Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,599
Wêne
  123,869
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,569
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (148): Tewanên Gundê “Hec Xelîl”, mirina hemwelatiyekê di bin işkencê de, bîneriyek li ser Hepasa “
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (148): Tewanên Gundê “Hec Xelîl”, mirina hemwelatiyekê di bin işkencê de, bîneriyek li ser Hepasa “
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (148): Tewanên Gundê “Hec Xelîl”, mirina hemwelatiyekê di bin işkencê de, bîneriyek li ser Hepasa “
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (148):
Tewanên Gundê “Hec Xelîl”, mirina hemwelatiyekê di bin işkencê de, bîneriyek li ser Hepasa “Çoban Begê – Elra’î”, revandin û girtinên bêsûcane, topebarandina Çiyayê “Şêrewa” û şehîdbûna zarokekê.

Roj li dû rojê asta tewandina ku Turkiyê û milîseyên terorîst ên nandoz li ba Hikometa “Dad û Geşepêdanê – El’edalê we Eltenmiyê” bi Herêma Efrînê û xelkê wê re dide û distîne, açiq dibe. Lê mixabin nûçe û heyînên binpêkirin û tewananan û bi taybetî jî yên di dermafê revandî, girtî û veşartiyên zorane de hatine kirin û hîn jî têne kirin, ji aliyê Civaka Nevdewletî û hêz û rêxistinên wê yên têkildar û guhdanker bi rewşa Sûriyê, tu guhdaneke berpirsiyar nedîtiye.
Vaye emê li jêr van heyîn û rastiyan berçav bikin:
= Gundê “Hec Xelîl“:
- Malin roxandî li G.Hec Xelîl - N.Reco, H.Efrînê, Reşmeh û Avdara 2018an Z. Bi Navça Reco ve girêdayî ye û /2/KM jê dûr e, ji /253/malan pêk tê, dora /1200/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê dora /160 malbat = 450 nişte/ lê man, û dora /180 malbat = 900 nişte/ ji anîndeyan di malên ku dest danîne ser de hatin bicîkirin.
Di dema şer de bi bombebaranê /5/mal ên van hemwelatiyan (Ebdîn Osman ê ku li orta gund mal kirine meydan, Seydo Reşîd Heyder Kero, Miqdad Selman, Qadêr Seydo Osman, Osman Bîlal Bêro) bi tevayî û /11/mal jî bi piçekî hatin roxandin; Û li dema êrişa li ser gund li 4.3.2018an, tenê jina temenmezin “Henîfe Yûsêf Tato/65/sal” di axurekî dewêr de veşartî mabû (ya ku çekdaran qurşîn avêtiyê û di cî de şehîd bûye, û paşê jî terma wê avêtine enkûra mala “Hisênî Ehmedî Hebo”, û çend rojan li çolê ma ye û kûçik û pisîkan goştê wê xwariye), herweha jî birayê wê “Ehmed Yûsêf Tato/57/sal” bi perçeyên avêjtekekê şehîd ket.
Milîseyan heyînên tevahiya malan dizîn, ji xwarinvexwarinê de bigir ta alav, raxist, amûr, firaxên baqirî, cerên gazê û tiştên din talan kirin, û weha jî hemî kebil û amûrên toreyên elektirîk û telîfûna zemînî yên giştî û piraniya stûnên wan, du terektorên çandiniyê yên “Arêf Reşîd Hebo yê ku paşê du milyon perê Sûrî dane û terektora xwe vegerandiye, Mistefa Mûrad Mistefa Selman”, /6/makîne yên “Ebdo Mistefa Selman, Mistefa Mûrad Selman, Nûrî Seydo Osman, Ebid Elrehman Se’îd Kero, Selah Ehmed Heyder Hibo, Mihemed Elî Reşîd Şêxo”, /6/bagîre( yek jê yê herdu bira Sebrî û Ehmed Selman e, sisê yên “Hisên Mihemed Osman” in, dudu jî yên “Şemsdîn Xerîb – Mistî Koşkar” in), hemî acetên herdu guvêşgehên zeytûna yên “Henîf Şukrî Henîf, Xelîl Heyder Hibo” (avahiya yekê kirin axurê pêz û dewêr, û ya dudiyê jî xwediyê wê bi perên pir vegerandiye), û herweha jî acetên kargeha bilastîkê.
