#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (253): Barkirina koçberan bi rengekî zorane, roxandina zaretgeheke Êzdiyan, girtinine bêsûcane, hevdu kuştinên hundirîn û pevçûn di navêna milîseyan de, geregoşiya bikaranîna çekan
Rijîma Turkiyê di navboriya destêwerdana xwe di rewşa Sûriyê de li dirêjiya bêtirî deh û du salan -wek şêwe- vir bi kar anîn, mîna: Xêzên sor, gotinên koçberan/muhacirîn û piştgiran/ensaran û biratiya oleyî…HWD; Û Serok “Erdoxan” di daxuyana xwe ya dawiyê de got: Ku milyonek ji wan koçberan bi awakî “jixweber” vegerîne, û “daxwazek jixweber û zelal” li ba Sûriyan heye ku vegerin welatê xwe; Lê ya rast pir hindik ji wê “milyonê” ku jixweber vegerîne, û pirniya wan zorane ji Turkiyê hatine barkirin, bi ser ku hîna heyameke lêhatî ji vegereke bi rûmet û ewle re peyda nebûye, û Sûriyê jî li gor pîvana Neteweyên Yekgirtî û dezgehên wê û hejmarek ji alî û rêxistinên navdewletî, nemaze jî herêmên di bin destê “Desteya Tehrîr El’şam” û ewên di bin desteseriya “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de û bi taybetî ên ji Turkiyê ve dagîrkirî, ji vegera penaber û koçberan ve ne lêhatî ye.
Ev jî hin heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Zaretgeha “Şêx Hemîd a Êzdî”:
Weke tekezî li ser tiştê ku me di rapora xwe de “Efrîn di bin dagîrkeriyê /128/ – dîrok 30.1.2021an. Z” belav kirî, ji nûçe û wêneyin li ser gora Zaretgeha “Şêx Hemîd” a Êzdî – /2/KM Başûrê Gundê “Qestelê Cindo” – Navça Şera, li ser riya Gundê “Qitmê” yê hevcîwar, û li ser goristana wê û qutkirina sê darên tûyê yên temenmezin û darên ihracê li cîgehê… Çalakvanekî ragîhandinî yî rikber û li Efrînê rûniştî perçevîdyûk li ser zaretgehê û goristana wê li 16.7 2023an. Z belav kir, tê de girseya roxandina ku gihîştiyê xuya kir, û tekez kir ku zaretgeha dîrokî ya pîroz û bi dehan gorên miriyên Êzdiyan – nişteciyên herêmê yên resen hatine roxandin; Û berê li sala 2018an. Z -destpêka dagîrkeriyê- ji bilî qulekê di qubeya zaretgehê de tunebû, yanê roxandin paşê bi awakî mebestkirî hate kirin, û Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” herdu Gundên “Qestelê Cindo” û “Qitmê” yê hevcîwar desteser dikirin.
“Zaretgeha “Şêx Hemîd” ya Êzdî berî û piştî dagîrkirinê, Gundê “Qestelê Cindo” – N. Şera.”
“Wêneyin li ser roxandina “Zaretgeha Şêx Hemîd” ji perçevîdyûke belavkirî ji aliyê çalakvanekî ragîhandinî yî rikber ve.”
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên Turkiyê ev girtin:
– Ji bêtirî du heyvan ve, Hemwelatî “Mihemed Ebid El’rehman Henan /37/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, piştî vegera wî ji ciyê penaberiyê – Heleb bo cî û warê xwe, û çêkirina tuhmetekê ji aliyê milîseyekê ve li dijî wî – tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re (R.X), bi sedema daxwazkirina wî ji vegerandina mala xwe re.
– Li 15.7.2023an. Z, Hemwelatî “Hisên Reşîd Hemze /42/sal” û “Mûrad Hisên Mihemed /35/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û “Mûrad” hate berdan piştî ferzkirina sezayeke diravî /300/Dolar Emrîkî li ser, û ta niha “Hisên” bêsûcane bendkirî ye.
