Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,087
Wêne
  124,103
Pirtûk PDF
  22,097
Faylên peywendîdar
  125,926
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   Hemû bi hev re 
274,096
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197): Gundê “Çema” roxandin û destserdanîn, pirojeyine niştecîkirinê, pevçûnên milîseyan
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya rojane dîroka Kurdistanê û Kurdan tomar dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197): Gundê “Çema” roxandin û destserdanîn, pirojeyine niştecîkirinê, pevçûnên milîseyan
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (197): Gundê “Çema” roxandin û destserdanîn, pirojeyine niştecîkirinê, pevçûnên milîseyan
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (197): Gundê “Çema” roxandin û destserdanîn, pirojeyine niştecîkirinê, pevçûnên milîseyan, valakirina du bargehên Turkî, dijberîkirin, qutkirina daristanan û dizîna kevneşopan.

Serok Erdoxan û tîpa destlatdariya wî ya Îslamî – Toranî hewildanên xwe berdewam dikin, û pilanên xwe cîbicî dikin, da ku guhertinê di endeza demografî de -li Sûriyê bi giştî û bi taybetî di Herêmên Kurdî yên dagîrkirî de- çêbikin, bi riya bicîkirina milyonan ji Sûriyên koçberbûyî û anîndekirî tê de, li gor bazarin bigûman; Di vê derbarê de, li vê dawiyê ragîhandin ku wan nêt heye milyonek ji penaberên Sûrî li Turkiyê vegerînin Bakurê Sûriyê, û di komelgehên niştecîbûnê (250hezar mal) de – yên ku di bin serpereştiya wan de û bi perên “Rêxistinên Fîxanê yên Navdewletî” dê werin ava kirin- niştecî bikin; Bi behaneya ku li wan herêman “hêminiya leşkerî, ramyarî (siyasî) û ewlehî” heye, û di bin navê “vegera xwebexş” de.
Di heman dema ku Turkiyê li ser herêmên di bin bandorî û dagîrkeriya wê de li Bakurê Sûriyê (Idlêb, û herêmên ku bi Şaxa Zeytûnê, Mertala Feratê û Kaniya Aştiyê têne binavkirin) bi çembereke cudabûnê ji hundir Sûriyê ferz dike, û nejî derbasgehan li pêş guhestina sivîl û kelûpelan û vegera penaber û koçberan bo cîwarên wan vedike; Vêca tu rê li pêş vegereke xwebexş û bi’ewle ji /200/hezar penaberên Efrînê re -yên ji Avdara 2018an Z ve zorane koçberbûyî- tune ye; Ne jî di van herêman de aştî, aramî û hêminiya siyasî yan leşkerî heye, lê bervajî wê ew herêm di bin bêserûberî û gendelî û pevçûnên milîseyan de ne, penaberên Sûrî li derve bigiştî baweriyên wan bi vegereke xwebexş di van mercên serwerkirî de nayê, û hêvîdar in ku piştî peydakirina heyamên lêhatî, lixwegirtinên navdewletî û digel destpêkirina çareseriyekê ji Kirîza Sûriyê re vegerin cîwarên xwe yên resen.
Herweha rêxistin û komeleyên ku di cîbicîkirina pilanên guhertina demografî de pişikdariyê dikin, mîna “Rêvebiriya Xişimûbêtar û Awerteyên Turkî (Efad), Heyva Sor a Turkî, Komîta Fîxana Mirovî û Mafên Mirov û Azadiyan IHH – Turkiyê, Sekna Diyant a Turkî, Komela Destên Sipî, Komela Jiyankirina Birûmet – Felestîn/48/, Komela Şêx Ebdela El’nûrî Elxeyriyê – Dewleta Kiwêtê û yên din”, ji aliyê Partiya Dad û Geşpêdanê ya Turkî (El’edalê we El’tenmiyê) û şax û destikên Rêxistina Birayên Misilman a Cîhanî ve -di bin navnîşanin”mirovahî û fîxanî” de- têne birêvebirin.