Û wan dest danîn ser malmewalên xelkê gund li bajaroka Reco (mal û sê dîkan ên “Mihemed Xelîl Ehmed Elî”, dîkana “Elî Tato – Elîdayê”, dîkana “Nûrî Xerîb – Mist Koşkar”, çar dîkan ên “Bekir Ehmed Reşo”, kargeha çaksazkirina mîkanîzmê ya “Hesen Ehmed Reşo”, heyşt dîkan ên “Hesen Ebdo Osman”, deh dîkan ên “Hisên Ebdo Osman”, pênc dîkan ên “dilovanber Arêf Ebdo Osman”, sê mal ên van hersê bira “Hesen û Hisên û Arêf Osman”, du dîkan ên “Azad û Rêzan Wetenî Hibo”, û dermanxana “Hisên Mihemed Yûsêf”).
Herweha wan dest danîn ser erdekî bi bergeha /4/hiktaran a “Ebid Elrehman Selman” û li ser cadirgehek ji anîndeyan re ava kirin, hezar darên zeytûnê û kargeheke sabûnê li ser riya gund (buhaya heyînên tê de dora /300/milyon PS ye) yên zaroyên dilovanber “Ehmed Hibo” (yê ku bi “Wetenî” tê navdan û peykereke wî nîvane li orta Bajarê Efrînê hebû û li 18.3.2018an hatibû roxandin), /3000/darên zeytûnê û /70/hiktar erd ên çandiniyê yên malbata “Henîf Cemîl Henîf”, û du hezar darên zeytûnê û /50/hiktar erd ên çandiniyê yên malbata “Henîf Şukrî Henîf”.
Û herweha jî piraniya darên daristana li dor Zaretgeha “Mehmed Elî” ya Islamî û dikeve navbera herdu gundên “Hec Xelîl û Kûra” qut kirin, û zaretgeh jî kolan û tevdan, ji bo lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan.
Û xelkê gund ên mane rastî hemî cûreyên binpêkirinan hatin, ji tengasîkirinê de bigir ta girtina hin hemwelatiyên gund û ferzkirina vêrgî û baceyan û ji girtiyan herdu hemwelatî “Henîfe Hibo û hevjîna wê Nûrî Mehrem” (yên ku bi sedema çalakiyên wan ên siyasî li Turkiyê hatin girtin û du sal û deh mehan di hepsên wê de pan bûn), sê werzên zeytûna li dû hev salê /300/teneke zêt li xelkê gund weke vêrgî dihate ferzkirin, û ji berhema werzên ên ne li gund jî rêjeya ji /35-50%/ dibirin.
Milîseyên gund desteser dikin “Ehrar Elşerqiyê” ye (ya ku avahiya şaredariyê û mala dilovanber Emîd “Heyder Reşîd” ji xwe re kiriye du biryargehên leşkerî).
Û weha jî Istîxbaratên Turkiyê dest danî ser mala kevin a dilovanber “Henîf Axa” (ya ku di dema şer de rastî tarûmarkirin û şewtandinê hatiye), û bi behaneya ku ew di dema Şerê Cîhanê ya Yekê de biryargeha “Mistefa Kemal Ateturk bû”, rabû ew ji nû ve çaksaz kir, ala Turkiyê li ser hilda û halîhazir ew girt! Lê, ya rast ew e ku xwediyê malê mîvantiya “Ateturk” kiriye, dema ku ew ji şer paşde vedikşî û direviya.
= Mirina hemwelatiyekê di bin işkencê de:
– Li 30.5.2021an, Milîseyên “Firqit Elhemzat” xwediyên hemwelatî “Mewlîde Nu’iman/64/sal” bi mirina wê di Hepsa Ezazê de agahdar kir, li roja din cendeka wê bo merivên wê hate radestkirin, û li gundê wê “Bozîkê” – B.Efrînê hate veşartin; Temenmezina vêguneh nexweş bû û rastî işkencê û danûstandineke hişk hatibû, li Nîsana 2019an bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hate girtin, zorane hate veşartin, û bi behaneya kirîna dermên jê re her mehekê milîseyan pere ji merivên wê dibirin.
