Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,599
Wêne
  124,252
Pirtûk PDF
  22,111
Faylên peywendîdar
  126,163
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,066
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,606
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,981
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,802
English - English 
8,530
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,032
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,179
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,560
Enfalkirî 
4,890
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,498
PDF 
34,738
MP4 
3,837
IMG 
234,380
∑   Hemû bi hev re 
274,453
Lêgerîna naverokê
Peter Zumthor û Sêrt
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya û hevkarên wê çavkanî û referansên pêwîst pêşkêşî xwendekarên zanîngehan û xwendina bilind dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Peter Zumthor û Sêrt
Peter Zumthor û Sêrt
Peter Zumthor û #Sêrt#
Welat Ramînazad

Mîmariya modern, ji serê salên 1900î ve dest pê kir û heta sala 1960î dewam kir. Ji sala 1960î heta îro jî mîmariya postmodern hebûna xwe dewam dike. Her çi qas bingeha esasî ya postmodernîzmê azadiya takekesî, li gorî dilê takekes û azadiya absurdbûn û tewşomewşobûnê be jî, postmodernîzm di rastiyê de ne ji sedî sed azadî ye. Azadbûna postmodernîzmê bi xwe di xwe de pergalekê dihewîne. Di nav sînorên wê pergalê de azadbûnê dide takekes.
Postmodernîzm di îhlalkirin û derbaskirina sînorên xwe de gelekî rijd e. Lewma di nav cîhana mîmariya îroyîn de jî nêzîkbûneke ciyawaz, helwesteke nelirê, kesayetiyeke deradetî û hewleke nûger nayê dîtin û qebûlkirin. Dema ku tu ne li gorî pergala postmodernîzmê bî, tu ciyawaz, nelirê û deradetî bî, postmodernîzm wisa tevdigere wekî ku tu tune yî, tu li derve mayî. Di fîlmê The Fountainhead (1949) yê King Vidor de em çîrokên lidermayîna mîmarekî deradetî temaşe dikin. Fîlm nîşanî me dide ku êşa xwebûn, ciyawazbûn û bedelê xwe-danqebûlkirinê çi qasî giran e.
Digel hemû rijdiya postmodernîzmê, di cîhana mîmariya îroyîn de deng, helwest û kesayetiyên rengîn hene û di dawiya dawî de ew kes bi karên xwe, bi hunerên xwe, xwe bi postmodernîzmê û dinyayê didin qebûlkirin. Ji wan kesan yek jî mîmar Peter Zumthor e (1943). Peter Zumthor têra xwe kesekî ciyawaz e… Ji Swîsreyê ye, li gund dijî, karên xwe, berhemên xwe li gund diafirîne. Di mîmariya dinyaya îroyîn de ew bi tena serê xwe, li hemberî postmodernîzmê bûye wekî ekolekê, reqîbekî. Mîmariya wî ji gelek aliyan ve tê problematîzekirin.
Du taybetmendiyên sereke yên mîmartiya Peter Zumthor hene. Yek, dema ku wî avahiyek çêkir, ew avahî wekî ku ji mêj ve li xwezayê be, qethiyen divê ev avahî li xwezayê wekî pîne, kerixî, dinyanedîtî neyê xuyakirin. Ew armanc dike ku di navbera xweza û mîmariyê de yekîtiyek, ahengek û bitûniyekê çêke. Di karên wî de em detayên pêkanîna vê armancê dibînin. Du jî, dema ku wî avahiyek çêkir, divê her pencereyeke wê avahiyê li bergeheke xweştir û rengîntir vebe, her pencere dinyayeke ciyawaz û nû bibîne.
