Kovara #LEWerger# ji zimanên din helbestan werdigerîne Kurdî. Desteya wê ya weşanê ji sê kesan pêk tê, 5 redaktorên wê hene û heft jî edîtorên wê hene. Heta niha wergera 40 wergêran tê de hatiye weşandin. Di du hejmarên wê de heta niha şiir ji 12 zimanan hatine wergerandin: Ji Fransî, Elmanî, Ingilîzî, Îtalyanî, Rûsî, Yewnanî, Swêdî, Norwêcî, Bulxarî, Ermenîkî, Farsî û Erebî. Bi giştî 110 helbest bi wergera Kurmancî, Kirmanckî û Soranî di kovarê de hatin weşandin. Em bi endamên desteya wê ya weşanê Yeqîn H. û Miradê Miradan re li ser LEWergerê peyivîn.
Yeqîn H. wiha behsa sedema weşana kovarê dike: “Fikra kovareke bi temamî ji bo wergerê, li nava ehlê edebê yê Kurdan pirr caran hatiye minaqeşekirin, lê ti carî bi gewde nebû. Em jî ketinn nava van minaqeşeyan û di dawiyê de me desteya xwe ya weşanê ava kir û biryar da ku vê valahiya hanê dagirin.
Ew piştre têkiliyan datînin bi kesên pispor û ehlê meseleyê re yanî bi wergêrên jêhatî re. Ji bo siyaseta weşanê ya kovarê jî Yeqîn H. dibêje, “Siyaseta me ya weşanê ew e ku em serê pêşî, metnên bijarte yên edeba dinyayê ji wergereke ehlê meselê ji zimanê resen wergerînin Kurdî. Ji bo terciha metnan, em guh didin biryara wergêrên xwe. Lê bi edîtorên xwe yên weşanê jî dişêwirin û biryareke hevpar didin.
$Her wergêr ya xwe li LEWerger zêde dike$
Miradê Miradan ji bo behsa pêvajoya paşê dike: “Heger wergêr bi ruh û dilê xwe metnek nêzîkî xwe dît û wergerand, ji me re dişîne. Helbet em jî dinirxînin û fikrên xwe radigihînin wergêrê yan jî wergêrî. Piştî pêvajoya lazim a ji bo edîtorî û redaksiyonê, metn ji weşanê re amade dibe. Weke prensîp em ti metnê bêyî vê pêvajoyê naweşînin. Em di her gava vê pêvajoyê de jî wergêr midaxil dikin. Tevî metnên pirr tên naskirin, em hewl didin hin metnên zêde li pêş nînin jî wergerînin û bidin nasîn. Carinan dibe ku ev wergera helbestekê be, yan jî bi rêya hevpeyvîneke wergerandî ya berê be jî. Jixwe, nimûneyên vê di kovara me de hene.
Miradê Miradan, xêra kovara LEWergerê li zimanê Kurdî jî dinirxîne: “Nexasim ji bo nifşên nû yên ku dest bi nivîsandina helbestê kirine yan jî helbestan dinivsîn, xêra LEWergerê helbet wê hebe. Ew ê karibin zimanê xwe yê dayikê, nimûneyên helbesta dinyayê bixwînin û dinyaya wan a bikaranîna îmaj û nîgaşan wê berfereh bibe. Bi vî awayî, ew ê xêreke mezintir bikin li edebê zimanê xwe, berhemên ehlê meselê wê derkevin holê. Ya dinê jî, ew ê keysa xwe lê bînin helbestên bi zimanê xwe helbestên wergerandî li ber hev bigirin, bi xêra cihêtî û biserhevveçûna wan, xwe bisipêrin sînor û zimannenasiya wêjeyê û bi awirên nû li helbestê binihêrin.”
$Her ziman ne weke yê din ava ye$
Miradê Miradan dibêje, werger ji bo bipêşketina Kurdî weke zimanekî edebî muhim e û wiha dewam dike: “Ji ber ku werger zorê dide sînorên zimanekî. Carinan neçar dike ku werger li keviyan bigerin û ev jî tiştekî asayî ye; dawiya dawî, her ziman ne bi heman rengî ava ye, sentaksa wan ne yek e; ji bo wergerê ev carinan pirsgirêk e. Ji bo ku ji heqî van pirsgirêkan derkeve, neçar e ziman bi pêş bikeve û berê xwe bide asoyên nû. Ev mecbûrbûn, esas tesîreke erênî ye û ji bo geşbûna zimanê me bivênevê ye.”
nivîsandinê: MAHÎR FIRAT FÎDAN
[1]