#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (209): Herdu gundên “Kumreşê” û “Kurê”, darizandina sivîlekî bi mirinê (îdamkirinê), pakrewanbûna koçberekê, birîndarkirina sivîl û zarokina, girtinine bêsûcane, pevçûnin, hin şewat.
Ji ber binketina Erdoxan di wergirtina erêkirinan ji Rûsiya û Amerîka û Îranê ji bo destpêkirina piroseyeke leşkerî ye nû, Artêşa Turkiyê û milîseyên wê kar dikin ku tevliheviyê di rewşên li Gundewarê Heleb de -yê Bakur û di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de û tijî Koçberbûyên Efrînê- çêkin, bi riya topebarankirina li ser hev bi topavêjên giran û avêjtekên balafirên kontirolkirî (yên bê şûfêr), û ji ber wê ziyanin şênberî mezin dighêjin malmewalan û sivîl têne kuştin û birîndar dibin.
Vaye li jêr emê hejmarek binpêkirin û tewan belge bikin:
= Herdu gundên “Kumreş” û “Kurê”:
Herdu biçûk in û di rex hev de ne, bi Navça Reco ve girêdayî ne, dora /8/K.M an ji navenda wê dûr in, ji dora /80/ malî pêkhatî ne, û dora /500/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberîkirina bi ser herêmê de hemî penaber bûn, dora /50 malbatî = 200 nişte/ jê vegerîn, lê yên din zorane koçber bûn, û dora /30 malbatî = 175 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin. Û di encama topebaran û bombebarankirinê de, bi piçekî ziyan gihîşte hejmarek malan, û dibistana seretayî (Dibistana Sindirê – Kurê) bi tevayî hate roxandin.
“- G.”Kumreşê” – N.Reco û mizgefta wê ji berî dagîrkeriyê.”
Milîseyên “Firqit El’hemzat” herdiwan desteser dikin, û ta piştî bêtirî heyvekê ji desteserkirinê, li navîna Avrêla 2018an. Z rê dan xelkê vegerinê, ji malan ev dizîn: Xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, şaşên tilvizyûnan, alav û amûrên elektirîkê, giropên taqeta royê û hin tiştên din, û herweha jî tiştmiştên mizgeftê ji sidace û amûrên dêng û tiştine din – paşê ji nû ve hate amedekirin, tevaya kelûpelên malên dest danîne ser, makîna “Yûsêf Hesko”, tirektora çandiniyê ya “Enwer Hibo”, tirektor û makîna Dilovanber “Umer Hesen”, û guheztok û kebil û piraniya dîrakên toreya elektirîkê ya giştî û bi ser de jî yên xeta serekîn bi dirêjiya /3/K.M – ya ji Gundê “Qude” yê hevcîwar ve hatiyê kişandin.
Û ew vêrgiyên têvel li ser werzên “mûsimên” berhema malmewalên hemwelatiyên ne li gund û yên li wir ferz dikin; Û wan ji bo êzingkirin û pêbazirganîkirinê, piraniya darên daristanên xwezayî yên li dor herdu gundan, cîgehên “Geliyê Ne’ine’ê, Serxiraba, Şikêrê…”, darên Zaretgeha Islamî û hin darên tûyê yên temenmezin, sindiyanê û şemsiyê yên di hewşên malan de qut kirin.
Weha jî, xelk rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna: Revandin, girtinên bêsûcane, îşkencekirin, rûmetnizimkirin, û peresitandin û yên din, û di vî warî de herdu hemwelatî “Mihemed Hemo kurê Umer û Sewliyê, Hesen Hemo kurê Hemîd û Zênebê” ji G. “Kumreşê” hatin girtin, di lêvegera wan ji Destlatên Dagîrkeriyê re – Bajaroka “Ekbezmeydanê” li 19.3.2018an. Z, wexta ku vegerîne cî û warên xwe, û di hepsa Bajaroka “Çobanbegê – El’ra’î” ya dengbed de bêtirî du sal û neh heyvan zorane hatin veşartin, ta ku berî werin berdan (yê yekê li Reşmeha 2021an. Z, û yê dudiyê li Avdara 2021an. Z) bi dora du heyvan, bo Hepsa “Maratê” – B.Efrînê hatin guhestin.
Herweha jî, Destlatên Dagîrkeriyê -di çarçewa siyasetên guhertina demografî de- navê Gundê “Kumreşê” yê resen (yê di benda ciyê zayînê de, di kertên danasînê yên kesayetî yên hatine dandin de tê nivîsandin de) guhertin û di benda ciyê niştecîbûnê de kirin “Cerma”.
= Darizandina bimirinê (îdamkirinê):
Li gorî ku di rapora me ya (167) an dîrok 16.10.2021an. Z hatî de, ji destpêka Gulana 2021an. Z ve Destlatên Dagîrkeriyê sê hemwelatiyên bacanaq (hevling) û hevjînên wan ên xwîşk û du merivên wan girtin, û ew jî ev in:
– Herdu hevjîn “Mistefa Mihemed Hisên – zayend1993. Z” û “Zêneb Mihemed Olaşî – zayend 1994 .Z” – xwediyên du zarokan.
