Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,161
Wêne
  124,131
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  126,005
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Panorama 2023-6
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her bûyereke li seranserî welêt, ji rojhilat heta rojava û ji bakur heta başûr... Wê bibe çavkanî ji bo Kurdîpêdiya!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Panorama 2023-6
Panorama 2023-6
Panorama 2023-6
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyan xizmet, dagirkeran êriş kirin
Sazî û dezgehên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li aliyekî pirsgirêk çareser kirin û li aliyekî din projeyên nû xistin meriyetê. Lê dewleta Tirk a dagirker bi êrişên dermirovî hewl da van projeyan têk bibe
Deste, komîte û saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2023’yan de ji sererastkirina xetên kanalîzasyonê û avê heta avakirina firin, nexweşxane û kargehan gelek xizmet pêşkêşî welatiyan kirin. Em ê di vê dosyayê de balê bikişînin ser van xizmetan.
Şaredariyên gel di danîna bernameyên xwe yên kar de xwe dispêrin komînan. Şaredariyên gel di Tîrmehê de civîn ji welatiyan re li dar xistin, nêrînên wan der barê projeyan çêbûyî û yên dê werin pêkanîn de guhdarî kirin.
132 şaredariyên li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêdetirî 500 projêyên sererastkirina rêyan, dabînkirina avê, sererastkirina xetên kanalîzasyonê û yên avê, her wiha projeyên ekolojîk pêk anîn.
Şaredariyan di Gulanê de projeyên sererastkirina rêyan dan destpêkirin û bi sedan rêyên sereke û yên şaxî qîr kirin.
$PROJEYÊN GIRÎNG$
2’yê Îlonê Şaredariya Gel a gundewarê rojhilatê Dêrazorê projeya sererastkirina rêya alternatîf a Hecîn û Ebû Hemam bi dirêjahiya 15 kîlometreyan û firehiya 5 metreyan qîr kir. Her wiha rêya diçe bajarokê Baxozê yê dirêjahiya wê hezar û 200 metre ye, sererast kir.
Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a gundewarên rojava yê Dêrazorê rêya Dêrazor-Reqayê qîr kir. Qîrkirin ji herêma Meaml ber bi bajarokê Cezra yê li rojavayê Dêrazorê ve dest pê kir. Rêya bajarokê Ebû Xeşeb ku dirêjahiya wê 15 kîlometre ye û firehbûna 5 metre ye, qîr kir.
1’ê Hezîranê Şaredariya Gel a Reqayê projeya qîrkirina rêyên 45 kolanên sereke yên bajar pêk anî.
1’ê Cotmehê Şaredariya Gel a Hesekê projeya sererastkirina rêya M4 ya bi dirêjahiya 28 km, firehiya 12.5 metreyan da destpêkirin.
Li kantona Minbicê jî rêya Mehmûdlî-Bîr Sinaa bi dirêjahiya 30 kîlometreyan hat qîrkirin û xebatên qîrkirina rêya Reqa-bajarokê Hizêma ya bi dirêjahiya 10 km hate destpêkirin.
Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê projeya herî mezin a rêyan a Dêrik-Qamişloyê ya ku di 23’yê Tebaxa 2022’yan de dabû destpêkirin, berdewam kir û rêyeke nû li beramberî wî vekir da ku fireh bibe.
Desteyê xebatên avakirina pira Reqa ya nû ya di navbera bajarê Reqayê û gundewarên wê yên başûr de dewam kir.
AV
7’ê Sibatê Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê dest bi avakirina depoyeke avê ya bi firehiya 3 hezar metrekab kir.
1’ê Adarê Şaredariya Gel a navçeya Til Birakê projeya ji nû ve sererastkirina stasyona Til Azan da destpêkirin. Projeya ku ji 8 bîran pêk tê, xizmetê pêşkêşî 30 hezar kesî dike.
5’ê Gulanê Gerînendetiya Avê ya navçeya Amûdê projeya firehkirina torên avê bi dirêjahiya 6 hezar û 300 metreyî bi dawî kir. Proje avê ji 13 deveran (5 hezar kesî) re peyda dike.
15’ê Hezîranê Gerînendetiya Avê ya Kobanê li girê Meştenûrê projeya avakirina depoya avê ya 14 hezar metrekab bi dawî kir.
21’ê Hezîranê Yekitiya Avê ya bajarokê Cirniyê yê ji ber girtina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, bîrek û depoyeke avê çêkirin ku avê didin 16 gundan.
15’ê Mijdarê projeya avakirina depoyeke avê li gundê Heb El Ferec ê rojavayê bajarê Kobanê hat destpêkirin.
Li gundewarên Dêrazorê Komîteya Rêveberiya Herêmî xebatên temamkirin û avakirina stasyonên nû yên avê da destpêkirin.
$JÎNGEH$
1’ê Adarê pêngava çandina 50 daran li Tebqayê hat destpêkirin.
7’ê Adarê Şaredariya Gel a Çilaxa ‘Parka Jin’ vekir.
2’ê Nîsanê Meclisa navçeya Til Rifetê ya kantona Efrîn û Şehbayê ’Parka Rêber Apo’ vekir.
