Belçîm Bîlgîn: Ji ber ku ez Kurd im ez rastî cudakariyê hatim
Hunermend Belçîm Bîlgîn, ku neviya Şêx Saîd e jî got: “Ez ji #Amed# ê me, ji ber ku Kurd im ez rastî cudakariyê hatim”.
Lîstikvana navdar Belçîm Bîlgîn bû mêvanê bernameya “Katarsis” a Pispor Psîkolog Gokhan Çinar û diyar kir ku ji ber ew Kurd e rastî gelek cudakariyan hatiye.
Bîlgîn, diyar kir ku ew ji Amedê ye û wiha got: “Dayika min ji Mêrdînê ye û bavê min jî ji Amedê ye. Dayika min zêdetir xwediyê kevneşopîyê û feodal e. Bavê min ji aliyê din ve gelek çîrok û êşên wî hene. Di nav gelek zehmetiyan re derbas bûye. Ez encama hemû çanda me “.
“JI BER TU KURD Î DIFIKIRIN KU TU XERAB Δ
Bîlgîn, anî zimên ku ji ber kurdbûna wê ew rastî gelek cudakariyan hatiye û got: “Em di demên gelekî tarî re derbas bûn. Her kesî bawer dikir ku Kurd terorîst in. Ez li Enqereyê mezin bûm û min xwend. Ji ber ez Kurd im her kesî digot qet ez xerab im. Li cem te dipeyivin û dibêjin tu xerab î. Ev ferqa rastiya me ye. Em çawa dikarin ewqas cuda bin? Çîrokên me hemûyan hene”.
“EZ RASERÎ CUDAKARIYÊ HATIM”
Dema pêşkêşvan Çinar pirsa “Te di fîlm û projeyên pir serkeftî de cîh girt û di qada navneteweyî de hat naskirin, lê li Tirkiyê te tu xelat negirt” Bîlgîn got: “Ji bilî min her kes ji bo xelatan bû namzet û xelat girt. Ji ber ku ez Kurd bûm ez cuda kirim“.
DENGÊ SITRANA “ÎRO DİSA”.
Dema pêşkêşvan Çınar pirsa “Kîjan stran bi te re rêwîtiyê dike?” Bîlgînê strana “Îro Disa” got: “Ev strana evînê ye, dişê min bi xaltiya min dida guhdar kirin. Xaltiya min yek ji evîna min e”.
Belçîn Bîlgîn her wiha got ku ew Kurdî fam dike û dikare pirsgirêkên xwe bi Kurdî bîne zimên.
[1]