Bendava Dukanê mezintirîn bendava #Başûrê Kurdistanê# ye
Sîpan Sofîzade
Av tê wateya jiyanê, kes bi bê avê nikare bijî û herwisa ti candarek jî bi bê avê nikare bijî, av li ser rûyê erdê rûbereke mezin dagîr dike.
Bendav jî ew pêkhateye ye ku li ser çeman tê çêkirin ku dibe sedema komkirina avê bi mebesta rêgirtin ji lehiyê û komkirina avê ji bo çandin yan vexwarinê û bikaranîn an berhemanîna wizeyê. Çêkirina bendavan karê endezyariya şaristaniyê ye.
Herêma Kurdistanê ji ber nebûna cîhê estronomî û avûhewaya guncaw, xwediyê rûbereke mezin a avê ye. Bi mebesta sûdwergirtina ji van çavkaniyên avê, çend bendavên mezin, piçûk û navîn çê kirine.
Li başûrê Kurdistanê 17 bendavên sereke hene ku dikarin salane 10 milyar metra sêca avê werbigirin ku mezintirîna wan jî, bendava Dukanê ye.
Bendava Dukanê li derbenda Dukanê li ser Zêya Piçûk hatiye çêkirin û mezintirîn û diyartirîn bendava Başûrê Kurdistanê ye û piştî bendava Mûsilê jî duyemîn bendava herî mezin a Iraqê ye.
Bendava Dukanê dikeve rojavayê deşta Raniyê û 60 kîlometre dûrî Silêmaniyê û 100 kîlometre jî dûrî Kerkûkê ye.
Bilindahiya dîwarê bendavê 116 metre û dirêjiya bendavê jî 260 metre ye. Bendav ji asta deryayê 516 metre bilind e û rûbera wê 11 hezar û 690 kîlometra ducî ye. Stûriya bendavê di binkeya xwe de 54 metre ye û li beşa jor jî 6.20 metre ye, şiyana xwedankirina 6 milyar û 800 milyon metra sêcî av heye. Ev bendave ji cura betonî ya kevaneyî ye û ji bo tejîbûnê “bell mouse” heye. Çemê Zêyê Piçûk li devera Zabê li başûrê rojavayê Kerkûkê diherike nav çemê Dîcleyê.
Dîroka çêkirina bendava Dukanê
Kevirê bingehîn ê vê bendavê di sala 1954an de ji aliyê melikê Iraqê “Melik Feysel” ve hatiye danîn. Melik Feysel li ser bingeha vê bendavê, filseke Iraqî wekî sembola wê demê û diravê herî piçûk ê wê demê, daniye. Avakirina bendavê di sala 1954an de dest pê kiriye û di sala 1959an de bi dawî bûye. Bendav ji aliyê kompaniya Feransî ya “Domiz Baluti” ve di bin serpereştiyta “Benny Dicken û Corley” de hatiye çêkirin.
Xercê vê bendavê 14 milyon dînarê wê serdemê bû, lê mûçeyê rojane yê kedkarekî wê demê 25 fils bû.
Şêwaza çêkirina bendava Dukanê
Bendava Dukanê embareke betonî ya bi kevane heye, ji hêla rastê heta hêla çepê 360 kîlometre dirêj e û 116 metre bilind e, aliyê rastê yê bendavê tûnelek bi kûrahiya 12.5 metre hatiye kolandin, deriyek hesin lê xistine û ji bo vekirin û girtina avê bikar tînin, herwisa pênc kun tê de hene, kemerên wê 3.65 metre ne û di pêş her kunekê de torbînek mezin danîne ji bo çêkirina elekterîkê ku mebesta sereke ya avakirina bendava Dukanê ye û herwisa komkirina ava çemê Zêyê biçûk û bi taybetî di dema vejandin û zêdekirina avê de nahêlin deverên din ên Kurdistanê bikevine di bin avê de.
Li pişt dîwarê bendavê çaleke gelek mezin bi pantahiya 260 kîlometra çargoşe hatiye çêkirin. Ew bendave di destpêkê de şiyana berhemanîna 120 hezar kîlovat elekterîk hebû, lê niha rêjeya berhemanîna elekterîkê kêm bûye.
Sûdên bendava Dukanê
1- Hilgirtin û paşketkirina ava baranê.
2- Berhemanîna 400 migawayt elekterîkê, ev jî ji ber hebûna 5 turbînan ne.
3- Avdaniya rûbereke zevî bi qasî milyonek û 500 hezar donim ji deştên navçeya Hewlêr û Kerkûkê
4- Xwedîkirina masiyan ku bûye sedema dahata wan kesan ku bi wê pîşeyê re mijûl in.
5- Kêmkirina metirsiya lehiyê.
[1]