Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Felsefeya marks
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 519,090
Wêne 106,656
Pirtûk PDF 19,287
Faylên peywendîdar 97,268
Video 1,392
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
Kurtelêkolîn
Xişr û bedewiyên jinên Kurd...
Pirtûkxane
Lenînîsm
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (162): Bajaroka “Be’idîna” ziyanine mezin û guhertineke demografî, girtinin bêsûcane
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Pol, Kom: Belgename | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (162): Bajaroka “Be’idîna” ziyanine mezin û guh...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (162): Bajaroka “Be’idîna” ziyanine mezin û guh...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (162): Bajaroka “Be’idîna” ziyanine mezin û guhertineke demografî, girtinin bêsûcane, geregoşiya çekan û desteseriyê, dizîna boriyên “Xertûm” kişandina ava vexwarinê.

Li vê dawiyê di seredana xwe de ya ji Bajaroka “Şera” re, “Ebid Elrehman Mistefa – serokê Hikometa Demkî ya bi ser Turkiyê ve” û li gel “şalyarekî Kurd” bi hin malbatên vegerîne warên xwe re civiya, da ku xweşikiyê bide rewşên hene û rûyê milîseyan cîlaw bike, û binpêkirin û tewanên ku di dermafê nişteciyên herêmê yên resen de têne kirin û ta niha berdewam, vêrgiyên ku li ser ên nû vedigerin têne ferzkirin, û hin jê jî têne girtin û bi behaneya serastkirina rewşên wan baceyên diravî didin, ji bîr dike.
Evên li jêr hin ji wan rastî û heyînan in:
= Bajaroka “Be’idîna”:
Li Bakur Ro’avayê Bajarê Efrînê dikeve û /20/ KM jê dûr e, ji /800/mal pêkhatî ye, dora/3500/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, li dema êriş hatiye ser tev penaber bûn, jê dora /400malbat=1500nişte/ vegerîn û yên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora/400malbat=2000nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
“Hin malên roxandî li Bajaroka “Be’idîna”.”
Bi sedema bombebarankirina berdewam li ser bajarokê di dema şer de, nanpêjgeha otomatîk a hemwelatî “Hesen Heyder Hebeş” û /24/mal ên “Mihemed Hesen Hebeş, Mihemed Hisên Elîko, Mihemed Hesen Şe’iban, Mihemed Ebdo Fatê Sinî, dilovanber Xelîl Heyder Hebeş, Henan Heyder Hebeş, Mûrad Umer Mûrad, Hebeş Bekir Hebeş, Selah Mihemed Çerçî, dilovanber Hesen Mihemed Fatê Sinî, dilovanber Hisên Heyder Hisên, dilovanber Arêf Heyder Hisên, Zûhêr Henan Osman, Farûq Henan Osman, Cemîl Arêf Osman, Hesen Xelîl Elgilok, Osman Mihemed Osman, Neşet Xelîl Dehdo, Hemîd Şukrî Mistefa, Yûsêf Keyal Kîbar, dilovanber Ezet Ebdîn Dehdo, Hisên Menan Ibrahîm, Xelîl Mihemed Ce’ifer, dilovanber Hemîd Xelîl Mihemed” bi tevahî hatin roxandin, û dora/140/malî jî bi piçekî.
“Nanpêjgeha otometîk û li ser jî mala “Mihemed Hesen Hebeş” li B.”Be’idîna”, berî û piştî roxandinê, û xwediyê wê yê temenmezin “Hesen Heyder Hebeş”.”
Piştî bêtirî heftakê ji topebarana mûşekan bi balefirên cengê û avêjtokên giran ji aliyê Artêşa Turkiyê ve, û berevaniya lehengî ya şervanên Kurd ên jin û mêr, bajarok li 13.3.2018an hate dagîrkirin, termên /14/Şehîdan ji şervanan bêtirî /40/rojî li kolanên wê yên kevin û hin jî di bin kavilan de man, li pêş çavan bîn vêketin û heliyan, û xelkê newêrî ew veşartana, ta ku li dawiyê deslatên dagîrkeriyê ew rakirin, dudu jê li nav gund û yên din jî di goristaneke komane de, li Geliyê “Tîra” li ser riya Bajaroka Reco ya hevcîwar veşartin.
