Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,935
Wêne
  123,987
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,787
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196): Gundê “Umera” – talan, lêdan û cezayên hetahetayê, pakrewanbûna temenmezinekî
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196): Gundê “Umera” – talan, lêdan û cezayên hetahetayê, pakrewanbûna temenmezinekî
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (196): Gundê “Umera” – talan, lêdan û cezayên hetahetayê, pakrewanbûna temenmezinekî
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (196): Gundê “Umera” – talan, lêdan û cezayên hetahetayê, pakrewanbûna temenmezinekî, girtina jineke nexweş, pevçûn, dizîn.

Weke çawa Turkiyê milîseyên ku bi Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ve girêdayî berve nandoziyê û şerên hindirî û dervayî ve têvedan, û ji bo cîbicîkirina siyaset û kiryarên dijayetî li dijî hebûna Kurdan li Sûriyê û rola wan ew kirin alav, weha jî hinan di ser hinan re digre, û nelihevkirin û nakokiyan di nav wan de berdewam dihêle, da ku herêmên Bakurê Sûriyê yên ku tê de belav dibin, ji binpêkirin û tewanên têkel re bibin meydaneke vekirî, û emê jê van bi bîr wînin:
= G.”Umera”:
Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /9/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora/150/ malî pêkhatî ye, dora hezar nişteyî ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tev di dema dijberiya bi ser herêmê de penaber bûn, jê dora /100malbat=350nişte/ vegerîn û yên din zorane hatin koçberkirin, /15malbat=100nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin, û bi sedema topebarankirinê bi piçekî ziyan gihîşte şeş malan.
Milîseyên “Firqit El’muntesêr Bîlah a Turkmanî – ya ku “Fîras Başa – yê ji Helebê û serkêşiya wê dike” gund desteser dikin, dest dîdinin ser dora/50/malî tevî tişmiştên tê de, malên “Îbrahîm Hesen Ereb, Elî Ehmed Kilkawî – yên koçberbûyî” dikin du biryargehên leşkerî, Mala”Ezet Heyder – ê koçberbûyî” kirine mizgeft, û hersê dîkanên Hemwelatî “Hisên Ehmed Henan” ji rêbenda derbasgeha gund re kirine biryargeh.
“Wêneya “Farês Başa” -serkêşê Milîseyên “Firqit Elmuntesêr Bîlah”- bi “Dewlet Bahetçlî” re – serkêşê Tevgera Netewî “M.H.P” ya Turkî.”
Piştî dagîrkirina wan ji gund re, piraniya kelûpelên malên hemwelatiyên vegerîne dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, û alav û amûrên elektirîkê û yên din, û herweha jî dora/8/hezar tenekên zêtê zeytûna (16K.G zelal), tiştmiştên çar dîkanên van hemwelatiyan “Cîger Şukrî Ce’ifer digel/300/teneke zêt, Ezet Heyder Ce’ifer, Lozan Rif’et Kilkawî, Mihemed Hemîd Umer”, /15/giropên zayendkirina elektirîkê, /6/makîne (Vanek – e Ehmed Şukrî Ce’ifer, makîneke Opêl – e Nîzar Mihemed Miho, Pîkabeke Mazda – ye Mes’ûd Hemîd Bîlal, Pîkabeke Hondayî ye nûjen – e Remzî Ne’isan, cîbeke Rancrover – e Xoşnav Remzî Ne’isan, cîbeke Rancrover – e Tahêr Mistefa Kilkawî), /6/tirektorên çandiniyê tevî dûmahîkên wan ên “Mihemed Îbiş Miho, Henîf Miho, Îmad Ezîz, Ehmed Miho Ce’ifer, Hesen Ereb Kilkawî, Remzî Ne’isan”, dora/20/matorên duloqî, hemî kelûpelên dibistanê û şewtandina textên tê de, guheztok (tirans) û kebil û hin dîrakên toreya elektirîkê ya giştî, û jimarekên ava vexwarinê; Û weha jî dora/400/seriyên pêz -piraniya wan jî bizin- li pêş çavên xwediyan û bê guhdan an hesab ji bergerên jinan re.
