Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  527,240
Wêne
  112,097
Pirtûk PDF
  20,581
Faylên peywendîdar
  106,839
Video
  1,596
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
290,168
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,812
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,271
عربي - Arabic 
31,930
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,652
فارسی - Farsi 
11,155
English - English 
7,786
Türkçe - Turkish 
3,684
Deutsch - German 
1,807
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,363
Şehîdan 
4,306
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,769
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,747
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
327
PDF 
32,152
MP4 
2,656
IMG 
205,812
∑   Hemû bi hev re 
240,947
Lêgerîna naverokê
Jiyaname
Mîna Acer
Wêne û şirove
Li bajarê Rihayê dikaneke h...
Kurtelêkolîn
Kurtedîroka zimanê kurdî
Kurtelêkolîn
Feylî
Kurtelêkolîn
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (274)- taybet: Şeş sal ji dijberî û dagîrkeriyê… Binpêkirin û tewanên şer û tewanên li dijî mirovahi
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Pol, Kom: Belgename | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (274)- taybet: Şeş sal ji dijberî û dagîrkeriyê...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (274)- taybet: Şeş sal ji dijberî û dagîrkeriyê...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (274)- taybet: Şeş sal ji dijberî û dagîrkeriyê… Binpêkirin û tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê û guhertineke demografî ye fere

“Tangek û leşkerekî Turk li pêş Avahiya “Sera Kevin” li Bajarê #Efrîn# ê, 18.3.2018. Z.”
Li kat çar piştî nîvro bi dema “Şamê” li 20.01 2018an. Z, em wan kêliyên metirsîdar ên ku berî şeş salan li ser Herêma Efrînê kon vegirtine bi bîr tînin, dema ku /72/ balafirên şer ên Turkiyê di navboriya kat û nîvekê de ji êrişê /108/ armanc bombebaran kirine, da ku dengên teqînan û bordûmana êgir û stûnên dûmanê reş li ezmanê Efrînê (yê sade û erdên wê yên bi darên sindiyanê, sinoberê, simaqê û zeytûnê zengîn) bilind bibin… Û li gor wê jî Turkiyê destpêkirina şerê xwe yê giştiyane li ser herêmê (ya ku rûbera xwe ne zêdetirî /2500/KM2) di bin navê “şaxa zeytûnê” de ragihîne; Ew jî piştî komserhevkirina hêzên xwe, avêtina daneserên/hemleyên/kampaniyên ragihandinî, û daxwaz ji dora/90/hezar mizgeft ji bo hildana Sûreta “El’fetih” û berger û lavakirinê ji “Xwedê” re!
Xwedêgiravî Encûmena Ewlehiya Navdewletî di ber peydakirina aştî û ewlehiya navdewletî û parastina mafên mirovan de berpirsiyar e, lê di dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re têk çû/bi ser neket, û li beramberî wê nelihevhatî ye, ji ber ku aliyin sereke tê de li meydana Sûriyê nakokdar in; Û herweha wê bi tu rengî nikanî sivîl biparastana, ji bilî derbaskirina alîkariyên mirovahî û fîxanî yên navnetewî, lê bê nixumandina tevahiya xakên Sûriyê.
Turkiyê hewilda ku navê “herêma aram” li herêmên ku di sê piroseyên leşkerî de (salên 2016, 2018, 2019. Z) li Bakurê Sûriyê dagîr kirine bike, bê ku tê de bi serkeve, çimkî bê bingeheke zagonî ye û nejî -li gor bûyîn û kiryarên dibin- ji aliyê rêzanî/siyasî û sincî ve tê pejirandin; Û ew herêm -di nav de jî Efrîn- bûn meydanên milîseyan û pevçûnên navxweyî û çalakiyên leşkerî yên Turkî, û weha jî bûn jêder û ciyên kiryarên şer bi aliyên Sûrî re (yên li ser herêmên din desteserkirî); Bi ser de jî koçberkirina Kurdan -nişteciyên resen- ji herêmên wan, û tûşîkirina yên ji wan mane ji binpêkirin û tewanên têvel re, ya berztirîn jê jî guhertina endeza demografî bi şêwakî rêbazakirî ye; Bi ser de jî roxandina binevahiyan/binesaziyan û destdanîna li ser malmewdanên taybet û gelamper/giştiyane yan jî dizîn û talankirina wan bi şêwakî fere.
Piştî dagîrkirinê herêm ji milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Hikometa Sûrî ya Demkî” re hate parvekirin û her qetek bû cîgeheke leşkerî ji aliyekî ji wan aliyan re, û ta niha ew di nav sivîlan de belavkirî ne, û bi destekî hesinî û bi serpereştî û şîretên Istîxbaratên Turkiyê bi awakî yekser hikumdariya xwe dimeşînin, bê ku şêwakî hikumdariyeke sivîl were damezrandin an jî cûreyek ji hilbijartinan were kirin, ta jiyana rêzanî/siyasî û azadiyên giştî tune ne, û bi ser de jî ew milîs bi sedan ger em nebêjin bi hezaran ji endam û serkêşên Rêxistina “Da’işê” di nav xwe de dihewînin, û herweha ji wan re derbasgehên revandina derve jî peyda dikim, û wek nimûne hin ji wan di êrişên asîmanî yên Hevpeymana Navdewletî de hatin kuştin.
Ji ber wê Efrîn hate guhertin, û ji herêmeke bi rêjeyî aram û hêminkirî û pêşketineke xwezayî di hemî waran de -di navboriya şeş salên di siya “Rêvebiriya Xweser” a berê de- didît, bû herêmeke ne aramkirî di navboriya şeş salan de, ji dagîrkirina Turkiyê û çapqinî û zordariya milîseyên wê yên Sûrî yên nandoz ên girêdayî Hemahengiya/Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî, piştî dijberiya li ser (20.01.2018an. Z), bi karanîna cûrbecûr çekên bejayî û asîmanî û dora /20/hezar nandoz ji çekdarên rikberiya Sûrî, û dagîrkirina wê ya rastî li 18.3.2018an. Z.
Tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê di dermafê herêmê û xelkê wê de, weke binpêkirinên mezin ji zagona mirovahî ya navdewletî re têne jimartin, lê “Civaka Navdewletî” jê re bêdeng e.
