Li cîhanê çend milyon Kurd hene û li kîjan welatan dijîn?
Nifûsa Kurdan, ku yek ji gelê herî mezin ê Rojhilata Navîn e, her sal zêde dibe. Yanî li dinyayê çend #milyon Kurd# hene? Li kîjan welatan çend Kurd dijîn? Hejmara Kurdên li cîhanê bi teqezî nayê zanîn.
Çavkaniyên cuda nifûsa Kurdan bi awayên cuda dihejmêrin û pîvanên cuda bi kar tînin. Ji bo diyarkirina nifûsa Kurdan rêbazên wek serjimartinên fermî, rapirsîn, lêkolîn, texmîn û pêşbînî tên bikaranîn. Lêbelê, her yek ji van rêbazan bi pirsgirêk û sînordar in.
EW LI KÎJAN WELATAN DIJÎN?
Kurd li gelek welatên cîhanê dijîn. Lê belê herêma ku Kurd herî zêde lê dijîn Rojhilata Navîn e. Kurd li Rojhilata Navîn, li ser xaka Kurdistan a ku di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de parçekirî ye û li gelek welatên din dijîn. Li ser hejmara Kurdan di çavkaniyên cuda de hejmarên cuda hene.
Li jêr, daneyên texmînkirî yên li ser nifûsa Kurdan, ku ji hin çavkaniyan hatine berhevkirin, tên dîtin.
Nifûsa Kurdan li hin welatan wiha ye:
1- Tirkiye: 32,812,439 2
2- Îran: 18.281.137 3
3- Iraq û Herêma Kurdistana Federal: 7.949.571 4
4- Sûriye: 3.642.117 5
5- Almanya: 1.898.319 6
6- Welatên din ên Ewropayê: 1.892.691 7
7- Kazakistan: 892.638 8
8- Gurcistan: 758.009 9
9- Ermenistan: 699.571 10
10- Îsraîl: 592.622 11
11- Efxanistan: 312.075 12
12- Pakistan: 234.006 13
13- Misir: 153.561 14
14- Sûdan: 101.000 15
15- Bosna-Hersek: 8.788
Li gor van daneyên lêkolînkirî, nifûsa Kurdan li cîhanê ji 70 mîlyonî derbas dibe.
Çavkanî. Rûdaw
[1]