Dîroka devkî ya sîstema perwerdehiyê ya bajarê Şinoyê
Dr. Azad Mukrî
Wekî ku di çavkaniyan de tê xuya, dîrok her ji berê ve mijarek girîng bûye û ewa ku her desthilatek çawa şikil girtiye û di serdema fermanrewayî de çi kiriye û di encamê de çawa tê dê çûye, ji aliyê dîroknivîsan ve hatiye nivîsîn. Lê ya balkêş ew e ku piraniya dîrokan ji aliyê desthilatdaran ve hatine nivîsandin. Wate her sîstemeke siyasî ya cihgir, bi xwe dîroknivîsek taybet bi xwe hebûye û wê\wî diroknivîsê jî ewa ku di berjewendiya sîstema desthilatdarî ya cihgir de bûye nivîsandiye. Ger em mînakekê ji dîroka pêwendîdar a xelkê Kurd bînin, em dikarin îşareyê bi pirtûkek wek “Alem Arayê Ebasî” ji nivîsa “Eskender Begê Tirkeman” bikin ku dîroknivîsê #Şah Ebas# ê Sefewî bûye. Ew pirtûke behsa gelek bûyer û navçeyên Kurdistanê û şêweya hukimraniya Kurdan kiriye, lê çawa ku dîroknivîsê koçka Sefewî bûye, bi dîroknivîsê dîwanxaneyê hatiye naskirin û bi giştî ew dîroknivîsane bi dîroka dîwanxaneyan têne binavkirin û di wan de gelek rûyê rastîn ê dîrokê tê veşartin.
Her heman dîrok bûyereke girîng a wekî şerê “Keleha Dim Dim” vedibêje, lê bi tevahî li ser sîstema desthilatdariya Sefewiyan û li dijî Kurdan nivîsiye. Ji aliyek dinê ve, ew dîrokane tenê behsa desthilatê kirine û ew jî, ji dîtingehek taybet ve. Lê bi giştî dîroka jiyana civakî, siyasî, aborî û perwerdehiya xelkê ji bîr kirine.
Di sedsala bîstan de qadeke nû ya bi navê dîroka devkî derket holê ku tê de dîroknivîsan dîrok li gorî vegotinên xelkê nivîsîne û bûyerên dîrokî ji çend aliyan ve vegotine. Profesor “Nunes” yekem car li ser dîrokê bîr kiriye û darêtiye, û vî mamosteyî bi berhevkirina bîranînên siyasî yên komek kesayetiyan, di vî warî de yekem pêngava metodîk û xwediyê pênase avêtiye.
Di nav Kurdan de karên bi vî rengî kêm hatine kirin. Lê di van salan de pirtûkek gelek bihêz û dewlemend di vî warî de ji aliyê nivîskarê bi şiyan “Muhsên Celdiyanî” ve hatiye weşandin. Ev pirtûke di bin navê “Dîroka Devkî ya Sîstema Perwerdehiyê ya Şinoyê” de hatiye belavkirin û bûyerên bajarê Şinoyê di warê perwerdehiyê de ji sala 1926ê ve heta 1971an vegotiye.
Nivîskar bi berçavgirtina hemû bingehên nivîsana dîroka devkî, hewl daye destpêkê rewşa bajarê Şino ji salên 1921ê ve heta 1941an binivîse. Ew jî, ji zimanê kesanekê ve ku bi xwe bûyer dîtine. Di warê zimanî de jî destêwerdana ziman, şêwezar û axaftina kesên vebêj nekiriye û her lewma şirove û çend dengek bi tam di gelempera pirtûkê de heye.
Bo mînak di wê beşê de nivîsar destpêkên desthilata “Riza Xanê Pehlewî” ji zimanê çend kesek ji xelkê bajarê Şinoyê ve vedibêje. Di dîrokên Îrana serdema Riza Xan de, tenê eger îşareyek bi bajarê Şinoyê hatibe kirin ewe ye ku Riza Xan û destûpêwendiyên wî di vî bajarî de rêberê siyasî yê Kurd “Simayîl Axayê Şikak” (Simko) teror kirine û bi pîlanek nemirovî kuştine. Êdî ti behsek derbarê rewşa aborî, civakî, bîrûbawer û perwerdehiya vî bajarî di holê de nîne. Lê di vê pirtûkê de ku dîroka devkî ye, her di wê serdemê de ku Rûsan bi awayê hovane xelkê Şinoyê qir kirine û dewleta Îranê ti berevaniyek ji wî xelkî ku hevnîştimaniyên wan bûne, nekiriye.