Emê wan li jêr kutas/kurteber bikin:
= Tewana dijberiyê:
Efrîn rojekê ji rojan li ser dorhêla xwe ne metirsîdar bû, dîsa jî dora /50/ êrişkeriyên dijmantî di navêna salên /2012 – 2017. Z/ ji aliyê “Artêşa Azad a Sûrî”, Rêxistina “Da’işê”, “Eniya El’nesre” û Artêşa Turkiyê ve jî, bi ser de hatin, û di encamê de ziyanin şênberî çêbûn û hin qurbaniyên pakrewan û birîndar ketin; Di wê karnavê de sînorê Turkiyê bi Efrînê re aram bû, û tu êriş li dijî xaka Turkiyê derneketin û nejî tu gef li dijî wê hebûn, û ji ber wê êriş û talana Turkiyê berevajî mada /51/an ji belgenameya “Neteweyên Yekgirtî” hat, û dijberiyek li xakên dewleteke din çêkir, ya ku ji xweberê li gor “Sazûmana Roma ya Bingehîn a Dadgeha Cînayeta Navdewletî” tewan e, û ya ku li gor Hevpeymana “Lahay /1907. Z/” û hemî “pîvanên navdewletî” yên pêve girêdayî weke dagîrkiirineke daxmekirî diyar bû, û herweha jî li gor bûne û kiryarên li ser erdê jî.
= Bikaranîna çekên qedexekirî:
Nûçen ji Rêvebiriya Xweser a berê de hatin, dibêjin ku Artêşa Turkî bombeyên goşeyî bi kar anîne, û herweha jî Gaza “Kilorê” li Gundê “Erendê” – Navça Şiyê, li dema êrişkerî û dijberiya leşkerî de.
= Pêlîskandina bi terman:
Di dema şer de çekdarên cîhadî perçevîdiyon belav kirin, tê de dijîtiya wan a qirêj û kirêt li ser termên pakrewanên şervanên Kurd dihatin xuyakirin, û tewana wan di dermafê Pakrewan “Barîn Kobanê” de ya herî zelaltir asta kîna di derûna wan de veşartî açiq dikir. Weha jî milîseyan rê nedidan xelkê ku termên bidehan ji şehîdên Kurd -piştî dawîkirina şer- veşêrin, û bi mehan li derve servekirî man.
= Kuştinên mebestkirî û tewan û êrişên li dijî sivîlan:
Komkujiyên (tîmargeha mirîşkan a Robariya, Gobelê, Mabeta, Basûtê, Hêkiçê, Nexweşxana Avrîn, Berbenê, Cindirêsê, Firêriyê, Taxa Mehmûdiyê, Yalanqozê…HWD) pêk hatin, û karwanên sivîlan di dema êrişa li ser Efrînê de hatin armanckirin. Yanê em kanin bibêjin ku hejmara qurbaniyên êrişkeriyê gihîşte dora /300/ şehîdên sivîl û bidehan jî yên ku navên wan nehatine belgekirin -di nav de bi dehan zarok û jin- û bêtirî /1000/ birîndarên sivîl, ji bilî pakrewan û birîndarên “Asayêş, YPG, YPJ, Asayiş û xwebexşên berevaniyê ji ber herêmê ve”; Lê dora /293/ sivîl qurbaniyên pakrewan ji yên me kanîbû belgebikirana, 18.3.2018an. Z ve û ta roja îro, bi sedema piroseyên dizînê yên çekdar, işkencekirin, teqîna makîne û bombeyan, jinavbirinên govdeyî, û jiyantunekirin/îdamkirin û yên din; Ji bilî mirinên ji kerba re bi sedema mercên jiyanî yên zehmet ên ku dagîrkeriyê rengereng ferz kirine; Û divê em Komkujiya “Cindirêsê” jî bi bîr wînin, ya ku li Êvara Cejna Newrozê 21.3.2023an. Z ji hatiye pêkanîn, ji aliyê endamên Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê” ve, û di encamê de çar bira bûn qurban.
= Wêrankirina malmewdanan bi rengekî fere û destdanîna ser wan:
Li dema dijberiya ser herêmê, bi hezaran ji mal û mewdanên giştiyane û taybet hatin tarûmarkirin û roxandin, û talankeran kelûpelên malan dizîn û malmewdan zep kirin, û roja 18.3.2018an. Z bi Roja “Kuliyan” hate navdan, ji ber ku wê rojê bi şêwakî fere firoşxane û embar û mal û alav û amûr li Efrînê, li ber dîtin û guhdarkirina cîhanê hatin talankirin, û ta niha jî dizîn û talan û çetetî bi rengekî fere berdewam in. Piraniya guvêşgehên zeytûna, kargehên bêrîn û sabûnê, çêgehên/kargehên kincan, û firoşgeh û embarên herêma pêşesaziyê rastî dizînê hatin, an jî ji bo parastina çêgehên xwe yan vegerandina tiştên hatine dizîn, xwediyan tibabin diravî yen mezin dan, û weha vêrgiyên mehane jî didin. Û piroseyên destdanîna ser firoşxane, mal, zevî û erdên çandiniyê -bi taybetî yên ku xwediyên xwe ne hazir û hin jî yên hene – bi riya gelek fêlbazî û şêweyan berdewam in, yên ku tevahiya wan zêdetirî nîvî milkê xelkê Efrînê ye. Herweha çekdar û yên hatine niştecîkirin mal û firoşxaneyên xelkê Efrînê ji xwediyan re vala nakin, bi ser ku xwedî timî daxwaz dikin û giliyan radikin, û bi ser de jî hin malbatên Kurd ji malên wan an jî ji yên merivên wan diqewtînin, da ku anîndeyan li şûnê bi cî bikin.
= Destdanîna ser hin gundan:
Bi awakî mebestkirî Artêşa Turkiyê û milîseyên bi ser ve dest danîn ser hin gundan û nehîştin xelkê wan vegerinê, mîna: (“Qestelê Cindo, Baflûn, Sînka, Be’irava” – Navça Şera, “Şêxorzê û Qota” – Navça Bilbilê, û “Tilifê” – Cindirêsê…) Û ji xwe re kirin biryargehên leşkerî yan rûniştgeh ji çekdaran re; Û ta niha Gundên (“Cilbirê, Gobelê, Dêrmişmişê, Zirêkatê, Basilê, Xalta” – Robariya, “Çê, Dêrwîş” – Navça Reco) ji xelkên wan valakirî ne.
= Armanckirina cîgeh, çêgeh (kargeh) û malên sivîlane:
Di dema dijberiya ser Efrînê de, Artêşa Turkiyê bêdudilî binevahî û çêgehên sivîlî (nexweşxane, navendên bijîşkiyê, tîmargehên mirîşkan û yên pêz, dibistan, mizgeft, zaretgehên olî, avahiyên rêvebirinê, nanpêjgeh, stasyûnên ava vexwarin û avdanê, çêgehên Benda Meydankê, û guvêşgehên zeytûna) armanc kirin, û beşek mezin jê tûşî wêrankirina mebestkirî û dizînê bûn, mîna: ” toreyên telîfûna zemînî û elektirîkê yên giştî, û ta niha piraniya wan çêgeh û binevahiyan derveyî xizmetguzariyê ne, û li şûna hinan jî, çêgehên saziyên Turkiyê hatin avakirin, û herweha di dema êrişkeriya leşkerî de, bi hezaran mal li navendên herêmê hatin armanckirin, û hin ji wan bi piçekî û hinek jî bi giştî hatin roxandin yan jî hinek jê hatin şewtandin.
