Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,179
Wêne
  124,152
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,021
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (275): Dijatiyek li ser temenmezinekî û îşkencekirina sivîlina, revandin li “Be’irava”
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Xebatên xwe bi formateke baş ji Kurdipediyayê re bişînin. Emê wan ji bo we arşîv bikin û ji bo we biparêzin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (275): Dijatiyek li ser temenmezinekî û îşkencekirina sivîlina, revandin li “Be’irava”
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (275): Dijatiyek li ser temenmezinekî û îşkencekirina sivîlina, revandin li “Be’irava”
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (275): Dijatiyek li ser temenmezinekî û îşkencekirina sivîlina, revandin li “Be’irava”, girtinine bêsûcane, gundine niştecîkirinê, qutkirina hirşê “Qitmê”, geregoşî û dizîn

Binpêkirin û tewan di dermafê Kurdan û herêma wan de -bê ku gundek jê were awertekirin- berdewam in, û rengekî rêbazkirî distînin, ji ber ku bi şêwakî berdewam û fere ji şeş salên Dagîrkeriya Turkiyê ve tê pêkanîn, ji aliyê hemî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve, bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê û di bin çavên destlatên dagîrkeriyê yên leşkerî û rêvebirî û saziyên/dezgehên wê de, bê ku yên dikin -ji bilî hindikan jê- werin dadgehkirin an jî sezakirin.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Dijatiyek li ser temenmezinekî:
Li 21-01-2024an. Z, giropeke perwerdekarên pêz ji anîndeyan mekin bi çoyan/çovan li temenmezin “Umer Ehmed Elo” ji xelkê Gundê “Berkaşê” – Navça Bilbilê xistin, ji ber wê jî ji bo dermankirina birînên wî rakirin nexweşxanakê li Efrînê; Ew jî piştî daxwazkirina wî derxistina keriyekî pêz ji zeviyeke wî ye zeytûna, û berê jî ew û kurê xwe rastî hin dijatiyan hatibûn; Û divê bê zanîn ku Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” gund desteser dikin.
“Dijîkirin li ser temenmezin “Umer Ehmed Elo”, 21-01-2024. Z.”
= Giropa çeteyên revandinê li Gundê “Be’irava”:
Li şeva Duşemê/Sêşemê 16.01.2024an. Z, /16/ makînan ji endamên Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” biryargeha leşkerî (Mala koçberbûyê zorane Ebid El’rehman Şêxo) ya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad – serkêşê wê Fehîm Îse” – perçê “Erabe Idrîs” li Gundê “Be’irava/Elîbaza” – Navça Şera basmîş kir, û berpirsiyarê gund “Ebû Mihemed El’esmer” û şeş ji giropa wî girtin, da ku Endezyar “Şêxo Cemîl Hac Ehmed Zade – 1964. Z” ji xelkê Gundê “Zêtûnakê” – Navça Şera ji nav lepên wan derxin; Ê ku li 29-09-2023an. Z li dor Gundê “Gemrûkê” hatiye revandin.
“”Erabe Idrîs” serkêşekî Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” û yê di bin fermana wî de kar dike “Ebû Mihemed El’esmer” – berpirsiyarê Gundê “Be’irava/Elîbaza” yê leşkerî.”
Û bi dozê ve girêdayî, “asayêşê” herdu merivên wî “Şêx Se’îd Şêx Isma’îl Zade kurê Ehmed, Ciwan Şêx Isma’îl Zade kurê Ehmed” -ên ku li 19-12-2023an. Z hatine girtin- berdan, û berê jî -piştî du rojan ji girtina wê tevî xwîşk û hevjînê wê li 19-12-2023an. Z- meriva wî “Mewlîde Ebid El’henan Şêx Isma’îl Zade” berda/terk kir, lê mêrê wê/hevjîn “Ebid El’kerîm Yûnês (ê Tûnisî û berê jî da’işî û yek ji endamên Milîseyên Ceyş El’nuxbe yên ku G. Zêtûnakê desteser dikin”) û xwîşk “Necla’i Ebid El’henan Şêx Isma’îl Zade” li ba xwe girtî hîştin.
