Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,836
Wêne
  123,941
Pirtûk PDF
  22,084
Faylên peywendîdar
  125,663
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189): Gundê “Qirigolê” guhertineke demografî û destdanîneke fere, girtinine bêsûcane
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189): Gundê “Qirigolê” guhertineke demografî û destdanîneke fere, girtinine bêsûcane
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (189): Gundê “Qirigolê” guhertineke demografî û destdanîneke fere, girtinine bêsûcane
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (189): Gundê “Qirigolê” guhertineke demografî û destdanîneke fere, girtinine bêsûcane, gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî yî nû, qedexekirina pêşangeheke hunerî, qurkirina daristanan.

Bi ferebûna avakirina gundên niştecîkirinê yên nimûneyî re, ya ji bo rûnişkandina anîndeyan di Efrînê de û malmewdankirina wan, careke din meremên dijayetiyê yên Dagîrkeriya Turkiyê li dijî Kurdan li Sûriyê aşkere dibin, û vê re jî Milîseyên Sûriyê û Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî hatin şimtandin.
Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:
= G.”Qirigolê”:
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, bi aliyê Bakur ve bi /31/K.M an ji Bajarê Efrînê dûr e, ji dora /210/malan pêkhatî ye, dora /1300/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê dora /110malbat=420nişte/ -piranî temenmezin- tê de man û yên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora /200malbat=1200nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin; Û ew di malên ku dest danîne ser de û di /40/ konên ku li dor gund venandî de rûdinin.
“Zaretgeha “Midewer” a Îslamî, G.”Qirigolê” – N.Bilbilê, berî û piştî dagîrkirin, topebarankirin, roxandina tevayî û qutkirina darên wê.”
Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad û Firqit Elhemzat” gund desteser dikin, û hersê malên “Dilovanber Ehmed Hemo û vêla kurê wî Selah Hemo, Mihemed Yasîn Ehmed” ji xwe re kirine biryargehên leşkerî; Bi sedema pirojeyên cengî, bi piçekî ziyan gihîşte sê malan; Û milîseyan piraniya kelûpelên malan ji xwarinvexwarin, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn; Herweha jî dizîna /2/ mîkropasan ên ” Mecîd Mihemed Cabo û Mihemed Cabo”, /2/tirektorên çandiniyê yên “malbata Dilovanber Bîlal Mihemed Beko, Mecîd Mihemed Cabo”, guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî, jimarokên ava vexwarinê, hemî amûrên stasyûna hilkişandina ava vexwarinê, û hemî alet û acetên guvêşgeha zeytûna û giropa zayenda elektirîkê (ampêran) yên “Behrî Tahêr”.
“Stasyûn hilkişandina ava vexwarinê, G.”Qirigolê” – N.Bilbilê, berî dagîrkirinê û dizîna hemî amûrên wê.”
Weha jî dest danîn ser malmewalên (dora/13/hezar darên zeytûnê) hemî hemwelatiyên ne li gund, jê “zaroyên Tahêr Umer, Hebeş Ehmed Dîko, Arêf Ehmed Dîko, Henan Ehmed Dîko, Enwer Hesen Seydo, Mihemed Bîla Beko, Bîlal Mihemed Beki, Xalêd Beko, Şewket Yasîn, Osman Mihemed Seydo, Reşîd Me’imo Heso, Bekir Ukaş Xelîl, zaroyên Dilovanber Mihemed Delo”; Û 10-20% vêrgî li ser berhema malmewalên ên li wir ferz kirin, ji bilî dizîna berê zeytûna ji zeviyan bi rengekî tewşankî; Û îsal jî li nav zeviyên ku dest danîne ser jî colban, nîsk û hin tiştên din çandin, û ev yeka jî wê darên zeytûnê nesax bike.
“Guvêşgeha zeytûna ya “Behrî Tahêr”, G. “Qirigolê” – N. Blibilê, berî dagîrkirinê û dizîna hemî acetên wê.”