– Herdu hevjîn “Hisên Yûsêf Hisên – zayend 1995 .Z” û “Mîdiya Mihemed Olaşî – zayend 1992. Z”.
– Herdu hevjîn “Mahêr Ebid El’rehman Mihemed – zayend 1989. Z” û “Cîhan Mihemed Olaşî – zayîn1990. Z” – xwediyên pênc zarokan.
– “Ezedîn Yûsêf Hisên ê ciwan- zayend 2004. Z” – birayê “Hisên”.
– Temenmezin “Yûsêf Mistefa Hisên” – bavê herdu biran “Hisên û Ezedîn”.
Û piştî dora sê heftan ji berdana “Mistefê” ya li dû sê salan ji veşartina zorane li ba Destlatên Dagîrkeriyê, mala wî li Bajarê Efrînê hate basmîşkirin û ew ji nû ve hate girtin, piştî du rojan “Hisên û Ezedîn” hatin girtin, piştî heftakê “Zêneb û Mîdiya” hatin girtin, piştî du heftan “cîhan” hate girtin, piştî sê heftan jî “Mahêr” li 17.6.2021an. Z hate girtin, û paşê jî “Yûsêf”.
Hemî girtî ji xelkê Bajaroka “Şiyê” ne, tenê “Mahêr” ji xelkê Gundê “Goliya” – Navça Mabeta ye û ji zikmayînê de lingê wî yê çepê seqet e, û hemî jî li B.Efrînê rûdiniştin; Û meriv û xisimên wan bêtirî pênc heyvan nediwêrîn li ser girtinê baxivin, ji tirsa ku ew bêtir werin îşkencekirin an jî bi hêviya ku werin berdan û tu merivên wan ên din neyêne girtin.
Divê bê zanîn ku li vê dawiyê, di lêkolînê û di bin îşkencekirinê de mikûrkirin jê hatin qoprandin (hilkirin), û “Hisên Yûsêf Hisên” bi tuhmeta “cîbicîkirina teqandinan li Efrînê” bi mirinê hate darizandin (hikumkirin), lê me nikanî kopiyek ji biryara darizandinê werbigirta, ji ber ku dadgeh û parêzerên berevaniyê haydar in ku biryarê radestî tu kesî nekin.
“”Hisên Yûsêf Hisên” ê bi mirinê hatiye darizandin.”
= Bombebarankirina Gundewarê Heleb ê Bakur û pakrewanbûna koçberbûyekê:
– Li Şeva Sêşemê 26.7.2022an. Z, di encama bombebarana Gundewarê Heleb ê Bakur de (yê di bin desteserkirina Artêşa Sûriyê de û tijî koçberbûyên Efrînê), /6/kes jê jin û zarok cûrbecûr birîndar bûn, li dema hebûna wan di nav erdên çandiniyê de li derdora Bajarê “Tilrif’etê”, û hemwelatiya birîndar “Fehîme Fewzî Reşo /22/ sal” ji koçberbûyên Gundê “Remedana” – Navça Cindirêsê bo Heleb hate guhestin, û ji ber birînên xwe yên kûr, li 1.8.2022an. Z jiyana xwe ji dest da.
“Pakrewan “Fehîme Fewzî Reşo”.”
– Li 4.8.2022an. Z, di encama bombebarankirina balefireke Turkî ye kontirolkirî de (diron) ji bazareke gelêrî re li B. “Tilrif’etê” (yê tijî koçberbûyên Efrînê), /9/ kes (Orîvan Mihemed Ebdo /15/sal, Dunya Osman /6/sal, Hisên Cemal Qasêm /7/sal, Avrîn Ebid El’rehman Heyder /13/sal, Mehmûd Xerîb Mamo /6/sal, Ronahî Silo /27/sal, Hisên Bêrem Iglo /43/sal, Sebah Henan Hemo /10/sal, Arziye Ehmed Reşo /23/sal) cûrbecûr birîndar bûn, jê /6/zarok bûn û yek ji wan birîna wî di serî de bû, û ji ber rewşa wî ya metirsîdar bo Heleb hate guhestin; Û li rex wê, bombebaranê ziyanin şênberî jî pêk anîn.
“Hin zarokên birîndar di encama bombebarankirina balafireke Turkî ye kontirolkirî de – “Tilrif’et” 4.8.2022an. Z.”
– Li şeva 6.8.2022an. Z, di encama topebarana pir ji aliyê Hêzên Turkiyê û milîseyên wê ve, ji derdora Gundê “Bênê” re – Çiyayê Lêlûn (ê di bin desteserkirina Artêşa Sûriyê de), agir bi zeviyên çandiniyê ketin.
