#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (174): Gundê “Xelîlaka” – koçbarkirineke zorane û pakrewanine sivîl, mirina sivîlekî zorane veşartî û metirsî li ser jiyana du jinan, girtinên bêsûcane .
Yek ji alavên dagîrkeriya Turkiyê di binpêkirina mafên xelkê Herêma Efrînê de ew dadgehên wêneyî ne, yên ku sezakirin û darizandinên nemafdar di dermafê xelkê wê de distînin, tu mercên dadmendiyê tê de peyda nabin, di biryardan û sezakirinên xwe de zagona sezayên Surî (ya ku warekî fere li pêş dadgehkirina tewanbarên siyasî vedike) ji xwe re bingeh dibînin, vêrgiyan jî bi Pereyên Turkiyê li girtiyan dixînin, û Istîxbaratên Turkiyê bi awakî yekser serkêşiya wan dikin.
Vaye li jêr hin bûyer û rasteqînên din:
= G.”Xelîlaka”:
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, /18/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /280/malî pêkhatî ye, dora/1700/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, di dema dijberiya hatiye ser herêmê de piraniya wan penaber bûn, tenê jê dora /80malbat= 250nişte/ vegerîn, ên din jî zorane hatin koçberkirin, û bêtirî /200malbat= 1200nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
“G.”Xelîlaka” – N.Bilbilê berî dagîrkirinê.”
Û di encama teqîna bombeyên zemînî de, mala “Zekeriye Hisên Silêman” hate hilweşandin.
Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” gund desteser dikin, herdu malên hemwelatiyan “Mihemed Derwîş, Cemîl Şêxo” ji xwe re kirine du biryargehên leşkerî û hepsek, dest danîne ser dused mal ên koçberên zorane piştî dizîna hemî heyînên tê de ji raxistok, alav û amûr, xwarinvexwarin û tiştên din, û ji malên din jî firaxên baqirî, alavên elektirîkê, cerên gazê û hin tiştin din dizîn, û herweha jî dizîna acetên lêkirina kelpîçên çîmento yên “Mûse Bîlal”, makîna “Şe’iban Me’imo” ya ku paşê piştî dandina vêrgiyeke diravî hatiye vegerandin, /40/ matorên duloqî, û guheztok (trans) û keblên (Kabil) toreya elektirîkê ya giştî û hin stûnên wê.
Weha jî, wan dest danîn ser hemî malmewalên koçberên zorane yên dora/40/hezar darên zeytûnê, behîvê û tirî û hin din, jê yên van hemwelatiyan in “Hisên Hesen, Golîn Hesen, Mihemed Ibrahîm, Malbata Keçelê, Mihemed Umer, Ebid Elmecîd Mihemed, Malbata Çe’ino, Malbata Hesko”, rêdankan napejrînin, û 10% vêrgî jî li ser berhemên werzan ferz dikin.
Herweha ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê û bazirganiya wê, bi dehezaran darên zeytûnê, daristanên xwezayî yên bi ser gund ve li Çiyayê Hawarê, û darên zaretgeha “Ûsib Siyar” bêwijdan qut kirin û ta niha berdewam in; Û /10/ argûnên çêkirina Komirê li gund hene.
Û ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, dor zaretgehê û girê li rex wê, bi alavên giran kolandin.
Û bi sedema dizîna hin beşên rawestgeha hilkişandina avê ya herdu gundên “Xelîlaka” û “Qota” yên hevcîwar, û nepeydabûna sûtemeniyê, ew ji karguzariyê derket, û niha ava vexwarinê bi sîtêran û buhayên bilind tê peydakirin.
Û xelkê gund ên mane rastî hemî rengên binpêkirin û tewanan hatin, mîna revandin û girtinên bêsûcane, işkencekirin, rûmetdaxistin, peresitandin, dizîn û hin tiştên din; Hin ji sivîlan şehîd jî ketin, ew jî ev in:
– Ehmed Ibrahîm kurê Mihemed /55/sal, li 27.6.2018an Z, ji ber teqandinekê li orta Bajarê Efrînê.