Û piştî ku bajarok hate talankirin, Milîseyên “Lîwa’i Elmuntesêr Bîlah” a ku “Fîras Başa” serkêşiya wê dike, “Lîwa’i Elsultan Mihemed Elfatêh” a ku “Doxan Silêman” serkêşiya wê dike, û “Lîwa’i 112” a ku “Ebid Elkerîm Cemal Qesûm” serkêşiya wê dike, piraniya firaxên baqirî, cerên gazê, amûrên elektirîkê yên royê, şaşên tilfizyona, avsarok(berad), cilşok”xesale” û zêtê zeytûna û hin tiştên din, ji malan dizîn, û herweha jî heyînên dîkanên xwarinvexwarinê û pêdiviyên elektirîkê, û heyînên “Navenda Çand û Ciwanan û Nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê”, bi ser de jî tevahiya tiştmiştên hundir dora /275/malên desteserkirî. Û weha jî giropa zayenda elektirîkê û amûrên sûtemengeha “Reşîd Hesen Dehdo”, kebil û stûnên toreya telîfûna zemînî û amûrên navenda wê, keblê roniyê ya serekîn bi dirêjahiya /9/KM ji riya Reco ve bigir, di bajarokê û Gundê “Dumiliya” re derbas be, ta dighê Gundê “Me’imila” dizîn, da ku binevahiya toreyê bidin tunekirin, û bi ser de jî dizîna /2/tirensan, piraniya keblên toreya elektirîkê ya giştî, amûrên ronîkirina kolanan û keblên wê, tevahiya herdu toreyên entirnêtê yên “Ehmed Arêf Dehdo, Mihemed Hisên Seydo”, û tiştmiştên hundir mizgeftê, ji firaxên baqirî yên taybet bi şuştina miriyan, amûrên taqeta (enerciya)elektirîka roniyê û hin amûrên bilindkirina dêng, û herweha aleta guvaştina zeytûnan (dîkêntir – a pîvanmezin) a dilovanber”Ezet Ebdîn Dehdo” jî hate dizîn.
Û avahiya şaredariyê ji “Asayişa Sivîl” re kirin navend, avahiya telîfonê ji “Lîwa’i 112” re kirin birayargeh û hepis û herweha navendeke lêkolînê û işkencekirina revandî û girtiyan, û dibistana jorin a kevin jî ji “Lîwa’i 112” re kirin bargeheke leşkerî.
Weha jî milîseyên têkel çi li “Be’idîna” yan li Bajarê Efrînê (ciyê penaberbûna pêşîn) û deverin din /15/ makîne (salona kiya ya “Ednan Mihemed Mistefa”, Vana Honday a “Ebdîn Heyder Bêrem”, teksiya Kiya Riyo ya “Reşîd Hisên Şe’iban”, pîkaba Honday a “Mistefa Reşîd Osman”, pîkava Cêms a “Seydo Mihemed Îbiş”, Vana Kerneval a “Mihemed Ebdo Çerçî”, teksiya “Reşîd Ibrahîm Hespîro”, teksiya “Mihemed Hemîd Mihemed”, pîkaba Honday a “Umer Bêrem Elo”, pîkaba Honday a “Rîfa’î Elî Horo”, pîkaba Mazde ya “Hisên Mihemed Mihemed”, pîkaba sergirtî ya “Mustefa Xelîl Ibrahîm”, pîkaba Honday a “Idrîs Arêf Mihemed”, pîkaba Honday a “Lazgîn Hesen Mihemed”, pîkaba dukebînî ya “Reşîd Osman Heno”), û /8/ tirektorên çandiniyê tevî acetên wan ên “Idrîs Mistefa Fatê Sinî, Mistefa Osman Çerçî, Reşîd Osman Çerçî, Ismet Reşîd Mûrad, Ehmed Hesen Hebeş, Arêf Miho Hebeş, Hisên Mûse Hespîro, Mihemed Hesen Mistefa”, û /2/ bagir ên “Mihemed Ebdo Şe’iban”, hatin dizîn. Divê bê zanîn jî ku Xwediyê bagiran nikanîbû wan vegerîne bi ser ku ew li Efrînê û “Hewar Kilisê – Ezaz” ji aliyê yê dest daniye ser “Mu’itez Reslan ve – serkêşê Ceyş Elnuxbe” dihatin bikaranîn, û li kêlekê jî hin makîne û tirektor ji aliyê xwediyan ve hatin vegerandin, piştî dandina vêrgiyên diravî.
