Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,708
Wêne
  123,353
Pirtûk PDF
  22,043
Faylên peywendîdar
  124,660
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
LUBNAN Û KURD
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Mûrad Ciwan
Mûrad Ciwan
LUBNAN Û KURD
Netkurd 01-08-2006
#Mûrad Ciwan#

Berî her tiştî divê meriv tiştekî zelal bike. Şerê ku li Rojhilata navîn germ bûye, ne şerekî navbera Îsraîl û Lubnanê, lê şerekî navbera Hizbullah û Îsraîlê yê li ser axa Lubnanê ye. Heta şerekî navbera herduyan ê li ser axa Îsraîl û Lubnanê ye. Roket û fuze bi ser gund û bajarên herdu aliyan de dibarin.
Şer bi revandina du eskerên Îsraîlê ji bal Hizbullahê gurr bû û ev sê hefte ne dewam dike.
Îsraîlê bi hemî hêza xwe ye hewayî, deryayî û bejayî xwe daye şer, êrîşan dibe ser bingehên Hizbullahê. Hizbullah xwedan hêzeka çekdar e, lê çekdariya wê ne wek çekdariya orduyên dewletan e. Ew xwedan milîs e, çekdarên wê ji xelkê sivîl pêk tên, bingehên wê, cebirxaneyên wê, kozikên wê hemû di nav bajaran de, di nav xelkê de ne. Başûrê Lubnanê her çendî resmî di bin serweriya dewlet û hukumeta Lubnanê de be jî Hizbullahê bi hêza xwe ya mîlis rê nedaye ku hukumet wan deran îdare bike, ordû û polîsê resmî ê Lubnanê ewleyiya wan deveran ku ji lubnaniyên şîî pêk tên cîbicî bike.
Piraniya şîîyên Lubnanê li başûrê welêt bicîh bûne. Lê li hundurê Beyrûdê jî gelek taxên wan hene, hetta li bakurê Lubnanê jî deverên bi niştecîyên şîî û helbet ji ber vê hindê li van deveran bingehên Hizbullahê, çek û cebirxaneyên wê hene.
Loma jî di şerê li ser axa Lubnanê de li aliyekî orduya Îsraîlê a nîzamî, li aliyekî din jî mîlîsên çekdar ên Hizbullaha di nav xelkê de, li taxan, li hundurê avayiyên sivîl binkegirtî heye. Îsraîlê biryara xwe daye ku di kurttirîn dem de, bêyî ku firsenda bihnvedan û manewrayê bide Hizbullahê makîneya wê ya şer perçe bike, wê ji başûr rake. Ev armanc welê dike ku Îsraîl can û malê lubnaniyên şîî îhmal bike. Di van êrîşan de gelek kesên sivîl ên bêguneh, jin û zarok dimirin. Bi taybetî êrîşa herî dawîn a ser avayiyeka Kaanê bû sedemê kuştina li dor 60 kesan ku 37 ji wan zarok in.
Sedem çi dibe bila bibe, kuştina sivîlan û zarokan di şer de nayê qebûlkirin, nayê tehemmul kirin. Bi taybetî em kurdên ku me zarokên xwe yên li Helebçeyê ji ber gazên kîmyayî ên rejima Saddam wek berxikên mirarbûyî li kolanên Helebçê, li gundan, li nav mêrgan û serê kaniyan dît, em kurdên ku me bi hezaran zarokên xwe li Germiyan di êrîşa enfalê de wenda kirin, keçên me yên xama yên ku namûsa wan li welatên ereb li haremên mîr û şêxên ereban hatin binpêkirin, em nikarin êrîşên li ser zarok û sivîlan protesto nekin, ji ber wan neêşin.
Em ne ereb, tirk û faris, ne jî wê dinyaya ewropayî, ya rojava û rojhilat, ya bakur û başûr in ku dev, çav û guhên xwe li ber kuştina zarokan bigirin, îja çi bi kîmyayî li Helebçeyê be, çi bi gulleyên polîsan li Diyarbekirê û çi jî bi firokeyên Îsraîlê li Lubnanê, yan jî bi roketên Hizbullahê ên Mede in Iran li ser axa Îsraîlê be.
Ev, aliyekî zelal ê meselê ye. Îsraîlê biryarek daye ku dixwaze êrîşên Hizbullahê ên ji Lubnanê ên li ser xwe rawestîne, heta biryar daye bi awayekî wilo rawestîne ku Hizbullah careka din nikaribe êrîşan bibe serê. Heqê wê ye, parastina hemwelatiyên xwe dike, parastina hebûn û jiyana dewleta xwe dike. Lê gava vê biryarê dide, divê hesabê xwe û qaîdeyên şer, peymanên peywendiyên şer bi sivîlan re bike. Gava nekir, ev peyman îhlal kirin, helbet dikeve ser milê wê ku ew hesabên van nelirêyiyan bide.
