#Ebdulkerîm Qasim# pêngavek ber bi pêş ve û du pêngav ber bi paş ve – beşa 2yem
Seyran Rewendî
Bi hemû ew sedemên ku hatine behskirin û bi awayî nerewayî Ebdulkerîm Qasim biryarê dide ku take derfeta demokratîzebûna Iraqê binpê bike û rêkeftina xwe ya siyasî bi Barzanî û rêberên Kurd re têk bide û pêka gotina Mesûd Barzanî di wê pirtûkê de, kesekî wek parêzgarê Silêmaniyê dişîne ku bi serokeşîran re bicive û heta guh nade kesekî wek Elî Eskerî ku daxwziyên siyasî yên Partî pê bûye. Wate dewleta Qasim bi pilan û zanebûn şoreş û rêberên siyasî yên Kurd piştguh dixe û di praktîk de têkçûna rêkkeftina siyasî ya bi Kurd re nîşan dide. Her bi wê mebestê jî li navçeya Barzan dest diavêje bi bombebarankirina hemû ew cihên ku şoreşgerên Kurd û pêşmerge li wir bûn. Bi vî rengî jî destpêka rûbirûbûn û xweparastin û berevanîkirina Kurd ji xwe, di dewreke nû ya dîrokê de dest pê dike.
Têgihîştina Ebdulkerîm Qasim ew bû ku dikare bi kelûpelên ertêşa Iraqê yên wek balafir, cebilxane û çekên kêmyayî re di demeke kin de şoreşa Kurdistanê têk bibe. Ev rastiye li nameyên ku ji Mela Mistefa Barzanî re dinivîse û ji Mele Mistefa Barzanî daxwaz dike ku teslîm bibe û wek tawanbar bi wî re diaxive, diyar dibe. Di nameyan de derdikeve ku Ebdulkerîm Qasim wek rêberê Iraqê, rastiya siyasî ya şoreşa Kurd û rastiyên wê şoreşê ji aliyê wî ve hatiye berevajîkirin.
Piştî biryara şaş a Ebdulkerîm Qasim, em hûrbînî û sebra berpirsên siyasî yên Kurd dibînin. Helwesta destpêkî ya vê rêberatiyê nîşan dide ku di demên dijwar û şer de jî biryarên rast ên pêşengên şoreşger têne dîtin. Ne Mela Mistefa Barzanî, ne Şêx Ehmedî Barzanî û ne jî hêzên din yên siyasî yên ku bi Mela Mistefa Barzanî re di pêwendiyê de bûn, wek mînak kesanên wek Celal Talebanî û Elî Eskerî ku pêwendiyê bi Barzanî re dikin, ti yek ji wan pêşdestiyê nakin bo şer û heta pêşwaziya ti aloziyekê jî nakin. Hem Barzanî û hem jî ew kesên ku ser bi Mekteba Siyasî ya Partiyê bûn û di wê navberê de, li navbera Mekteba Siyasî ya Partiyê bi Barzanî re di hatinûçûnê de bûn, tekez dikin ku ew ti gavan ji bo alozkirina rewşa Kurdistanê û berbişervebirina rewşê pêşeng nebin; Belkî tenê xwe biparêzin.
Ev taybetmendiya berevanîkirin ji xwe di hemû şoreşên Kurdan de, bi taybetî jî li şoreşên ku ji dehikên şêst vir ve li Kurdistanê pêk hatine, hem li Başûr û hem jî li Rojhilat, taybetmendiyên gelekî berçav in. Wate nîşan dide ku Kurdan çek hilnegirtine ku êrîşî ti neteweyekê bikin. Heta dema ku kesekî wek Ebdulkerîm Qasim biryar bû li gor biryarên xwe hevbeşiya Kurd û Ereban rabigihîne û pêbendê wê yekê nebû, lê dema ku ji wê biryarê paşekêşe kir û êrîşî Kurdistanê kir, di destpêkê de rêberên şoreşê hizrîn ku dikarin hêviyekê peyda bikin ku bi hikûmeta navendî re danûstandinê bikin û ew şer, nexweşî û aloziyane ber bi qiraxeke aram ve bibin ku mixabin di wê serdemê de ne hikûmeta Iraqê û ne Ebdulkerîm Qasim bi xwe jî pêbendê vê prensîbê nabin û hemû deverên di bin kontrola pêşmerge de bombebaran dikin û şer berdewam dibe.