Û ji wêneyeke kesê hatiye revandin e piştî berdanê, û perçevîdiyoke belavkirî ye ku revandiyan di demeke berê de ji xwediyan re şandibû, asta işkencekirina ku rastê hatiye xuya dibe.
“Îşkencekirina “Şêxo Cemîl Hac Ehmed Zade” yê hatiye revandin.”
Û jêdereke xwecihî tekez kir ku Istîxbaratên Turkiyê guhdaneke taybet dan doseya revandina “Şêxo Zade“, û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” û hin din vêrgiyine diravî beramberî “xizmetên ku di piroseya rizgarkirinê de pêşkêş kirine” -li gor ew dibêjin- ji malbatê wergirtin; Û bê ku ew aliyina bi awakî fermî hûrguliyên piroseyê û sedemên revandinê û yên di ber de berpirsiyar bidin ragîhandin.
Û ji aliyekî din ve, hin endamên “El’mûrad” tevî malbatên xwe ji Gundê “Be’irava” reviyan, û berpirsiyarê leşkerî (yê ku li vê dawiyê hatiye binavkirin) soza rêdana vegerandinê da her yekê/yekî ji xelkê gund dixweze vegere.
Û li gund ji bilî/11/malbatan ji reseniya dora/100/malbatî tune bûn, bi sedema koçberkirina zorane û qedexekirina vegerandina/10/malbatan (ên ku neçar bûne ku li Bajarê Efrînê û gundên wê rûnin), piştî ku Milîseyên “El’mûrad” li sala 2018an. Z ew desteser kiriye, û binpêkirin û tewan di dermafê xelkê wê de pêk anîne, li dirêjiya şeş salên borî.
= Girtinine bêsûcane:
Bi tuhmetên têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 13-10-2023an. Z, Xort “Nezmî Mihemed Hesen /19/sal” ji xelkê Gundê “Anqelê” – Navça Şiyê, piştî vegera wî ji ciyê penaberiyê Heleb bo gundê xwe, û ta niha li ba Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li #Efrîn# ê” bêsûc bendkirî ye.
– Li 27-12-2023an. Z, Hemwelatî “Delîl Mistefa Mistefa/Malbata Keşo/35/ sal û hevjîna wî Ferîde Fadêl Îbrahîm/31/sal û herdu zaroyên wan ên biçûk” ji xelkê Gundê “Firfirkê Jorin” – Navça Reco û li Bajarê Efrînê rûniştî, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, li dema seredana wan ji merivên xwe re li Reco û li dû fisûkiyeke kîndar li dijî wan; Û li 16.01.2024an. Z jin û herdu zaro -piştî ferzkirina vêrgiyine diravî li ser wan- hatin berdan, lê mêr rastî îşkencekirinê hat, û ta niha zorane veşartî ye û çarenûs nediyar e.
“Hemwelatiyên girtî “Delîl Mistefa Mistefa/Malbata Keşo/35/sal û hevjîna wî Ferîde Fadêl Ibrahîm/31/sal û herdu zaroyên wan ên biçûk” ji xelkê Gundê “Firfirkê Jorin” – Navça Reco.”
– Li 13-01-2024an. Z, Hemwelatî “Ednan Mihemed Xelîl/Malbata Sito /45/sal – makînês kar dike” ji xelkê Gundê “Ebûdanê” – Navça Bilbilê, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî li Ezazê” ve, û du heftan -bê ku bi cîhana derve re têkildar be- ma, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Ji xelkê Gundê “Goliyê Jêrin” – Navça Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, li 14.01.2024an. Z Hemwelatî “Rihanê Yûsêf keça Mihemed Elî /50/ sal, Elî Silêman kurê Mehmûd /35/sal, Fatîme Silêman keça Mihemed Elî /51/sal”, li 23.01.2024an. Z Hemwelatî “Mihemed Silêman kurê Mehmûd /53/sal, Mistefa Mihemed Bekir /33/sal”, û li 24.01.2024an. Z Hemwelatî “Xelîl Ibrahîm Bîlal /66/sal – nimêjvanê/îmamê mizgeftê”; Û berê jî li 29.12.2023an. Z ji gund du keçên xwîşk “Zêneb /21/sal û Henîfe /20/sal – keçên Silêmên” girtin, da ku hejmara jinan bigihêje /4/an; Û ta niha her /8/ bêsûcane girtî ne.
