#Komeleya Jêkafê# û destpêka rênîsans û rewşengerî li civaka Kurdistanê
Dr. Azad Mukrî
Rewşengerî li Ewropayê
Bi pêdaçûna dîroka neteweyên pêşkeftî yên cîhanê, bi taybetî beşa ku bi navê cîhana Rojava tê naskirin, hemû lêkolînên civaknasî, siyasî û felsefî, xaleke weçerxanê di dîroka Rojava de destnîşan dikin ku çar sedsal berî niha hatiye destpêkirin. Wate ji destpêka “Rênîsans”ê ango “ji nû ve dayîkbûna” Ewropayê ve destpêkek nû tê hesibandin.
Civaka Rojavayî beriya çar sedsalan, di serdemekê de dijiya ku di dîrokê de jê re “Serdema Tarî” dibêjin û sedema wê nasînê jî pêkhateya siyasî ya serdes bi ser Ewropiyan de bû. Ew pêkhateya siyasî; tevliheviyek ji hikûmeta olî û padîşahî bû ku li dijî her cure bîr û afirandinek nû di warê zanistî, rewşenbîrî û felsefî de bû. Hemû araste rû li navendekê bûn ku diviyabû bihatina rêkûpêkirin ku ev navende rû bi dêr an koşkê bû. Ango ya ku paşê di ola Xirîstiyan de jê re dibêjin hevsengiya di navbera hêza dêrê û hêza koşkê de heman behs e ku feylesofên rewşenbîr destnîşan kiribûn. Herdu ew aliyane ji ber hebûna desthilata tevaw di asta civakê de, bi tundî li dijî her raman û afirandineke nû di warê felsefe, huner, wêje û heta adet û resmên civakî de derdiketin.
Çar sedsal berî niha, bi pêşengiya feylesof, civaknas û bîrmendên rêşiken ên Ewropî, hewl hate danê ku beşek ji qada serdest a ku tevahiya Ewropayê dagîr kiribû, were şikandin, lê beriya her tiştî hewce bû ku ew keşa civakî yan cîhana civakan ku bandor li ser bîra takan danîbû, ber bi arasteyên baştir û nûtir ve bibin. Lewma van feylesofan beriya ku dijberiya her du hêzên olî û dewletê bikin, hewl dan pêvajoyek ku bi navê pêvajoya ronakbîriyê tê binavkirin pêş bixin. Pêvajoya rewşengerî hereketek bû ku di perwerde, felsefe, huner û wêjeyê de dest pê kir û asta têgihîştina mirovê Ewropî ya ji hemû diyardeyan guherî.
Di vê pêvajoyê de civak beriya her tiştî di derbarê tevahiya hêz, hizr û olê de hate hişyarkirin. Yanî feylesof û bîrmendên pêşeng ên Rojavayî ku bi feylesofên ronakbîrî hatibûne nasîn, beriya her tiştî li dijî wê norm û kevneşopiya sepandî yên ku di bingehê de civakê dixapînin derketin û rêyeke dinê nîşanî civakê dan, ku ew rêye mirov hogirê jiyana wê cîhanê dikir. Wate di vê bîra nû de jiyan li hember du bijardeyan tê pênasekirin. Bijardeyek jiyana “dinya din” an jî jiyana ber bi qiyametê ve, ku desthilatdariya mutleq a Xirîstiyantiyê pêş xistiye û banghêjiya wê dihate kirin, û bijardeyek din jî jiyana “wê cihanê” ye, ku dadokiya tev ew tiştan dike ku bextewerî û berjewendiya mirovan yan ew tişta ku jê re dibêjin hiyomanîzm, bi dest tîne. Di berdewamiya dîroka Rojava û heta serdema niha jî, hemû guhertinên mezin di hemû astên Ewropayê de, semerê wê çalakiyê bûn ku rewşenbîrên Ewropî piştî sedsalên navîn bi destpêkirina rewşengerî kirin. Her heman şêwaz di gelek welatan de hate dubarekirin.
Damezrandina Komeleya Jêkaf û destpêkirina ronakbîrî li Rojhilatê Kurdistanê
Li Kurdistanê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, di sala 1943an de û çendîn sal beriya wê jî, şêweyek ji hizra siyasî û civakî guherî û cih girt, ku ew bîr û ramana siyasî û civakî wek destpêka ronakbîriya Kurdî tê hesibandin.
Damezrandina Komela Jêkaf li Rojhilatê Kurdistanê, guhertineke paradîgmayê bû di ramana mirovê Kurd de û werçerxanek ji norm û kevneşopiyên civakî bû ku li ser bingeha eşîr û kevneşopiyên civakî yên berê hatibû avakirin. Lê Komeleya Jêkafê, ji ber pêşengiya komek rewşenbîr û xwendevarên Kurd ên wê serdemê, rêyeke nû bo bîrkirin û çalakbûna civakê û avakirina rêxistinên civakî pêşniyar kir, ku ew rêye li ber parçebûna kevneşopî ya li ser eşîr û tayfeyan û hemû ew pêkhateyên kevneşopî ku civak pirreng dikir û ji hev vediqetand. Eşkere ye ku di dîroka siyasî de destkeftên Komeleya Jêkafê gelek hatine behskirin. Lê di dîroka kultûrî û çandî ya civaka Rojhilatê de, kêmtir behsa kiryar û destkeftên kultûrî û çandî yan jî bi gotineke dinê, pêvajoya ronakbîriyê yan jî pêvajoya guhertina ramanê di Komeleya Jêkafê de hatiye kirin. Eger em bixwazin destpêka pêvajoya ronakbîrî ya Komeleya Jêkafê rohn bikin, em dikarin bi destnîşankirina yek ji hejmarên kovara Nîştimanê ku zimanhalê rewşenbîrî ya Komeleya Jêkafê ye, wê rastiyê baştir gengeşe bikin û li ser biaxifin.
