Astengiyên li pêşiya dersên bijarte yên Kurdî
Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD) rapora xwe ya „astengiyên li pêşiya dersên bijarte yên Kurdî “ eşkere kir. Helwestên siyasî û dezînformasyon yek ji wan astengan hat ragihandin. Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD) lêkolînên xwe yên li ser pêvajoya hilbijartina dersên hilbijartî yên sala #perwerdehiya# 2024-2025an, ku di 30ê Çile de dest pê kiribû û di 12ê Sibatê de bi dawî bû, weşand.
Xebatên DILKURDê bi hevrêziya sendîka, odeyên pîşeyî, mamosteyên Kurd û kesên serbixwe hatin meşandin.
DILKURDê pirsgirêkên ku di pêvajoya hilbijartina dersên hilbijartî de hatin dîtin û tespîtkirin, astengî û kêmasiyên pratîkî yên dersa bijarte ya Kurdî û bi giştî hemû dersên hilbijartî bi raya giştî re parve kir.
Li gor rapora ku ji aliyê DILKURDê ve hatiye amadekirin, sedemên ku herî zêde hînbûna Kurdî asteng dikin wiha ne:
Banavkirinên Xelet
Tesnîfên Xelet
Însîyatîfên Şaş
Zanyariyên Xelet
Berpêşên Xelet
Agahdariyên Xelet
Helwestên Xelet Ên Polîtîk
Dem û Wextê Kêm
Perwerdeya Kêm
Kêmbûna Hejmara Dersan
Yekîtiya Dildarên Kurd (DILKURD)di wê bahweriyê de ye ku ev sedem di hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî de dibin asteng ku zarokên Kurd vê dersê hilbijêrin û ev yek bi zanetî tên kirin.
[1]