Textê Silêman li Tikabê
Şino Resûlî
Taxê Silêman an jî agirgeha “Azer Goşesb” şûnwarek dîrokî ya bajarê Tikabê yê ser bi parêzgeha #Urmiyê# ye. Tê gotin ku ev dere paytexta paşayê Eşkaniyan bûye. Ev şûnwara dîrokî beriya Îslamê girîngtirîn navenda perwerdeyî, olî, civakî û perestgeha xelkê erdnîgariya Îran û Kurdistanê bûye ku ew jî li Kurdistanê hilkeftî ye.
Di sala 624 a Zayînî de piştî êrîşa Hîraklîtos ê împratorê Romê hate kavilkirin. Wê demê navê vî bajarî Gencekî bû. Dîroknas dibêjin ku navê wê şûna dîrokî “Genze” an “Gence” bûye. Bi Ermenkî jê re Genzika an jî Kadzayî hatiye gotin. Muxolan jê re gotine Storîq. Bi Siryankî jê re gotine Genjeg û bi Yûnanî Gadza bûye. Dîroknasên Erebî jî navê vî bajarî kirine Cezen, Cezneq an jî Cenzeqeyan.
Plotark, ji dîroknivîsên Yûnanî, navê vî bajarî bi Fêrda daye zanîn. Lê di îro de tev ew navane ji nav çûne û tenê bi textê Silêman tê naskirin
Ew bajarê dîrokî di dirêjahiya dîrokê de warê Med, Hexamenişîn, Eşkanî, Sasanî û Muxolan bûye. Ya girîng ew e ku di dema desthilatdariya her yek ji van paşayan de, ew bajare di lûtkeya hêz û şaristaniyetê de bûye.
Lêkolîner dibêjin ku ew der cihê jidayîkbûna Zerdeşt e, lê hemû wê yekê qebûl nakin. Di dîrokê de hatiye nivîsandin ku Zerdeşt li derdora gola Urmiyê rabûye û cihê jidayîkbûna wî ew der e.
Dîroknas dibêjin ku Atropat yê fermandar yan Satrapatê Meda Bakûr di dema Eskenderê Meqedûnî de bûye. Piştî hilweşandina împratoriya Eskender di sala 328 beriya Zayînê de, Atropat serxwebûna xwe ragihandiye û ew bajare wekî paytexta xwe daye nasandin.
Di sala 36 a beriya Zayînê de “Mark Antonî” serdarê bi navûbang ê Rom êrîşî ser Îrana kevn kiriye. Di wê demê de Ferhadê Çarem, paşayê Eşkanî bûye. Plotarkî yê dîroknivîs dibêje: “Antuwan piştî wê ku ji hezkiriya xwe ya bi navê “Klêopatra” cuda dibe, tevî 113 hezar kes ji spaha xwe ve bi mebesta destbiserdegirtina dewleta Medan bi rê dikeve. Navbirî gelek bi lez e da ku bigihîje Texê Silêman û dest bi ser de bigire. Her lewma gelek alavên xwe yên leşkerî di rê de diavêje. Gava ku digihîje Textê Silêman, ku Medan wê dem li wir hukikdar bûne û dibînin ku ji bo şer têra xwe çekî nînin. Wê demê şahê Partan ê bi navê Ferhadê Çarem diçe alîkariya Medan û Med û Part bi hev re êrîşî ser Romiyan dikin û di encamê de paşve vedikişînin.”
Piştî damezrandina împratoriya Sasanî, ola Mezdiyesina di lûtkeya xwe de bûye. Avahiya agirgeha Azer Goşesb, sembola hêz û desthilata Zerdeştiyan bûye. Ew agirgehe taybet bi paşa û serdarên wan bûye û pêgeha şervanên wan parastiye û herwisa wekî sembola yekgirtiya welat pîroziyek taybet hebûye.
Piştî mirina paşayan, cihgirên paşayan ku ji malbata Sasaniyan bûne, hatine wî cihî û ziyaret kirine û taca paşayetiyê danîne serê xwe. Azer Goşesb perestgeha herî girîng a Zerdeştan bûye û ji aliyê xelk û hikûmetê ve gelek pîroz bûye. Agirê wê agirgehê bo heyama heft sedsalan sembola hêza olî ya Zerdeştê bûye.
Di serdema Sasaniyan de ew bajare sê beş bûye, koşk, avahiya agirgehê û xanî. Her wê demê jî ew cihe ji ber vî agirgehê gelek pîroz bûye.
Dibêjin ku li sala 624 a Zayînî, Hîrakilîtos ji bo pêşîgirtina spaha Îranê û rûbirûbûna êrîşan ji rêya Anatolî ve êrîşî ser Qefqazê kiriye. Di pêş de Ermenistan xiste bin destê xwe û piştre dest bi ser Textê Silêman de girtiye. Hîrakilîtos li hember wê ku spaha Xusrew Perwîz bi Cihûyan re li sala 614 a Zayînî gora Hz. Îsa li Orşelîmê wêran kiribû, wan jî pîroztirîn cihê olî yê serdema Sasaniyan ango agirgeha Azer Goşeb wêran kirine.
Textê Silêman ya ku heye û li ser nivîsîne, tenê dilopek e di deryaya dîrokê de. Cihê vê şûnwara dîrokî li Kurdistanê bi xwe xwedî girîngiyeke taybet e. Lê mîna şûnwarên din ên Kurdistanê, dîrokeke wenda di singê xwe de veşartiye ku heta nîha jî îzn nehatiye dan ku bi awayekî zanistî were lêkolînkirin.
[1]