= Bîneriyek li ser Hepsa “Elra’î“:
Dema ku (M.X) yê ciwan tevî xwediyan û hin din vedigeriyan gundê xwe li N.Bilbilê, di dema dagîrkeriya herêmê de, li orta Heyva Nîsanê 2018an, ew bi hin din re ji aliyê rêbendeke çekdar e milîseyên “Feyleq Elşam” ve, li ser çateriya Gundê “Hesendêra” hate girtin; Wî bi êş û hilkiş ji ber işkenceya ku dîtiye ji me re got: “Işkencê ji kata yekê ji girtinê de dest pê kir, li Avahiya guvêşgeha li nêzîk rêbendê ez kirim cilşoka (mekheta) kincan, paşê em birin Bajaroka Meydan Ekbezê – avahiya şaredariyê, em rastî işkenceyeke mekin (lêdana bin lingan û lêxistina tewşankî li ser tevahiya govde bi kebil, lûlek û çoyan) û lêkolînkirinê ji aliyê endam û qumandarên Istîxbaratên Turkiyê ve bi awakî yekser hatin, û wan yek ji girtiyan (A.Ş) piştî ku bi sedema şikestin, birîn û bîrveçûnê di betaniyekê werdan û derxistin, û di dû re em rastê nehatin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e; Piştî deh rojan em di nav bajarê Kilisê ya Turkî re guhestin hepsa Bajaroka “Elra’î – Herêma Babê. Di deh odeyên binerdekî de bêtirî /1500/ girtî ji xelkê Efrînê hebûn û di nav de jî jin û keçik, em jihalketî bûn, ciyê em tê de tarî û ba lê nediftilî, tev bi guriyê ketin, xwarin jî rojê du nan û hinek şorbê nîskê yan birincê nermkirî bû, çûndina avrêjxanê jî bi sibê û êvarî bû, û ger hepiscî neçar dibû ku careke din bimîze yan birî, wî di şîşeyên bilastîk de dimîzt û di tûran de jî dirî”.
Û (M.X) zêde kir û got: “Ciwan (H.Ş) ji gundê me bi min re hate girtin, piştî sê heftan ji ber işkencê rewşa wî pîs bû, du heftan nikanî nan bixara, tenduristiya wî bi şûn ket û xwîn ji otraqê çû, me rabû di avrêjxanê de şuşt, ew di dest me de ket erdê û guvde sar bû, di betaniyê werdan û guhestin derve, paşê careke din ew venegerandin û nema me tiştekî li ser zanî, û ta niha ji xwediyan re jî venegerandine”.
Û piştî sê heyvan ji veşartina (M.X) di Hepsa “Elra’î” de ew serbest hate berdan, lê dîsa ew ji aliyê “dadgehê” ve hate vexwendin, da ku, baceyeke diravî bide.
Divê were zanîn ku Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” û serkêşê wê “Fehîm Îse” Hepsa “Elra’î” bi serpereştiya Istîxbaratên Tirkiyê bi rêve dibe, û ta niha me nikanî hejmara girtiyên Efrînê yên zorane veşartî û tê de mane zanibin.
= Revandin û girtinên nesûcane:
– Li 25.5.2021an, Milîseyên “Lîwa’i Elweqas” avêtin ser hin malên G.”Hêkiçê” – N.Şiyê û /11/hemwelatiyên gund bi sedema ku wan nehîştiye anînde pezên xwe di nav zeviyên wan de biçêrînin revandin, li wan dan û kêmrûmet kirin, û ji bilî “Elî Sefer – yê ku ta niha çarenûsa wî ne diyar e” hemî di heman rojê de berdan.
– Li 27.5.2021an, Milîseyên “Feyleq Elşam” li Bajaroka “Meydan Ekbezê” herdu hemwelatî “Şewqî Mistefa Osman/68/sal, Mihemed Ehmed Horo/30/sal” bi tewanbariyên çêkirî girtin, birin navenda asayişa Reco, û piştî ferzkirina vêrgiyên diravî li ser wan hatin berdan.
– Li 29.5.2021an, Milîseyên “Hêzên taybet – Feyleq Elşam” êrişî hin malên Bajaroka “Basûtê” kirin û ev hemwelatî “Necîb Misto Xelîl, Elî Xelîl Xalêd, Kawa Betal Xidir, Hesen Zekî Hemşo, Peyman Mihemed Taha Baş, Ehmed Ebid Elrehman Betal, Xalêd Ehmed Receb ji pêkhateya Ereb” kirin û ew di hepseke di navenda wê de sê rojan bend kirin, bi behaneya wekheviya navên wan bi navên hin kesên daxwazkirî re.
– Li 29.5.2021an, “Asayişa Leşkerî” li ser rêbenda çateriya Bajarê Ezazê, hemwelatî “Beşar Osman Osman /27/sal” ji xelkê G. “Kefircenê” – N.Şera girtin, û li 3.6.2021an berdan. Hêjaye were zanîn ku ew berê jî bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatibû girtin û bi dandina diravekê hatibû sezakirin.
= Serbestberdana hin veşartiyên zorane:
– Li 2.6.2021an, hemwelatî “Seydo Bêrem Bêrem/30/sal” ji xelkê G.”Kêla” – N.Reco hate berdan. Hêjaye were zanîn ku ew li 24.4.2018an hate girtin, dora sê salan di hepseke diziyane de li Bajaroka “Çoban Begê – Era’î” – Herêma Babê hatibû veşartin, paşê bo Hepsa Maratê – B.Efrînê hate guhestin, û piştî ferzkirina baceyeke diravî li ser hate berdan. Û ji ber işkencekirinê, danûstandina hişk û mandina di sî û tariyê de bêyî ku royê bibîne, niha rewşa wî ya derûnî û tenduristî ne lihev e.
