Avarebûn ji çiya û deştên Kurdistanê ve heta welatê Azerbaycanê (Kurdbûn)
Keyhan Mihemedînijad
Gelek caran mirov di nav pirtûkxaneyan de rastî hin pirtûkan tê ku xwendina wan bandorên erênî û neyênî li ser mirov dadinên û hin pirtûk jî hene hisên mirov yên nasyonalîstiyê zêde dikin û hin pirtûk jî hene ku mirov bêzar dikin ji mirovayetiyê û sirûşta jiyanê; ez carekê li cem hin hevalan bûm û ji min re gotin “gelo te pirtûka Kurdbûnê xwendiye?” Min bersiv da ew çi pirtûkek e? Wan got: Bîranînên “Kapîtan Mihemedê Mewlûdiyan”!
Wan pesna pirtûkê kirin û ez hogirê pirtûkê bûm û min ew pirtûk her çawa be bi dest xist û min dest avêt bi xwendinê. Di rastî de ev çend mijarên ku min jorîn li ser xwendina pirtûkan nivîsîne, hemû di vê pirtûkê de têne berçav û mirov dibine nava jiyanek hejarî, avarebûn, girtîgeh, bindestî, axatî û reiyet, bawerbixwebûn, nasyonalîstî, dijberî û hwd. Pirtûk ya bîranînên “Kapîtan Mihemedê Mewlûdî” ye û bi navê “Kurdbûn” hatiye çapkirin.
Berhevkirina vê pirtûkê karek hêsan nebûye û “Wuriya Mamilê” yê kurê xwedêjêrazî “Mihemedê Mamilê” yê hunermendê netewî yê xelkê bajarê Mehabadê, zehmeta berhevkirina vê pirtûkê kêşaye stûyê xwe û diyar e ji dehan çavkaniyan jî sûd wergirtiye û eva nîşanderê dewlemendbûna pirtûkê û mandûbûna wî ye.
Wî ji destnivîsên “Kapîtan Mihemedê Mewlûdiyan” sûd wergirtiye û her wek bi xwe di pêşgotina pirtûkê de behs dike: “Kapîtan Mihemedê Mewlûdiyan piştî midehek zêde ji afirandina qehrimanî li #Komara Kurdistanê# û piştî hingê avarebûn ji welat û çûn bo Azerbaycanê li wir nîştecih dibe û jinek bi navê “Balabacî” dixwaze û ji vê zewacê keçek wan a bi navê “Yay Ronak” dibe; wê keçê ji bavê xwe (Kapîtan Mihemedê Mewlûdiyan) tenê sindoqek wek mîrat û yadîgarî hebûye û ku tê de çend keresteyên wek dûrbînek nîçîrvaniyê, demançeyek û hin keresteyên din û çar lênûs hebûne. Di encamê de li sala 2017an kurê “Yay Ronak” deriyê sindoqê vedike û hin lênûsan dibîne û hin wêneyan jê dikêşe û bo yek ji xizmên xwe bo Mehabadê dişîne û ew jî ku dixwîne derdikeve ku destnivîsên “Kapîtan Mihemedê Mewlûdiyan” in û bîranînên wî ji serdema Komara kurdistanê ve ne. Bi bê hederdana demê wan destnivîsane bi dest dixe û bo min (Wuriya Mamilê) dişîne.”
Rêzdar Wuriya Mamilê pir bi wan destnivîsane re diweste û di encamê de wan berhev dike û bi îşarekirin bi dehan çavkanî û sûdwergirtin ji wan, pirtûkekê bi navê “Kurdbûn” (Beşek ji Bîranînên Kapîtan Hemeyê Mewlûdî” çap dike. Wir pêwîst e bi hewl û westiyana rêzdar Wuriya Mamilê re destxweşî bê gotin.
“Kapîtan Mihemedê Mewlûdiyan” jinek din a bi navê “Xurşîd Rehberî” ku bi xwe sêwî bûye dixwaze û ji wê zewacê jî kurek û du keç hebûne.
Di vê pirtûkê de rehmetî “Kapîtan Mihemedê Mewlûdiyan” behsa jiyana xwe ya tijî biserhatî û kevtin û rabûn û avarebûn û hwd dike; Ew li 15ê Nîsana 1907an li bajarê Mehabadê yê ser bi Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe û diya wî “Zuleyxa (Zelexa)” û bavê wî jî “Sofî Mewlûdê Çirçî” ye. Dema ku çar roj temenê wî bûye, diya wî jiyana xwe ji dest dide û wekî bi xwe di bîranînên xwe de behs kiriye, diya wî ji aliyê hewiya xwe (zirdayîka Kapîtan Mihemed) ve hatiye jehrîkirin. Ev ji aliyê dayîkê ve bi sêwî jiyana xwe dest pê dike, li ber destê zirdayîkê û bavek dilreq.