= Binevahiyên lawaz û nizimbûna xizmetguzariyan:
Roxandin û dizîna mebestkirî gihîşte binevahiyên bingehîn ji tore, stasyon û navendên elektirîkê, telîfonê, ava vexwarinê, dibistan, amojgeh, zanîngeh, tore û coyên/erqên avdanê yên çandiniyê, giropên zayendokên enerciya elektirîkê, şaredariyan, û hin ji wan jî kirin biryargehên leşkerî; Ji ber wê, asta xizmetguzariya wan pir daket an jî nema, û xizmetên niha pêşkêş dikin nizim in; Û kêmbûna sûtemeniyan û buhabûna nirxan, pişta xelkê şikand; Ji aliyekî din ve, derketin piraniya sazî û dezgehên Hikûmeta Sûriyê jî ji xizmetguzariyê, û nebaşbûna rewşa toreya rêkan.
= Wêrankirina goristan û cîgehên kevneşopî, û dizîna kevneşopan:
Dijberîkirina Turkiyê gelek cîgehên kevneşopî wek “Girê Endarê, Nebî Horî, Teqlekê, Marmaron…”bi bombebarnkirina çekên giran armanc kirin, û ziyanên mezin gîhandinê, da ku zanînwerên wan ên dîrokî wenda bibin. Herweha Destlatên Dagîrkeriyê çavan ji ser piroseyên dizîna kevneşopa û lêgerînkirinê dadimrînin, û serpereştî û pişikdariya pirekan jî dikin, û hemî gir û cîgehên dîrokî -yên li herêmê pir- bi hemî alavên hêsan û giran rastî tevdan û kolandin û tarûmarkirinê hatin, Wek çawa li cîgeh û girên (Horî, Endarê, Berad û Marmaron, Birc Ebdalo, Qîbar, Cindirêsê, Gemrûkê, Sêmalka, Zirafkê, Kitix, Dirûmiyê, Dûdêra Meydankê, Merwaniyê Jêrin, Cirnaz, Bazarê, Xirabê Elo, Kûra, Bilêlko…û HWD) û gelek zaretgehên Islamî û Êzdî çêbûye. Û ji aliyekî din ve goristanên şehîdan li “Kefirsefrê, Metîna û Keferşîlê” bi topebarankirinê hatin roxandin, û gorên kesayetiyên olî û çandî jî weke (gora Duktor “Nûrî Dêrsimî”, û weha jî roxandina kêlikên tirbeyên ku bi zimanê Kurdî li ser hatine nivîsandin û gorin Êzdiyan, û herweha jî Desthilatên Turkiyê li navînaTîrmeha 2021an. Z termên /71/ pakrewanên şervan û sivîlên Kurd (ên ku li rojên dawiyê ji dijberiyê, li Avdara 2018an. Z rengerng jiyana xwe ji dest dane) ji goristaneke sazkar û naskirî li hundir Bajarê Efrînê derxistin, û goristan ji holê rakir û tevlihevî di rastiyên wê de çêkirin.
= Dîlgirtin û hepiskirina nerewa û veşartina zorane:
Ta niha Artêşa Turkiyê hejmar û çarenûsa dîlgiran ên li ba xwe açiq nekiriye, weha zîndanên taybet ên milîseyan jî hene, û ta niha jî dora /500/ kesên girtî bi rengekî zorane veşartî ne û çarenûsa wan ne xuya ye. Û bînerdayînên/şehadetên hin kesên hatine berdan xuya dikin ku dora /1500/ kes di hepsa Bajaroka “Elra’î” de û di bin işkencekirin û mercên sert de bûn, û piranî hatin berdan; Û di navêna nîvê diwem ji sala 2020an. Z ta dawiya sala 2021an. Z, Destlatên Dagîrkeriyê hin girtiyên zorane veşartî /2-3.5/ sal berdan, ew jî hebûna hepsên diziyane tekez dike, bi taybetî jî ew perçevidiyoya ku li 28.5.2020an. Z hatiye belavkirin, li dema ku Milîseyên “Artêşa El’îslam” êrişî ser biryargeha “Firqit El’hemzat” -birayargeha asayêşê ya berê- li Hirşê Mehmûdiyê – B.Efrîn kiriye, û tê de /11/ jinên ku du sal di ser veşartina wan re borîne hatin xuyakirin.
= Girtinên tewşankî û bêsûcane:
Ji bilî revandin, bendkirin û pêlên seknandinê, kampaniyên basmîşkirinê û girtinên tewşankî jî bi tewanbariyên têkeliyên têvel (Leşkerî yan sivîlî yan xwebexşane ji bo kargûzariyê û yan jî pandina şevayî û hin din) bi Rêvebiriya Xweser a berê re hebûn, û istîxbaratên Turkiyê serkêşiya hilmetê/kampaniyên bi riya alavên xwe yên xwecihî (asayêş, dadgehan, milîseyan, toreya sixûran…) dikin; Hin caran vêre jî lêdanên yekser li pêş çavên xelkê, û işkencekirin li navendên lêkolînan de jî cêdibin, ên ku hin caran bûne sedema kuştinê jî (weke çawa bi Parêzer “Luqman Hemîd Henan” re çêbûye, yê ku li 19.12. 2022an. Z ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Asayêşa Efrînê ve hatibû girtin, û li 22.12.2022an. Z jî termê wî bo xwediyan hatibû radestkirin), û zepkirina amûrên mobaylan, lêgerînkirina di malan de, pêlîskandina kelûpelan, kêmrûmetkirin û hin caran dizîna malmewdanan(pere û zêrmêr), û hin caran jî ew di dermafê heman kesan de pênc caran bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re têne dubarekirin, dighêje jin û negihîştî û temenmezinan jî, û li dawiyê bi hepiskirin û vêrgiyên rengereng têne cezakirin, û hin caran cezayên sertir jî têne dandin, weke çawa dadweriya Turkî sezaya zîndankirina hetaheta dayî hin girtiyên sivîl, û hepiskirina dehên din jî bi demên têvel, û hin ji wan jî ji Efrînê bo Turkiyê hatin guhestin; Û bi fisûkî û raporên kîndar ên ji aliyê istîxbaratên Turkiyê ve amedekirî, xelkê Efrînê yên li Turkiyê rûniştine jî têne girtin; Di vir de Hikometa Turkiyê li gor mada /70/ ê ji Hevpeymana “Cinêvê” ya çaran a /1949/an “a ku rê nade dewleta dagîrker kesekî/keseke parastî, li ser kiryarên ku berî dagîrkeriyê kirine yan nêrînên dane, bigre yan bide dadgehkirin an tewanbar bike…”, berevajiyeke bi cers dike.