– Li 16.7.2023an. Z, ji Bajaroka “Be’idîna” herdu bira “Hebeş /52/sal û Isma’îl /49/sal kurên Arêf Elo” bi tuhmeta pişikdariyê di payandina şevayî de, û Hemwelatî “Ebdo Ce’ifer Seydo /45/sal” bi tuhmeta kar di mamostetiyê de, li dema “RX” a berê, ji aliyê Milîseyên “Asyêşa Sivîl li Reco” ve, û “Hebeş” di heman demê de, û “Isma’îl” û “Ebdo” jî piştî du rojan, piştî ferzkirina sezayeke diravî /200/Dolar Emrîkî li ser her yekî ji wan; Weha jî “Ridwan Hacî kurê Mistefê” ji heman bajarokê û di heman rojê de hate berdan, piştî şeş rojan ji bendkirina bêsûcane û ferzkirina sezayeke diravî /500/Dolar li ser.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 13.7.2023an. Z, zarokek ji zaroyên anîndeyan (ên li Gundê “Hobka” – Reco hatine niştecîkirin) di dest û lingê xwe de birîndar bû, di encama avêtina fîşekên jîndar bi rengekî tewşankî ji aliyê endamên Milîseyên “Lîwa’i El’şemal” a ku gund desteser dike ve, di dema “şahiya” vegera serkêşekê wê bi navê “Ebid El’qadêr El’zurbe” ji Hecê.
– Li 14.7.2023an. Z, mêrekî temenmezin ji anîndeyên ku li Gundê “Astêr” – Efrîn hatine niştecîkirin hate kuştin, di encama avêtina fîşekan di nav Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” û hin daxwazkerên ku dixwastin bigrin de.
– Li berbanga Duşemê 17.7.2023an. Z, li derbasgeha Rojhilatê Bajarê Cindirêsê, “Emar Mihemed El’umer ê bi Ebû Reşa tê navdan” û yê ji Gundê “El’ziyare” – Gundewarê Hemê û berê jî serkêşekî Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” tûşî kuştineke yekser bi çend qurşînan hat, û daxuyaneke bi navê “Zaroyên Êla El’bûxemîs El’dileymiye El’zûbeydiye li Bakurê rizgarkirî” di perçevîdyûke hatiye xwendin de, daxwaz kir ku kuştiya di navboriya /72/katan de werin girtin, û “Qûsey Ebid El’mecîd Qesûm El’canodî yê bi Ebû Weten/ji destikên Mihemed El’casêm/ Ebû Emşe – serkêş El’firqe” bi cîbicîkirina piroseyê hate tewanbarkirin.
Tê bîranîn ku li dû nakokiyên di navbera “Ebû Emşe” û “Ebû Reşe” de li ser dahatên diravî li Lîbiya (ya ku di şerên wê de giropine ji “El’firqe” bi fermanên Turkiyê pişikdarî kirin), li Rêbendana 2021an. Z li Bajaroka Şiyê – Efrîn, “Ebû Emşe” yê dudiyê û kesin ji malbat û merivên wî girtin, û li beramberî berdana wan milyonek û sed û şêst û heft hezar Dolar Emrîkî vêrgî li ser ferz kir – li gor daxuyanên “Ebû Reşe” di wê wextê de, û “Ebû Reşe” û civata wî çûn Cindirêsê rûniştin, û hewil da ku govdeyeke leşkerî ava bike bê ku tê de bi serkeve. Weha jî di eynî dem de “Ebû Reşe” û kurê wî “Mihemed” û birayê wî “Ebid El’xefûr El’umer” tewan û doseyin gendeliyê û dizînin û birinin zorane ji jinan re (yên “Ebû Emşe” û birayê wî kirine) açiq kirin.
– Li êvara 19.7.2023an. Z, li nêzîk Gergeha “Kawa” li Bajarê Efrînê, pevçûnin di nav du giropên “Ebû Silêman El’hemwî û Ebû Ûbeyde Qutne” ji Milîseyên “Tevgera Ehrar El’şam” de pêk hatin, û di encamê de hin endam birîndar bûn, û tirs kete nav sivîlan; Bi sedema nelihevkirinê li ser wênegirtina dewatekê ji aliyê kesekî wan ve.
Armanca bingeh ji barkirina Turkiyê ji sedhezarên koçberên Sûrî re bi awakî zorane bo welêt û niştecîkirina wan li Bakurê wê bi piştgiriya “Qeterê û toreyên Birayên/Ixwan El’mislimîn ya Cîhanî”, cîbicîkirina guhertineke demografî li dijî hebûna Kurd û rola wan û li aliyê berjewendiya pirojeya wê ya Osmanî ya nû ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]