Şahîndêj: Bajarekî kevnar ê parêzgeha #Urmiyê#
Şino Resûlî
Guhertina navên bajar û gundan tenê taybet bi Kurdistanê nîne û di seranserê erdnîgariya Îranê de ew kar hatiye kirin. Di nav tirkan, farisan, ereban û belûcan de guherîna navên bajar û gundan heye. Ev siyaseteke rejîmên dagîrker bûye ji bo yekdestkirin û reşkirina nasnameya netewên Îranê. Bajarê Şahîndêj li parêzgeha Urmiyê hilkeftî ye û gelek şûnwarên dîrokî di dilê xwe de veşartiye.
Navê Şahîndêjê di sedsala heftem a b.z. de Avkane bûye. Derbarê navê Sayîn Qela jî, li gorî dîrokê, di serdema Sasaniyan de xelkekî zêde ji bo perestgeha agir a Azerguşesbê nimêj kirine ku dikeve Textê Silêman. Ew cih 39 kîlometriyan ji bajarê niha yê Şahîndêjê dûr e û gelek ji wan kesên navdar û sultanê Sasaniyan bûne ku beriya wê bigihine perestgehê, kelehek di Şahîndêja niha de çê kiribûn û navê wê kiribûn Sayîndij.
Piştî hatina Îslamê, Sayîndêj navê wî bi Sayînqelayê hate guhertin, di serdemê Pehlewî de jî, jê re Şahîndêj digotin û heta niha jî bi vî navî tê nasîn. Herwisa Şahîndêj bi keleha Teyr jî navê wê hatiye.
Beriya Îslamê Şahîndêj li ser rêya perestgeha agirî ya Azerguşesb bû û mezinên Zerdeştî piştî serdana vî cihê pîroz, ji bo bêhnvedana xwe kelehek ava kiribûn ku gav bi gav mezin û mezintir dibû û di dawiyê de bû bi bajarokekî piçûk.
Teyr wek berevankerê vê kelehê hatiye destnîşankirin, ku hê jî li bakurê bajêr e û bi navê hêlîna teyrê tê naskirin. Wî bajarî navçeya Heşar yan heman Efşar heye ku ji du beşên diyarîkirî pêk hatiye ku du keşûhewayên cuda hene û dikeve aliyê başûrê rojhilatê parêzgeha Urmiyê û di navbera Bîcara Gerûs û Seqizê li parêzgeha Sine û Xemseya Zencan û Seraskendiya Miyane li Azerbaycanê û Bokan û Tikab li parêzgeha Urmiyê hilkeftî ye. Ew navçe ku navenda wê Tikab e jê re dibêjin Mehala Jorîn û ew navçeya din ku navenda wê Şahîndêja niha ye jê re dibêjin Mehala Jêrîn.
Piraniya rûniştiyên Şahîndêj û gundên derdorên vî bajarî kurd in. Eşîrên Çerdawrû, Muslanî, Zaxoranî, Haştrûdî û Şahsewen kurdên Şahîndêjê ne.
Di vî bajarî de du gir hene ku destçêkiriyên mirovan in ku di serdema desthilatdariya Mexolan de hatine çêkirin bo wê ku li hember êrîşên dijmin derkevin. Li gor wan lêkolînên ku di sala 2009an de li ser yek ji wan giran a bi navê Qepan hatiye kirin, derketiye ku dîroka axa wê vedigere bo serdemên Îslam, Sasanî, Manayî, serdema Hesin, Bironza Temenî 1 û 3.2, Kalkolîtîk (serdema sifir û kevir), Nû, Naverast û Kevn, herwisa serdema Neolîtîk ku kevntirîn koma nîştecih a wê navçeyê ye ku pêwendî bi serdema Neolîtîk ve heye, ku dibêjin temenê wê 8 hezar sal e.
Di kolandinên sala 2006an de tasika axî ya Zerînfam ku bo serdema 3 û 4 a koçî vedigeriya hate peydakirin. Eva jî pêgeha vê navçeyê wek yek ji navendên girîng ên berhemanîna tasikên axî nîşan dide. Li yek ji wan tasikên axî yên vê navçeyê ku hatine peydakirin, wêneyê teyrekê li ser hatiye kêşandin ku xezalekê nêçîr dike. Herwiha kevirekî nivîskî bi rênivîsa Kûfî ku bi mijara hêviya tendirustiya baş û nimetê ji bo xwedanê tasikê dixwaze û li ser wê hatiye kolandin, peyda kirine. Herwisa serşoka dîrokî ya Qepan li serdema Qacaran di vî bajarî de hilkeftî ye.
Çemê Cexetû jî, ji tenişt vî bajarî re derbas dibe ku ji dirêjtirîn û piravtirîn çemê parêzgeha Urmiyê ye ku ew av bûye sedema behredana gelek zeviyên vê deverê. Çiyayê Pîr Mihemed, çiyayê Qeredaş û sûlava Qozlû cihên geştiyarî yên vî bajarî ne. Cihê balkêşandinê ew e ku hikûmeta Îranê navê vê sûlavê daniye bi Ûzan, lê xelkê vî bajarî jê re dibêjin Şorşora Qozlû.
Kom kevirên Bî Bî Kend bo hezareya pêncem a beriya zayînê vedigere. Ew kom kevirane sirûştî nînin û ji aliyê mirovan ve hatine kolandin û li nêzî gundê Bî Bî Kend hatine çêkirin ku li 16 kîlometriya bajarê Şahîndêjê hilkeftî ne.
Kom kevirên Bî Bî Kend wek çendîn odeyan hatine kolandin ku bi rêçên pêçûpêçî û teng bi hev re hatine girêdan. Deriyê çûna nav hundur wekî pencereyekê ye, ku di berê de ava kaniyekê di rêyeke teng de bo nav odeyê hatiye veguhastin.
Neqşeyên li ser kevirên gundê Eqreblû, yek ji şûnwarên din ên vî bajarî ye. Ew neqş li ser kevirên paqij û saf hatine kolandin. Ew wêneyên ku li ser keviran in wêneyên ajel, mirov, şêweyên hendesî û tiştên wekî rim, tîr û kevan, gopal û tiştên dinê li xwe digire.
Şûnwarnas dibêjin ku ew bajare xwedî dîrokek pir kevnar e û şûnwarên vî bajarî vê îdiayê îspat dikin.
[1]