Demekê bi otostopê ji Amedê derketim rê, heta Stenbolê çûm. Di navbera Meletî û Qeyseriyê de tirekê ez rahiştim. Şofêrê tirê jî ji Qeyseriyê bû, perspektîfa wî gelekî berfireh bû, têra xwe dinyadîtî bû. Wî dizanîbû ji jiyan û dinyayê keyf û zewqê bistîne, di nav sohbetê de ji min re digot; min gelek dixwast li dinyayê bigerim lê qet derfeta min tune bû, min ji xwe re got divê ez karekî bikim ku bi wesîleya vî karî ez bikarim li dinyayê bigerim. Ji ber wê ez bûm şofêrê tirê, bi xêra şofêrtiyê ez li hemû Ewropa, Asya, Rojhilata Navîn geriyam. Sebaret bi mîmariyê, ez ji wî hûrgiliyeke pir xweş fêr bûm. Wî zeviyek nekiriye çargoşe, tê de xaniyekî bêzewq lê nekiriye, wî ji Holandayê plan û proje aniye, li gundê xwe ji xwe re xaniyekî bi awayê holandî çêkiriye. Digot; xaniyekî ku te çêkir, divê bi ti hawî tu tê de aciz nebî; sil, bêhedar, diltengî û bêhnteng nebî.
Ne tiştekî muezem e? Çêkirina avahiyeke ne acizker…
Bi raya min, Peter Zumthor jî tam bi vê prensîbê berhemên xwe diafirîne, xaniyan çêdike. Di berhemên wî yên mîmarî de acizî, bêhedar û bêhêvîbûn tune ne.
Heke xwîner pirs bikin û bibêjin ka Peter Zumthor û Sêrt çi eleqeya xwe hene; ez ê nîşan bidim bê ka di navbera wan de têkiliye çawa heye.
Berî demekê, min rêwîtiyek bo bajarê me Sêrtê kir. Sêrt ji du aliyan ve gelek li xweşa min çû, min jê hez kir.
Li Sêrtê hebûna çayxaneyên şîrîn û dilgerm gelek xwe dide xuyakirin. Hebûna çayxaneyan bajar zindî dikir. Bi çayxaneyan di bajêr de zindîbûn hebû, ne wekî bajarekî mirî bû. Yek; digel polîtîka û pratîkên tirkkirina Sêrtê yên bi rêya dîn, Sêrt bajarekî kurd û kurdî bû, ruhê kurdewariyê xwe gelek dide hîskirin. Herçiqas ji sedî sihê Sêrtê ereb jî bin, li Sêrtê kurdî serdest bû, di sûkê de devokên botî, xerzî û koçerî diketin nav hev, ahengeke xweş xwe digihand guhê mirov û cil û bergên neteweyî yên kurdî di jiyana rojane ya Sêrtê de zindî ne.
Du jî; xweşikbûn û îhtîşama xweza, heşmeta hawirdor û heybeta erdnîgariya Sêrtê ez mest kirim. Wekî bajar Sêrt, wekî ku di nav îhtîşam û heybeta çiyayan de hatiye avakirin...
Têkiliya Peter Zumthor û Sêrtê xwe li vir dide der. Mirov dikare xaniyekî, avahiyekê li Sêrtê çêke, her pencereya wî xaniyî li îhtîşamek, heşmetek û heybetekê vebe; xaniyekî ku di tu hal û karî de tê de acizî, û bêhedarî tune be….
Ji hêla mîmarî û peyzajê ve Sêrt bajarekî çawalêhato bû, ji estetîkê gelekî dûr bû. Qet xaniyek, avahiyeke ku di xwe de zewqên berz dihewandin bi ber çavê min neket.
Ji hêla mîmarî û peyzajê ve Sêrt qet nikaribû heqê îhtîşam û heybeta xweza û erdnîgariya xwe bide.
Em hêvî bikin ku ev nivîs bibe wesîle ku şexsek, ferdek xaniyekî Peter Zumthorwerî li Sêrtê çêke. Bi hêviya ku Sêrt bi temamî bibe bajarekî Zumthorwerî!...
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 533 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 07-04-2024
Gotarên Girêdayî: 3
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-10-2023 (3 Sal)
Bajêr: Sêrt
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Coxrafya (Erdnîgarî )
Welat- Herêm: Bakûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 07-04-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 533 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.162 KB 07-04-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.531 çirke!