Gundê Hawdiyan: Cihê bihevrejiyana olên cuda
Sîpan Sofîzade
Gundê Hawdiyan girêdayî navçeya Diyana ji sînorê navçeya navendî ya Soranê ye û dikeve quntara çiyayê Biradostê. Hawdiyan gundekî xweş û balkêş ê navçeyê ye ku xwedî dîrokeke kevnar û gelek #şûnwar# ên dîrokî te de hene. Rûniştiyên wê misilman û xiristiyan in.
Bihevrejiyana olên cuda li gundê Hawdiyanê
Misilman û xirîstiyanên gundê Hawdiyanê yê ser bi navçeya Soranê nêzî 100 sal e ku bi aramî û aştî bi hev re dijîn, tevî wê ku xaç û minareya dêr û mizgeftên wan herdukan li kêleka hev in, lê di heman demê de misilman û xirîstiyanên gund bi berdewamî beşdariyê li şîn û şahî û hilkeftên hevdu dikin. Li vî gundî sê dêrên mezin ên xiristiyanan hene ku merasimên xwe yên olî li dar dixin. Li vî gundî xiristiyan ji bo avakirina mizgeftan erdê xwe diyarî misilmanan dikin ku ev yek jî rengvedaneke ciwan e li ser bihevrejiyana di vî gundî de. Nêzîkî sedsalekê ye ku gundê Hawdiyan misilman û xiristiyan hembêz kiriye.
Rûniştiyên gundê Hawdiyanê
Hejmara rûniştiyên ngundê Hawdiyanê nêzîkî 750 mal in, ku beşek ji wan xelkê Hewdiyanê ne û ji eşîreta Balekî û beşeke biçûk jî, ji eşîrên dinê ne.
Nêzî 10 heta 11 malên xiristiyanan di navbera salên 1917-1919an de ji aliyê Brîtanyayê ve hatine gundê Hawdiyan û deverên din ên Kurdistanê, û ew yeka jî vedigere li ser derxistina wan ji Hekariyayê.
Herwisa beşeke din ji xirîstiyanan di sala 1927an de ji navçeyên xwerê yên Iraqê hatine Diyana û gundê Hawdiyanê yê ser bi sînorê Soranê û di wê navçeyê de nîştecih bûne. Wate hejmara xirîstiyanan li gundê Hawdiyanê nêzî 50 malî dibe, lê bi giştî hejmara xirîstiyanan li Soran, Diyana, Hawdiyan û Barzanê nêzî 300 mal û hezar kes dibe.
Pîşeya sereke ya xelkê gundê Hawdiyanê karmendên demûdezgehan in û mûçexwarê hikûmeta Herêma Kurdistanê ne. Beşek ji wan jî dikandar û mijûlê kasibiyê ne. Di dikan û bazaran de misilman û xirîstiyan bi hev re danûstandina kirîn û firotinê dikin, wate ji ber tevlîbûn û nêzîkbûna wan bi hevdu re, misilman û xirîstiyan bi hev re bazirganî, dikandarî û gelek karên din bi şirîkî dikin û bi ti awayekî di nav wan de cudatiya olî nayê xuyakirin û jiyana herî xweş bi hev re dikin ku di Diyana de mînaka wê yekê nîne.
Şûnwarên dîrokî yên gundê Hawdiyanê
Gundê Hawdiyanê xwedî dîrokeke kevnar e. Ji ber hebûna çend şûnwarên dîrokî yên vî gundî, di sala 1961ê de Birêveberiya Giştî ya Şûnwaran, gundê Hawdiyanê wekî şûnwareke dîrokî daye zanîn û çend cih di gund de destnîşan kirine ku ji demên kevnar ve hebûne û weke şûnwar hatine naskirin. Giringtirîn şûnwarên dîrokî yên gundê Hawdiyanê ev in:
Yekem: Şikeftên Hawdiyanê
Ev çend şûnwarên dîrokî ne ku ji beşeke zêde ya wan bi şikeftan hatine nasîn, şikeftên herî girîng jî pêk hatine ji şikeftên Babexal, Mam Weysî, Diyan û Bestun, Hesen Axa, Hemede Kor û hwd. Li navçeyê gelek şikeft û şûnwarên dinê hene.
Duyem: Girê Dibora
Girekî dîrokî ye ku çendîn şûnwar li wir in, lê tenê cihên wan mane û mixabin tiştek wekî avahiyan li ber çavan nayê dîtin. Ev gir bi girê Dibore hatiye nasîn û niha bi navê girê Qelat tê naskirin. Di van salên borî de çendîn berhemên wek şûr, tîr û riman hatine dîtin û ev yeka jî wisa nîşan dide ku ev der cihê çêkirina çekan bûye, ango kargehek hebûye.
Sêyem: Keleha Berdepana
Jê re Qalat Berdeban tê gotin û li gundê Hawdiyanê hilkeftî ye. Di van salên dawî de, lêkolînek derbarê wê hate kirin, cih û dîwarên kelehê hatine dîtin, ku kelehê çend kûrahiyek hebûye, lê derbarê vê derê de ti zanyariyên dinê nehatine eşkerekirin.
Çarem: Keleha Mîrkelos
Keleha Mîrkelos keleheke mîrnişîniya Soran e, ku li serdema Osmaniyan di destpêka sedsala 14an de hatiye çêkirin. Yekemîn kesê ku fermanrewayiya vê kelehê kiriye, Mîr Îsayê kurê Kelos Beg bûye. Mîrnişîniya Soran ev keleh ji bo parastina mîrnişîniya xwe ava kiribû.
[1]