Aliyekî din ê meselê jî heye ku di navbera vê trajediya şer de, divê ji ber çavê meriv wenda nebe. Berpirsê esasî ê destpêkirina vî şerî Hizbullaha lubnanî û ew hêz û dewletên li pişt vê partiyê ne, ango Sûriye û Îran.
Bînin bîra xwe, di destpêkê de esas buyerê bi revandina eskerekî îsraîlî ji bal Hemasa filistînî rû dabû û pevçûnek di navbera filistînî û îsraîliyan de rapelikû bû. Lê çend roj tê re çû Hizbullaha lubnanî daket biniya hidûd û du eskerên Îsraîlê revandin. Yanî eşkere ba kir îsraîliyan ku berê şerê xwe bidin Lubnanê. Belkî jî ev planekî mişterek ê Hizbullah, Hamas, Îran û Sûriyeyê bû ku wan xwest ew barê ser Hamasê sivik bikin. Hamas bi her awayî ketibû tengasiyê.
Le wek wan derneket. Xwiya ye Îsraîlê û Amerîkayê ev plan dît û wan jî ev êrîş wek firsendek ji xwe re bikaranîn da pirsa Lubnanê bi yekcarî çareser bikin.
Çimkî statuya Lubnanê her tim ê rê bidaya ku êrîşên bi vî awayî li ser Îsraîlê berdewam bin. Statuya heta wê rojê, her wiha ê qet nehiştaya ku Lubnan piştî derketina eskerên Sûriyeyê ji Lubnanê, berdewamiyê bide avakirina xwe ya demokrasî û azadiyê.
Erê berî salekê, piştî eşkerebûna destê wê di kuştina serokwezîrê berê ê Lubnanê Refîk Herîrî de, Sûriye mecbûr ma ku eskerê xwe ji Lubnanê vekêşe, lê hemû wê makîna xwe ya îstîxbaratê a di Lubnanê de venekêşa. Ya giringtir jî tevî Îranê piştgiriyeka bi wî awayî da Hizbullahê ku hem rewşa serweriya hiqûqî ya Lubnanê serûbin kir, hem jî biryarên navneteweyî û yên NY ên derbarê Lubnanê binpê kirin.
Li Lubnanê piştî vekêşana Sûriyeyê hilbijartin bûn, Hizbullah ket parlamnetoyê, di hukumetê de du wezîr jî bidest xistin. Lê wê red kir ku mîlîsên xwe bêçek bike û rê bide ku orduya resmî a Lubnanê bê, ewleyiya başûrê welêt biparêze.
Bi vî awayî hem bû hêzeka serbixwe ya weka dewlet di nav dewletê de, rê li ber normalîzebûna Lubnanê, reformên ber bi azadî û demokrasiyê girt, hem bû maşeyeka destdirêjkirina Sûriye û Îranê ku ji aliyekî de siya xwe li ser Lubnanê berdewam bikin, ji aliyekî de jî bibin tehdîd li hemberî Îsraîlê.
Divê em bibîrxînin ku Hizbullaha lubnanî ne hêzeka siyasî ya normal e, ku meriv bêje temsîla berjewendiyên şîîyên Lubnanê dike, di avakirina Lubnana nuh de xwedîtiyê li maf û berjewendiyên şîîyan dike. Na, ew partiyeka mîlîtan a nasyonalîst û taîfî ya ereb e ku bi şîîtiya xwe, xwe hişk bi Îranê ve bestiye, lê li hember Îsraîlê, li hember kurdan, li hember her awe daxwazên guhertina Rojhilata navîn ber bi demokrasî, azadî û aştiyê ve bi hêzên nasyonalîst ên fundamentalîst ên ereb û îslamî ve girêdayî ye.
Serokê Hizbullahê Hesen Nesrullah ew kes e ku gava par li Iraqê bi referanduma li ser destûrê federaliya Kurdistanê şer’îyeta xwe girt, wî beyan da ku Kurdistan bûye Îsraîla duduyan. Tevî ku piraniya kurdan misilman in, tevî ku heta îro kurdan qet yek êrîş jî nebiriye ser wan, zarokeka ereb nekuştiye jî, ew Kurdistana federe wek Îsraîla duduyan dibînin.