Û wan dest danîn ser dora/12/hezar darên zeytûnê, jê (/800/ ên koçber Cemîl Elî Mûse, /2000/ên dilovanber Mihemed Îbiş Miho, /3000/ên koçber Îbrahîm Hesen Ereb, /600/ên koçber Ednan Mihemed Henan, /1500/ ên “Hemîd Bîlal” nîvenîv bi berhdayînê -tevî hebûna wî li gund- bi behaneya ku zaroyên wî bi Partiya Yekîtiya Demokrat re kar dikin), û weha jî ser /3/hiktar erd ên “Îbrahîm Hesen Kilkawî – yê koçberbûyî”; Bi ser de jî 50% vêrgî li ser werzên (mûsim) malmewalên ên ne li gund û /10-20%/ jî li ser mûsimên malmewalên ên li gund ferz dikin.
Û wan bi armanca êzingkirin û bazirganiyê bihezaran darên zeytûnê bi rengekî bêwijdan û hovane, rêjeyeke mezin ji daristanên xwezayî li dor gund û darine sindiyanê yen temenmezin li Çiyayê “Docaqê” qut kirin.
Û wan bi hevkariya Hêzên Turkiyê keleheke kevneşopî li deştên gund roxandin, cîgeha wê bi alavên giran kolandin, û weha jî kolan û rêşkirina cîgeha Erdê “Ke’inîka” (yê li rex Bîra “Devfere” û li Bakurê gund) û tevdana şikeftên wê, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên veşartî û dizîna wan.
Û xelkê gund rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna kuştin, revandin, girtinên bêsûc, îşkencekirin, rûmetdaxistin, peresitandin û hin destdirêjiyên li ser hin jinan; “Mihemed Reşîd Kilkawî/55/sal” û zaroyê keça wî “Mihemed Luqman Mewlûd/12/sal – Gundê Qude”, dema ku vedigeriyan gund, li navîna Avdara 2018an Z, li çateriya Gundê “Emara” – N.Mabeta, di encama topebarankirina Turkiyê de pakrewan bûn, û bi şehîdine din re, di goristaneke li paş avahiya Zanîngeha Efrînê de -ye ku Destlatên Dagîrkeriyê li navîna Tîrmeha 2021an Z roxandine û term jê derxistine- hatin veşartin; Herweha bêtirî sed kesî -di nav de jî jin- bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re û tuhmetin çêkirî hatin girtin, hin ji wan zorane hatin veşartin, û /11/ji wan jî bo Turkiyê hatin guhestin, da ku li 12.12.2019an Z /7/ an ji wan bi hetahetyê û /4/an jî bi /12/sal zîndankirin bidin cezakirin, û ew niha di Hepsa “Yêylîdax” ê – Hetayê de ne; Û herweha jî xort “Şiyar Ezîz Ne’isan” li Turkiyê li Rezbera 2018an Z hate girtin û bi /7.5/sal hepis hate cezakirin, lê “Xoşnav Remzî Ne’isan/33/sal – bavê sê keçikan” li Avdara 2018an Z hate girtin, di Hepsa “Çobanbegê – Elra’î” de zorane hate veşartin, rastî îşkencekirina mekin û mercên sert hat, û piştî salekê hate berdan, lê piştî çend katan ji gihîştina gund û du roj jî di ser borandina mirina diya wî re, Milîseyên “Elmuntesêr Bîlah” ew ji nû ve revandin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
“Girtî û revandiyên G.”Umera” li ba Turkiyê.”
