#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (172): Gundê “Çeqelê Cûmê”, girtinên bêsûcane, “Ebû Emşe” û tirsandina xelkê, topebarandina Efrînê bi mûşekan, tundûtûjiya olî.
Bînerdayînek têkildar bi “Komîta Vegerandina Zordariyan li Efrînê” re, ya ku ji hin berpirsiyarên milîseyan hatiye çêkirin dibêje: Ku “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe”, Bajaroka “Şiyê” û hin gundên pêve girêdayî, weke “Girtîgeha Giwantenamo” destlat dike, û weha tekez dike û dibêje Efrîn bûye daristanek, hemî (milîse û anînde) jê diqoprînin, û tev “birçî hatine û bes dixwazin bixwin”, û her kesê çek bi dest de jî, mafên mirovan wek “Ebû Emşe” binpê dike; Ev wêneyek e ji rewşên kambax ên li Efrînê serwerkirî ne.
Evên li jêr beşek ji binpêkirin û tewanên pêkhatine ne:
= G.”Çeqelê Cûmê”:
“G.”Çeqelê Cûmê”.”
Li Bakur Rojhilatê Bajarê Cindirêsê dikeve, pêve girêdayî ye, /15/KM jê dûr e, ji dora /100/malî pêk tê, dora /500/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn – 35% jê Kurdên Êzdî ne, di dema dijberiya bi ser herêmê hatiye de hemî penaberî B.Efrînê bûn, jê dora /21malbat=155nişte/ zorane hatin koçberkirin, ên din jî vegerîn gund, û dora/30malbat=200nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Di dema şer de, mala hemwelatî “Riyad Îbo Hemedê” bi balefirên cengê hate topebarankirin, û bi tevayî hate roxandin.
Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” gund desteser kirin, û dest danîn ser /21/malên van hemwelatiyên ku zorane hatine koçberkirin (“Teter Xerîbo – yê Êzdî” û mala wî kirin mizgeft – tevî ku hevjîna wî li gund e û niha li cem merivekî xwe radibe û rûdine, Ednan Teter, Îbo Hemedê, Ebid Elrehman Îbo Hemedê, Elî Silo, Ebid Elrehman Ebdo Ne’iso, Xelîl Ebdo Ne’iso, Qaziqlî Seydo Ne’iso, Mehmûd Seydo Ne’iso, Mihemed Nisêrî, Mistefa Kurd, Mes’ûd Mistefa Kurd, Cangîn Mistefa Kurd, Ferîd Xelîl Ne’iso, Hesen Emo, Mistefa Nebî Meçê, Ziyad Nebî Meçê, Eşê Xerîbo, Sibhî Elî Cûkêr, Celal Sibhî Elî Cûkêr, Nebî Ehmed Teter) tevî tişmiştên tê de; Û piraniya heyînên malên din jî dizîn, mîna xwarinvexwarin, alav û amûrên elektirîkê, cerên gazê, firaxên baqirî û qizêzî, raxistek, hemî tablo û pêdiviyên taqeta royê ya elektirîkê û hin tiştên din, herweha tirektora çandiniyê ya “Mistefa Kurd”, bêtirî deha matorên dutekerî û hin jê yên van hemwelatiyan “Mistefa Kurd, Eslan Ebdo, zaroyên Nebî Meçê, Zaroyên Elî Silêman…”, û avkêşa (xetas) bîrê ya “Mistefa Ebid Elrehman”.
Weha jî dest danîn ser bêtirî /10/hezar darên zeytûnê û hejmarek darên gûzê yên malbatên koçberbûyî û me ew li jor anîne zimên, û avahiya guvêşgeha zeytûna ya “Nebî Mûse – yê Êzdî”, paşê jî serkêşên milîseyan acetên guvêşgeheke diziyayî anîn tê de bi hev xistin, ji xwe re dankaranîn, û xelkê gund jî neçar kirin ku berhemên xwe yên zeytûna li wir biguvêşin.
Û bi şêwakî hovane û bêwijdan dora /200/darên zeytûnê yên koçberan qut kirin, di gel wê jî qutkirina hejmarek ji darên ihracê -yên li dor gund belakirî- ji bo êzingkirin û bazirganiyê, û bi ser de jî çêrandina keriyên pêz bi rengekî bêwijdan di nav zevî û erdên çandiniyê de, ji aliyê anîndeyan ve, bê ku tu rêgir hebe.