Xelkên ku li gund mane jî rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna revandin û girtinên nesûcane, îşkencekirin, rûmetnizimkirin, peresitandin û hin kiryarên din ên qirêj; Piştî deh rojan ji talankirina gund re li 14.3.2018an Z, milîseyan mêr, xort û yên negîhayî li kastîna gund kom kirin, şor û xeber jê re gotin, qurşîn nêzîk û di ser serê wan re avêtin, kotek li piraniya wan xistin, û di encama wê tirsê de, hemwelatî “Şêxmûs Elo” nexweş ket û lal bû; Û di dû re bidehan têvelwext hatin girtin di gel ferzkirina sezayên diravî, û ji destpêka Avrêla 2018an ve û ta niha çarenûsa girtiyê zorane veşartî “Nûrî Îbrahîm Cabo/43/sal” nediyar e, û weha jî Dilovanber “Ristem Ukaş Xelîl/49/sal” li 15.10.2019an Z, ji aliyê giropeke çekdar e serçavgirtî ve hate revandin, û piştî rojekê ji îşkencekirinê û birina pîkaba wî ya Honday a nûjen hate berdan, lê ji ber mercên sert bi penceşêrê ket, û neçar bû ku li 3.5.2021an Z koçberî Heleb bibe, û li wir li 28.5.2021an Z bimre.
“Girtiyê zorane veşartî “Nûrî Îbrahîm Cabo”.” “Dilovanber “Ristem Ukaş Xelîl”.”
Û ji sivîlên gund hemwelatî “Firdews Seydo keça Mihemed/64/sal” û neviyê wê yê zarok “Mihemed Beko kurê Arêf/12/sal” di komkujiya Taxa Memûdiyê de li Efrînê, di encama topebarana Turkiyê de, li 16.3.2018an Z şehîd ketin.
“Herdu pakrewan “Firdews Seydo Keça Mihemed” û “Mihemed Beko Kurê Arêf”.”
Herweha milîseyan bihezaran darên zeytûnê bêwijdan, daristana îhracê ya bi ser gund ve li Çiyayê Hawarê, û darên sinoberê “Merxê Bêkir” yên li hember çateriya gund, ji bo êzingkirin û bazirganiyê qut kirin; Û herweha wan hilweşandina Zaretgeha “Midewer” ya Îslamî -piştî ku li dema êrişkeriyê hate topebarankirin- tewaw kir, ji bo lêgerîna li kinzên veşartî û dizîna wan kolan, hesinê bana wê dizîn, û darên derdorê jî qut kirin.
Û hin caran jî xwediyên tirektoran ji xelkê gund neçar dikin, ku sîtêrên ava vexwarinê ji malên endamên xwe û ji yên hatine niştecîkirin re -bê kirê- peyda bikin; Ji bilî wê jî dizîna dubarekirî ji hin malên gund re, mîna mala jinebiya temenmezin”Sedîqe Henan”.
= Girtinên bêsûc:
Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 22.2.2022an Z, negîhayî “Eyaz Hesen Zelxoko/14/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji mala merivekî wî li B.Efrînê, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî” ve, û ta niha çarenûsa wî nexuya ye, bê ku em bikanibin sedeman nas bikin.
– Li 27.2.2022an Z, Hemwelatî “Necdet Xelîl Umer/72/sal” ji xelkê Gundê “Şorbe” – Navça Mabeta, ji aliyê asayêşê ve, çar rojan digel ferzkirina sezayeke diravî, bi behaneya hevpişkiya wî di pandina şevayî de, li dema Rêvebiriya Xweser a berê.
– Li 2.3.2022an Z, Hemwelatî “Mihemed Nûrî Mihemed/37/sal” -ajovanê tirektorê li ba encûmena xwecihî- ji xelkê Gundê “Qîbarê”, ji aliyê Rêbenda “Kevanê – Elqews” a çekdar ve – derbasgeha B.Efrînê ya Rojhilat, û ta niha çarenûsa wî nediyar e, û bê ku em kanibin sedeman nas bikin.
