Navê pirtûkê: Rojnamegerî û kovargerîya kurd (1898-1932).
Navê nivîskar: #Seîd Veroj#
Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed#
Navê çapxaneyê: Dara
Sala çapê: 2021
Çapemenî û medya, berhem û wesîteyê dema modern ango dema netewedewlet in. Medya kurd jî, bi tevî pêşketina fikra neteweyî ya kurd dest pê kirîye. Dema em dibêjin medya, bêguman qesta me tenê kovar û rojnameyên wê demê ne; çimkî wê demê radyo û televîzyonên kurdan tune bûn.
Dewra destpêka medya kurd, rastê salên dawî yên dema Împeretorîya Osmanî tê. Dewra piştî împeratorîyê yan jî dewra netewe-dewletê jî berdewamîya vê pêvajoyê ye. Rojnamegerîya kurd, li dervayê welat û ji dûrê civak û coxrafya Kurdistanê dest bi weşanê kirîye. Bi vî alîyê xwe ve destpêka rojnamegerîya kurd, rojnamegerîya dervayê welat û sirgûnê ye. Lewra #rojnameya Kurdistan# ê (1898) ku wek yekemîn rojnameya kurd tête qebûlkirin, li dûrê bajarên Kurdistanê, li bajarê Qahîreya Misrê dest bi weşanê kirîye. Ji çapkirina rojnameya Kurdistanê (1898) heta destpêka weşana Hawarê (1932), pirranîya rojname û kovarên wê demê yên kurdan, bi girêdayî cemîyet-rêxistinên kulturî û sîyasî yên kurdan hatine çapkirin û belavkirin.
Dema em bala xwe bidin xebat û bandora van sîh û pênc salên medya kurd an jî rojnamegerîya kurd, dîyar dibe ku para medyayê, di hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî û komelîya ya kurdan de gelek girîng e. Herweha xebatên kulturî û bi taybetî jî ziman û edebîyata modern a kurd, bi pêşketina faalîyetên medyayê, berhemên nû dane û gihiştîye kutleyek hîn mezin.
[1]