Gundê Bêstansor, kevintirîn gundê çandinî yê #Başûrê Kurdistanê#
Sîpan Sofîzade
Gundê “Bêstansor” dikeve 24 kîlometreya rojhilatê bajarokê “Erbet”ê û 27 kîlometre dûrî navenda parêzgeha Silêmaniyê ye. Heta çend sal berî niha li gorî lêkolînên şûnwarî û dîrokî derketibû ku gundê “Çermo” yê li Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê kevintirîn gundê nîştecihbûna mirovan li Kurdistanê ye. Lê şûnwarnasî zanisteke û dibe ku hemû salekê pêka encamdana karê lêkolînên nû, di navçeyên şûnwarî de tiştên nû peyda bike û dîroka nû tomar bike, lewma li pey encamdana lêkolîn û karê kolandina şûnwarî ji bo gundê “Bêstansor”ê, mijara wê ku gundê Çermo yekemîn gundê şûnwarî yê Kurdistanê ye hate redkirin; Çimkî encama lêkolînan, nîşan da ku dîroka gundê Bêstansor ji gundê Çermo kevintir e.
Dîroka gundê Bêstansor
Gundê Bêstansor bi dîrokeke zêdetir ji heft hezar sal, weke gundê herî kevnar û nîştecihên hertimî yê mirovan tê hesibandin.
Çavkanî û belgenamên şûnwarî û herwisa kolandin û vekolîna kelûpelên şûnwarî yên wî gundî, îsbat dikin ku Bêstansor piştî bicihêlana cara yekê ya şikeftan ji aliyê mirovên despêkî ve, ji yekemîn gundên nîştecihbûn û destçêkirî yê mirovan e.
Pêka dawî lêkolînan ku sala 2019an ji bo vî gundî hate kirin, dîroka jiyankirina di vî gundî de vedigere bo “7700” sal beriya zayînê û derketiye ku nîştecihbûna mirovan di Bêstansorê de vedigere bo serdema dîroka “Holosîn”. Sedema wê yekê jî ew e ku di wê serdemê de pileya germahiyê ber bi bilindbûnê ve çûye û çavkaniyên zêde yên avê derketine û ewa jî bûye sedem ku morov ji şikeftan bêne xwarê û hewl ji bo nîştecihbûna hertimî û karê çandinî û ajeldariyê bidin.
Girîngiya gundê Bêstansor di dîrokê de
Mirovên destpêkî di şikeftan de dijiyan û bi mirovên neşaristaniyet hatine nasîn, lê bi daketina wan ji şikeftan û çiyayan ber bi deştan ve û dest avêtin bi kedîkirin, xwedîkirina ajalan, çandiniya dexl û cotyarî, qonaxeke din a dîroka mirovahiyê, ango şaristaniyet dest pê kiriye.
Yek ji sedemên herî girîng ên çêbûna şaristaniyetê li vê navçeyê, vedigere ser hebûna çavkaniyên avê û ev sedeme hîn jî çavkaniyeke girîng a avdaniya navçeyê ye, lewma ji berê ve mirov li vî cihî kom bûne û şaristaniyet û qonaxek nû ya dîrokî li wir çê bûye. Belgeyên zêdetir ji bo vê sedema sereke, hebûna sê girên şûnwarî yên din li nêzî gundê Bêstansorê ye, ku belge ne ji bo girîngbûna navçeyê bo çandinî û avedanî, lewma bi yek ji girîngtirîn cihê nîştecihbûna mirov li Kurdistanê hatiye tomarkirin.
Avahîsazî li gundê Bêstansorê
Gundê dîrokî yê Bêstansor, tevî wê ku bi yekemîn cihê nîştecihbûna mirovan tê hesibandin, pêka lêkolînên şûnwaran, derketiye ku di warê avahîsazî û çêkirinê de pêşketî bûye û hin ji avahiyên vî gundî ji çendîn şêweyan wek derbasgeh û salonan pêk hatine. Hin ji odeyan wek agirgeh û tendûr ji bo çêkirina nan û xwarinê bikar hatine û hin odeyên din jî wek enbar bo komkirina dexilê bikar hatine. Ji bo rêkxistina zeviyên malên xwe, nemaze di nav hundur de siwax kirine, ango ji bo rêkxistin û safkirina zevî herî bi kar anîne û di hin haletan de hatiye dîtin ku nav odeyên wan bi berdan hatine safkirin. Herwisa ji bo qahîmkirina serbanê malên xwe jî, ji parçe dar, pel û xwelî sûd wergirtine.
Nûtirîn lêkolîn wisa kirin ku gundê Bêstansor bibe kevintirîn gund li Başûrê Kurdistanê. Piştî pênc sal lêkolînkirin, tîmeke zanîngeha “Reading” ji Birîtaniyayê di encama lêkolînên xwe de zanyariyên nû eşkere kirin, pêka lêkolînan, Bêstansor kevintirîn gund e û bo cara yekê çandinî li wir hatiye kirin, ne li gundê Çermo yê ser bi bajarokê Çemçemalê.
Karê rûniştinên gundê Bêstansorê çi bûye?
Xelkê rûniştî yên gundê Bêstansor di warê werzêriyê de girîngî dane bi karê çandinî yên wek “dexil, nîsk, genim û ceh” û herwisa mijûlê kedîkirina ajelên wek “çêlek, xezal, bizin, pez û beraz”an bûne.
[1]