Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,279
Wêne
  123,304
Pirtûk PDF
  22,034
Faylên peywendîdar
  124,528
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
‘MUHTEŞEM YUZYIL: KOSEM’ Û KEÇA MÎR ŞEREF XAN*
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Wêneyên dîrokî dewlemendiya netewî ye! Ji kerema xwe re, bi logokên xwe, nivîs û rengên xwe, nirxa wan kêm nekin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mûrad Ciwan
Mûrad Ciwan
‘MUHTEŞEM YUZYIL: KOSEM’ Û KEÇA MÎR ŞEREF XAN*
#Mûrad Ciwan#

Di konferansa li ser Şeref Xan de ya ku li Weqfa Beşîkçî li Îstanbulê hat lidarxistin, beşeka giring li ser hin belgeyên arşîva Osmanî yên derbarê kuştina Şeref Xanê Mîrê Bidlîsê û nivîskarê Şerefnameyê de bû. Heta nuha dihat zanîn ku Şeref Xan, sala 1603/4’ê miriye. Lê li gor belgeyên arşîva Osmanî yên nuhdîtî, ew di 1601’ê de ji bal mîrêmîranê (beglerbegiyê) Wanê ê Osmanî ve hatiye kuştin. Ji bo dîroka kurdan sererastkirineka gelek giring, lazim e bê lêkolan; ew çawa, ji bo çi hat kuştin.
Di konferansê de li ser sedemên kuştinê belge nehatin pêşkêşkirin, bes li ser hin tezan hat rawestiyan. Pê re, behsa nameyeka gerokê îtalî Pietro della Valle hat kirin: Gava sala 1615/1616(?) ew li Îstanbulê ye, rastî Prînsê (Xanê) Bidlîsê tê ku ew hatiye ji bo bi temamî vegerandina erdên mîrekiya xwe yên ku ‘demeka kurt berî mirina Nafîz Paşa’ ji destê wî hatibûn derxistin, pişt re wî qismek paşde vegerandibû.
Gelo dibû ku ev erd, di dema kuştina Mîr Şeref Xan de ji wan hatibû stendin? Pêwendîya wê, bi buyera kuştinê ve hebu, yan na?
Piştî konferansê, ez li ser agahiyên della Valle rawestiyam, min orîjînalên îtalî ên nameyên wî derxistin, dan ber wergerên bi tirkî û dît ku hin ferq tê de hene. Ew paşayê Osmanî yê navê wî di nameyê de hatî, ne Nafîz Paşa, Nasuh Paşa ye. Ya din, nayê îdîakirin ku ‘demeka kurt berî mirina Nasuh Paşa’ lê tê nivîsîn ku ‘ bi mirina Nasuh Paşa re, ew erdên ku jê hatibûn stendin.’[1]
Ew prînsê (xanê) ku Pietro della Valle li Îstanbulê pêrgiyê wî bûbû, her çendî navê wî nayê dayîn, li gor tarîxê divê Ziyaeddîn/Diyaeddîn Xanê kurê Şeref Xan be ku ne rasterast piştî kuştina bavê xwe be jî, ne demeka dirêj piştî wî bû mîrê Bidlîsê û heta 1638’ê li ser hukum ma.
Nasuh Paşa ‘devşîrmeyekî’ arnawudî (li gor hinan rum) ye ku di gelek merheleyên postên dewleta Osmanî re derbas buye, heta sedrezamiyê hilkişiyaye û di 1614’ê de bi fermana Sultanê Osmanî Ahmedê I. hatiye kuştin.
Têkiliyeka Nasuh Paşa ya pirralî li gel Kurdistanê heye, wî di hin seferên ber bi Kurdistanê de serdarî kiriye, di demên cuda de buye waliyê Şamê û yê Helebê. Gava bi fermana sedrezam Cagalazade Sînan Paşa Heleb dan mîrê Kilîsê Huseyîn Canpolat Paşa, Nasuh Paşa razî nebû, lê ku ferman ducar bû, ew der mecbûrî bicî hişt. Nasuh Paşa mîrêmîraniya Diyarbekirê kir. Bi fermana Sultan, peymaneka lihevhatinê li gel dewleta Safewî best ku gelek navûdeng da û navê peymana li gel Şah Abbas, bû Peymana Nasuh Paşa. Wî, dostanî û hevkariyeka xurt li gel mîrên Kurdistanê hebû.
Di Wikipediayê de, derbarê Nasuh Paşa de tê nivîsîn ku ew di dema beglerbegiya Diyarbekirê de bi keça Şeref Xanê hakimê Bidlîsê re zewiciye.