Herweha serkêşên “El’muntesêr Bîlah” bi rengekî berdewam didin dû xelkê, û bi riya sêxurên xwe li piş derî û pencereyên malan, hewil didin li pevok û dengkirinên wan guhdar bikin, ji ber wê xelk nema wêre li ser binpêkirin, tewan û kiryarên qirêj ên milîseyan baxive.
“”Mihemed Reşîd Kilkawî, Mihemed Luqman Mewlûd” ên pakrewan.”
Û di çarçewa tevgera Îslamî ya tundrew û çalak di herêmê de, amojgehek ji bo lezberkirina Qur’anê û dandina wane û dersên olî, di dibistana gund de hate vekirin.
“Dibistana G.”Umera” yê ku kirine peymangehek ji bo lezberkirina Qur’anê.”
= Mirina temenmezinekî ji ber birîna wî:
Li şeva Şemiyê 23.4.2022an Z, terma temenmezin “Bêrem Me’imo (Kibê) – Ebû Ebdo/80/sal” (ê ku di encama pevçûnine mekin di navêna du giropên Milîseyên “Firqit Elhemzat û Feyleq Elşam” de, li Bajaroka Bilbilê, li Şeva 7.4.2022an Z, bi qurşînê birîndar bûye, û ji ber wê jî miriye), ji aliyê “Nexweşxana Leşkerî ve – Efrîn” radestî xwediyan hate kirin, û di goristana gundê xwe yê resen “Upila” de (yê girêdayî Navça Bilbilê) hate binaxkirin.
“Pakrewan “Bêrem Me’imo”.”
= Veşartineke zorane û girtinine bêsûcane:
– Li 9.2.2022an Z, hemwelatiya bi navê “Sîlda Kemal Şêxo/27/sal – diya pênc zarokan û nexweş” ji xelkê Gundê “Maseka” – Navça Reco, ji Bajaroka “Tilrif’etê – Bakurê Heleb” – ciyê penaberbûna wê derket, da ku bi riyên qaçax û beramberî/2500/dolar here “Minbicê” û paşê “Cerablusê”, ji bo derbasî Turkiyê bibe û bighê diya xwe (ya li Bajarê “Îslehiyê” yê Turkî rûnştiye), lê li Şeva 10.2.2022an Z -piştî dengkirina dawiyê pê re li Cerablusê – têklî vê re hate birîn, zorane hate veşartin, û ji xwediyên wê pere hatin xwestin, ta ku li dawiyê haydar bûn ku ew li ba “Asayêşa Leşkerî li Cerablusê” ye, û bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtiye.
“”Sîlde Kemal Şêxo” ya girtî.”
Û Destlatên Dagîrkeriyê jî ev girtin:
– Ji du heftan ve hemwelatî “Ednan Bekir û herdu kurên wî Amêr û Mihemed” ji xelkê Gundê “Baflorê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Ewlekariya Turkî ve li Bajarê Istenbûlê -yê ku ji /7/salan ve koçberê bûne- bê ku em kanibin tuhmetên ku pê hatine tewanbarkirin zanibin.
– Ji du heftan ve, ev hemwelatî “Ehmed Mihemed Eteş/30/sal” û kurê birayê wî “Mihemed Xelîl Eteş/25/sal” ji xelkê Gundê “Şingêlê” piştî vegera wan ji Qamişlo – ciyê penaberiyê, û “Elî Ehmed Kaşî/27/sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” piştî vegera wî ji Herêma “Şehba’i” – Bakurê Heleb, û li dema lêvegera wan ji biryargeha asayêşê re li B.Efrînê, ya li ser daxwaza ji bo “serastkirina rewşên wan”.
– Ji heftakê ve, hemwelatî “Meryem Hecî Hesîk/40/sal” ji xelkê Bajarê Cindirêsê, ji aliyê Ewlekariya Turkî ve li Bajarê “Îzmirê” ya ji neh salan ve koçberê bûye, bi tuhmeta têkliyê bi Partiya Yekîtiya Demokrat P.Y.D re.