Biserhatiya jiyana Kapîtan Mihemed Mewlûdiyan gelek xembar e û mirov hînê gelek nişîv û evrazan û ketin û serketinan dike. Lê di vê nivîsê de ez ê hewl bidim bi sûdwergirtin ji pirtûka “Kurdbûn”ê kurtasiyek ji lehengî û pile û payeya Kapîtan Mihemed Mewlûdiyan di serdema Komara Kurdistanê de we re behs bikim:
Wî bi komek lawên serdema xwe re, yekemîn partiya modern li Rojhilatê Kurdistanê bi navê “Hizba Azadî ya Kurdistanê” (1938an) ava kirin ku navbirî endamê hejmara neh ê vê partiyê bûye û di paşerojê de bi hin guherinkariyan ve navê partiya xwe diguherînin dikine “Komeleya Jêkafê” û di dawiyê de bû bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (niha bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê naskirî ye). Ew yek ji pêşmergên qehriman ê serdema Komara Kurdistanê bû û bo heyama kêmtir ji salekê bi fermana Pêşewa Qazî Mihemed dibe serokê “Şarebanî (Polîs)”ê Mehabadê û asayişa Mehabadê li stû digire. Ew li Komara Kurdistanê ji aliyê Serkomarê Kurdistanê “Pêşewa Qazî Mihemed” ve pileya Kapîtanî jê re tê dan.
Wî digel hevalên xwe yên pêşmerge li piraniya şerên li dijî dagîrkerên Kurdistanê beşdarî kiriye û dîrokek zêrîn bo xwe tomar kiriye û ji Seqizê ve bigire heta Urmiye û Serdeştê di eniya şerê li dijî dagîrkeriyê beşdarî kiriye. Ew piştî têkçûna Komara Kurdistanê bi pêşmergên xwe re teslîm nabe û heta dawî dem û gulle li dijî ertêşa şahenşahiyê şer dikin.
Ew paşê digel efserên qehriman ên Komara Kurdistanê ku xelkê Başûrê Kurdistanê bûne, diçine Iraqê û li wir piştî dîtina zehmetiyek zêde bo heyama du salan tê binçavkirin.
Li wir rejîma paşayetî ya Îranê dev jê bernade û daxwazê ji welatê Iraqê dike ku wî radestî Iranê bikin û wekî bi xwe di bîranînên xwe (Kurdbûn) de dibêje, rejîma Îranê dixwast wî bibin û di dawiyê de dar vebikin, lê bi hevkariya xelkê nîştimanperwer û Kurdperwer ên Başûrê Kurdistanê ji girtîgehê rizgar dibe û piştî midehekê xwe digihîne gundê Xelanê yê Başûrê Kurdistanê û di bin siya xwedêjêrazî “Şêx Elaedîn Neqişbendî” de nîştecih dibe. Ew ji wir piştî midehekê bi nihênî diçe Mehabadê û dixwaze dîsa şorek din li dijî dagîrkeriyê dest pê bike, lê mixabin givaşên rejîma paşayetî li ser wî zêde dibin û nikare zêde bigere û biryarê dide ji rêya Barzaniya ve (ew rêya ku Barzanî pê re çûne Soviyetê) ber bi Soviyetê ve derbas bibe.
Li çemê Arasê ku derbasî ew aliyê din ê Soviyetê dibe, tê girtin û bi tohmeta sîxurîkirin bo Rûsiyayê dixine girtîgehê û bo heyama du salan di girtîgeha “Sîbîriya” a Azerbaycanê de dimîne û piştî mirina “Stalîn” bo wan derdikeve ku sîxur nebûye û azad dikin û her li welatê Komara Azerbaycanê mafê penaberiyê didinê û li wir nîştecih dibe.
Pêka pirtûka “Kurdbûn”, Kapîtan Mihemedê Mewlûdiyan rojekê bi keça xwe “Yay Ronak” re mêzeyê televîzyonê dikin û dibîne ku şoreşa gelan a sala 1979an li Îranê serketî bûye û rejîma Paşayetî herifiye û kêfxweş dibe ku welatê xwe carek din bibîne û serdana jin û zarokên xwe li Mehabadê bike.
Pêka gotinên “Yay Ronak” (keça Kapîtan Mihemed Mewlûdiyan li Baku) di pirtûka “Kurdbûn”ê de dibêje: Bavê min rojekê xwe amade dikir ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve rêwingiyê bike. Şevekê beriya wê ku bi rê bikeve di odeya xwe de bû û pir kêfxweş bû ku heta sax e dikare carek din bi çavên xwe welatê xwe bibîne, aram nedigirt û berdewam dihat û diçû û ez heta nîvê şevê li cem wî mam û paşê ez bi zorî şandim û got sibêzû were min bibe bo Bakuyê. Ez sibêzû ku çûm, min dît derî bi ser min de venake. Min ji pencereyê re mêze kir, ewa bavê min xwe amade kiriye û foqila xwe girêdaye û li ser moblê rûniştiye. Min herçiqas hawar kir bersiva min neda. Min pencire şikand û çûme odê, mixabin min dît ku laşê wî yê bêcan sar bûye û celteya dil lêdaye û koça dawî kiriye. Paşê me bavê min li goristana bajarê “Quba” yê ser bi Komara Azerbaycanê bi axê sipart.
Pêka pirtûka “Kurdbûnê”, Kapîtan Mihemed Mewlûdiyan li 19ê Nîsana 1979an koça dawî kiriye.
Çavkanî:
Kurdbûn, berhevkirin û belgemendkirin: Wuriya Mamilê, çap: Silêmanî – Çapxaneya Karo
[1]