Lê tarîxa beglerbegîtiya Nasuh Paşa çend salan piştî kuştina Şeref Xan e. Dema mayina wî ya li Kurdistanê, şer û aştiyên wî yên li gel Safewiyan û tarîxa kuştina Şeref Xanê mîrê Bidlîsê li hev nakin.
Bi gerra ji ber vê nelihevkirin û gumanê, me hin agahîyên zelaltir di Tarîxa Naîma de dîtin. Li wê derê tê destnîşankirin ku Nasuh Paşa gava mîrêmîranê Diyarbekirê bû, bi keça Mîr Şeref re zewicî. Di mesela pêwendiyên Nasuh Paşa û mîrên Kurdistanê de jî, Naîma behsa Mîr Şerefê mîrê Cizîra Botan dike.
Naîma dinivîse ku Mîr Şeref di nav mîrên Kurdistanê de xwedan rêzlêgirtineka diyar bû, bi saya wî, Nasuh Paşa dostî û hevkariya gelek mîrên Kurdistanê kêşa alî xwe. Heta gava sedrezam û serdarê Osmanî Çagalazade Sînan Paşa (bi eslê xwe êsîrekî îtalî bû, bû misilman û di dewleta Osmanî de heta sedrezamî û serdariyê post girtin) çû şerê Safewiyan li alî Urmiyê û Wanê şikesteka mezin xwar, ji bo gunehkariya xwe veşêre, gazin ji mîrên kurdan kir, bû dijminê wan. Xwedêgiravî ku çima tevî gazîkirinê jî di wextê de negihîştiye ser şer, li Wanê serê mîrê Kilîsê û waliyê Helebê Huseyîn Canpolatzade jêkir. Ji ber vê, birazî û wekîlê Huseyîn Canpolat Paşa; Alî Canpolat Beg tevî xelkê mîrekiya Kilîsê serî hilda.
Çagalazade Sînan Paşa alîkarî ji Nasuh Paşa xwest da ew mîrên Kurdistanê bigire û biçe serîhildanê bitemirîne, Nasuh Paşa xwe giran kir, neçû. Naîma dibêje çimkî mîrên Kurdistanê hemî ji Sedrezam Sînan Paşa aciz bûbûn.
Husên Canpolat ew mîrê kurd e ku Çagalazade walîtiya Nasuh Paşa a Helebê jê sitend da wî. Mesela Canpolatan çîrokeka dirêj e, em li vê derê dibirin. Bes lazim e bê gotin ku piştî gelek mihaweleyan, heta Quyucu Murad Paşa bû serdar û bi eskerekî giran hat ser Canpolatan, ji 26 hezaran zêdetir esker û xelkên canpolatî serjêkirin, avêtin bîr û çalan, hê serîhildan temirî.
Piştre Quyucu Murad Paşa bû mîrêmîranê Diyarbekirê, Nasuh Paşa jî bû alîkarê wî. Quyucu li Diyarbekirê mir. Îdîayek heye ku Nasuh Paşa ew jehrdayî kir.
Agahiyeka din a ku pirsa zewaca keça Mîr Şeref Xan û Nasuh Paşa zelal dike jî, bi minasebeta rexneyekê ya li rêzefîlma ‘Muhteşem Yuzyıl: Kosem’ê dertê pêşberê me. Di rêzefîlmê de roleka cariyeyekê (kalfayekê) heye; Cennet Kalfa (Cennet Hatun). Cariyeyeka li koşka Kosem Sultanê ku bi xeyala rojekê bibe dayika şehzadeyekî dijî, yeka hewayî a li pey meran e.
Xwedanblogekê ya bi navê Melike Chimay, di nivîseka rexnegirî de ya li ser vê rêzefîlmê behsa agahiyekê dike ku kalikê wê Celal Temrukoglu di berhemeka xwe ya neçapkirî de ya li ser osmaniyan, cih dayê: Piştî hin agahiyên bapîrê wê yên li ser eslê Nasuh Paşa û bilindbûna wî di dezgehên dewleta osmanî de, her wiha mîrêmîraniya wî ya li Diyarbekirê, wiha dinivîse: ‘’Nasuh Paşa gava li Dîyarbekirê bû di 1606’ê de, bi keça prînsê kurd Mîr Xan (navê Şeref derbas nabe) Cennet Xatûnê (Cennet Hatun) re zewicî.’’
Xwediya blogê rexneyeka tûj li derhêneran digire, ku wan çima Cennet Xatûn di fîlmê de wek ‘kalfa’ û ‘cariye’ pêşkêş kiriye. Ew, dinivîse ku texrîfata dîrokî ji ber şoveniya wan tê, loma keça mîrê kurd a zewceya sedrezamekî Osmanî wiha nîşan didin.
