Navê pirtûkê: Du birayên Bedirxanî : Celadet û Kamiran (1913-1923)
Navê nivîskar: #Seîd Veroj#
Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed#
Navê çapxaneyê: Dara
Sala çapê: 2016
Emin Ali Bedirxane lawe Mir Bedirxan, serkirde u revebireki bijarte ye tevgera Kurd e di dema dawi ya İmperetoriya Osmani de. Her weha ji lawen wi Sureyya, Celadet u Kamiran Bedirxan ji endam u revebiren çalak en tevgera Kurd bun u we deme bi girani di ware çapemeniye de kar kirine. Xebata wan a di ware nivisandine de, di sala 1913 ye de dest pe dike, le bele karkirina wan a di rojnameya Serbestiye de, dibe destpeka kare rojnamevaniya profesyonel a birayen Bedirxani. Celadet Bedirxan buye redaktore alikar e rojnameya Serbestiye u Kamiran ji wek niviskare herdemi di rojnameye de kar kiriye. Serbesti, di ve deme de wek weşaneke Cemiyeta Peşxistina Kurdistane hatiye weşandin. Nivisen wan ne tene di nav rupelen Serbestiye de, di rojnameyen weki Türkçe İstanbul u İctihada Abdullah Cevdet u wd. de ji hatine weşandin. Di weşanen navbori de; hemu nivisen her du birayan ji bi zimane osmani ye.
Di nav ve pirtuke de 37 meqeleyen Celadet u Kamiran Bedirxan hene u bawer dikim pişti çapa yekemin, cara peşin e ku li ser hev tene çapkirin. Naveroka van meqeleyen wan, ji bo ronikirin u rastxwendina tevgera neteweyi u siyasi ya Kurd a navbera salen 1918-1922an pirr giring e.
[1]