Vaye li jêr hin binpêkirin û tewanine têvel û pirojeyine nû ji niştecîkirinê re ne li Efrînê:
= G .”Çema”:
Bi Navça Şera ve girêdayî ye, /3/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora/170/malî pêkhatî ye, dora/1100/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, hemî di dema dijberiya bi ser herêmê de penaber bûn, dora/85malbat=275nişte/ ji wan vegerîn û yên din jî zorane koçber bûn, û dora/70malabat=425nişte/ji anîndeyan tê de û di hin konan de hatin niştecîkirin.
Di encama topebarankirina hêzên Turkiyê û milîseyan di dema şer de, /18/ mal ên van hemwelatiyan “Ebdo Mûse Xelîl, Şukrî Mûse Xelîl, Nebhan Şukrî Xelîl, Henan Mihemed Xelîl, Nebî Horî Arêf, Horîk Osman, Sebrî Yasîn Xelîl, Mihemed Reşîd Seydo, Kamîran Reşîd Îbrahîm, Îmad Reşîd Îbrahîm, Henan Mihemed Reşîd, Îbrahîm Elo, Mistefa Îbrahîm, Beşîr Sebrî Mihemed, Mihemed Mihemed Elo, Enwer Mihemed, Hesen Elî Zêno, Ebdo Hemo”hatin roxandin, û /16/ mal ên “Oriye Îbrahîm, Hesen Me’imo, Zekeriye Îbrahîm, Îslam Hec Şerîf, Ne’iso Îbrahîm, Xelîl Hec Yasîn, Îbrahîm Me’imo, Mihemed Me’imo, Nûrî Xelîl Îbrahîm, Rif’et Xelîl, Mistefa Mihemed, Mihemed Ebod, Cemal Ne’iso Xelîl, Reşîd Îbrahîm, Mihemed Seydo, Ebdela Şerîf – avahiyeke pêncqatî” ziyan gihîştinê.
“Şopên topebarankirina G.”Çema” li dema dijberiya ser herêmê, çarêka yekem 2018an Z.”
Li destpêkê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad û Firqit El’hemzat” gund desteser kirin, û paşê Milîseyên “Firqit Melekşah” lê man û gund bi tenê desteser kir, herçar malên “Xalêd Îbrahîm, Heyder Mecîd, Reşîd Ne’iso Xelîl, vêla Menan Mihemed Reşîd” ji xwe re kirin biryargehên leşkerî, û hemî kelûpelên mal û dîkan û kargehên dirûtinê dizîn, mîna xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê, makînên dirûtinê û qumaş û tiştên din, û herweha jî hemî acetên herdu guvêşgehên”Xelîl Hec Yasîn digel wê jî ziyana ku bi bombebaranê gihîştiye avahiya wê, Menan Reşîd” (ên ku piştî dandina tibabeke diravî mezin hatine vegerandin), weha jî tirektorên çandiniyê, matorên dutekerî û giropên zayendkirina elektirîkê (yên ku hin jê piştî dandina vêrgiyên diravî ji aliyê xwediyan ve hatine vegerandin), guheztok (tirans) û kebil û hin dîrakên toreya elektirîkê ya giştî, û kebil û dîrakên toreya telîfûna zemînî.
Û wan dest danîn ser gelek malmewalan (zeviyên zeytûnan û hin din), mîna yên “Ebdela Osman, Horîk Osman, Yûsêf Osman, Menan Îsma’îl Îbrahîm, Qedrî Îbrahîm, Malbata Hemo”, û hin jê -li gor rêdanên ku ji merivên wan re hatine çêkirin- hatin vegerandin, beramberî ferzkirina50% li ser berheman, û bi ser de jî 10% li ser berhema werzên (mûsim) ên li gund.
Weha jî wan ji bo êzingkirin û çêkirina komirê û bazirgankirinê, Piraniya daristanên li dor gund qut kirin, jê daristaneke sinoberê ye çandiniyê li Rojhilatê gund û ye ku di salên heştiyên sedsala borî de li ser rûbereke dora/120/hiktaran hatiye çandin, û wêneyine di sê dîrokên cuda hatine girtin de (Reşmeha 2018an Z- berî dagîrkeriyê, Rezbera 2019an Z, Cotmeha 2020an Z) bi zelalî wê qirkirinê diyar dikin.
“Daristaneke îhracê li Rojhilatê G.”Çema” – N .Şera, bi dîrokên têvel, Gogêl Êrs.”