Û serkêş “Ebid Elkerîm Qesûm – Ebû Cemal” dest danî ser van avahiyan (guvêşgeha zeytûna ya “Hemîd Şukrî Mistefa” û guheste nanpêjgeheke otomatîk, vêla “Ebdo Xelîl Berî” da ku malbata xwe têde bide rûnişkandin, avahiya qateyî ya zaroyên dilovanber “Mihemed Xelîl Ibrahîm” da ku malbatên birayên xwe têde bide rûnişkandin, dîkana dilovanber “Mihemed Hemqaflo” da ku bike ciyê guhertina peran, /5/dîkanên “Hesen Henan Ce’ifer” ji bo merivên xwe têde kar bikin, û mala “Xelîl Berî” û beşek jê kire navendeke firotina sûtemeniyê), lê cîgirê wî “Ûsame Rehal – Ebû Hesen Obame” jî dest danî ser (Sûtemengeha “Reşîd Dehdo” û kire embar û navenda firotina êzingên qutkirina darên ihracê û zeytûnê, mala dilovanber “Mistefa Neşet Mistefa” da ku malbata xwe têde bide rûnişkandin û weha dîkanên wî jî, avahiya guvêşgeha zeytûna ya dilovanber “Umer Fewzî Hesen”, û dora /7/hezar darên zeytûnê yên xelkê Gundê “Xaziyana – Navça Mabeta” yên li derdorê û bi xelkê Bajaroka “Be’idîna” û tirektorên wan û bê pere xizmet darên desteserkirî dike).
“”Ebid Elkerîm Cemal Qesûm – Ebû Cemal” serkêşê “Lîwa’i 112” û cîgirê wî “Ûsame Rehal – Ebû Hesen Obame”.”
Û Milîseyên “Lîwa’i 112” jî dest danîn ser (/200/darên zeytûnê yên dilovanber “Elî Reşîd Elî”, /150/ dar ên “Hisên Mûrad Hebeş”, /90/dar ên “Mihemed Hebeş Hebeş”, /100/dar ên “Xelîl Ebdela”, /80/dar ên dilovanber “Hisên Osman Hecî”), û avahiya tîmargeha mirîşkan a dilovanber “Mistefa Ebdo Ce’ifer” da ku bikin axurê /400/ seriyê pêz, û bi rengekî hovane û bê wijdan li nav zeviyên zeytûnan bidin çêrandin, bê ku yek ji xelkê jî wêribe qedexe bike yan giliyekî li wan veke.
Û hejmarek darên ihracê qut kirin, bi ser de jî tevahiya daristana zaretgeha “Bîrê Piling” li Bakurê bajarokê (ya ku darine temenmezin têde hebûn û ji xelkê re weke havîngehekê bû û şahiyên bûneyên olî lê dihatin lidarxistin), li rex wê jî agir bi çiyayên (Kunheftar, Taqa Zêra, Henê Ebdê, Yaxmûr Dede) yên bi ser bajarokê ve xistin, li Pûşpera 2019an.