– Ji heftakê ve, Hemwelatî “Farês Mistefa Hemze” ji xelkê Gundê “Baflorê” – N.Cindirêsê, ji aliyê rêbenda derbasgeha bajêr ve, û piştî ferzkirina baceyekê li ser hate berdan.
= Bêserûberî û serberdayetî:
Ji ber bêserûberiya hilgirtina çekan di nav milîs û anîndeyan de bi giştî, û nelihevkirin û nakokiya li ser tiştên dizînê û çarçewa bandoriyê, û hin caran jî li ser sedemine pir biçûk, pevçûnin bi çekan çêdibin û qurşîn tewşankî têne avêtin, û di encamê de tirs dikeve nav sivîlan, û hin têne kuştin û hin jî birîndar dikevin. Emê jê van bi bîr wînin:
– Li şeva Sêşemê/ Çarşemê 27.4.2022an Z, li ser Riya Efrînê – Turindê “Ebid Elhey – Ebû Hûzeyfe” – yek ji serkêşên Milîseyên “Firqit Elhemzat”, ji aliyê du çekdarên li ser matorek duloqî hate armanckirin û birîndarkirin, û li sibê ji ber wê mir.
Û bi ro li Kolana Servîsan li Taxa Eşrefiyê – Efrîn, makîna serkêşekî Milîseyên “Feyleq Elrehman” bi bombeyeke teqîner hate teqandin, û di encamê de du kes birîndar bûn – li gor “Berevaniya Sivîl li Efrînê”.
– Li 28.4.2022an Z, di nav du giropên anîndeyên ku di çadirgeheke li rex Gundê “Qitmê” – N.Şera rûniştine de pevçûnin derketin, di encamê de dora/25/ kesan tonbiton birîndar bûn, ji bo dermankirinê bo “Nexweşxana Niştîmanî – Elwetenî” hatin şandin, û di encamê de yek mir. Û ji ber wê li roja din ji nû ve pevçûn çêbûn, û ji aliyê merivên ê hatiye kuştin ve hin kon hatin şewtandin.
= Binpêkirinin din:
– Li vê dawiyê hin çekdarina betariyên sê tirektorên çandiniyê yên “Gilgil Henan Hemo, Mistefa Mihemed Silêman, Mihemed Xelîl Hemo” li Gundê “Gobekê” – N.Mabeta dizîn, bi ser dizînên berdewam ji firaxên baqirî û tiştmiştên din ji malên xelkê wê û Gundê “Golîka” yê hevcîwar re jî.
Herweha jî yekî ji anîndeyan – yê ku dest daniye ser mala kocberekî Gundê “Golîka”, birayê xwediyê malê hemwelatî “Mihemed Nûr Mistefa” qedexe kir ku dest bi avakirina malekê li ser erdekî xwe (yî li rex mala birê) bike, û wî dest danî ser wê perçerdî û kire ciyê tîmarkirina tilûran û ûcaqê çêkirina komirê, bi xwediyên erdê re zirtî kir, û bi ser de jî Milîseyên “Lîwa’i Elşemal” -yên ku giliyê xwediyê erdê redkirine- piştgirî danê.
– Li 29.4.2022an Z, “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên (tîmên) wê agirek bi daristaneke îharcê li dor Gundê “Dêrsiwanê” – N .Şera ketibû vemirandin, û ji wêneya ku hatiye belavkirin qutkirina daran a berê xuya dibe.
“Şewatek li daristaneke îhracê li dora G.”Dêrsiwanê”, 29.4.2022an Z.”
Bidawîkirina bêtara Efrînê, yekem bidawîkirina Dagîrkeriya Turkiyê jê re û helandina wan milîseyên diz û nandoz dest pê dike, û paşê jî vegera wê bo seweriya Sûriyê û rêvebirina xelkê wê.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 907 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 110
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 02-05-2022 (3 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 907 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.25 çirke!