Girtinên tewşankî û bêsûcane bi şêwakî fere û bi pilan û rijd têne kirin, û ne tenê di dermafê yên nêzîk “Rêvebiriya Xweser” a berê de, lê di dermafê piraniya Kurdan de – nişteciyên herêmê yên resen, û armanca yekê jê jî ne tenê komkirina peran e û hew, belê kêmrûmetkirin û tirsandina nişteciyên resene jî, da ku wan berve berdana mal û milkên wan ve têvedin, û bingeha daxuyanên asayî/ewlehî li ser wan ji istîxbaratên Turkiyê re çêbikin, û bi taybetî piraniya binpêker û tewankaran nayêne sezakirin û bi hêsanî jê difilitin, ji ber ku zagon û (dadwera ku li Efrînê hatiye damezrandin) bûne alava guvaştin û zextê li ser girtiyan û nişteciyên resen, û ne ji bo vegerandina mafên wan û redkirina zordariyan, sezakirina tewankaran û girtina dizan in; Ev jî tekez dike ku ew siyaseteke dijayetî ye rêbazkirî ye, û yekser bi serpereştiya Turkiyê li dijî Kurdan têye meşandin.
Û bi ser borandina şeş salan di ser Rêvebiriya Xweser a berê re, ta niha hîna tuhmeta têkildariyê vê re -ta ku katek payandin be jî- dide dû Kurdên mane, û yên ji wan vedigerin jî, rastî lêkolînkirinê û girtina pirekan ji wan, û ferzkirina vêrgî û baceyên diravî li ser wan tên.
= Işkencekirin an danûstandina nemirovane yan danûstandinên kêmrûmetkirinê:
Xelkê Efrînê yên mane rojane rastî rûmetnizimkirinê û piroseyên revandin û girtinên bêsûcane yên fere tên û ta niha berdewamkirî ye, û piraniya revandî û girtiyan -di nav de jî jin, negîhayî û temenmezin- hatin işkencekirin (ewa ku bûye kiryareke rojane), û hin ji wan li gor perçevîdiyone belavkirî bi şerjêkirinê hatin gefkirin; Û ta niha çarenûsa dora /500/î – hejmareke derdorane/ ne diyar e, tu dadgehkirin -ta yê wênekirî jî- ji wan re nehatiye kirin, û xwediyên piraniya yên berdayî ceza û vêrgiyên diravî dane, û hin caran gihîşte /20/ hezar Dolar Emrîkí. Û li nîvê dudiyê ji sala 2020an ta dawiya sala 2021an Z, Destlatên Dagîrkeriyê hin ji girtiyên ku di navêna /2-3.5/ salan de zorane hatibûn veşartin berdan, piştî ku tenduristiya wan bi şûn ve çû. Ev tiştên jorin hebûna hepsên bidizî tekez dikin, û ya herî navdar û dengbed jê jî hepsa Bajaroka “Çobanbegê – Elra’î” ye, ya ku hîn doseya wê nehatiye girtin, û tê de dora /15/ an jî mirine, bê ku termên piraniya wan radestî xwediyan bibin an jî bi mirinê bêne agahdarkirin, û ew li cihekî nediyar hatin veşartin; Û bi sedema nexweşiyên ku bi wan re hene yan jî îdamkirina wan, tirs li ser jiyana hinekan heye; Herweha jî yên ku hatine berdan, newêrin li ser wan hepsan û mercên tê re derbas bûne bipeyivin.
= Dûrxistina nişteciyan û guhertina demografî:
Koçberkirina zorane bi kiryarên dijayetî di dema şer de ji bêtirî /250/ hezar nişteciyên resen re, û qedexekirina vegera dora /200/ hezarî ji wan ji herêmên penaberiyê û hundir Sûriyê, bi sedema girtina Desthilatên Turkiyê ji derbasgehên Efrînê re, û ji ber wê jî ew li herêmên penaberiyê (herdu bajarokên Niblê û Zehra’i, û gund û bajarokên Şehba’ê – Bakurê Heleb…) mişextkirî man, û hin jî reviyan Heleb û herêmên Kobaniyê û Cezîrê, di heman dema ku Desthilatên Sûriyê jî û ta niha hemî dergeh li ber guhestina wan teng kirine. Herweha dora /600/ hezar nişte ji malbatên çekdaran (yên nandoz li ba Turkiyê) û malbatên anîndeyên “Xota Şamê” û Gundewarên “Humsê, Hemê, Idlib, Heleb û yên din” û beşek ji yên ji Turkiyê zorane derkirî li Efrînê û navçên wê dan niştecîkirin, di mal û dîkan û malmewdanên nişteciyên resen û çadirgehên pir û tewşankî de dan rûnişkandin, û hin komelgehên niştecîbûnê û gundên niştecîkirinê yên nimûneyî ji wan re dane avakirin, mîna: Gundên (“Besme li nêzîk Gundê “Şadêrê”, “Kiwêt Elrehme”, “Destê Alîgiriyê/Yed El’ewin” li nêzîk Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn, “Hêvî2/El’emel2” – Gobelê/Robariya, “El’ze’îm, Ecnadîn” – Cindirês, “nêzîk Gundê Metîna”, “Destê Alîgiriyê ya yekem/Yed El’ewin El’ûle”, “Xwediyên Xêrxaziyê/Ehil El’xeyr”, Çadirgeha “Keferom” – Keferom/Şera, “Dilsozî2/El’wefa’i2”- Taxa Mehmûdiyê li Bajarê Efrînê, “Ebayêr” – Gundê Qurtqilaqê/Şera, “komelgehên niştecîbûnê” – Bajaroka Kefersefrê, “Çiyayê Hechesna” – Cindirêsê, “Gundê Cîwazbûnê2/El’temeyûz” – Mabeta, “El’qeteriyê2, Newaf El’xêr” – Çeqelê Jêrin/Şiyê, “Dezgeha El’xêr” – Çiyayê El’ehlam/Kîmar), û ji bilî wan jî hin di amdekirinê de ne û hin din jî têne avakirin; Vê yekê guhertinek mezin di bingeha demografiya herêmê de çêkir, û rêjeya Kurdan daxist kêmtirî /25%/ – piraniya yên niha li herêmê dimînin jî temenmezin in, ên ku rêjeya wan ji berî dagîrkeriyê bêtirî /95%/an bû. Û bisedan ji kes û malbatan di navboriya herdu salên 2021- 2023an. Z de vegerîn cî û warên xwe, lê ew rastî lêkolîn û ferzkirina vêrgiyên diravî hatin, hin jî hepis bûn, û hinan jî nikanîn malmewdanên xwe vegerandana; Weha jî guhertina demografî gihîşte warin din, bi ser de jî zextên zêde yên rojane li dijî Kurdên li herêmê mane têne kirin, da ku neçar bibin erd û milkên xwe berdin û koçberkirina zorane berdewam bibe; Û ev guhertina dighêje asta qirkirina nijadî di dermafê neteweyeke cîwaz de.