Weha jî dest danîn ser stasyûna ava vexwarinê li bajarokê, jê boriyên avê jî kişandin Gundê “Dumiliya” yê hevcîwar, da ku ji du jêderan her sîtêreke avê (/15/ bermîl) bi /3500/PS bifroşin, bi ser de jî li ser her malbateke Kurd -anînde ne di nav de- bi navê lêçûnan/7500/ PS her demekê ferz dikin, û divê were zanîn jî ku berê “Komeleya Buhar a fîxaniyê” sûtemeniya giropa zayendê pêşkêş dikir, lê niha ji ber ku piştgirî jê re kêm bûye ew hatiye seknandin; û weha jî dest danîne ser giropa avkêşê û bîra ava vexwarinê yên “Sibhî Bêrem Xalêd – ji xelkê Gundê Qopê”, li nêzîk çateriya bajarokê.
Û li deştên “Kitxê – Dirûmiyê” Milîseyên “Lîwa’i Mihemed Elfatêh” ji xwediyên pêz re dibêjin herin di nav zeviyên zeytûna de biçêrînin -bi taybetî jî li Buharê- û li beramberî çêrandinê jî tibabine diravî ji wan werdigrin û ne xema wan e ku ziyan gihîştiye daran, û weha jî vêrgiyan li ser xwediyên zeviyan dixin da ku rê bidin wan zeytûnên xwe biçinin û viguhêsin guvêşgeha bajaroka xwe.
Û ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzan û dizîna wan, li nêzîk cîgeha “Se’irîncê Şe’ibê” û li nav zeviyên zeytûna yên “Mihemed Hesen Mistefa, Hesen Mihemed Şe’iban, dilovanber Sibhî Xelîl Hisên” bi bagir û tireksan kolan û hejmarek ji daran hilkirin, bi ser de jî amûr û alavên şopandin û diyarkirina bomban jî bi kar anîn.
Û xelkê li bajarokê mane rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna dizîn, revandin û girtinên bêsûcane, û vê re jî kêmrûmetkirin, işkencekirin, û standina peran û tişmiştên din; Hin jê hatin revandin, işkencekirin, bi kuştinê hatin gefgurkirin û paşê jî piştî dandina vêrgiyên diravî hatin berdan, û yê bi rastî hatî kuştin, mîna hemwelatî “Eslan Bêrem – 1973 Z” (yê ku li 25.10.2018an hatiye revandin, û Milîseyên “Firqit Elmuntesêr Bîlah” li navîna Gulana 2019an merivên wî bi mirina wî agahdar kirine bê ku termê wî were radestkirin); Hin jî ta niha çarenûsa wan ne diyar e, mîna “Ibrahîm Xelîl Ebdo kurê Mihemed/44/sal” ji dema ku hatiye revandin ve li 3.5.2019an; Û ji nav revandiyan temenmezin û bijîşk jî hebûn. Weha jî ji xelkê bajarokê bi sedan, bi tewanbariya têkliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re -di nav de jî jin û temenmezin, û hin jî bêtirî carekê hebûn- bêsûcane hatin girtin û digel wê jî hepiskirin û dandina baceyên diravî, û hin jî dema ku li Turkiyê diman hatin girtin; Û herdu bira “Hisên û Enwer Mihemed Mihemed” piştî veşartina zorane û hepiskirina bêtirî du sal û nîvan, li 28.12.2020an hatin berdan; Lê, herdu bira “Xelîl/38/sal û Bekir/30/sal kurên Ebdîn Hebeş” ji 23.9.2018an ve û ta niha di Hepsa “Çobanbegê – Era’î” de – H.Babê, zorane veşartî ne.
“Veşartiyên zorane “Ibrahîm Xelîl Ebdo kurê Mihemed, herdu bira Xelîl û Bekir Ebdîn Hebeş”.”
Û di dema êrişkeriya dijmaneyetî de, du temenmezin “Hemîd Xelîl Mihemed/80/sal li 1.3.2018an di bin kavilên mala xwe de, Cemîl Heyder Ibrahîm /75/sal li 11.3.2018an di kêlîdema berevaniya wî bi çeka xwe ya kesayetî de li pêş talankeran”, şehîd ketin, û bi ser de jî birîndarbûna hin sivîlên din.