– Li 17-01-2024an. Z, keçik “Lem’an Reşîd Seydo /35/sal” ji xelkê Gundê “Metîna” ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Şera” ve, piştî neçarbûna wê ji bêtirî heyvekê ve ku ji ciyê penaberiyê Heleb vegere gundê xwe da ku xizmet dê û bavê xwe yên temenmezin û di mala xwe de rûniştine bike, û ta niha bêsûcane bendkirî ye, bi ser ku wê /1700/ Dolar Emrîkî jî dabûn Milîsyên “Firqit El’sultan Mûrad” ên ku gund desteser dikin.
– Li 16-01-2024an. Z, Temenmezin”Almase Onbaşî /65/sal – hevjîna Umer Birîm” ji xelkê Gundê “Hecîka” – Navça Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, ya ku li dawiya Havîna borî ji ciyê penaberiyê Heleb vegeriye gundê xwe, û bo Hepsa “Maratê” – Navenda Efrînê hate şandin.
– Li 18-01-2024an. Z, Hemwelatî “Ebdo Reşîd Henan Hac Ebdo /45/sal” ji xelkê Gundê “Qestelê Xidriya” – Navça Bilbilê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Ezazê” ve, li dema ku çûye bajêr, û ta niha bêsûcane girtî ye.
– Li 23-01-2024an. Z, Hemwelatî “Elî Umer Mihemed /70/sal” ji xelkê Gundê “Elemdara” – Navça Reco (yê ku tevî hevjîna xwe bi tenê rûniştine), ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û “Asayêşa Leşkerî li Reco” ve, bi behaneya ku keça wî “Nûra” (ya ku li sala 1987an. Z şehîd ketiye – yanê ji berî /37/salan) di nav refên Partiya Karkirên Kurdistanê(PKK)de bû, û ta niha “Elî” bêsûcane girtî ye.
= Gundine niştecîkirinê yen nû:
Bi behaneya bicîkirina yên ji Erdheja /6/ ê Reşmehê 2023an. Z ziyan dîtine û nişteciyên resen jî ne di nav de, avakirina gundên niştecîkirinê yên nimûneyî ji bo niştecîkirina anîndeyên parêzgehên Sûrî yên din li herêmê hate lezandin, weke xizmet ji piroseya guhertina endeza demografî re, ya ku Turkiyê bi hûrgulînî li ser kar dike:
– Gundê “El’selam/aştiyê”:
Li 23-01-2024an. Z, “Rikxirawa/rêxistina Oranc – Organition Orancê, ya rêdankirî/ruxsetkirî li Turkiyê û nivîsgeheke wê li Bajarê Entabê heye” Gundê “El’selam/aştiyê” di nav hirşê “Qitmê” – Navça Şera de vekir, ê ku ji /315/ yekîneyên rûniştinê (mîna malên pêşinde avakirî) pêk tê, tevî cîbicîkirina binevahiyeke/binesaziyeke tevahî ji rê, xerckirina ava şuştinveşuştinê, toreya ava hundirîn ji her yekîneyekê re, taqeta royê, amûrên elektirîkê bi tevahî û mizgeftekê, û hejmara yên tê de hatine niştecîkirin gihîşte dora/1384/nişteyî ji anîndeyan.
“Gundê “Aştiyê/El’selam” yê niştecîkirinê li hirşê “Qitmê” – Navça Şera.”
Herweha Rikxirawa/Komela “Buhar” jî li heyva Cotmehê 2023an. Z /775/ konên pêşxistî (RHU) ji dora /650/malbatî re ji anîndeyan di çadirgeha hirşê “Qitmê” de venan; Û li wir sê çadirgeh (Jorin, Jêrin, Me’iseran) hene.