Behsa siyaseta rakirina cilên Kurdî di ber jin û zilamên Kurd ên vî bajarî de ji zimanê wan kesan ve hatiye kirin ku bi xwe qurbaniya wê siyaseta şaş û dije kultûriya Riza Xan bûne. Ewa ku di xwendina wê beşa pirtûkê de xwendevan bi dest dixe, dîmenek rohn û tal e ji jiyana xelkê asayî yên bajarê Şinoyê. Herwisa behsa wê pilebendiya civakî hatiye kirin ku siya reş a sîstema feodalî bi ser bajar de serdest bûye.
Eva rûmeta giştî ya bajarê Şinoyê ye, lê mebesta sereke ya nivîskar wekî di nav pirtûkê de jî tê xuya, behsa sîstema perwerdehiyê ye di vî bajarî de. Destpêkê nivîskar di wê beşê de behsa şêweya perwerdehiya kevneşopî ya bajarê Şinoyê dike. Şêweyek ku heta wê demê li seranserê Kurdistanê hatiye dîtin. Wate dersxwan bi sîstema melayetî re girêdayî bûne yan jî di dîwanxaneyên axayan de ders xwendine. Wate xwendin yan di mizgeftan yan jî dîwanxaneyan de bi rê ve çûye. Paşê nivîskar behsa yekemîn pêngav bo çêbûna avahî û pêkhatina xwendina modern di bajarê Şinoyê de dike.
Pêka lêkolîn û gotina berdengên nivîskar di vê dîroka devkî de, bo cara yekê di sala 1926an de yekem dibistana dewletî di bajarê Şinoyê de tê vekirin. Lê ne bi vî şêweyî ku di îro de em dibînin. Dewletê di wê beşê de kêmtirên hevkarî û hevdilî bi xelkê Kurdistanê re kiriye. “Hesen Kazimî”, yekem mamosteyê dibistana bajarê Şinoyê behsa destpêka vê piroseyê dike:
“Paşê min ji xelkê xeber zanî. Ji min re gotin mumkîn e dewlet li Şinoyê dibistanê vebike. Min pêşniyar kir û bi lez li pey wê yekê kevtim. Min girêbest bi mehê 7 Tumenan girêda ku ez bibime mamosteyê zarokan. Min di hevşa xwe de hesîr raxist û li ser hesîrê hem dersa quranê digot û hem dersa fêrkariyê digot”.
Paşê nivîskar behsa pêşketina gav bi gav a perwerdehiya fermî li Şinoyê dike. Di vî warî de pirsgirêkên çandî jî derdixe holê. Wek mînak, ew dibêje ku di destpêkê de xelkê kêmtir dilxwaz bûn ku xwe bi sîstema perwerdehiya nû re biguncînin û bêtir baweriya wan bi sîstema perwerdehiya kevn bû.
Di vê derbarê de yek ji vebêjê nivîskar yê bi navê “Hacî Mihemedemîn Emînî” dibêje:
“Zarokên dibistanê ji 70 kes û 75 kesan bêtir nebû. Kêm kes hebûn ku zarokên xwe bişîne dibistanê. Digotin em bê dîn dibin. Em kafir dibin. Nexwînin baştir e”.
Lê gav bi gav, di salên piştre de, ev meşe cihê xwe digire. Di beşên dinê de nivîskar behsa yekem mamosteyê Şinoyê, dersxwanên wê demê li Şinoyê, yekem dibistan, yekem dibistana keçan, yekem dibistana kal û pîran û pirtûkên dersê yek li pey yek dike, helbet li gorî dehikên Rojî her dehikekê cuda dike mijara ber behsê. Wate şêweya perwerde û xwendinê li bajarê Şinoyê ji dehikên deh û bîst û sî heta dehika şêst a Rojî pêşkêş dike.
[1]