= Bindestkirina çandî û netewî:
Daxuyanên ku pircaran berpirsiyar û leşkerên Turkiyê û serkêşên milîseyên cîhadîst û endamên wan li ser gawirbûna Kurdan û tewanbarkirina wan bi cudexwazbûn û terorîzmê didan, û herweha fetweyên ku rewakerên ” Şoreş û cîhadê” yên ji bo talankirina arziyên Kurdan û ziyangîhandinê didan, di bingeh de nîşana dijayetiyek nijadî û şofînî bi aliyê Kurdan ve ye, û zordarî û bindestkirin bi rengekî rêbazkirî li dijî wan tê meşandin, di heman dema ku yên hatine niştecîkirin di ser wan re têne girtin, û bi ser de jî bi aliyê dijîkirina Kurdan û mal û milkên wan ve têne têvedan. Ji bilî wê jî şerê çand û zimanê Kurdî, guhertina zanînwer û navên gund û bajarokan û meydanên giştî, hewildana jihevşelandina tevna civakî, qedexekirina vejînkirina cejna wan a netewî “Newroz” û dijayetiya simbolên wan, mîna: (roxandina peykera “Kawa” û guhertina navê wê bi “Gergeha Şaxa Zeytûnê”, jiholêrakirina Venîşteka “Newrozê” û guhertina wê bi Gergeha “Selah El’dîn El’eyûbî”, û herweha jî guhertina Meydana “Sera Kevin” bi “Meydana Serok Receb Teyêb Erdoxan”, û destberdan ji hînkirina Zimanê Kurdî di dibistanan de ji bilî hin katên nepabendî/(şagirt kane bibe û kane nebe jî) di hinan de, di heman dema ku hînkirina Zimanê Turkî di rêbaza erebî (ya ku ji pola yekê ta ya navendî tê bikaranîn) tê neçarkirin û ji metiryalên şikestinî tê jimartin. Bi ser de jî neçarkirina xelkê Efrînê û anîndeyên tê de, bo wergirtina kertên danasîna kesayetî (yên ku Desthilatên dagîrker bi zimanên Turkî û Erebî derdixînin), da ku hemî di çarçeweke civakî ye nû de û bi Nasnamak “Osmanî ye nû” werin pişaftin û helandin.
= Bindestkirina olî:
Kurdên Êzdî rastî gelek binpêkirinan hatin, ji koçberkirinê de bigir û ta kuştin, işkencekirin, şelandin, qedexekirina wan ji bikaranîna gerdîşe û bîr û boçûnên xwe yên olî û vejînkirina cejnên xwe yên salane, herweha neçarkirina hin ji wan ku di mizgeftan de nimêjê bikin, mizgeft di hin gundên wan de -weke qerezî – hatin avakirin, û hin zaret û goristanên wan hatin pêlîskandin û roxandin; Herweha jî kinîsa Xiristitanî ya tekane hate dizîn û talankirin û girtin, û bi ser hindikbûna hejmara Xiristiyana, tu kes ji wan newêre li ser olîtiya xwe jî li her deverekê bipeyive; Tiştê hîn bi robet, hin mizgeft jî di dema êrişkeriyê de hatin bombebarankirin, û kelûpelên wan (sicade, firaxên baqirî û amûrên elektirîkî û dengane) hatin dizîn; Weke tê nasîn Efrîn civatekeke vekirî ye, û di baweriyên xwe yên olî de ne tund û tûj e, lê talanker kiryarên olî û civakî yên sert belav dikin, û kar dikin ku li ser nişteciyên resen -bi hemî endamtiyên wan ên olî- ferz bikin, nemaze jî tevgereke olî ye çalak li herême heye, li gor şêweya Osmanî – Ixwanî û bi serpereştiyeke yekser ji “Sekna Diyanet” û serokatiya warên olî ve li Turkiyê.
Û ji xwe diyardeyên vejînkirinê û şahiyan li nav xelkê Efrînê di cejnên “Rojiyê û Qurbanê” de, û di nav hestên xemgîniyê û jihevdûrketin û heyamên bindestkirin û zordariyê de wenda dibin.
= Turkirin û tundrewiya olî û ramanên Osmaniya nû:
Destlatên Turkiyê siyaseta Turkirinê, belavkirina tundrewiya olî û ramanên Osmaniya nû – bi taybetî di nav xort û zarokan de – û bi riya hilmetên/daneserên ragîhandinî û di bin gelek navan de (komeleyine xêrguzarî û çandî û olî, zanîngeh û amojgeh û dibistanine taybet, navendine çandeyî yen Turkî, dibistanên “Îmam El’Xetîb”, çalakiyine ciwanî, vejînkirina boneyine Turkî û hildana ala Turkiyê bi piranî, û bikaranîna nîşana “Gurên Beresorî”, korsine perwerdeyî, Gulîstanên Bera’êm El’cene yên zarokan,…HWD) berdewam dikin, karanîna rêbazine xwendinê yen eydiyolocî, û hînkirina Zimanê Turkî ferz dikin, li kêlekê jî şerê çand û kevnetora herêmê dikin, bi riya hinde guhertin û binpêkirinan. Û herweha jî hewildanên guhertina nasname û çanda herêmê û xelkê wê, roxandin û dizîna arziyên wê yên çandî, û jiholêrakirina dîroka wê berdewam in, wek: “Guhertina Perestgeha “Nebî Horî” ya berejorî/kovikî ya Romanî û mizgefta hevcîwar bi zanînwereke Turkî – Osmanî; Ev yeka jî bervajîkirine ji “Hevpeymana Lahayê – /14/ Gulana 1954an re, ya ji bo parastina sermiyanên çandî di rewşa şeran de.
= Kolekirin û sêfîlkirina/perîşankirina sivîlan:
Desthilatên dagîrkeriyê ta niha bi mebest hewil didin ku di hemî waran de pûçbûneke giştî çêbikin, deriyên kar li pêş xelkê Efrînê bigrin, bi ser de jî mal û milk û arziyên wan talan bikin, werzên zeytûn, liban, meywe, simaq û çiloyê mêwa ji xwe re bibin, û samanên wan ên dewêr (pez û mirîşkan) ên nirxê wan dora /20/ milyon dolar ji sala yekê ve çirçayî bikin; Ji bilî wê jî, ziyanên hemî cûreyên dewarên din (hesp, bergîr, qantir, ker û kewarên mêşan), û rawestandina tîmargehên mirîşkan ji kar, an jî roxandina hinan ji kokê ve, bi sedema bombebarankirin û dizînê; Û Ziyanên werzên zeytûna yên salên /2018, 2019, 2020, 2021, 2022, 2023/ -jêdera jiyanê ya serekîn ji xelkê Efrînê re- gihîşte derdora /375/ milyon dolar Emrîkî, bi ser de jî ferzkirina vêrgî û sezayên diravî li ser wan têne berdewamkirin (vêrgiyên Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” îsal bi tenê gihîşte dora/26.5/ milyon Dolar Emrîkî), û herweha bi karanîna hin ji xelkê wê belaş û bê kirê. Û weke nîşandan ji roxandina binevahiya aborî di Efrînê de, ji tevahiya /850/ kargehên dirûtina cilan – ên ku didan bazarên Sûriyê tev û hin welatên cîran jî – li piştî dagîrkeriyê tenê /50/ jê mane, û yên mane jî di pileya xwe ya herî nizim de kar dikin, û di van şeş salên borî de hejmara wan zêde bû û gihîşte /160/ kargehî; Bigiştî ziyanên warê pêşesazî û aboriyê pir e, û rêjeya bêkariyê bilind bûye û belengazî û perîşanî gelek fere bûye.