– Li 3.3.2022an Z, xort “Mihemed Mihemed Oso” ji xelkê Gundê “Kaxrê” – N.Mabeta, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve, û herdu ciwan “Luqman Nûrî Mistefa, Mehmûd Ehmed Hacî” ji heman gundî, ji aliyê rêbenda çekdar ve li derbasgeha Bajarê Cindirêsê, bê ku em kanibin sedeman nas bikin, û ta niha çarenûsa wan nediyar e.
– Li 6.3.2022an Z, herdu hemwelatî “Ciwan Arêf Mistê kurê Ednên /32/sal – Gundê Hechesna û yê berê carekê hatiye girtin, Gîvara Hisên Emo/37/sal – Gundê Çeqelê Cûmê” ji xelkê B.Cindirêsê, tevî desteserkirina ser makîna wan, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve – rêbenda çekdar li derbasgeha Bajarê Ezazê, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, li dema ku diçûne hin gerkiyan bikirin.
– Li 6.3.2022an Z, Hemwelatî “Arêf Mihemed Hemdoş/50/sal” ji xelkê Gundê “Kefircenê” – Navça Şera, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Ezazê” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re li Efrînê. Û ta niha hemwelatî “Yekbûn Osman Elî/40/sal û birayê wî Xendovan Osman Elî/36/sal, Îbrahîm Reşîd Hemdoş/38/sal” ji heman gundî, ji destpêka Cotmeha 2021an ve girtî û bêsûc û tuhmetên çêkirî bendkirî ne.
= Pirojeya gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî yî nû:
Rêvebiriya “avabûnê ya Koçberên Elbû Kemal” li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ragîhand ku wê dest bi dûzkirina erdê, parvekirin û vekirina riyan kiriye, da ku malan li ser /112/ cîmalan – rûbera her yekê jî /400/M çarkoşe bigre; Ew di nav “Komelgeha Elberekê” de ye – ya ku di nav pirojeya “Eldahiyê Elşamiyê” de ya ku niha li ser erdekî bi rûbera /20/hezar donim e, “Encûmena Xwecihî” bê pere baxşandiye û niha tê cîbicîkirin, parepar hatiye parvekirin, ji aliyê Rojhilat ve bi /10/K.M an ji B.Efrînê dûr e, û ji rex Gundê “Xalta” yê roxandî û koçberkirî de – Çiyayê Lêlûn dest pê dike ta cîgeha bi ser Gundê “Kurzêlê” ve – Şêrewa, bi armanca mewdankirinê; Û herweha diyar kir ku hin ji yên di pirojeyê de tomarkirî li Turkiyê rûniştinin, rewşên diravî û jiyanî yên pireka ji wan baş e, û wê jî erêkirinên fermî ji “Encûmena Xwecihî li Efrînê” û ji Waliyê Turkî wergirtine.
“”Pirojeya Avakirinê ya koçberên Elbû Kemal” – Komelgeha Elbereke – Çiyayê Lêlûn.”
Hêjaye were bîranîn jî, ku li 30.8.2021an Z Gundê “Kiwêt Elrehme” – yê ku ji /380/ perçemalên rûniştinê, mizgeft, dibistan, dermankiringeh, amojgeheke lezberkirina “Qur’anê” û bazareke bazirganiyê pêk tê, da ku anîndeyan tê de bidin niştecîkirin û mewdankirin.
Ew jî di pêvajoya pilaneke rêbazkirî de ye, ji bo avakirina gundine niştecîkirinî yen nimûneyî li herêmê, û çêkirina guhertineke demografî ye berdewamkirî li dijî xelk û nişteciyên wê yên Kurd ên resen.