Di pirsa şerê li ser Lubnanê ê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de divê em tiştekî din jî ji bîr nekin. Yên ku bi navê mafên mirovan û însaniyetê êrîşên Îsraîlê ên ser sivîlên Lubnanê protesto dikin bi temamî ne ji xêrê re vê dikin. Statuya Lubnanê a nuh a ku piştî şer bê, berjewendiyên wan dixe xeterê, ji ber wê.
Balkêş e ku tevî welatên ereb ên wek Misir, Siûdî, Urdun û yên din xwe dûrî vî şerî dikin jî welatekî wek Tirkiyeyê bi çep û rastên xwe, bi kemalîst, dîndar û bêdînên xwe kampanyayeka mezin li hemberî Îsraîl û Amerîkayê vekiriye, antîsemîtîzmeka bêperwa di medyaya tirk de serîhildaye.
Helbet Tirkiye esas ji ber guhertinên ku ê piştî şer bi ser Lubnanê de bên vê qîreqîrê dike. Ew di encama prosesa nuh a Lubnanê de berdewambûna guhertinên ku bi avabûneka nuh a Iraqê destpêkirin dibîne.
Çimkî şertên ku Îsraîl û Amerîka ji bo agirbestekê tînin, dikare rê li ber avabûna Lubnaneka nuh veke, ku Hizbullah ji çek hatiye bêbeşkirin, destên Sûriye û Îranê ji Hizbullahê û pê re jî ji Lubnanê hatine birrîn, orduya Lubnanê li seranserê welat buye serwer, hukumet û parlamentoya Îranê bêyî ku di bin tehdîda sabotajên Sûriyeyê de bin, bi îradeya xwe ya serbest welatê xwe ava dikin. Lubnaneka wiha ku erebên sunne û şîê, elewî, erebên xiristiyan, falanjîst, durzî û mînorîteyên din bi hev re dijîn, baweriyê bi hev tînin…
Lubnaneka wiha ji bo herêma Rojhilata navîn jî dibe derfeteka zêrîn. Lubnaneka wiha ê li pey macerayên ”wehde’l erebiye” negere, şerê li hemberî Îsraîlê pîj neke, ê Kurdistana federe bi navê ”Îsraîla duduyan” dijmin îlan neke.
Bi eks, Lubnaneka wiha kare bibe dost û hevkarekî xurt ê Iraqeka demokratîk a federal. Lubnaneka wiha ê tu carî nekeve nav wan pelanên ku li herêmê li dijî kurdan tên meşandin. Lubnanî milettekî zîrek, têgihiştî û karkir in. Sermiyanê Lubnanê li Iraqê bi taybetî li Kurdistana azad dikare gelek karên hêja pêk bîne, di avakirina Kurdistanê de roleka mezin bilîze. Ji niha de Lubnanê berê xwe daye Kurdistanê jî.
Sûriye îro bi hebûn û komployên xwe nahêle Lubnan aram bibe, lê Lubnaneka wiha ê rê veke ku li Sûriyeyê rejim zûtir bê guhertin û kurd bibin hevparê desthilata Şamê. Sûriye berê xwe bide reforman wê gavê ê ji Iraq, Sûriye û Libnanê kemereka nuh a ronahîder li Rojhilata navîn peyde bibe ku bibe bingehê esasîn ê Rojhilata navîna nuh.
Em kurd, me ji herkesî bêtir êş û jana bindestiyê dîtiye, em ji herkesî bêhtir dizanin ku dîktator û statukoîstên herêmê bi çi dilreşiyê rê li ber hebûna meriv, pêşeroja meriv û zarokên meriv digirin, em ji herkesî bêtir dizanin ku xelasbûna ji bin destê wan çi dinyayeka ronî li ber meriv vedike.
Loma jî em kurd lazim e ji herkesî bêtir propagandayên tirk, ereb û farisan, hetta ên ewropiyên parêzerê statukoya herêmê bidin aliyekî, piştgiriya Lubnaneka nuh a serbixwe û azad bikin, Lubnaneka ku destê Sûriye û Îranê, yan destê tu hêzeka din ne tê de ye, Hizbullah ji çek hatiye kirin. Serweriya Lubnanê li bakur û başûr, li her derê xwe daye qebûl kirin, cîranekî pêbawer ê Îsraîlê, hevkarekî stratejîk ê Iraqê û Kurdistanê ye.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 2,325 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
Gotarên Girêdayî: 51
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-08-2006 (19 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Lubnan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 03-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 04-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 04-04-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 2,325 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.687 çirke!