Weha jî heman milîseyan cîgehên kevneşopî kolandin û tevdan, jê Cîgeha”Xirabê Sîmon”, û jê kinzên binerd dizîn.
Û xelkê gund rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, mîna kuştin, revandin û girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetkêmkirin, perebirin û hin kiryarên din ên qirêj; Di vî warî de Hemwelatî “Ebid El’qadêr Menan Hemo/60/sal” di encama topebarankirina rex malê de, li 23.1.2018an Z şehîd bû, û bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, bi dehan bi demên têvel û ferzkirina bace û vêrgiyên diravî hatin girtin.
“Pakrewan “Ebid El’qadêr Menan Hemo”.”
= Gundine niştecîkirinê:
“Komela Destên Sipî” – Turkiyê avakirina gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî û ji /250/malî pêk tê, tevî binevahiyan û mizgeft û dibistanekê, di erdê “Têt” de li cîgeha “Çiyayê Xorşîd”, li Bakur Rojavayê Bajaroka Kefirsefrê – N. Cindirêsê ya di bin desteseriya Milîsryên”Lîwa’i Semerqend” de bi dawî kir, û malbatên ji “Şamê” anîndekirî -piranî Felestînî- tê de bi cî kirin.
“Gundê “Erdê Têt” – Çiyayê Hec Mihemed ê niştecîkirinê yê nimûneyî li Rojavayê Bajaroka Kefirsefrê.”
Weha jî bazirganekî ji Bajaroka “Qubtan El’cebel” – Rojavayê Heleb anîndekirî, zeviyeke zeytûna bi rûberiya du hiktar û nîvan û /175/dar tê de, yê Hemwelatî “Selah Reşîd Mehmûd” ji xelkê heman bajarokê û li Rojhilatê wê, li cîgeha “Korta Bûd” dikeve, bi mebesta avakirina komelgeheke niştecîkirinê tê de, bi buhayê /350/dolarî ji her darekê re kirî.
“Komelgeheke cîbûnê ye niştecîkirinê li Cîgeha “Kortê Bûd”, Bajaroka Kefirsefrê.”
Û herweha jî anîndeyekî ji Bajaroka “Encara” – Rojavayê Heleb, zeviyeke zeytûna ji /150/ darî pêk tê – yê “Mihemed Mehmûd kurê Hisên Derec” ji xelkê bajarokê û li ser riya serekîn a di navêna Cindirêsê û Kefirsefrê de – kirî, û bi mebesta avakirina komelgeheke din e niştecîkirinê darên wê hilkirin, axa wê guhert û erd parve kir.
Divê bi bîr were ku Komela Destên Sipî bi hevkariya komeleyên din re (Komela Jiyankirina birûmet”Cem’iyit El’eyş Bîkeramê – Felestîn/48/”, Komela Elşêx Ebdela El’nûrî ya Fîxanê” Cem’iyit Ebdela Nûrî El’xeyriyê” – Dewlit El’kiwêt, Komela Cîhanî ya Geşepêdan û pêşketinê “El’cem’iyê El’alemiyê Lîltenmiyê we El’tetwîr”- Dewlit El’kiwêt) kar dike, û avakirina Gundê “Besme yê niştecîkirinê” li Başûrê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa (ê ku li ser du astan hatiye vekirin, a yekê li 4.10.2021an Z û ji /96/ perçemalên rûniştinê pêk tê, û ya dudiyê jî li 22.3.2022an Z û ji /125/ perçemalên rûniştinê) bi dawî kir.
= Girtinine bêsûcane:
– Li 3.5.2022an Z, li ser rêbenda ewlehî ya leşkerî li Derbsageha Mehmûdiyê – Efrîn, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, Hemwelatî “Arîn Fexrî Mislêm/33/sal” ji xelkê Gundê “Şîtka” – N.Mabeta hate girtin, û ta niha çarenûsa wê ne xuya ye.
– Li 28.4.2022an Z, Destlatên Dagîrkeriyê Hemwelatî “Mihemed Weqfî Mûrad/33/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê (yê ku li 6.9.2021an Z – piştî vegera wî ji Heleb bi demeke hindik- ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re hatiye girtin, hepiskirin, îşkencekirin û sezayeke diravî li ser ferz bûye) ji Hepsa Maratê hate berdan.