“Pakrewan “Eslan Bêrem Sîno, Hemîd Xelîl Mihemed, Cemîl Heyder Ibrahîm”.”
Û di pêvajoya belavkirina çanda cîhadîstê û Osmaniya nû û zeprandina (kontirolkirina) karê mile û gotarbêjên mizgefta û kardayînkirina olê di siyasetê û karên leşkerî de, li Reşmeha 2020an, Mileyê Kurd “Ebid Elrehman Ramûsî” (yê ku bêtirî /20/salan li bajarokê îmam bû) ji îmametiyê û xizmeguzariya mizgeftê hate qewtandin, û li şûnê îmamekî din ji anîndeyan hate danîn, û herweha jî “Komelgeha Elîmam a Elnewewî ya ji bo zanînên rewatiyê û Erebiyê – şaxa Be’idîna”, li Rezbera 2020an, bi rêbertiya “Elşêx Esrî Ibrahîm” hate damezrandin, da ku dora du sed zaro -piranî ji anîndeyan- werin lê perwerde bibin.
“derhênankirina korsekê û belavkirina bawernaman ji aliyê “Komelgeha Elîmam Elnewewî ya Zanînên Rewayî û Erebî ve – şaxa Be’idîna” li hundir mizgefta B.”Be’idîna”, Pûşpera 2021an.”
“Rûdanên çekdarkirinê û avêtina fîşek û qurşînan li dewateke anîndeyan li hundir B.Be’idîna, dûrî çand û gerdîşeyên xelkê wê, Pûşpera 2019an.”
= Girtinên bêsûcane:
– Li 3.9.2021an, “Mihemed Hemzê” yê ciwan ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Asayişa Leşkerî ve li Derbasgeha Mehmûdiyê ya Bajarê Efrînê, bi tuhmeta têkliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hate girtin, û piştî ferzkirina baceyeke diravî li ser, hate berdan.
– Li 6.9.2021an, Milîseyên “Asayişa Leşkerî – Cindirês” bi hevkariya Milîseyên “Feyleq Elşam” re, hemwelatî “Reşîd Umer Binefşê/30/sal, herdu bira Hesen/48/sal û Kenco/28/sal kurên Sibhî Kenco, Çîro Mistefa Çîro” ji xelkê Bajaroka “Celemê – Cindirêsê” girtin, di heman rojê de yê dawiyê berdan, û yên din jî birin Hepsa Maratê – Efrîn; Û berê jî li 1.9.2021an hemwelatî “Henan Sêfo kurê Ebid Elrehman/28/sal” ji heman bajarokê girtin, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye.
– Li 6.9.2021an, Milîseyên “Asayişa Leşkerî” hemwelatî “Mihemed Weqfî Mûrad /33/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê ( yê ku li vê dawiyê ji Heleb vegeriye) girtin, ew tûşî işkencekirin û perebirinê bû, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li Siba Yekşemê 5.9.2021an, makînak Sentefê li pêş dîkana firotina sûtemeniyê li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê, bi bombeyeke teqîner teqiya, û di encamê de agirek mezin vêket û ziyanin şênberî çêbûn, û kuştina mêrekî bi navê (“Kemal Se’îd Cewad” – serkêşekî Elcebehe Elşamiyê – li gorî alavine ragîhandinî yen xwecihî) û jinekê û birîndarbûna sê kesên din – li gor “Berevaniya Sivîl li Efrînê – Eldîfa’i Elmedenî”.
“Teqandina makînak cîp Sentefê, li Taxa Eşrefiyê – Efrîn, 5.9.2021an.”
– Di çarçewa hevrikî û nakokiya li ser deverên bandorbûnê, ji heftakê ve, Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” bermayên Milîseyên “Firqit Elhemzat” ên li hev dixistin, ji gundên “Xelnêrê, Keferşîlê, Bablîtê, Maratê, Gundê Mezin, Gazê, Keferdelê Jorin ” – B.Efrînê qewitandin û dest danîn ser wan gundan.