= Dizîna zêtê zeytûna:
“Hevkariyên gerantîkirina çandiniyê ya Turkî – Te’awiniyat El’itîman El’zîra’î El’turkî” (yên ku pir destûrên awerte daniyê), lîsten bi buhayin nizim ji bo kirîna zêtê zêtûna ji herêma Efrînê (ya ku li derve pir buha tê firotan) di her şeş salên borî de derxistin, da ku ji Turkiyê û hevkarên wê re qezencekî pir wîne, û pê milîseyên terorîst û nandoz werin piştgirkirin, nemaze jî navendeke bazirganî Turkî ji bo kirîna zêtê li (Guvêşgeha “Rif’etiyê” – Bajarê Cindirêsê) heye, û dest daniye ser kirîna 80% ji tevahiya berhema zêtê li herêmê, û bi makînên baran di derbasgeha “Hemamê” ya nû re bo “Hetayê” – Turkiyê tê guhestin, bê ku di Herêma Azad a Bajarê “Qirixanê” re derbas bibe, û bê ku bi rengekî sîstemkirî were tomarkirin; Yanê bi ser ku ew ji welatekî din tê, lê nakeve piroseya danûsitandina aborî ya navdewletî/istîradê, da ku paşê jî hin guherîn di zêtê de werin çêkirin, û di bin navnîşana ” li Turkiyê çêbûye” de li cîhanê were firotan. Û nemaze ku nûnerin ji wan hevkariyan sala 2022an. Z çûn Emrîka, da ku ragîhandinê ji zêtê re çêbikin.
Lê li werza/mûsima (2023 – 2024. Z) berhem nizim bû, û ji ber buhabûna zêtên xwarinê li ser asta cîhanê, buhaya zêtê li Efrînê hinekî ji kontirolkirinê rizgar bû; Herweha jî ji bilî kirê guhestinê, rêbendên Rijîma Sûriyê jî /15/ dolaran vêrgî li ser her tenkek zêt (16KG sade) -beramberî derbaskirinê bo herêmên di bin desteserkirina wan de- ferz dikin.
= Redkirina giliyên hemwelatiyan an jî xemsargirtina wan:
Piraniya yên binpêkirin û tewan di dermafê wan de hatine kirin ji tirsa sezayin sertir re newêrin hewaldin, û tu lêkolîn û dadgehkirinên dadmend ji wan binpêkirin û tewanên tên ser sivîlan re nayêne çêkirin; Û herweha desthilatên dagîrkeriyê bi berpirsiyarî guh nadin giliyên hemwelatiyan, ne bersivên bawerbûyî didin wan, û nejî çarenûsa girtiyên bi zorê veşartî didin xuyakirin; Û ew dadgehên çêkirî li tuhmetên çêkirî yên li dijî girtiyan dinêrin û li ser wan sezayan ferz dikin. Û piraniya xelkê Efrînê nikanin giliyan rakin an giliyên dadwerî li dijî yên tewan di dermafê wan de kirine hildin, ji ber ku dibe ji nû ve werin sezakirin, û hin jî tên qedexekirin ku parêzeran ji xwe re bigirin; Ji ber wê jî tu dibînî çawa ji daxuyan û axaftina li ser binpêkirin û tewanên ku dighêne wan xwe didin yal, û carina ji neçarî hin ji wan bervajî bûyerên hene bîneriyên xwe didin. Weke çawa “Komîta redkirina zordariyan” a ku ji Rezbera 2020an. Z ji nav serkêşên milîseyan hatiye çêkirin da ku rûyê dagîrkeriyê sipî bike û li ser wan tewanên mezin veşêre, û ew jî di bin fişara bi hezaran raporên ku li ser binpêkirin û tewanan hatibûn belavkirin de hate çêkirin, lê dîsa jî li 8.11. 2022an. Z, piştî ku nelihevkirin û pevçûn di nav milîseyên nakokdar de gur bû û “El’cebhe El’şamiyê”ji Efrînê hate qewtandin, ji kar hate rawestandin.
= Ziyangîhandinên pir bi jîngehê û nixuma geyayî:
Ji berî talankirinê, Desthilatên Turkiyê rûberin çandiniyê û ihracê yen fere di ber sînor re rêş kirin, bi kûraniya /200-500/M û dirêjiya /150/ KM î, li dema avakirina wan ji dîwarê çementoyî yê jihecudabûnê re, û herweha li wexta dijberiyê bi hezaran darên zeytûnê ji pir cîgehan weke (Çiyayê Bilêl, Curqa û Gundê Dêrwîş û Gundê Çê – Navça Reco, Gundên “Hemamê, Merwaniyê Jorin û Jêrin û Aşkê Xerbî” – Navça Cindirêsê, Gundên “Anqelê, Qermîliq û hersê Çeqela” – Navça Şiyê, di navbera Gundên “Kefircenê û Metîna” – Navça Şera, û çiyayê Şêrewa), bi mebesta avakirina bargehên leşkerî ji artêşa xwe re bi alavên leşkerî hilkirin; Û şewtandin û qutkirina bêwijdan û fere (yên ku berê herêmê tucarî weke wan nedîtine) gihîşte daristanên ihracê yên xwezayî û çandiniyê û darên pir kêm û temenmezin bi rengekî giştî, û herweha qutkirina bêwijdan ji sedhezaran darên biber (zeytûn û hin din) -bihezaran jê jî bi tevahî- ji aliyê milîseyan û anîndeyan ve, ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê; Û ew tûşîkirinên li dijî dar û daristanan digihêjin asta qirkirina jîngehê; Û li gor pisporên çandiniyê, tevahiya rûberên daristanan li Efrînê weha ye: (ya xwezayî /18500/ hiktar+ya çandiniyê /21000/ hiktar = 39500 hiktar), û di navboriya şeş salan de, rêjeya qutkirin û şewtandinê 60% derbas kiriye, yanê ji navbirina dora (/6/milyon darên îhracê yên xwezayî + /13/milyon darên îhracê yên çandiniyê = /19/milyon dar)
Bi ser de jî çêrandina keriyên pêz bêwijdan di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de, da ku ziyanek pirtir bighêjiyê, û bê ku xwediyên wan wêribin an kanibin qedexe bikin.