Û ji sivîlên gund ev kes pakrewan bûn: Herdu ciwan “Hisên Ebid Elrehman Hisên/24/sal, Welîd Soranî kurê Cemîl/18/sal” – yekser piştî dagîrkirina herêmê (18 Avdar 2018an Z) û bi qurşînê di kastîna dibistaneke B.Efrînê de, “Ferîd Xelîl Ne’iso, Mihemed Ebdo Meçê” di dema xizmetguzariya wan di asayêşê de, li Navça Reco, û “Zekeriya Îbo Hemedê” di dema xizmetguzariya wî di nav asayêşê de, li Gundê “Dêwa” – N. Cindirêsê.
“Herdu pakrewan “Hisên Ebid Elrehman Hisên, Welîd Cemîl Soranî”.”
Û li gund çar şervanên berxwedêr di ber gund de şehîd ketin, termên wan demeke dirêj di bin kavilan de man, ta ku milîseyan jê derxistin û di cihekî nenas de veşartin.
Weha jî xelkê gund ên mane û ta yên li Turkiyê dimînin, rastî cûrbecûr binpêkirinan (tengasîkirin, perejêbirin, revandin, girtinên bêsûcane û yên din) hatin, mîna neçarkirina çûndina Kurdên Êzdî bo mizgeftan û nimêjkirinê, pesendkirina vêrgiyan li ser werzên zeytûna (10% ji werzên xelkê li gund dimînin, 50% jî ji yên ne li wir û ta ku wan hin merivên xwe li gund ji ber xwe ve danîbin jî), û ducarkî girtina “Ewlehiya Turkî” li Istenbûlê ji xort û mêrên gund ên li wir radibin û rûdinin re, cara yekem /11/kes li Rezbera 2020an Z, û ya diwem jî /18/ kes li Avdara 2021an Z, bi tewanbarkirina têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re; Divê bê zanîn jî ku piraniya wan ji /2013-2014an/ ve li Turkiyê ne.
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên Dagîrker ev girtin pêk anîn:
– Li 21.9.2021an Z, hemwelatî “Nisrîn Mihemed Weqas/30/sal” ji xelkê Bajaroka “Kaxrê” – Navça Mabeta, piştî berdana birayê wê “Mihemed Mihemed Weqas/30/sal” (ê ku li 18.9.2021an Z hatiye girtin) û ferzkirina vêrgiyeke diravî, û ta niha “Nisrîn” di Hepsa “Maratê” de – B.Efrînê zorane bendkirî ye.
– Li 1.11.2021an Z, hemwelatî “Kawa Şemis Eldîn Mihemed” ji xelkê Gundê “Hechesna” – N.Cindirêsê, dema ku ji Heleb vegeriye Efrînê, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
– Li 10.11.2021an Z, hemwelatî “Fayêq Ehmed Ehmed/38/sal” ji xelkê Gundê “Zerka” – N.Reco -mamoste di dibistana seretayî ya Gundê “Qêsim” de- ji aliyê asayêşa navçê û Istîxbaratên Turkiyê ve, û birin Navenda Efrînê.
– Li 15.11.2021an Z, hemwelatî “Ciwan Mistefa Mistefa/38/sal” ji xelkê Gundê “Misteşûra” – N.Mabeta ji aliyê asayêşa navçê û Istîxbaratên Turkiyê ve, bi tuhmeta pişikdariyê di pasevaniya şevê de, li dema Rêvebiriya Xweser a berê, û birin navenda Efrînê.
– Li 18.11.2021an Z, ev hemwelatî “Mes’ûd Osman Xilo/32/sal, Hecî Mûrad Hac Ebdo/36/sal, Henan Ibrahîm Mewas/35/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê ji aliyê “Asayêş Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha çerenûsa wan ne diyar e
– Li 18.11.2021an Z, cara çarê hejmarek ji hemwelatiyên Gundê “Me’imila” – N.Reco, di nav de “Samî Ehmed Henan/62/sal, Ne’şet Mûrad Kurdî/40/sal, Mihemed Umer Hekîm/60/sal, Mihemed Silêman Golîko/55/sal” ji aliyê asayêşa navçê û Istîxbaratên Turkiyê ve, bi tuhmeta parêzvaniya şevê di dema (R.X) a berê de; Û demeke berê jî hemwelatî “Necîb Hesen Halo/62/sal”, ji heman gundî û bi heman tewanbariyê, û berî vê du-sê rojan hate berdan.