= Qedexekirina pêşangeheke li ser markirina pêşwext:
Li 2.3.2022an Z, Milîseyên “Odeya El’ezim” nehîşt Pêşangeha”Tabloyine Hunerî” were lidarxistin (ya ku Rêkxirawa “Dengê Jinê” di bin Navnîşana “Ez hîn biçûk im – na ji markirina pêşwext re” amede kiriye, û xelk vexwendiye beşdarbûna wê di navêna /2-4/ ji Avdara em tê de, li “Hola Ciwanan – Elsalê Elşebabiyê” ya li ser “Nanpêjgeha Îmad” li B.Efrînê, û armanca wê ji lidarxistina pêşangehê “hişyarkirina ji metirstiyên markirina pêşwext û çespandina şopên wê yên derûnî, govdeyî û civakî bû” li gor rêkixrawê), û ew qedexekirina li ser vexwendina Kargêriya Fetweyê li Efrînê bû (ya ku “Sekna Diyant a Turkî” bi rengekî yekser serpereştiya wê dike, û ya ku li 3.3.2022an Z, di daxiyaniyeke xwe de weha diyar kirî: Ku ev ton çalakî “raman û nêrînên dûrî ol, sinc û gerdîşeyên me belav dikin” û “vexwendineke mizgînî ye(tebşîrî)” bandoreke neyênî li ser civakê dike, û ji aliyên berpirsiyar xwest ku karê van ton rêxistin û komeleyan rawestînin); Û jêderine xwecihî jî gotin: “ku hunermendên di pêşangehê de pişikdar û yên bi rê ve dibin, ji aliyê çekdar û çalakvanine tundrew ve gefgur xwarin”, û “Toreya Ciwaniyê ya Sûrî – Elşebeke Elşebabiyê Elsûriyê” -ya ku xwestî pêşangehê li dar bixîne- ji aliyên berpirsiyar daxwaz kir ku aştiya endamên wê biparêze.
“Kerta vexwandinê ya pêşangeha “Hîn ez biçûk im – na ji markirina pêşwext re”.”
“Daxuyana Kargêriya Fetwê li Efrînê ya li ser çalakiyên hin rêxistinan.”
Lê li heman dîrokê 3.3.2022an Z, “Kolîca Perwerdeyê li Efrînê/ Zanîngeha Xazî Entab” komcivînek bi navnîşana “Markirin di navêna zanîn, ragîhandin û Rojava de” li dar xist, tê de sê wanevanan raman û hizrên xwe pêşkêş kirin di gel pêşinyar û têwerdanên beşdaran; Digotin ku Rahîhandina Rojava hewil dide ku “markirinê ji şop û têgeha wê ya rewayetî biçivîne” û”markirin bi temenekî bêlikirî ve nayê girêdan” û “roleke hin komele û rêxistinan ye bi gûman heye, dixwazin hin têgînên şaş li ser markirinê – zewacê, bi riya navnîşanine xweşik en ku hestan dilivînin, avakirina malbatê li ser bingehên durist qedexe bikin, û têkeliyên nerewa bihevojînin”, li gor Rûpela Kolîcê.
“Komcivîna “Kolîca Perwerdeyê li Efrînê/ Zanîngeha Xazî Entab” li ser markirinê.”
Qedexekirina pêşangehê di pêvajoya belavkirina tevgereke olî ye tunûtûj û berdewamkirina çalakiyên wê yên têvel re derdikeve holê, mîna vekirina “Dibistana Gupikên Buhiştê – Rewdit Bera’imên Cinetê ” hejmar /20/ li Cindirêsê û /21/li Efrînê”, bi beşdariya şandeke olî ye fermî ye Turkî, li heyva borî; Û “Ehmed Sonîtşî” – serokê beşê koç û karguzariyên piştgirya razberî di serokatiya rewşên olî ya Turkiyê de, li Avdara em tê de serdana hin avagehên olî li B.Efrînê kir, da ku rewşên û çawabûna piştgiriya wan nas bike, û ta ku di her gundekî de -çendî biçûk be- mizgeftek, amojgehek ji bo lezberkirina Qur’anê û saziyên din ên olî hebin, digel wê jî lidarxistina kors û waneyan li dû hev, û pîrozkirin û xelatkirina xwendekarên wê.