Hejmara yekem a kovara Nîştiman di Tîrmeha 1943an de hatiye weşandin. Sergotara wê hejmarê bi rohnî behsa wê guherîna paradaymeyê dike ku pêwîst e di civaka Kurdistanê de pêk were. Nivîskarên wê sergotarê dakokiyê ji wê yekê dikin ku ew mijûl in arasteyeke nû ji bîrkirinê hem xwe û hem bo civaka Kurdî pêşniyar dikin. Lewma ew sergotare di forma bangewaziyeke girseyî de hatiye pêkanîn. Sergotara hejmara yekem a kovara Nîştiman, berdengê xwe nekiriye tayfe û eşîr û komek dinê, belkî berdengê wê bangewaziyê xelkê tevahiya Kurdistanê ne. Di vê sergotarê de behsa vê yekê hatiye kirin:
“Komeleya Jêkafê berevajî hemû astengiyên weke dijminayetiya xwe bi xwe, dualîbûn, xwexwarî, pereperestî û bîhanî dostî ku ji rêya pêşketin û serkeftina gelê Kurd de heye, bi hemû hêz û şiyana xwe ve têkoşînê dike da ku zencîrên dîlbûn û bindestiyê ji stûyê neteweya Kurd rake û di vê Kurdistana perçebûyî ya niha de, Kurdistaneke mezin û bi rêkûpêk berhem bîne ku hemû Kurdek tê de bi serbestî bijî. Gekek kes wisa dizanin ku divê netewa Kurd bi zor û hêza çek ji bindestiyê bê rizgarkirin, lê ew hemû bi şaşî fam kirine û rêya wan a rast hatiye wundakirin. Çimkî çek û tifaqa şer ku di destê Kurd de ye di hember çek û tifaqa şerê yên ku bûne astengî li hember serbestiya me kar nake. Divê Kurd bizanibe ku îro tifeng û gulle, top û tank û balafir û hwd, teqeteqekê zêdetir tiştek din nîne. Tenê rêyek ku divê Kurd ber bi serbestiyê pê re biçe, şeqama şaristaniyetê ye. Ev rêye rast û dirust diçe nav mêrgeha azadî û serbestiyê.”
Girîngiya sergotara kovara Nîştiman di vê yekê de ye; Hêzeke Kurd a ku nû hatiye damezrandin, yekem hêza birêxistinkirî û yekemîn rêxistina siyasî ya Kurd e ku komek rewşenbîr, nivîskar û bijardeyên civakê ava kirine û tê de xebat kirine, û mijûl in berevajî hemû tevgerên berê, rêyeke nû bi civakê û di pêş hemû wan tiştane de mijûl in “yên din”ê yê xwe didine naskirin. Heta niha jî piştî Komeleya Jêkafê û Komara Kurdistanê yek ji pirsgirêkên bingehîn ên mirovê Kurd nenasîna “yên din”ê yê xwe ye. Wate hemû hêzên Kurdistanî li hemû parçeyên Kurdistanê xwedî komek şiyan, derfet û têgihiştinê ne. Xwedî ew hest û projeyê ne ku ji bo azadiya gelê xwe têbikoşin. Lê bi şêweyek dirust “yên din”ê yê xwe nas nekirine da ku karibin di hember wê de hemû mekanîzmên pêwîst ku cîhana îro dixwaze bi dest bixin û li gorî wê tevbigerin.
Endamên kovara Nîştimanê ku zimanhalê Komeleya Jêkafê ne, bi dirustî ew yeka fam kirine ku lihemberderketin li dijî hêzên dagîrker ên ku ji aliyê hêzên cîhanê ve hatine pirçekkirin, belkî di warê çekdarî de bi tenê me nekine armanc, belkî pêwîst e Kurd li rex wê yekê rêyeke dinê bigire berahîka xwe, ku ew rê dê me bigihîne armanca dawîn. Ew armanca herî dawî ya ku Komeleya Jêkafê banghêjiyê bo dike “azadî û serbestiya” mirovan e. Wate heman dirûşmên ku piştî ronakbîriyê li Ewropayê hatine destpêkirin û yek ji diyardeyên herî diyar ên şoreşa Feranseyê bû, çimkî şoreşa Feranseyê ku bi awayekî lojîkî berhema hereketa sekolarîzm û hiyomanîzmê bû, yek ji dirûşmên herî girîng ên wan azadiya mirovan e. Biryarderên Komeleya Jêkafê ku paşê navê piraniya wan hate eşkerekirin, ji wan rewşenbîr û têgihîştiyên Kurd bûn ku heştê sal berî niha ew hewcedariyê zanîne û ji bo wê tevgeriyane û bi kiryar ji bo wê çalakî kirine.
Her heman endam paşê bûne bingeha beşek ji kultûr, çand û edebiyata Kurdî di sedsala bîstem de. Navê hin ji van rewşenbîran wiha ne: Hejar, Mamoste Hêmin, Rehmanê Muhtedî, Menafê Kerîmî, Mela Qaderê Muderisî, Dilşad Resûlî, Mihemed Şah Pesendî, Ebdulqadirê Debaxî, Xelemînê Berzencî, Ebdulrehmanê Zebîhî, Pêşewa Qazî Mihemed û gelek kesên dinê.
Di beşa paşerojê de em ê li gorî rohnkariya naveroka yek ji hejmarên kovara Nîştimanê behsê bikin.
[1]