Li gor agahiyên bapîrê rexnegirê, Nasuh Paşa gava bi Cennet Xatûnê re zewicî ew her wiha bi keça Padîşah Mehemedê III. a ji nedîmeyên wî yên destpêkê Sevrenaz Xatûna Sarayî re jî zewicandî bû, zarokên wan jî hebûn. Pişt re Nasuh Paşa ku di peymana li gel Safewiyan de ya bi navê ‘Peymana Nasuh Paşa’ bi serket, navûdeng da, bi keça Sultan Ahmedê I. a ji Kosem Sultanê a bi navê Ayşe Sultanê re jî zewicî; keçik 7 salî (di Tarîxa Naîma de 3 salî) bû. Nasuh Paşa, di 1614-ê de bi fermana Ahmedê I. hat kuştin, ew zewac tenê di resmiyetê de ma.
Nexwe, Nasuh Paşa zavayê Mîr Şeref Xanê mîrê Cizîra Botan bû. Ew, Mîr Şerefê III. ye, di 1566 an 1570’yî de ji dayik bûye, di 1596’ê de bûye mîrê Botan, heta mirina xwe (1626’ê) li ser hukum maye. Pişt re kurê wî Mîr Mihemedê IV. (hukumdarî 1626-1627), di dûv wî re jî Mîr Şerefê IV. bûye mîr.
Dewra zêrîn a mîrekiya Cizîra Botan dewra Mîr Şeref Xanê III. ye. Ew, hemdemê Şeref Xanê mîrê Bidlîsê ye. Di Şerefnameyê de behsa wî tê kirin. Mîr Şeref Xanê ku Melayê Cizîrî pesnê wî daye û şiir li serê gotine ew e. Gerçî hê di dema Mela de, Mîr Şerefê IV. jî tê ser hukum, lê ew neviyê vî mîr Şerefî ye, piştî bavê xwe Mîr Mehemedê IV. hatiye ser desthilatê, lê dewreka çilmisî jiyaye.
Çîroka mîrzadeya kurd Cennet Xatûna keça Mîr Şeref Xanê mîrê Cizîra Botan; hevjîna sedrezamê Osmanî Nasuh Paşa û marîfeta derhênerên tirk, dilreşî û nefreta wan a ji kurdan, ev bû.
Lêgerîna li pey sedemê kuştina Mîr Şeref Xanê Bidlîsî lazim e berdewam be. Li gor nameya Pietro della Valle ew erd ne di dema kuştina Şeref Xan de, lê piştî mirina Nasuh Paşayê (1614) dost, hevkar û zavayê kurdan ji Ziyaeddîn/Diyaeddîn Xanê kurê wî hatine stendin û bi hatina Îstanbulê re lê vegeriyane.
*Kurtiyeka nivîsê di heftenameya BASNEWSÊ hejmar 15 (a vê hefteyê) de hatiye weşandin.
(1) Pietro della Valle dinivîse: Xanê Bidlîsê soz da Sultanê âlî ku di şerê wî de yê li hemberî îraniyan 12 hezar eskeran bide, ê wan techîz bike û mesrefa wan hilde ser xwe, tê bawerkirin ku ev hemî bi hesp (siwarî) bin. Çimkî li van serhedan piyade bikêrî tu karî nayên. Gava ew çû dîwana Sultanê âlî -ku divê qet meriv destvala neçe hizûrê-, diyariyên ku pêşkêş kirin ev bûn: du lawikên lal (bêziman), du hespên çê, du seyên cins; niza se bûn yan tajî, pênc baz, neh jê ji qedîfe, ew qas jî ji satên kurtek, her bi wê hejmarê kurtekên Şamî yên cuda, her ewende xasên ser bi wî welatî ve ji qumaşên hirî û hevrîşm kurtek, xaliyeka mezin dused zîra’, yanî ku belkî bîst û pênc zîra’ dirêjayî û heşt zîra’ bereyiyê ve; zîraek yek ji sisiyê hezîranekî napolîtanî bû: bi kurtî duwazde kesan ew [diyarî] hildigirtin, heta ku karîbûn bar kiribûn. Ez bawer dikim, hêja û dewlemend bûn. (Pietro della Valle, Viaggi di Pietro della Valle: il pellegrino, bi îtalî cild 1. r. 125-126)

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 659 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://muradciwan.com/- 28-03-2024
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-04-2017 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 28-03-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-03-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 659 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.968 çirke!