“Vekirina dibîstana zarokên biçûk”Gupikên Buhiştê 21 – Bara’êm Elcene 21″ li Efrînê.”
“Seredana “Ehmed Sonîtşî” – serokê beşê koçberiyê û karguzariyên piştgiriya razberiyê di serokatiya rewêşên olî ya Turkiyê de, li 4.3.2022an Z, ji hin avegehên olî re li Efrînê.”
Û divê were bîranîn jî ku diyrdeya markirina pêşwext û anîna bêtirî hevjînekê, di nav anîndeyan de li herêmê bi rengekî fere belavkirî ye, û ew diyardeya li ba civaka xwecihî/nişteciyên resen ne asa ye; Bi taybetî jî R.X a berê mêrkirina keçan di bin temenê /18/salan re û zewaca ji bêtirî jinekê, bi rengekî hişk qedexe kiribû.
= Qutkirina daristanan:
Bi beramberkirina di navêna du wêneyên ku ji aliyê Gogêl Êrs ve hatiye kişandin, ji daristaneke xwezayî li Gundê “Mist’eşûra” re – N.Mabeta û bi bergeheke dora /21/ hiktaran, li (Tîrmeha 2018an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), em dibînin ku rêjeya qutkirinê dighêje 80%; Û herweha jî di navêna du wêneyan de, ji daristaneke xwezayî li Başûrê Gundê “Kaxrê” – N.Mabeta û bi rûberiyeke dor /46/ hiktaran, li (Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), em dibînin ku rêjeya qutkirinê dighêje 50%.
“Daristaneke xwezayî li G.”Mist’eşûra” – N.Mabeta, li (Tîrmeha 2018an Z berî dagîrkirin û qutkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê).”
“Daristaneke xwezayî li Başûrê G.”Kaxrê” – N.Mabeta, li “Tîrmeha 2017an Z berî dagîrkirin û qurkirinê, Tebaxa 2020an Z piştî dagîrkirin û qutkirinê”.”
Û ji ber ku qutkirin ji dîroka diwem ve û ta niha berdewam e (yanê bêtirî du sal û nîvan), vêca gûman heye ku herdu dibistan weke ku hatibin qirkirin.
= Binpêkirinên din:
Piştî dijberiyê li ser herêmê û dagîrkirina wê, û armanckirina piraniya stasyûnên kişandina ava vexwarinê bi topebaran û dizînên fere, ji ber wê asta xizmetguzariyên wan binevahiyan nizim bû, û niştecî rastî çetiniyên pir û lêçûnên diravî yên fazle hatin; Û bi ser alîkariyên hin komeleyan di amedekirin û bikaranîna wan ya wextewext de, lê dîsa jî ew ji nû ve, ji aliyê milîseyan ve rastî dizînan dihatin; Jê, stasyûna Gundê “Maratê” ya ku “Firqit Elhemzat” keblên wê yên elektirîkê û hin amûrên wê -piştî rawestandina komelê ji pişgiriya wê re- dizîn, û ji ber wê jî, ew ji heft heyvan ve, ji xizmetguzariyê derketiye.
Ew pirojeyên avakirina gundên niştecîkirinê ji çarçewa xwe ya mirovhî derdikevin û derbasî asîmana tewanê li dijî pêkhateyeke bingehîn ji pêkhateyên Sûriyê dibin, çimkî guhertineke demografî li dijî hebûn û rola xelkê herêmê pêk tînin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,173 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 114
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 13-03-2022 (3 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,173 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.515 çirke!