Ava Sîrwanê naherike Derbendîxanê: Çeka bendavên Îranê li dijî Başûrê Kurdistanê
Hewram Ehmedî
Deşta Biyare, ava Sîrwan \ Guherîna eşq e û awaza jiyanê. Ev beşek e ji strana bi navê Sîrwan û yek ji navdartirîn strana li Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji xeynî her behseke din a vê stranê, ya ku dikare balkêş be ew e ku çemê Sîrwan bi xurexura ava xwe ve ji Hewremanê bo Derbendîxanê, semboleke bihêz a yekgirtina herdu beşên Kurdistanê ye: Wate Rojhilat û Başûr. Ku wisa ye, ew çem ne tenê bo Rojhilatê û nemaze devera Hewremanê, belkî ji bo Başûrê Kurdistanê jî watebexşa jiyanê ye. Xala cihê balkêşanê ew e ku ji sala 2018an şûn de, Sîrwan wekî caran naherike nav Derbendîxanê. Lê çima? Bersiva wê vedigere bo siyaseta kolonyalîzmê ya dewleta Îranê!
Ji her welatekî zêdetir dabînkirina ava Iraq û Başûrê Kurdistanê girêdayî çavkaniyên avê yên derveyî Iraqê bi taybet Tirkiye û Îranê ye. Di rastî de, çavkaniyên avê yên sereke yên Herêma Kurdistanê pênc çemên sereke ne, ku %75 a ava wan ji bo vexwarin, çandinî, pîşesazî û kertên aborî yên pêwendîdar tê bikaranîn. Du ji wan çeman Sîrwan û Zêy Biçûk in ku ji Îranê diherikine navçeyê, ku hikûmeta Îranê di heyama du dehekên borî de bi projeyên berfireh ên komkirina ava sînorên hevbeş, herikîna ava başûrê Kurdistanê sînordar kiriye.
Nexşe: Bendavên Îranê li ser çemê Zêy Biçûk
Nexşe: Bendavên Îranê li ser çemê Sîrwan
Komara Îslamî ya Îranê avê weke metodekê bo zêdekirina bandora xwe li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê li Iraqê bi kar tîne. Hikûmeta Îranê li ser çemên ku berê ji Rojhilatê Kurdistanê ve diçûne deştên Başûrê Kurdistanê, çend bendav çê kirine. Di rastî de, niha hejmarek bendavên Îranê li ser çemên Zêy Biçûk û Sîrwanê hene ku av û elektrîka avî ji Îranê re dabîn dikin, di heman demê de herikîna avê bo Herêma Kurdistanê jî sînordar dikin.
Yek ji wan bendavan a Dariyanê ye ku li ser çemê Sîrwana parêzgeha Kirmaşan a Îranê ye, ku bandoreke mezin li ser herikîna avê ji bo parêzgeha Helebçe ya Herêma Kurdistanê dadinê. Bi sedan gund tenê li ser çemê Sîrwan û herwisa du bajarên Kelar û Helebçeyê rastî krîza zuhabûn û kêmaviyê hatine. Çendîn sal e bendava Derbendîxanê gelek bi kêmî dikare avê ji bo çandiniya wê deverê dabîn bike. Sedema sereke jî bendava Dariyanê ye.
Wêne: Bendava Dariyan li Hewramana Rojhilatê
Li gor zanyariyên ber dest, ji ber bendava Dariyanê ku di sala 2018an de bi dawî hatiye, herikîna ava çemê Sîrwan bo Herêma Kurdistanê %60 kêm bûye. Ev yeka jî bandorê li ser sedan hezar kes li parêzgeha Silêmanî û Helebçeyê dadinê. Nayê haşakirin ku kêmbûna ava çeman dibe sedema krîza ava vexwarinê û bandoreke zêde li ser kerta çandinî, elektrîka avî û masîgiriyê li Herêma Kurdistanê daniye. Li gorî amaran, eger ava Îranê zêdetir kêm bibe, zêdetirî 3 hezar û 200 hektar ji zeviyên çandiniyê yên Helebçe, Seyîdsadiq û Derbendîxanê dê bêne destdan. Krîza avê xelkê neçar dike ku penahê bo avên binerdî bibin ku vexwarina wan tendirust nîne û ev jî dibe sedema pirsgirêkên tendirustî û zêdebûna nexweşiyan.
Wêne: Bendava Derbendîxan li Herêma Kurdistanê
Herwiha kêmbûna berhemanîna çandiniyê gef e li ser ewlehiya xwarinê li Herêma Kurdistanê. Kêmbûna avê cotkarên Başûrê Kurdistanê neçar kirine ku dev ji çandina berhemên wek birinc, badincan, zebeş û herwiha xwedîkirina masiyan berdin ku ji bo berhemanîna wan aveke zêde hewce ye. Ev yek jî dibe sedema nebûna asayişa xwarinê li Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha bûye sedem ku Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve zêdetir girêdayî hinartina ji Îranê be.
Di van salên dawî de, hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû tex û qatên parêzgeha Helebçeyê di nav de aliyên siyasî, civata medenî û rêxistinên nehikûmî, nerazîbûnên xwe li dijî avakirina bendava Dariyanê li Îranê nîşan dan. Herwisa nîgeraniyan pêwendî bi paşeroja trajîk ve heye ku bajarê Helebçeyê ku li sala 1988an di serdema rejîma Sedam Husên de rastî kîmyabaranê hat, û dûrketina çemê Sîrwanê li ser Derbendîxanê dibe krîzeke din a mirovî li dijî rûniştiyên vî bajarî.
Her lewma taybetmendiya projeya pîşesazî ya bendavên Îranê li Kurdistanê ew e ku ne tenê bandoreke nerênî ya dilêş di warên jîngehparêzî, aborî û civakî de ji bo Rojhilatê Kurdistanê çê kiriye, belkî bi rêya qorixkirin û kêmkirina herikîna avê bo Herêma Kurdistanê bi eşkere wek çekekê li dijî Başûrê Kurdistanê bi kar hatiye.
[1]