– Cemîl Ehmed Bekir/35/sal, li 20.1.2019an Z, ji ber teqandina otombîlekê li orta B.Efrînê.
– Mihemed Ibrahîm kurê Ibrahîm /50/sal, li 19.5.2019an Z, piştî pir nexweşiyên ku di encama işkencekirina mekin de vê re çêbûne; Li dema ku wî li 14.6.2018an Z werza çiloyê tirî bi otombîla xwe ya sûzekî diguhest û rastî dizîneke çekdarane hatî, û makîne û çi perên vê re jê hatine standin.
Û berê jî Destlatên Dagîrker (Istîxbaratên Turkiyê û rêbenda çekdar a li ser çateriya Gundê Hesendêra – N.Bilbilê) Xort “Hemze Şe’iban Ibrahîm – /1992/. Z” û xwîşka wî “Asiye – /2002/. Z” ji xelkê gund, di dema vegerandina wan de li 23.3.2018 Z girtin, û zorane veşartin; Û jêdereke bînerdar -e ku ji hepsa Bajaroka Elra’î derketî- tekez kir ku tenduristiya “Hemze” ji ber işkencekirinê û mercên sert bi şûn ve çû, lebata govde jî sekinî û di nav betaniyekê werdan û birin, û pişt re tu agahî li ser nehatin zanîn; Lê “Desteya Zagonî ya Kurdî li 20.5.2018an.Z” û “Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê li 25.5.2018an.Z” jidestdayîna jiyana wî di hepsê de tekez kirin, û dê û bavê wî yên li gund rûdinin ta niha tu agahiyên fermî wernegirtine û ne jî mirina lawê xwe ragîhandine; Û ta niha çarenûsa “Asiyê” ne diyar e.
“Hemzê Şe’iban Ibrahîm” ji G.”Xelîlaka” – N.Bilbilê yê çarenûs nediyarkirî…. “Asiye Şe’iban Ibrahîm” ji G.”Xelîlaka” – N.Bilbilê ya zorane veşartî.
= Mirina sivîlekî zorane di Hepsa “Elra’î” de veşartî:
“Belgedozlêkirina “Niyaba Giştî li Ezazê” ya ji bo livandina dozgeriya giştî li dijî yên ku doz li wan hatine vekirin “Silêman Nûrî Nu’iman û hevalên wî”.”
Li 27.11.2021an Z, destlatên Dagîrkeriya Turkiyê merivên hemwelatî “Silêman Nûrî Nu’iman – zayend /1971/ Z, ji Gundê Bozîkê – Efrîn, bavê çar zaroyan” bi mirina wî di Hepsa “Elra’î” ya navûdengbed de agahdar kirin, û li roja din bi beşdariya “Cîgirê Giştî û Dozger” li nexweşxana Bajaroka Elra’î, termê vêgunehber radestî merivên wî kirin, û li roja din jî di goristana gundê wî de hate binaxkirin; Hêjaye were zanîn ku ew li 24.6.2019an Z, ji aliyê “Istîxbaratên Turkiyê û Istîxbaratên Asayêşê li Ezazê” ve hate girtin, zorane hate veşartin, û tûşî işkencekirin, danûstandineke sert û mercine çetin û ne tendurist bû, û bê ku tu seredan an hevgîhan bi merivan re bê kirin, ji bilî hin telîfonên kurt û jimartî. Herweha divê bê zanîn ku ew berê jî li destpêka Havîna 2018an Z, li B.Efrînê heyvekê hate bendkirin, û paşê hate berdan.
“Vêguneh “Silêman Nûrî Nu’iman” ji G.”Bozîkê” – Efrîn.”