Di çend nameyeke gefxwarî de ji bo rêberên şoreşê, bi taybetî Mela Mistefa Barzanî têne şandin, nîşan dide ku hikûmeta navendî ya Iraqê ne amade ye paşde vekişe û ne jî danûstandinan bike. Li ser vê bingehê ye ku şoreşa Îlona sala 1961ê bi destê Barzanî û şeşsed endamên eşîra Barzanî û pêncsed endamên eşîrên dinê ku ji bo parastina nasname û kerameta gelê Kurd bûne pêşmergên Barzanî tê destpêkirin.
Barzanî di lêdwanekê de ji bo pêşmergên xwe, hem ji 600 pêşmergeyên eşîra Barzan û hem jî ji 500 pêşmergên eşîrên dinê re ku tevlî wî bûne, radigihîne: “Şoreşa me şoreşek e li ser bingeha daxwaza mafên rewa yên gelê Kurd hatiye avakirin. Wate eger hûnên pêşmerge eger dixwazin û pêbendê wê hizr û bawerê ne ku bi bê ti çavnihêrî û berjewendiyekê berevaniyê ji rûmet û kiyana nîştimanî bikin, hûn dikarin şoreşê berdewam bikin û bi min re bin, hekî na hin kesek ku li pey berjewendiyan in ku li ser wê bawerê ne di rewşa dijwar de nikarin bijîn, dikarin ji rêzên şoreşê derkevin û vegerin cihên xwe.
Beşek ji axaftinên Mela Mistefa Barzanî wek rêberê şoreşê ku di 20ê Cotmeha 1961ê de ji hêzên xwe re kiriye, hin rastiyên şoreşa Kurd li Başûr û heta li hemû beşên Kurdistanê radixe ber çavan. Gotinên Barzanî wiha ne:
“Birano! Ez nizanim pêşeroja min çi ye. Ez ê bi hemû şiyana xwe ve rû bi rûyê wan bim û heta ku bikarim ez Kurdistanê bi cih nahêlim. Eger ti hewldanek min li desthilatê nema û êdî nekarim ji wê yekê zêdetir berdewam bim, ez ê herime Sûriyê. Ewa hûn dibînin min mirin bi îradeya xwe ji bo xwe hilbijartiye. Îcar yê ku mirinê ji bo xwe hildibijêre bila bi min re bimîne. Ez ê rêya xwe bidomînim û ji bilî çek, cebilxane û pereyekî kêm tiştekî dinê digel xwe hilnagirim. Tiştê ku min heye hemû eve ye. Yên ku ji mirin, birçîbûn û sirê natirsin bila bi min re bimînin. Yên ku ji min tiştekî naxwazin bila bimînin. Çimkî ez jî wekî we me. Ne pere û ne jî çekên min hene. Lê yên ku wizeya wan tine ku van tengasiyên ku min behs kirin hilgirin, bila biçine ser rêya xwe. Xwedê padaşa wan bide. Çimkî wan heta niha gelek tişt girtine ser milê xwe û di vê rê de ked dane. Ez dixwazim tevî axaftinan wê yekê jî bibêjim ku em neteweyeke misilman a Kurdên bindest in. Divê em maf û rûmeta xwe biparêzin. Cihê şanazî û şerefê ye ku em ji bo azadiya netewa xwe canê xwe gorî bikin.”
Ev gotinên rêberekî Kurd di derfeta herî nazik a dîroka şoreşê de ku ne pere, ne çek û ne jî îmkanek ji bo rûbirûbûnê heye, nîşan dide ku şoreşa Kurd li ser bingeha parastina mafê mirovî û rûmeta Kurd bo bidestveanîna mafê mirovî, siyasî û civakî hatiye destpêkirin. Lewma jî tenê di vê derfetê de kal û pîrên wek Husên Cercîs ku temenê wî heftê salî zêdetir bû, ji aliyê Barzanî ve ferman tê danê ku rûbinê û şoreşê berdewam neke, lê Husên Cercîs û ew hezar û 100 kesên dinê ku digel Barzanî bûn şoreşê berdewam dikin û ji wê derfetê ve, wate 20ê Cotmeha sala 1961ê şoreşek dinê ji bo bidestxistina mafên netewa Kurd dest pê dike. Gav bi gav erdnîgariya şoreşê ji devera Barzan ve tê destpêkirin û hêdî hêdî hemû navçeyên Kurdistanê li xwe digire û di demeke kin de bi hezaran kes tevlî şoreşê dibin û careke dinê jî ew 1100 pêşmerge dibine bi hezaran pêşmerge û banga rewa ya gelê xwe li seranserê Kurdistanê belav dikin.
[1]