Yek ji stûnên dijayetiyê ya ku Dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê bi kar tîne, derbkirina têkeliya mirovê Kurd li Efrînê bi jîngeha wî ya xwezayî û malmewdanên wî re ye, yanê jicîhejandina tamarên civakê û lawazbûna wan e.
= Bindestkirina jinan, destdirêjiya zorane/cinsî, û mêrkirina di bin fişarê de:
Di bingeh de ew milîseyên cîhadîst ên selefî, di civakên xwe de – bê redkirin – jinan bindest dikin, ji dubarekirina jinanînê de bigir ta serûgirtinê, belavkirina cins û hinên din. Û ew in ên bindestkirina jinên Kurd li Efrînê li gor heman mejiyê qirêj bindest dikine; Bi ser ku piraniya yên ew tewan di dermafê wan de têne kirin newêrin hewaldin an gilî bikin û dozên dadwerî di dermafê wan de rakin, nûçeyên hin destdirêjiyên cûrbecûr, û zorkirina li ser keçikan ji bo mêrkirinê yan çewsandina yên negîhayî, hin nûçeyên revandin û zorbirin û kuştina mebestkirî û dijîkirina li ser jinên temenmezin û bi tenê rûniştine, mîna tiştê bi temenmezin “Fatîme Cinêd” re çêbûye (ya ku li 23.12.2022an. Z rastî dijîkirin û dizînê hatî, di mala wê de li Gundê “Basûfanê”, û li ser destê Milîseyên “Feyleq El’şam”) li dû hev dertên; Û ji ber tunebûna aramiyê û ji tirsa binpêkirinan re, piraniya xelkê newêrin keçên xwe bişînin dibistanan, bi taybetî jî yên li gundan rûniştine.
= Belavkirina geregoşî û serberdayetiyê:
Hikometa Anqerê hewilneda ku asa û aramiyê li Herêma Efrînê peyda bike, bi stubariyên xwe ji bo peydakirina sazûmanê û aştiya giştî û parastina sivîlan ranebû, encûmenên xwecihî – weke alav ji cîbicîkirina siyasetên xwe re – çêkirin, û destên milîseyên cîhadîst û terorîst serbest kirin/filitandin da ku binpêkirin û tewanên qirêj pêk wînin (ewên ku ji bo hevrikiyên qirêj, jiholêrakirinên hundirîn û nelihevkirinên li ser tiştên dizînê û çarçewa bandorkirinê li hev dixistin), û ya dawiyê jê pevçûnên ku li Cotmeha 2022an. Z di navêna Milîseyên “Firqit El’hemzat” û “El’cebhe El’şamiyê” de bûne, û di gel wê basmîşkirina “Desteya Tehrîr El’şam” ya terorîst ji Efrînê re, ji aliyê Idlibê ve, bi armanca şer bi “El’şamiyê” re û derxistina wê. Herweha jî teqandinên terorîst jî di nav sivîlan de hatin kirin, û di encamê de qurbaniyên kuştî û birîndar çêbûn; Û weha jî teqîneyên bombeyên teqîner jî pir bûn, jê: Teqandina mekin a ku li 16.9.2023an. Z, di perçemalek niştecîbûnê/şiqe de li qatê dudiyê – nêzîk Gergeha Maratê/B. Efrînê çêbûye, û di encamê de hin ji çekdaran hatine kuştin û birîndar bûne, û herweha jî armanckirina hin serkêşên milîseyan û endamên wan. Û ji aliyekî din ve, ji ber topebarankirinên di navbera Hêzên Turkiyê û milîseyên bi ser ve bi herêmên di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de, Bajarê Efrînê û hin gundên wê tûşî êrişên mûşekî hatin, û di encamê de ziyanên şênberî çêbûn û hin kes jî kuştî û birîndar bûn.
= Koçberên zorane yên Efrînê:
Koçberên Efrînê yên ku li herêmên Şehba’i, herdu bajarên “Niblê, Zehra’i”, Til Rif’et, Dêr Cimêl û hin gund û bajarokên “Çiyayê Lêlûn” – Bakurê Heleb (yên di bin desthilatiya Artêşa Sûriyê û bandoriya Rûsî de) rûniştine, jiyaneke ne baş û xemgîn derbas dikin. Hejmara wan dora /60/ hezar nişte ye, jê /9/hezar di pênc çadirgehan (kampan) de rûdinin. Ew ji çar aliyan ve – weke hepseke mezin – dorpêçkirî ne, û ji aliyê hêzên Hikometa Sûriyê, milîseyên rikber û artêşa Turkiyê ve çênabe werin guhestin. Herweha ew bi pirogramên Neteweyên Yekgirtî yên fîxana mirovahiyê ne giştîkirî ne û bêpar in. Weha jî ew ji kêmbûna derfetên kar û xizmetguzariyê (elektirîk, ava vexwarinê, tenduristî, hînkirinê û hin din) zehmetiyan dikşînin, Hikometa Sûriyê herwext sûtemenî û şênberên bingehîn ji ser wan qut dike, lê Daxwaza wan a bingehîn jî vegera li cî û warên wan e.
Û ji aliyekî din ve, bombebarankirina hêzên Turkiyê û giropên çekdar ên bi ser wê ve, ji gund û bajarokên Bakurê Heleb re (yên ku, xelkê Efrînê penaberê bûne) berdewam e, û ziyanên şênberî û qurbaniyên kuştî û birîndar li şûn xwe çêdike, weke çawa li 2.12.2019an Z, di komkujiya Bajaroka Til Rif’etê de çêbûye.
= Avakirina dîwareke cudahiyê:
Artêşa Turkiyê dîwarên çîmentoyî li dor biryargeh û bingehên xwe yên li navenda Bajarê Efrînê û navçeyên wê ava kirin, û ew bi hemî pêdiviyan xizmetkirî ne, Herweha jî wê dîwarek bi bilindbûna du metroyan li nêzîk Gundên “Kîmarê, Cilbirê û Meryemînê” – Başûr Rojhilatê Efrînê -weke pêngaveke bi gûman ji damezrandina dîwareke jihevcudakirinê bi Heleb re be – ava kir; Û ta niha Herêma Efrînê ji B.Helebê cudakirî ye, û tu derbasgehên mirovahî jî di navêna wan de tune ne.