Vêguneh “Silêman” û sê jinên ku vê re hatine girtin (dotmama wî ya temenmezin “Mewlûde Nu’iman Nu’iman – 1956 Z” ji Gundê “Bozîkê” û ya ku li 30.5.2021an Z ji ber işkencekirinê û mercên sert miriye, “Fîdan Bîlal keça Ebid Elrehman – 1999 Z” ji Gundê “Qude” li Navça Reco, “Wîsal Henan keça Henan Emîn – 1986 Z” – Efrîn) hatin tewanbarkirin, û piştî dora şeş heyvan ji veşartina zorane, “Niyaba Giştî li Ezazê” li 17.12.2019an Z ew ji “dozgerê lêkolîner Mihemed Welîd Cibran” re rêkirin, wî jî li 18.2.2020an Z di biryara xwe de weha daxwaz kir: Divê herçar bi tewanên karên terorî yên bi mebesta peydakirina metirsiyê, bi riya karanîna teqîneran, leşkerkirinê di nav refên dijmin de, alîgiriyê ji serketina hêzên dijmin re, lawazkirina hesta niştîmanî, jarkirina derûna milet di dema şer de û kuştina mebestkirî – li gorî bendên /263-265-285-304-533/ ji zagona cezayên Sûrî yên ku di nav xwe de cezaya îdamê jî dihewîne”- bêne dadgehkirin. Û herweha wî biryara qedexekirina dadgehkirina girtiyekî din jî di heman dosedozê de da.
“Vêguneh “Silêman Nûrî Nu’iman” piştî mirinê.”
Û parêzerekî ji nêz ve haje doza herçar girtiyan heye weha got: Ku dadgehkirina hatiye kirin wêneyî ye, mercên herî nizim ji dadgehkirina durist û dadmend tê de peyda nabin, gotin û bersivdanên girtiyan di mercên veşartina zorane yên dirêj û di bin işkencekirinê de ji wan hatin qoprandin, ew weke şanogerekê bi hev ketiye û bi rengekî tewaw deqên wê lihevhatî ne, bi ser de jî waneyên bersivdanê yên li pêş “Dozgerê lêkolîner” bi giştî weke gotinên girtiyan ên li ba “istîxbaratan” hatine nivîsandin in, û herweha jî dadgehkirin ne aşkere bûn û nejî girtiyan kanîbû parêzerina ji xwe re bigirin, û dadgehkirin tenê bi beşdariya parêzerekî suxrekirî hatin kirin, û heman tuhmetên nemafdar ji herçaran re hatin nîşandan.
Weha jî me nikanî sedema mirinê zanîbûya (ka darvekirin bû yan ji ber nexweşiyên ku di bin işkencekirinê û mercên sert ku vê re çêbûne de bû), û metirsî heye ku çarenûsa “Fîdan Bîlal” û “Wîsal Henan” jî mîna çarenûsa “Silêmên” be, çimkî ew di hepsa navûdengbed de -bê hevgîhan bi merivên xwe re – bendkirî ne.
“Herdu jinên zorane veşartî “Fîdan Bîlal keça Ebid Elrehman” û “Wîsal Henan keça Henan Emîn”.”
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên Dagîrker ev hemwelatî girtin:
– Ji dora sê heyvan ve, hemwelatî “Horîk Sebrî Teraş/61/sal” ji xelkê Gundê “Kûra” – N.Reco, û li 30.11.2021an Z, piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî li ser hate berdan.
– Ji dora heyvekê ve, hemwelatî “Dilşan Selah Xelfan” ji xelkê G.”Kûra” – N.Reco, ji mala wê li Bajarê Efrînê, û li 30.11.2021an Z hate berdan.
– Li 12.11.2021an Z, hemwelatî “Serbest Ikaş Birîm” ji xelkê Gundê “Me’imila” – N.Reco, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
– Ji deh rojan ve, herdu hemwelatî “Ebid Elhenan Mihemed Ce’ifer/54/sal, Mistefa Mihemed Seydo/55/sal” ji xelkê Gundê “Qota” – N.Bilbilê, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ji sê rojan ve herdu serbest hatin berdan.