– Gundê “Deniz Fenerî”:
Li 23-01-2024an. Z, Komela “Minara Deryayê – Deniz Fenerî” ya Turkiyê -navnîşana wê “Zeytûn Borno – Istanbûl”- vekirina Gundê “Minara Deryayê/Deniz Fenerî” ragihand, ê ku bi hevkariya “Saziya Rehmê ya Cîhanî – Global Rahmah Foundatin (GRF)” – Bajarê “Manşêstir a Birêtanî” hatiye avakirin, û ji /200/malî bi biloka û çîmento pêk tê, tevî binevahiyan/binesaziyan û mizgeft û dibistan û amojgeheke olî, û li ser erdekî rûbera wî dora/4/hiktaran, piştî jiholêrakirina darên îhracê li cîgeha Zaretgeha “Qaziqlî” – Navça Cindirêsê.
“Gundê “Deniz Fenerî” yê niştecîkirinê li cîgeha Zaretgeha “Qaziqlî” – Navça Cindirêsê.”
– Gundê “El’xozame”:
Li Havîna 2023an. Z, Rikxirawa/Rêxistina “Afad” (Desteya xişimûbêtar û awerteyên Turkiyê) cîbicîkirina pirojeya Gundê “El’xozame” li nêzîk Gundê “Xezîwê” – Şêrewa bi dawî kir, ê ku ji /1500/yekîneyên niştekirinê/kerevane û tevî kişandina elektirîkê û toreya ava vexwarinê pêk tê, herweha jî dibistan û mizgeft û dermankiringehekê/mistewsef, avahiyên xizmetguzariyên civakî û riyan û ronîkirina kolanan, û tev jî bi pereyên “Navenda Qeral Selman a Fîxan û Karên Mirovahiyê ya Si’ûdî“.
“Gundê “El’xuzame” yê niştecîkirinê li nêzîk Gundê “Xezîwê” – Şêrewa.”
– Du gundên “Sor Bahêr, Beyt Henîne”:
Me di “rapora xwe /244/ de – 06.05.2023an. Z” li ser vekirina “Gundê Hêvî 2/El’emel 2” yê niştecîkirinê yê nimûneyî (yê ku ji aliyê “Desteya Cîhanî ya Fîxan û Geşepêdanê/Unsir” hatibû avakirin, li nêzîk Çandingeha”Gobelê”ya girêdayî Gundê “Cilbirê” Robariya, li 04.05.2023an. Z) nivîsand; Lê bi şopandinê re xuya bû ku pirojeya bi navê “Erdê Hêvî 2/El’emel 2” du gund bi navê “Sor Bahêr, Beyt Henîne” (yên vedigerin Gundên Sor Bahêr – Başûr Rojhilatê Bajarê Qudsê, Beyt Henîne – Bakurê Bajarê Qudsê) li ser hatine avakirin, ên ku xelkê wan herdu gundên Felestînî alîkariya peran dane ji bo avakirinê li Efrînê, û “Şêx Xelîl Umeyre û Dr. Xalêd Ebid Rebo – nûnerên herdu gundên Felestînî” jî li şahiya vekirinê beşdar bûn.
“Pirojeya “Erd El’emel2″/herdu gundên “Sor Bahêr, Beyt Henîne” yên niştecîkirinê li nêzîk Çandingeha “Gobelê”/Gundê “Cilbirê” – Robariya.”
= Qutkirina hirşê “Qitmê”:
Li gor jêderine xwecihî û perçevîdiyon belavkirî, tê xuyakirin ku hirşê Gundê “Qitmê” – Navça Şera ji bo êzingkirin û bazirganiyê rastî qutkirineke fere hatiye, û tê de çadirgehin/kampin ji anîndeyan re hatine avakirin, û bi beramberkirina di navêna du wêneyan de ( yên ji tevahiya hirş re hatine girtin), ji aliyê “Gogêl Êrs” ve, û bi du dîrokan (04.06.2018an. Z berî qutkirinê, 31.12.2022an. Z), tê xuyan ku rûberin fere dora /70/hiktarî di navboriya çar demsalên Zivistanê de hatine qirkirin, û weha jî dora/17/hiktaran jî li Zivistana îsal, yanê tev de dora (87 hiktaran=/87/hezar darî îhracê (yên sinoberê – temen jî bêtirî çel salî), û ta niha piroseyên qutkirinê berdewam in; Û herweha jî ji ber xemsarî yan jî bi mebest agir pêketin, ji bo li ser qutkirinê were peçinandin.