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji navîna Heyva Gulanê 2022an. Z ve, Hemwelatî “Semîr Şêx Ehmed/35/sal” ji xelkê Gundê “Maratê”, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, piştî vegera wî ji Heleb – ciyê penaberiyê, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Ji bêtirî bîst rojan ve, Hemwelatî “Kurdistan Menan Mistefa/37/sal” ji xelkê Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê û li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê rûniştî, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û piştî sê rojan hate berdan.
– Li 21.7.2022an. Z, herdu bira “Menan Selîm Hisên/45/sal, Mistefa Selîm Hisên/40/sal” ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera, ji aliyê rêbenda “Çateriya Me’rînê” ve – Herêma Ezazê, û li 30.7.2022an. Z ê dudiyê hate berdan, lê yê yekê bendkirî ma, da ku darizandina ku ji aliyê dadgeheke Turkî ve di dermafê wî de derçûye tewaw bike (ewa ku berê sê sal jê di hepseke Turkî de qedandibû û şeş heyv jî ji daniştina zorane ji reseniya salekê).
– Li 28.7.2022an. Z, Hemwelatî “Cim’e Mehmûd Ne’isan” ji xelkê G. “Dêrsiwanê” – N.Şera li Turkiyê, û paşê jî bo Ezazê hate guhestin, da ku piştî heftakê were berdan.
– Ji heftakê ve, û cara dudiyê Hemwelatî “Ayşe Ne’isan keça Mistefê” ji xelkê G. “Dêrsiwanê” – N.Şera, û piştî dandina sezayên diravî (yên ku bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re li ser hatine ferzkirin) hate berdan.
– Li 2.8.2022an. Z, herdu hemwelatî “Mehmûd Mihemed Keleş/70/sal, Hesen Elî Sebrî/60/sal” ji xelkê Gundê “Senarê” – N.Şiyê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, piştî dora heyvekê ji vegera wan ji Heleb – ciyê penaberiyê, û ta niha bêsûcane bendkirî ne.
= Bêserûberî û serberdayetî:
– Li 5.8.2022an. Z, di navbera du malbatên niştecîberan de li “Taxa (El’dahiyê) El’şamiyê ya niştecîbûnê” ya ku li nêzîk Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn pevçûnin cêbûn, û di encamê de û ji nav herdu aliyan hin hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
– Di encama hevrikî û nakokiyên kevin û nû yên di navbera Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” û “Tevgera(Herekit) Ehrar El’şam” de, ji heftakê ve, di navbera herdiwan de li herdu gundên “Feqîra” û “Colaqa” – Navça Cindirêsê rewş li hev ket û tevlihevî çêbû; Û îro jî “El’şamiyê” li taxên ku li B.Efrînê desteser dike kete seferberiyê.
– Ji du rojan ve, di nav çekdarin ku ji Gundê “Tiqadê” – Gundewarê Heleb a Rojava hatine û Milîseyên “Feyleq El’şam” de, li dor herdu gundên “Xezîwiyê, Bircebdalo” – Şêrewa, ji ber nakokiya li ser karê qaçaxcîkirina titûnê bo Idlibê û gundewarê wê (yên di bin desteseriya “Hey’it Tehrîr El’şam – Cebhit El’nesra berê”), pevçûnin derketin û rewş tewtîr bû.
– Li 6.8.2022an. Z, giropeke çekdar ji yê ku ji Gundewarê “Humsê” hatine, şaxa Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” li Bajarê Cindirêsê basmîş kir, û hejmarek ji jinên ku bi tuhmeta endamtiyê di Rêxistina “Da’işê” de hatibûn girtin, serbest berda.
= Şewatên daristanan:
– Li 28.7.2022an. Z, tîpên(tîmên) “Berevaniya Sivîl li Efrînê” agirek bi daristaneke îhracê li nêzîk G. “Bircebdalo” – Şêrewa hatibû xistin vemirand.
– Li herdu rojên 31.7 û 1.8 2022an. Z, agirin mezin bi daristanine îhracê li nêzîk Gundê “Anqelê” – N. Şiyê ketin, û weha jî li Çiyayê “Çerko” – Rojavayê Gundê “Baziya” – N. Cindirêsê; Û “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên wê bi çetinî ew vemirandin.
= Binpêkirinine din:
– Ji du heftan ve dizînên malan li Gundê “Maratê” – nêzîk Efrînê di siya geregoşiya heye de pir bûye, bê ku diz werin şopandin û girtin; Ji nav tiştên hatine dizîn: Matoreke duloqî, betriyek makîna, û telîfûnek xilyewî ye du temenmezinên ku bi tena xwe rûniştine.
Ji nav aliyên navdewletî yên di vê hevdemê de li Sûriyê çalak (leşkerî û siyasî), tenê Turkiyê di warê leşkerî de gur dike, û li fersendan digere, da ku li ser hesabê Kurdan û rola wan li Bakurê Sûriyê -tevî şûndeçûna rewşên mirovahî bi giştî- warê bandoriya xwe fere bike; Vêca ji erk û stubariya Civaka Navdewletî ye, harbûna wê firên bike.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]