– Li 27.11.2021an Z, hemwelatî “Hejar Mihemed Golîn/25/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N.Reco, ji aliyê Asayêşa Leşkerî ve, û ta niha di bin bendkirina bêsûcane de ye.
– Ji pênc rojan ve, hemwelatî “Mihemed Nûrî Qedemo/34/sal” ji xelkê Bajaroka Bilbilê, li dema ku wî xwendekarên dibistanê bi tirombêla xwe vediguhestin Gundê “Kotana” – N.Bilbilê, û par Roja Pêncşemê hate berdan; Û ew e yê ku ji du heyvan ve, ji Helebê -ciyê penaberiya wî- vegeriye gundê xwe, û mala wî ya dest danîne ser radestê nekirine, û neçar bûye ku tevî hevjîna xwe li ba merivekî xwe li Gundê “Ze’irê” – N.Bilbilê rûne.
– Li 1.12.2021an Z, hemwelatî “Welat Elî Ebo/38/sal” ji xelkê Gundê “Kaxrê” – N.Mabeta, bi tewanbariya têkeliyê bi “R.X”a berê re, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye.
– Li 1.12.2021an Z, ev hemwelatî (Ebid Elrehman Birîmce/57/sal, Ebid Elah Xelîl Mûrad/53/sal, Şamîran Xelîl Hac Ebdo/26/sal) ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve li Cindirêsê, û ta niha di bin bendkirina zorane de ne.
– Li 2.12.2021an Z, “Rohat Nûr Eldîn Îbo/22/sal” ya ciwan ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, ji aliyê rêbenda çekdarane li Derbasgeha B. Efrînê – Kefircenê, bi tuhmeta danûstandinê bi (R.X) a berê re, li dema ku ji kar vedigeriya.
Û di heman rojê de jî, li 2.12.2021an Z, Destlatên Dagîrker “Dr.Endezyar Mihemed Fehmî Ebdo kurê Nebî/63/sal – ji Gundê Xirabê Şera”, ji Hepsa Maratê – B.Efrînê hate berdan; Hêjaye bê zanîn jî ku ew li 7.4.2020an Z hate girtin, li 1.3.2021an Z bi tuhmeta “lawazkirina hesta netewî û şiyarkirina nijadperestî û bineoliyê di dema şer de” -bi temamî weke cezayên “Dadgeha Ewlehiya Dewletê – Emin Eldewlê” ya berê li Şamê yên di dermafê çalakvan û siyasetmedarên Kurd e- bi sê salan hepis û /7/hezar P.T diravî hate cezakirin, û celbegeha çîmento ya wî hate desteserkirin, û herweha jî divê were zanîn ku berê “Cîgirê giştî li Efrînê”, li 17.6.2020an Z, biryara serbestberdana wî dabû, lê li gor şîretên Istîxbaratên Turkiyê biryar nehate cîbicîkirin, û hepiskirina wî, çêkirina tuhmetan û livandina dozgeriyê li dijî wî hatin berdewamkirin.
= Geregoşî û serberdayetî:
Li 29.11.2021an Z, di navêna du giropên ji Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” û “Firqit Elsultan Mûrad” de, li Taxa Eşrefiyê li Efrînê, li ser hevrikiya ji bo desteserkirina li ser mal û dîkanên hemwelatiyên zorane koçberkirî, pevçûnin çêbûn.
= Binpêkirinên din:
Milîseyên “Ketîba Semerqend – Lîwa’i Elweqas” /100/teneke zeytê zeytûna (16K.G zelal), li ser hemwelatî “Beha’i Eldîn Reşîd Mûrad/47/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê ferz kirin.
Bi sedan ji veşartiyên zorane di hepsên Dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên wê de hene, û meriv û hezkiriyên wan bi coş li benda nûçeyên wan in, lê Civaka Navdewletî li hember siyaset û kiryarên dijayetî yên li dijî Efrînê û xelkê wê bêdeng e.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]