
– Piştî tevaya wan qirêjiyên ku milîse li Efrînê dikin, hin serkêşên wan bi boneya /18/Avdarê “rizgarkirina Efrînê li gor ew dibêjin” qurban li orta Efrînê jerjê kirin û goşt li malan belav kirin, lê nişteciyên Efrînê yên resen ew red kirin û bi nevehesî lê mêze kirin.
– Weke hewildaneke din ji cîlawkirina rûyê milîseyan re, li 18.3.2021an, milîseyan venişt û gergehek bi navê “Pakrewan Miş’el Temo” li Bajarê Efrînê, li destpêka riya Maratê vekirin. Lê, wan heman jî navên gelek zanişweran li bajêr bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê, guhertin.
– Bi sedema dizîna çekdaran ji toreyên hesinî yên hin gorên miriyan li goristana Gundê Kîmarê – Şêrewa, hin xelkê gund sêncên hesinî yên miriyên xwe ji tirsa dizînê re vekirin û birin mal.
– Di çarçewa pirojeyên “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşê” ji bo destdanîna ser malmewalên xelkê û sipîkirina sermiyanên wî yên dizînê, Milîseuên “Firqit Elsultan Silêman Şah” û bi serpereştiya endezyarekî Turk zemîna li dor avahiya dermankirinê li Bajaroka Şiyê dûz kirin û kutan, da ku pirojeyeke nû li ser were avakirin. Ew erd jî yê van hemwelatiyan e (Yûsêf Me’imo, Mistik Ibrahîm, Xoce Hisên, Cemîl Xelê), û ta niha buhayê wê jî nedane xwediyan. Û herweha milîseyên “Elemşat” dest danîn ser mala hemwelatî “Osman Umer” û maleke din hilweşiyayî li rex wê, û ew jî dûz kirin, da ku li ser pirojeyeke din ava bikin.
Xelkê Efrînê sêrmezarkirina xwe ji wan qirêjiyên ku di dermafê herêm û keç û lawên wan de tênê kirin, bi hişkayî nû dikin, û li ser dawîkirina dagîrkeriya Turkiyê û hebûna milîseyên terorîst diştînin, û tu carî reşbîn û xemsar nabin, belê berevajî ew xebata xwe bêdudilî û bi giyaneke xurt didomînin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,744 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 228
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-03-2021 (4 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,744 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.266 çirke!