Ban Sewl: Sewlistana dîrokî ya 3300 salî li Îlamê
Hîra Saroxanî
Parêzgeha #Îlam# ê li Rojhilatê Kurdistanê di dilê Zagrosa navendî de ye û ji ber wê taybetmendiyê piraniya curên giyayê taybet û ecêb di wê navçeya Kurdistanê de geşe kirine. Sirûştnas li ser wê baweriyê ne ku li parêzgeha Îlamê 1000 cure giya û nêzî 15 cure dar jî şîn bûne ku bê guman di warê çavkaniyên degmen ên sirûştiyên Kurdistanê de bêmînak in û di warê zanistê de jî taybetmendiyeke girîng e. Gelek ji şarezayan li ser wê baweriyê ne ku nêzî %80 ji cureyên giyayê Îranê di parêzgeha Îlamê de heye û di vê derheqê de ev parêzgeha Kurdistanê gelek dewlemend e.
Yek ji wan cureyên giyayê dara sewl (serw) e. Komek darên sewl di parêzgeha Îlamê de hene ku bi “sewlistana dîrokî ya Ban Sewl” hatiye naskirin. Li 60 kîlometreya bakurê rojavayê bajarê Îlamê û li nav dilê çiyayên girêdayî bajarokê Çewar, gundek taybet bi navê Ban Sewl heye ku şûna sewlistaneke dîrokî ye. Sewlistaneke ku 22 darên sewla dîrokî di xwe de dibîne û bi navê “Sewla Zerbîn” (Mediterranean cypress) hatiye nasîn.
Di encama lêkolînên pisporên sirûştnasî yên zanîngeha Tehranê û demûdezgehên daristanparêzî yên Îranê de, hatiye eşkerekirin ku dîrok û temenê van 22 daran vedigere bo 2200 heta 3300 sal berî niha. Di sala 2011an de û ji ber temenê zêde û şêweyê taybet ê vê dara sewlê, ev darane ji aliyê demûdezgehên mîrata kultûrî yên Îranê ve wekî mîrata sirûştî û netewî li welatê Îranê hatine tomarkirin.
Navê gundê Ban Sewl ji van daran hatiye wergirtin, bi wateya serban yan deştek ku sewl (serw) tê de hatine şînbûn. Ev gund ji ber van sewlan gelek naskirî ye; bajarokê Çewar ji bakur ve heta rojhilatê digel bajarokê Eywanê, ji bakurê rojava ve digel bajarokê Geyelan ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ji başûrê rojava ve digel Îraq, ji başûr ve digel bajarokê Mêhran û ji başûrê rojhilat ve digel bajarokê Îlamê cîranetî heye.
Devera dîrokî-sirûştî ya Ban Sewl, xwediyê 22 darên bilind ên Sewl e ku di bilindahiya serweyê gund de hilkeftî ne. Ev dever ji başûr ve 50 metre û ji rojava ve 70 metre bilindahî heye. Bilindahiya Sewlên vê sewlistanê di navbera 15 heta 25 metre de ye û 25 metre jî koka wan e ku çûye bin erdê. Wate ev darane bi kokên xwe ve bi qasî 50 metreyan li ser erdê dirêj in û helbet ev taybetmendî li Kurdistanê pir kêm e. Stûriya van daran heta 7.5 metreyan jî diçe.
Li ser darên vê sewlistanê şûna şewitandin û birînan bi cih maye ku nîşan dide ev mîrateya sirûştî ji aliyê dewletê ve hatiye paşguhavêtin û bêxwedî maye. Ji ber lehî û baranên van salên dawî, axa vê sewlistanê sist bûye û hatiye şûştin û rehên daran jî derketine û xuya dikin, di van salên dawî de çendîn dar ji vê sewlistanê hişk bûne.
Li derdor an hundurê vê sewlistanê ti şûnwarek destçêkirî yên wekî kiloz û kûp nehatine dîtin. Ev Sewlistan li ser yek ji rêyên sereke yên koçkirina dîrokî ya vê herêmê ye ku jê re Xêlerê tê gotin. Xêlerê çiyayên vê navçeyê bi navçeyên rojavayê Zagrosa navîn ve girê dide. Hebûna vê dara çend hezar salî li ser vê rêyê nîşan dide ku ev navçe yek ji girîngtirîn navçeyên Rojhilata Navîn û Zagrosê bûye.
Ji xeynî van darên Sewlane, komek darên zeytûn ên kevn û bitemen jî li Ban Sewl hene ku taybetmendiyên sirûştî yên vê navçeyê îspat dike. Nêzîkî 10 cureyên giyayên taybet ên parêzgeha Îlamê hene ku xwedî nirxeke zanistî û jenetîkî hene û taybet bi Îlamê ne û di deverên din ên Îranê de tune ne, wek darên Sewle, Erxevan, simaq, hirmiyên kovî, badamên kovî û hwd. Parêzgeha Îlamê bi taybetî Sewlistana Ban Sewle, yek ji cihên herî taybet ên sirûştî, dîrokî û geştiyarî li Kurdistanê ye.
[1]