– Li 1.6.2021an, hemwelatî “Luqman Kemal Mihemed /41/sal” ji xelkê G.”Til Silorê” – N.Cindirêsê hate berdan. Ew li 16.3.2018an hate girtin, di Hepsa “Çoban Begê – Era’î” – H.Babê de sê salan zorane hate veşartin, paşê berî sê heyvan bo Hepsa Maratê hate veguhestin, û piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî li ser hate bedan.
– Li 31.5.2021an, hemwelatî “Henan Mihemed Heno /42/sal” ji xelkê G.”Qermîtliq” – N.Şiyê û li B.Cindirêsê rûdine û li navîna Rezbera 2020an hatiye girtin, hate berdan.
= Bombebarankirina N.Şêrewa û pakrewanbûna zarokekê:
Ji şeva 2.6.2021an ve ta Roja Înê bi şev, hêzên Artêşa Tirkiyê û nandozên wê bomberana xwe ya pir zêde li ser derdora Bajaroka “Til Rif’etê” û gundên N.Şêrewa “Bênê, Kişte’ar, Aqûbê, Soxanekê, Birc Qas, Kalûtê, Mezin” (yên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de) berdewam kirin. Ji ber wê hin ji xelkê neçar bûn xwe di binzemîn û şikeftan de veşêrin û hin jî berê xwe bidin gundên derdorê, bi ser de jî ziyanin şênberî gihîştin hejmarek mal û aletên G.”Aqûbê” û mirina /30/berxî yên hemwelatî “Yihye Ne’isan” ji xelkê heman gundî, şewtandina hin zeviyan û beşek ji daristanan, û li Roja Înê bi şev jî, di encama topebarana bi ser mala wan û du malên din de, zarok “Zêneb Hisên Ibrahîm /14/sal” ji G.”Kalûtê” şehîd ket û birayê wê yê biçûk “Bekir” û bavê wê birîndar bûn, û ziyan gihîşte mala wan û du malên din.
= Binpêkirinên din:
– Li vê dawiyê çekdarên Milîseyên “Lîwa’i 112” li Bajaroka “Be’idîna” firaxên baqirî ji malên van hemwelatiyan “Elî Koşkar, dilovanber Zekeriye Îbiş, dilovanber Cîlo Zênel” dizîn, herweha jî keblê baqirî yê di bin erdê de yê stûnên ronîkirina orta kolana derbasgehê, û keblên toreya telîfûna zemînî li bajarokê û yên di navêna gundên “Dumiliya û Me’imila” de bi alet û terektoran hatin kişandin û dizîn. Weha jî birayê serkêşê wê “Ebid Elkerîm Qesûm” navendeke firotina sûtemeniyê (xezan û hilkêşokek”medexe”) li pêş mizgefta bajarokê û di mala “Xelîl Berî” (ya ku dest danîne ser de) vekir.
– Ji Avdara 2018an ve, “Fadî Dêrî” serkêşê Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” li G.”Kotana” – N.Bilbilê dest danî ser Guvêşgeha zeytûna ya nûjen a hemwelatî “Henîf Silêman”, bi ser ku ew li B.Efrînê rûdine û pir caran daxwaza radestkirinê kiriye û “Komîta Redkirina Zordariyan” jî serdana gund kiriye, û di karnava sê salan de, qezencê guvêşgehê bi dehezaran dolar tê pîvandin; Herweha Milîseyên “Elmûrad” dest danî ser “Xwaringeha Golê – Elbûheyre” a heman hemwelatiyî û ya ku dikeve navêna daristana çiyayê Gola “Meydankê”, û avahiya wê ji xwe re kire biryargeheke leşkerî, piştî ku hemî heyînên wê jî dizîn.
= Di çarcewa rewşa fewdalîzmê de:
Li 4.6.2021an, teqînek mezin di dîkaneke firotina cerên gazê û sûtemeniyê de, li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê, li Rohilatê Meydana Bazarê rûda, û di encamê de, agirekî mezin bi dîkanê ket û ziyan gihîşte hin dîkan û malên derdorê, û metirsiyeke mezin kete nav nişteciyan.
Em dipirsin, ma tevahiya van kiryarên ku di dermafê Efrînê û xelkê wê de têne kirin besnake ku wijdana cîhanê were livandin û rêgirek ji bêdengiya navdewletî ya seyr û bigûman di dermafê rewşên wan de were dînandin, ji bo ew li ser riya bidawîkirina dagîrkeriyê û hebûna milîseyên terorîst fişarê li ser Hikometa Anqerê bike?
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,145 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 218
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 06-06-2021 (4 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,145 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!