= Tevlihevî û serberdayetî:
– Li şeva Şemiyê 30.4.2022an Z, giropeke ji Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” xort “Mihemed Xelîl Turkî/35/sal” (ê bo Gundê “Erebwêranê” – Navça Şera hatiye anîndekirin) kuşt, û keriyê pezê wî -yê ku li çateriya gund diçêrand- dizî, piştî ku wî berxek -wek vêrgî- nedayê.
– Li 2.5.2022an Z -destpêka Cejna Rojiyê- di nav du giropên Milîseyên “Tevgera Avakirin û Rizgarkirinê – Herekit El’bîna’i we El’tehrîr” û “Nûr El’dîn Zengî” de li Kolana/16/ – kêlek bazara keskahiyê li orta Bajarê Cindirêsê, bi sedema şerekî di nav zarokên çekdarên herdu aliyana de, pevçûnin çêbûn, û tirs kete nav sivîlan.
– Li şeva 2.5.2022an Z, rêbenda guvêşgehê ya Milîseyên “Siqor El’şemal” li çateriya herdu gundên “Bêlê û Qizilbaşa” – N.Bilbilê, otombîleke derbas qurşîn kir, di encamê de hilgêrekî xort bi navê “Beşar Siwêdan” mir û yekî din jî birîndar bû û herdu jî ji Êla Lihêb in, û bi ro jî di nav çekdarên heman êl û wan milîseyan de, bi çekên sivik û orte û avêjtekên hawinan, pevçûnin mekin derketin, û di encamê de Riya Meydankê – Bilbil hate qutkirin, endamekî “Lîwa’i” hate kuştin û dudu din jî birîndar bûn, ziyan gihîşte malmewalan, tirs kete nav sivîlan û tevlihevî di rewşên navçê de peyda bû.
– Li 5.5.2022an Z, di nav du giropên Milîseyên “Tevgera Sa’îron” û “Firqit El’hemzat” de, li ser riya Gundê “Tilhemo” – N.Cindirêsê pevçûnin çêbûn, piştî dizîna tibabeke diravî ji guhêzkerekî(seraf)peran li Gundê “Firêriyê” yê hevcîwar û di bin desteseriya “El’hemzat” de.
= Valakirina du bargehên leşkerî:
Di navêna heyvên Avdar û Avrêla borî de, Istîxbarat û hêzên Turkiyê du bargehên xwe -yên ku li destpêka dagîrkeriyê di Buhara 2018an Z de ava kiribûn- vala kirin, ew jî ev in:
– A yekê li cîgeha”Sirta” li Başûrê Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta bû, û rûberiya wê dora hiktar û nîvekî bû, û bi sedema avakirina wê dora du hezar darên zeytûnê û di rûberiya /17/ hiktaran de hatin hilkirin an jî êqintî bûn, û bêxizmet man û berhemên wan nedihatin berefkirin, û herweha jî rêjeyeke mezin ji daristana îhracê ya ku li dor cîgehê hate qutkirin.
“Cîgeha “Sirta” li Başûrê Bajaroka “Kaxrê” – N. Mabeta, Bargeha Leşkerî ya Turkî ya ku -li vê dawiyê- di Avdar – Nîsana 2022an Z de hatiye valakirin.”
– A diwem jî li Gundê “Tilifê” bû, û şûna /15/malan li orta gund girtibû, lê piştî valakirina wê, Milîseyên “Firqit El’hemzat” malbatên nêzîk xwe û ji “Êla El’mewalî” anîn û tê de bi cî kirin, bê ku radestî xwediyan bikin, û bi ser hebûna wan li gund û B.Efrînê; Divê bê zanîn ku gund ji dora /50malî=300 nişte/ pêkhatî ye, tenê /18malbat=60nişte/ kanîn tê de bimana, û dora /70malbat=425nişte/ jî ji anîndeyan tê de û di konên venandî de hatin niştecîkirin, û ew pêz perwerde dikin, û rolinîvro û aşkere di nav zeviyê zeytûna û erdên çandiniyê de -bêwijdan û hovane- diçêrînin, bê ku yek kanibe wan nehêlibe yan giliyekî li dijî wan veke.