“Hirşê “Qitmê” – Navça Şera, berî û piştî qutkirinê.”
Niha jî gund û hirş di bin desteseriya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” – perçê “Erabe Idrîs” de ne, yên ku ketine şûna Milîseyên “Eniya/El’cebhe El’şamiyê”, piştî qewtandina wan ji Efrînê li Cotmeha 2022an. Z.
Û tê bîranîn ku “Erabe” kurê birayê “Selîm Idrîs – Wezîrê/Şalyarê Berevaniya Hikometa Sûrî ya Demkî a berê” ye, ji Bajaroka “El’mubarkiyê” – Gundewarê Humsê ye, û di bin destê wî de “Hemade El’zihorî” kar dike, yê ku ji Bajaroka “Qisêr” – Gundewarê Humsê ye, berpirsiyarê biryargeha leşkerî li “navenda îhracê ya berê li derbasgeha Gundê Qurtqilaqê” ye, stubariyên qutkirin û qirkirina daristanên îhracê li herdu gundên “Qurtqilaqê û Keferomê” (yên bi “Qitmê” re hevcîwar) li xwe digirtin, û ta niha jî di qurkirina daristanin din de berdewam e, bi ser de jî bikaranîna binpêkirinan di dermafê xelkê wan gundan de, û îşkencekirina revandber û girtiyan di wê biryargehê de.
“”Erabe Idrîs” û yê ku di bin destê wî de kar dike “Hemade El’zihorî” – berpirsiyarê Gundê “Qurtqilaqê” – Navça Şera yê leşkerî.”
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 15.01.2024an. Z, giropeke çekdar bi makînak cîp “Santafê” (bi nimrak leşkerî 30582 e Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – li gor kenalin ragîhandinî yen xwecihî û jê re alîgir) êriş rêbendeke leşkerî ye Milîseyên “Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê/Herekit El’tehrîr we El’bîna’i” li Gundê “Tiltewîlê” – Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê kir, û di encamê de (sê endam hatin kuştin û pênc jî birîndar ketin – li gor heman kenalan).
= Binpêkirinine din:
– Li 12.01.2024an. Z, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” herdu hemwelatî (Ebdo Ehmed Necar /40/sal – ê Keya/mixtar, Ibrahîm Mihemed Ebdo /45/sal ji xelkê Gundê “Kurzêlê”- Şêrewa) daxwaz navenda xwe li gund kirin, û li wan xistin û îşkence kirin, li dû nerazîbûna her yekî ji wan ji dandina vêrgiya /5/hezar Dolar re, bi behaneya rêvebirina wan bi rêdankan/wekaletan ji erdên merivên xwe re, û mixtar (ê ku neçar bûye ku ji ber îşkencekirinê xwe li cem bijîşkekî derman bike) bi şev berda, “Ebdo” jî piştî du rojan, û herdu jî neçar kirin ku peran bidin.
– Di navboriya deh rojên dawiyê de, dizin/çeten çekdar ji Giropa “Ebû Diyab/Harêm” ji Milîseyên “Firqit El’hemzat” (/13/teneke zêtê zeytûna yên /16/KG sade ji bin avahiya Mala “Mihemed Ebdo” dizîn, du betariyên taqeta royê ji Mala “Mistefa Mûrad”, matorek dutekerî ji pêş Mala “Yûsêf Bekir”, matora duloqî ya “Nêçîrvan Hacî”, çar mî tevî berxikên wan ên “Ehmed Hacî”) ji xelkê Gundê “Maratê” – B. Efrînê dizîn.
Bi bûyîn û nîşandayînan emê rastiya kiryar û siyasetên dijayetiyê yên derbarî Efrînê û xelkê wê de têne meşandin aşkere bikin, û berpisiyartiya Turkiyê di ber de dimîne bingehîn, û ew çarçewên “rikberiya siyasî û milîseyî” (yên ku dest danîne ser Efrînê û navçên wê) tenê bi dest de acet in.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 972 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
Gotarên Girêdayî: 81
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-01-2024 (1 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 972 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.328 çirke!