4’ê Nîsanê ‘Parka 4’ê Nîsanê’ li bajarê Hesekê hat vekirin.
4’ê Nîsanê li bajarê Qamişloyê ‘Parka 4’ê Nîsanê’ hat vekirin.
23’yê Gulanê bi biryara Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Desteya Jîngehê Ji Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê hat cudakirin.
1’ê Îlonê xebatên ji nû ve avakirina ‘Parka Navendî’ ya li bajarê Tebqayê dest pê kir.
6’ê Mijdarê xebatên avakirina ’Parka Jîn’ li bajarê Kobanê dest pê kir.
6’ê Mijdarê pêngavek ji bo çandina hezar û 200 darên merx li gundê Navkurê yê bajarê Qamişloyê hat destpêkirin.
27’ê Mijdarê Parka Cizîrê li Minbicê hat vekirin.
Di sala 2023’yan de li daristanên Kobanê, daristana Şehîd Xeyrî ya li navçeya Celebiyê 2 hezar û 500 dar çandin. Li Daristana Şehîd Baz a li gundê Mînazê jî 5 cûreyên daran hatin çandin.
$FIRIN$
Di çaçroveya pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ku li Dêrazorê hatibû lidarxistin de, Komîteya Aboriya Civakî ya Kantona Dêrazorê di meha Mijdarê de 4 firine (li deverên Dehla ya gundewarê navîn ê Dêrazorê, bajarokê Siwar ê li gundewarê bakur, firtina Teqwa li herêma Hîsan a gundewarê rojava û firina kooperatîfan li herêma Sebha Kîlo) vekirin.
9’ê Mijdarê firineke bi navê Xabûr li bajarê Hesekê hat vekirin.
$TENDURISTÎ$
5’ê Çileyê projeya avakirina nexweşxaneya welidandinê li Tebqayê hat destpêkirin.
15’ê Gulanê nexweşxaneyeke giştî li devera Kisra ya li kantona Dêrazorê hat vekirin.
10’ê Tîrmehê navendeke tenduristiyê bi nave bajarê Tebqayê hat vekirin.
12’ê Tîrmehê li Nexweşxenay Wetenî ya Reqayê beşê Onkolojiyayê hat vekirin
19’ê Tebaxê 31 amûrên tibî li Nexweşxaneya Gel a navçeya Şedadê hatin bicihkirin.
8’ê Cotmehê kargeheke oksecînê ya tibî li bajarê Reqayê hat vekirin
5’ê Mijdarê amûrên tibî pêkêşî Nexweşxaneya Giştî ya Hecîn a li Dêrazorê hatin kirin.
28’ê Mijdarê navendê r
2’yê Kanûnê beşê çavan li Nexweşxaneya Kisra ya li kantona Dêrazorê hat vekirin.
5’ê Kanûnê banka xwînê li Tebqayê hat vekirin.
19’êKanûnê Heyva Sor a Kurd yekemîn Nexweşxaneya Penceşêrê li Qamişloyê vekir.
Dexebatên avakirina nexweşxaneyeke giştî li Kobanê dewam dike. Li gorî planê dê tevahî beşan di nava xwe de bigirine û di navbera 180 heta 220 de text hebin.
28’ê Mijdarê beşa radyolojiyê (tomografya axial û panorama maxillary), li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê hat vekirin
6’ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker bi balafiran Nexweşxaneya COVID-19 ya li gundê Girê Vira yê bajarê Dêrikê wêran kir. Her wiha Nexweşxaneya COVID 19 ya li bajarê Kobanê bombebaran kir.
$ÇANDINÎ$
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 2023’yan de mîlyon û 9 hezar ton genim wergirt.
Ji bo mewsimê 2023/ 2024’an saziyên têkildarî çandiniyê cûreyeke cuda ya tovê genim ê hişk û ter amade kirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bandorek li xebatên xizmetguzariyê kir. Dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê biriye û nahêle av bighêje gundên Reqa û Tebqayê.
Dewleta Tirk a dagirker di 4’ê Cotmehê de êrişên xwe li ser herêmê zêde kirin, binesazî û navendên xizmetguzariyê kirin armanc. Ev êriş bandor ên xebitandina firin, aş û stasyonên ceyran û avê yên li Cizîrê û Dêrazorê kir û bû sedem ku ev stasyon ji xizmetê derkevin. Di encamê de 2 mîlyon û 150 hezar şêniyan ji ceyranê bê par man.
Her wiha di encama êrişên li ser navendên petrolê, gazê û kehrebeyê de, dahatên gencîneya giştî ya Rêveberiya Xweser ji bo 6 mehên bê bi 540 milyon dolarî kêm bûn.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 582 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | hawarnews.com
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 00-00-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Raport
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Pizîşkî, Bijişkî
Kategorîya Naverokê: Kiştukal
Kategorîya Naverokê: Jînge
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Tirkiya
Welat- Herêm: Sûrya
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( کاکۆ پیران ) li: 10-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 10-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 582 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.1173 KB 10-02-2024 کاکۆ پیرانک.پ.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.547 çirke!