Û li 1.11 2021an Z, Destlatên dagîrker hemwelatî “Qaziqlî Cemîl Miho” ji Hepsa “Maratê” – B.Efrînê berdan, û divê bê zanîn ku ew ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – N.Cindirêsê ye, û li 31.8.2020an Z bêsûc hate girtin.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Weke tekezî ji binpêkirinên ku “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah” dike û ji metirsiya ku di derûna xelkê Bajaroka “Şiyê” û hin gundên di bin destseriya wî de diçîne re, perçedenganeyek bi dengê keyayê bajarokê “Ehmed Golîn Elûş” – ê bi wî re hevkar hate belavkirin, ew tê de şîreta li xelkê dike ku tu giliyan li ser “Ebû Emşe” venekin, û wan hişyar dike ku vêrgiyên li ser wan têne ferzkirin jî, li pêş “Komîteya Redkirina Zordariyan” – a ku li vê dawiyê seredana bajarokê kiriye diyar nekin; Û alavine ragîhandinî yen xwecihî yen rikber, perçedenganeyek din li ser zimanê kesekî têkildar bi komîtê re belav kirin, û tê de tê tekezkirin ku “Ebû Emşe” xelkê ditirsîne da ku newêribin zordariyên hene hewaldin, û ew (li ser her dareke zeytûnê /4/ dolaran, 25% li ser werzan, û di guvêşgehan de, li ser her çar teneke zêt tenakakî) vêrgiyan pesend dike û distîne.
– Weke tekezî ji dijayetiyên berdewam di dermafê daristanên ihracê de ji qutkirin û agirpêxistinê, “Berevaniya Sivîl – Eldîfa’i Elmedenî” li Efrînê got: Ku tîmên wê li 14.11.2021an Z, agirek li daristaneke ihracê ye li dor Gundê “Maseka” – N.Reco vemirandin.
“Şewatek di daristaneke ihracê de, li dor G.”Maseka” – N.Reco.”
= Topebaran B.Efrînê:
Li Êvara 19.11.2021an Z, B.Efrînê (Kolana Elvêlat – derdora Nexweşxana Dêrsim) bi şeş mûşekan hate topebarankirin, ji aliyê herêmên di bin desteseriya Artêş Sûriyê de hatin avêtin, û di encamê de ziyanin gihîştin hin avahî û otombîlan, /3/ kes hatin kuştin û /17/ jî birîndar bûn – li gor “Berevaniya Sivîl li Efrînê”; Û piraniya wan ji sivîlan in û di nav de jî zarok hene.
“Şûnewarên topebarana B.Efrînê, 19.11.2021 Z.”
Û weke bersivdayîn, hêzên “Artêşa Turkiyê” û milîseyên bi ser ve, gund û bajarokên “Til Rif’etê, (Zaretê, çadirgeha Elewdê, Bênê, Soxanekê) – Çiyayê Lêlûn” – Bakurê Heleb, bi topavêjên giran topebaran kirin.
= Tevgerek olî ye çalak:
Di çarçewa tunûtûjiya olî û kar li ser îdolocîkirina civakê de, li hemî gund û bajarokên Efrînê tevgereke fere ji bo avakirina mizgeftan heye. Vêca li 16 11.2021an Z, “Komîta Seknê ya Hikometa Demkî ya Kiwalisyûnê” bi hevkariya “Kardêriya Biryardanên Olî li Bibilê – Dar Elîfta’i”, li Gundê “Upila” bi beşdariya nûnerên “Sekna Diyant a Turkî” û “Encûmena Islamî ya Sûrî – Istenbûl” û hinên din mizgefteke nû vekir.
“Mizgefta G.”Upila” – N.Bilbilê ya nû.”
Li ser siyaset û bikaranînên dijayetî ya rêbazkirî yên ku Dagîrkeriya Turkiyê û Milîseyên “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” li dijî Efrînê û xelkê wê pêk tîne, hin Bînerdayîn û heyîn û rasteqîn li pê hev tên, û hîn jî piraniya kesayet û hêzin Sûrî yen ku navnîşanin niştîmanî, demokratî û mafên mirovan radikin, li ser wan binpêkirin û tewanan bêdeng in.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]