= Binpêkirinên virdewêde:
– Li destpêka vê heyvê, milîseyan boriyên xeta serekîn a kişandina ava vexwarinê ji stasyona nêzîkî cîgeha “Kela Nebî Horî” bo gundên “Qurta, Qaşa, Qestelê Miqdêd, Şêxorzê, Uka, Şerqiya û yên din” – N.Bilbilê derxistin, û li Gundê “Qestelê Miqdêd” kom kirin û paşê guhestin Bajarê Ezazê, û virvûtan jî berdidin û dibêjin ku berê ji aliyê Yekîneyên Kurdî ve hatine vekirin, da ku li ser dizînên xwe veşêrin û perpîn bikin.
Tekez dibe ku “Hikometa Demkî û Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” bûne destik bi dest Dagîrkeriya Turkiyê de, da ku pê bandoriya xwe li ser hinde herêmên Bakurê Sûriyê ferz bike, û bi taybetî jî siyasetên dijmantiyê li dijî Kurdan û herêmên wan cîbicî bike.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 369 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 71
Belgename
Dîrok & bûyer
Kurtelêkolîn
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 12-09-2021 (3 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 369 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Kurtelêkolîn
Gelo pirsa Kurd, pirsek navdewletiye?
Pirtûkxane
Felsefeya marks
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Lenînîsm
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Kurtelêkolîn
Xebateke kesk di rêya Kurdistanê de Êko-nasyonalîzma Şerîf Bacwer û hevalên wî

Rast
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û morfolojî
15-04-2024
Sara Kamela
Di ziman de xêv û morfolojî
Kurtelêkolîn
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
05-05-2024
Aras Hiso
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Lenînîsm
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
19-05-2024
Sara Kamela
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
MEDRESEYA QUBAHAN
Babetên nû
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
19-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Lenînîsm
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Felsefeya marks
15-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
07-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
01-05-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
01-05-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
Felsefekirin û zarok
29-04-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Di ziman de xêv û hevoksazî
28-04-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Şekroyê Xudo Mihoyî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
26-04-2024
Burhan Sönmez
Jimare
Babet 519,090
Wêne 106,656
Pirtûk PDF 19,287
Faylên peywendîdar 97,268
Video 1,392
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Kurtelêkolîn
Pirên pêwendiya di navbera Başûr û Rojhilat û nebûna baweriyê
Kurtelêkolîn
Gelo pirsa Kurd, pirsek navdewletiye?
Pirtûkxane
Felsefeya marks
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Cihên arkeolojîk
Temteman
Kurtelêkolîn
RÊBERA HÎNKIRINA KURDÎ
Wêne û şirove
Bav û diya nivîskar: Wezîrê Eşo, Tbîlîsî 1930
Pirtûkxane
Lenînîsm
Jiyaname
İbrahim Güçlü
Kurtelêkolîn
Mezopotamya û şaristaniyetek bo hemû mirovahiyê
Jiyaname
Elî Îlmî Fanîzade
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
Kerim Avşar
Jiyaname
KUBRA XUDO
Jiyaname
Firîca Hecî Cewarî
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 41
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
ZÎMANÊ DUYEM
Wêne û şirove
Ji xanên bajarê Silêmaniyê
Wêne û şirove
Kurdên gundê Meydan Ekbezê, Çiyayê Kurmênc- Efrînê
Jiyaname
RONÎ WAR
Wêne û şirove
Ev wêne di sala 1973 an de li Qelqeliyê ya ser bi Wanê ve kişandiye
Pirtûkxane
6 STÛNÊN ZIMAN Û ZIMANNASIYA KURDÎ
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Jiyaname
AYNUR ARAS
Wêne û şirove
MEDRESEYA QUBAHAN
Kurtelêkolîn
Xebateke kesk di rêya Kurdistanê de Êko-nasyonalîzma Şerîf Bacwer û hevalên wî

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.782 çirke!