= Binpêkirinine din:
– Li 28.4.2022an Z, li Taxa Eşrefiyê – Efrîn, çekdarin ji Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” û xwediyê dîkanekê ji anîndeyan, şerê xwe di Hemwelatî “Ziyad Henan Xelîl/53/sal” û kurê wî -ji xelkê Gundê “Xirabê Şera” û merivê xelkê Gundê “Hebo” – dan, piştî ku wî makîna xwe li pêş dîkanê rawestand, û paşê ew bo nexweşxaneyekê hate guhestin, da ku birînên wî bêne dermankirin.
– Li vê dawiyê, giropeke çekdar ji Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” şerê xwe di Hemwelatî “Mihemed Nûrî Mehmûd” û birayê wî “Berzanî” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê da, mekin lêxist û qurşîn jî di nav lingan re avêt, û di encamê de “Mihemed” birîndar bû, û niha ew di nexweşxaneyeke Efrînê de tê dermankirin; Sedem jî piştî ku wan nehîşt tirektoreke çekdaran -e tijî êzing- di nav zeviyê wan ê zeytûna -yê li rex Gundê “Kora” yê hevcîwar- re derbas be, ji ber ku şitlên zeytûna di nav de hatine çandin.
– Li vê dawiyê, Milîseyên “Nûr El’dîn Zengî” Hemwelatî “Cemîl Ne’isan” û kurê wî “Mihemed” ji xelkê Gundê “Remadiyê” – Navça Cindirêsê, li ba “Dadgeha rewayî” bend kirin, ji ber ku wî daxwaza valakirina mala lawê xwe (ya ku endamekî wê ji çar salan ve dest daniye ser) kir, lêkolîn bi herdiwan re kirin û li “Mihemed” xistin, û biryar standin ku malê radestî xwediyê wê bikin, bermberî /500/ dolar ji yê dest daniye ser malê re bi behaneya çaksazkirinê, bi ser ku ew bê kirê di malê de rûniştibû, lê ji bo zordariyê zêde bikin, biryar standin ku dest dînin ser /300/darên zeytûnê yên koçber “Osman Ne’isan”, û yên ku birayê wî “Cemîl Ne’isan” -li gor rêdaneke zagonî- bi rêve dibirin.
– Wêneyeke Çiyayê “Êsê”/Erdê Mişmişê – B.Kefirsefrê ji me re hat, tê de qutkirina tevayî ji daristana wê ya îhracê re, ji aliyê Milîseyên”Lîwa’i Semerqend” ve, ji bo êzingkirin û çêkirina komirê û bazirganiyê, diyar dibe.
“Qutkirina tevahî ji daristana Çiyayê “Êsê/ Erdê Mişmişê” – B.Kefirsefrê.”
– Bi vegera ji du wêneyên ku Gogêl Êrs li (Rezbera2017an Z – berî dagîrkeriyê, Reşmeha 2021an Z – piştî dagîrkeriyê) ji Girê Cindirêsê yê kevneşopî kişandine re, em asta dijberîkirin û roxandina ku gihîştiyê bi zelalî dibînin; Ew bi topavêj û balefiran di dema dijberiya bi ser herêmê de hate bombebarankirin, hate rêşkirin û li ser bargeheke leşkerî ye Turkî hate avakirin, digel dizîna kevneşop û kinzên wê yên binerd; Û divê bê zanîn ku rûbera gir a giştî dora/15/hiktaran e, jê /7/hiktar hatin rêşkirin, û li dor bargehê dîwarek ji çîmento hate avakirin.
“Girê Cindirêsê yê kevneşopî berî û piştî dagîrkeriyê (Rezbera 2018an Z, Reşmeha2021an Z).”
Berpirsiyariya Civaka Navdewletî ji bo çarenûsa Gelê Sûriyê di ezmûnê de ye, jê tê xwestin ku cîbicîkirina pilanên Turkiyê yên bigûman di dermafê Herêmên Kurdî û Sûriyê bigiştî de biseknîne, bi taybetî jî ku Erdoxan di warê siyastên xwe yên hundir û derve de -weke hev- bi kaxeta penberên Sûrî yên li cem xwe dilîze.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 1,151 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Gotarên Girêdayî: 110
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 08-05-2022 (3 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,151 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.562 çirke!