Di dema şer de li ser Efrînê, Turkiyê bi biriyara sarkirina şer /2401/ a ku ji Encûmena Ewlehiyê ve, li 24.2.2018an. Z hatiye derxistin pabend nebû, û ne jî bi naverokên biryara wê /2254/ a /2015/an. Z ( ji avêtina pêngavên lêhatî yên ji bo parastina sivîlan de bigir, ta peydakirina mercên guncaw ji bo vegera aram û jixweber ji koçber û penaberên hundirî re bo herêmên wan ên resen, û ji nûve avakirina herêmên ku ziyan gihîştinê, li gor zagona navdewletî) pêgiriyê dike; Bi ser ku ew bi rengekî rastîn û giştî (leşkerî, rêvebirî û serwerî) herêmê destser dike.
Herêm dagîrkirî ye, û divê Turkiyê bi erk û stubariyên xwe rabe, û bi zagona/yasaya mirovahî ya navdewletî pabend be.
Herêma Efrînê di dorpêçkirineke tam de ye, ragîhandin bi ferzkirina destlatên dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê lê tune ye, nişteciyên wê yên resen di jiyana rojane de pir êşekan dibînin, û ew li pêş seredanên alavên ragîhandinê, rêxistinên mafwerî û sivîlî -yên guhdanê bi mafên mirovan dikin- û şandên perlemanî girtî ye, ji bilî hin seredanên tekane yên bi gotin û çîrokên Turkiyê re sazkar.
Tiştê herî metirsîdar ku Efrînê û xelkê wê û têkeliya di navbera pêkhateyên Gelê Sûriyê de gef dike, koçberkirina zorane ye, ya ku gihîştiye dora nîvî nişteciyên wê yên Kurd û niştecîkirina bi sedhezaran ji anîndeyan ji parêzgehên din ên Sûriyê li şûna wan û mekinkirina hebûna wan bi riya avakirina gundine niştecîkirinê yen nimûneyî ji wan re, da ku guhertina demografî ya rêbazkirî ji herêmê re were kûrkirin û pihêtkirin; Ev yeka bi xwe jî binpêkirineke mezin û robet ji Hevpeymana “Cinêfê a çaran – sala 1949an . Z” û herdu pirotokolên ku li sala 1977an. Z hatine zêdekirin re ye.
Bangewaziya xelkê Efrînê -li kû dibin bila bin- bidawîkirina dagîrkeriya Turkiyê ye, derxistina milîseyên terorîst ji herêmên wan e, û vegera hemî penaberan bo cî û warên wan e. Û li gor benda/1/ê ji biryara “Komela Giştî ya Neteweyên Yekgirtî” /1514/ – dîrok 14.12.1960 (ya ku, dibêje: Bindestkirin, kolekirina, desthilatkirin û çewsandina gelan ji aliyekî biyanî ve, nepejrandine ji mafên mirovan ên bingehîn re, tersî belgenameya Neteweyên Yekgirtî ye, û doza aştî û hevkariyê yên cîhanî kend dike), Kurd di xebat û berevaniya xwe ya dadmend de, bi hemî şêweyên rewa di ber doza xwe de, û ji bo tazîkirina siyasetên Turkiyê yên dijayetî û riswakirina binpêkirin û tewanên dibin de, berdewam in.
Herweha li ser asta Kurdistanî, Niştîmanî Sûrî û Navdewletî, bang li hemî yên têkildar dikin ku kar bikin, da ku bêdengiya li ser rewşên pîs ên li herêma wan serwerkirî bişkînin, û Hikometa Anqerê bi aliyê danîna rêgirekê ji binpêkirin û tewanan re, dawîkirina dagîrkirina wê ji herêmê re, û vegerandina herêmê ji serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê re têvedin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 491 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
Gotarên Girêdayî: 65
1. Dîrok & bûyer 21-01-2024
1. Kurtelêkolîn Efrîn di bin dagîrkeriyê de
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-01-2024 (0 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 05-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 05-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 491 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Diya Ciwan
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Kurtelêkolîn
Zimanên Hindo-Ewropî ji Kurdistanê şîn
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Jiyaname
Narin Gûran
Kurtelêkolîn
Obelisk Kêle Şîn li parêzgeha Soran, sal 800 berî zayînê
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Şaristaniya kevnar a Kurdistanê
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Jiyaname
Erdal Kaya
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Jiyaname
Mîna Acer
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
Di kesayeta Kurdî de xwendina realîst
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Kurtelêkolîn
Pêxember Birahîm ji bav û kalên kurdan bû?
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê

Rast
Jiyaname
Mîna Acer
20-09-2024
Sara Kamela
Mîna Acer
Wêne û şirove
Li bajarê Rihayê dikaneke hirî - sala 1800
21-09-2024
Aras Hiso
Li bajarê Rihayê dikaneke hirî - sala 1800
Kurtelêkolîn
Kurtedîroka zimanê kurdî
22-09-2024
Evîn Teyfûr
Kurtedîroka zimanê kurdî
Kurtelêkolîn
Feylî
13-10-2024
Sara Kamela
Feylî
Kurtelêkolîn
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ
22-11-2024
Sara Kamela
EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK Û TAYBETÎYÊN WÊ YÊN AVAHÎYA DEREKÎ
Babetên nû
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
24-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
10-11-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Osman Sebrî 1905-1993 (Jiyan, Têkoşîn û Berhem)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Rewan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
QÎRÎNA MIRINÊ
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Zanhaweya Pêxember (Mewlûda Pêxember)
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Ji xunava Bîranînan
07-11-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî
07-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  527,240
Wêne
  112,097
Pirtûk PDF
  20,581
Faylên peywendîdar
  106,839
Video
  1,596
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
290,168
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
90,812
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,271
عربي - Arabic 
31,930
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
19,652
فارسی - Farsi 
11,155
English - English 
7,786
Türkçe - Turkish 
3,684
Deutsch - German 
1,807
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,927
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
5,363
Şehîdan 
4,306
Enfalkirî 
3,604
Pirtûkxane 
2,769
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,747
Cih 
1,164
Belgename 
291
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
61
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
327
PDF 
32,152
MP4 
2,656
IMG 
205,812
∑   Hemû bi hev re 
240,947
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Diya Ciwan
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
HURŞÎT BARAN MENDEŞ
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 48
Kurtelêkolîn
Zimanên Hindo-Ewropî ji Kurdistanê şîn
Kurtelêkolîn
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Jiyaname
Narin Gûran
Kurtelêkolîn
Obelisk Kêle Şîn li parêzgeha Soran, sal 800 berî zayînê
Jiyaname
Resul Geyik
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Kurtelêkolîn
Şaristaniya kevnar a Kurdistanê
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Jiyaname
Erdal Kaya
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 47
Jiyaname
Mîna Acer
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
Di kesayeta Kurdî de xwendina realîst
Pirtûkxane
RÊZIMANE KURMANCÎ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Jiyaname
Mecîdê Silêman
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 1
Kurtelêkolîn
Pêxember Birahîm ji bav û kalên kurdan bû?
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 16
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 2.172 çirke!