Bajarê Soranê, bajarek li ser rêya Hamilton li nav çiyayên Kurdistanê
Sîpan Sofîzade
Soran yek ji bajarên Herêma Kurdistanê ye û 115 kîlometre ji Bakurê Rojhilatê parêzgeha Hewlêrê dûr e. Navenda îdarî ya navçeyên Çoman, Mêrgesor û Rewandiz û navçeya #Soranê# jî vedigere ser navçeya Diyanayê, ku rûniştiyên wê di demên berê de Xisrîstiyan bûne û paşê bi hatina Îslamê bo Kurdistanê, ola wan jî hatiye guherîn û heşîmeta wê zêde bûye. Sala 1980an û piştî veguhastina rûniştiyên gundên derdora vî bajarî ji aliyê rejîma Beis ve, navçe hate avedankirin û heta dema serhildanê hejmara rûniştiyan ji 5 hezar kesî kêmtir bû. Lê piştî serhildanê û bi taybet bi vegerandina wan welatiyên ku di salên navbera her sê şoreşên Îlonê heta serhildanê, yên çûnî bo Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hejmara rûniştiyên bajarê Soranê bi rêjeyeke berçav bilind bû û niha zêdetir ji 196 hezar kesî ye.
Navê Soranê
Navê Soranê ji mîrnişîniya Soran ve hatiye, ku di sala 1830an de Mîr Mihemed wekî dewleteke serbixwe di vê navçeyê de fermanrewayî kiriye û paytexta wî ya wê demê Rewandiz bûye.
Cihê niha yê bajarê Soranê li sala 1923an
Erdnîgariya navenda Soranê
Cihê erdnîgariya Soranê wek navenda navçeyê di panatiyeke nêzî Rewandizê de û di navbera çiyayên “Korek, Gorze, Hesen Beg, Biradost û Hendirên” de hilkeftî ye. Ev bajare dikeve Bakurê Rojhilatê Hewlêra paytext û 115 bo 120 kîlometre ji navenda Hewlêrê dûr e û salên 1928 bo 1930an ku rêya giştî ya Hamilton ji Hewlêrê ve bo Hacî Umranê hate çêkirin, ev rêye bi nav bajarê Soranê re derbas bûye û vî bajarî dike bi du beş.
Çiyayên navçeya Soranê bi çiyayên bilind têne naskirin û navçeyên çiyayî û sirûştî yên gelek bedew heye û salane geştiyareke zêde bo aliyê xwe radikêşe.
Pênc çem di wê navçeyê de hilkeftî ne: “Balek, Balekiyan, Bêxal, Şêxê û Biradost”, wan zivistanek sar û havînek germ heye û li wir seyrangehên wek “Cundiyan, Bêxal û Geliyê Elî Beg”, hene.
Bajarê Soranê xwedan avûhewaya nemî ye û du çem bi sînorê navenda bajar re derbas dibin û diherikine nav Zêyê Piçûk, ew jî du çemên “Şêxî û Biradost” in ku yek ji Rojhilatê Kurdistanê ve tê û ya duyem jî, ji Bakurê Kurdistanê ve tê. Ev her du çemane dê di paşerojê de sûdeke baş bighîne bendava Bêxime ku li ser Zêyê Mezin tê çêkirin.
Herwisa bajarê Soranê nêzî 900 navçeyên şûnwarî heye ku gelek ji wan hê nehatine dîtin.
Rûbera giştî ya bajarê Soran
Rûbera navçeyê “809,616” donim e û zêdetirî 737 hezar donim ji vê rûberê ji bo çandiniyê dibe.
Bajarok:
“Diyana” navçeyeke çiyayî ye û bi dûriya 2 kîlometre kevtiye Bakurê Rojhilatê navenda bajarokê Soranê, di demsala zivistanê de avûhewaya wê navçeyê sar e û di havînê de germ.
“Xelîfan”: Navçeyeke çiyayî ye û bi dûriya 21 kîlometre kevtiye Başûrê Rojavayê navenda bajarokê Soranê. Di demsala zivistanê de avûhewaya wê navçeyê sar e û di havînê de normal e.
“Sîdekan”: Navçeyeke çiyayî ye û bi dûriya 33 kîlometre kevtiye Bakurê Rojhilatê navenda bajarokê Soranê ku li Rojhilat û Bakûrê Rojhilatê vî bajarokê hevsînorê Rojhilatê Kurdistanê ye. Di demsala zivistanê de avûhewaya wê navçeyê sar e û di havînê de heta astekê hênik e.
Jîngeha sirûştî
Her yek ji “qezwan, berû, belalok, kilostik, guwîj, rêvaz û kakovirk” ji berhemên çiyayî û sirûştî yên navçeyê ne, herwisa çendîn berhemên din ên cotyariyê yên wek “dexil, gûz, sipîndar, sêv, hermî, alûçe, hinar, hincîr û tirî” heye.
Ew navçane xwedanê ajelên wek “hirç, gur, keftar, simore, mar, pîşika kovî, seyê avî, masî, bizina kovî û beraz” in.
Rêveberiya bajarê Soranê
Di warê rêveberiyê de, qezaya Soranê sê nahiyeyên “Sîdekan, Diyana û Xelîfan” heye, her bi hemûyan xwediyê zêdetir ji 400 gund û 175,000 kes e, navenda qezayê 36 tax e û piraniya wan xwediyê xizmetguzariyên rêûban, şeqam, av û elekterîk in. Navçe xwediyê 65 binkeyên hikûmî ye û di 45 birêberayetî de karê her yek Soran, Mêrgesor, Çoman û Rewandizê tê lidarxistin. Herwisa xwediyê 14 beregehê partiyên siyasî ye û 10 saziyên perwerde û civaka medenî tê de heye û xwediyê 5 binkeyê tendirustiya giştî ye.
[1]