Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  583,108
Wêne
  123,491
Pirtûk PDF
  22,048
Faylên peywendîdar
  124,949
Video
  2,191
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,934
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,356
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,660
عربي - Arabic 
43,635
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,455
فارسی - Farsi 
15,586
English - English 
8,502
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,024
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,569
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,816
Kurtelêkolîn 
6,778
Şehîdan 
4,498
Enfalkirî 
4,774
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,269
PDF 
34,621
MP4 
3,821
IMG 
232,780
∑   Hemû bi hev re 
272,491
Lêgerîna naverokê
Dîrok û hilkefta bajarê Kerkûkê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dîrok û hilkefta bajarê Kerkûkê
Dîrok û hilkefta bajarê Kerkûkê
Dîrok û hilkefta bajarê KerkûkêHanî Murteza

Kerkûkyek ji bajarê Başûrê Kurdistanê ye. Bajarek e ku ji aliyê rûniştvanan û dîrokî ve Kurdistanî ye û dikeve Başûrê Kurdistanê. Rûniştiyên Kerkûkê bi piranî kurd in û kêmîneyên netewên din jî li wir dijîn û her ji berê ve bûye cihê jiyana hemû pêkhateyên cuda yên wek tirkmen û ereb, û di sala 1947an de nifûsa Kerkûkê 69 hezar û 526 kes bûye.
Hejmara rûniştiyên vî bajarî li gor pêkhateyên netewî li sala 1957an bi vî awayî bûye:
1- Kurd: 178000 kes bûye.
2- Ereb: 48000 kes bûye.
3- Tirkmen: 43000 kes bûye.
4- Aşûrî û Kildanî: 1000 kes bûye.
Di heman sala 1957an de hejmara kedkar û karbidestên kurd di kompaniya petrola Kerkûkê de %80 bûye, lê li gorî dawî serjimêriyê, rêjeya kedkarên kurd di sala 2003an de %20 bûye. Ev kêmbûn jî desthilata dagîrkerî nîşan dide. Ev jî wê yekê nîşan dide ku Kerkûk axa Kurdistanê ye û li sala 2017an piraniya rûniştiyên bajarê Kerkûkê 1 milyon û 260 hezar kes bûye.
Serjimêriya sala 1957ê îsbat kir û nîşan da ku piraniya rûniştvanên Kerkûkê kurd in, û her eva jî bûye sedem ku di sedsala borî de çendîn guhertinên demografîk ên girîng li herêmê çêbin. Bi taybet piştî dîtina petrolê li ser axa vê, hikûmeta Iraqê girîngiya navçeyê di warê aborî û çavkaniyên sirûştî de fam kir.
Lewma bi çendîn qonax û şêwaz, biryara bi erebkirina bajar, sepandina kultûr û zimanê erebî bi darê hêzê, revandin û derxistina kurdan, cihgirkirina erebên havirde ji deverên xwarê û naverasta Iraqê û hwd, her lewma ereban zevî û milkê piraniya kurdan dagîr kirin. Ev siyaset heta niha jî berdewam e.
Ev belge ew aliyê şofenîstbûna Bees û dewleta Iraqê nîşan dide ku çawa sal li pey sal kurd nanbir û eware kirine.
Hilkefta bajêr
Bajarê Kerkûkê dikeve bakurê Iraqê û Başûrî Kurdistanê, ji rûyê jimara rûniştiyan ve milyonek kes derbas kiriye. Rûbera vî bajarî nêzî hezar km ducar e. Di warê siyasî û aborî û çavkaniyên petrolî de bajarek bi nirx e û kevntirîn bajar e ku petrolê berhem tîne û axa vî bajarî gelek dewlemend e. Bajarê Kerkûkê ji warê hilkefta dîrokî ve di rêzbenda kevntirîn 20 bajarên cîhanê de û di pileya 14emîn de cih girtiye.
Girîngtirîn ew xizmetguzariyên ku di dîroka bajarê Kerkûkê de hatine çêkirin
1- Yekemîn lîstingeha golf li Rojhilata Navîn li sala 1940an li Kerkûkê hate çêkirin.
2. Yekemîn pira Kerkûkê di sala 1875an de hatiye çêkirin û navê wê jî kirine Pira Kevirî.
3- Di sala 1922an de yekem hotêl li Kerkûkê bi navê “Rest House” hate çêkirin.
4- Di sala 1940an de li bajêr yekemîn sînema bi navê Sînemaya Xazî tê vekirin.
5- Di sala 1925an de li bajêr yekem hêla şemendefer hate avakirin.
6- Sala 1967ê televizyona Kerkûkê hate vekirin.
Girîngtirîn şûnwarên dîrokî li bajarê Kerkûkê
1- Keleha Kerkûkê: Girîngtirîn şûnwara dîrokî li Kerkûkê keleha Kerkûkê ye ku 800 sal berî zayînê ji aliyê paşayê Aşûrî yê Nasirbalê Duyem ve hate avakirin, di serdema desthilata osmaniyan de wek binkeyek leşkerî bi kar hatiye.
Ew keleh li ser çar goşeyan û 120 pê ji asta deryayê bilindtir hatiye avakirin. Beşa herî girîng a wê kelehê beşa rojava ye ku dibe du tişt yek bi navê “Şater” tê naskirin û ya din jî hebûna gora şandiyê Xweda (Daniyal) e.
Ji aliyeke dinê ve dîroka keleha Kerkûkê vedigere serdema Mismarî û tê gotin ku di eslê xwe de navê bajarê Erbixa lê hatiye kirin ku parêzgehek serbixwe di hezareya duyem a berî zayînê de bûye. Di wê serdemê de keleha Kerkûkê bi navê “Dimto Kerxî Şîlwaxo” wate keleha nifşa Şîlwa dihate naskirin ku ji aliyê hakimek wê serdemê yê bi navê (Şah Şîlwa Tişûb” ve hatiye çêkirin.
2- Bazara qeyserî ya Kerkûkê: Ji keleha Kerkûkê nêzîk e û li sala 1855an ji aliyê osmaniyan ve hatiye avakirin. Şêwaza avakirina wê çend sembolek tê de heye û belge û nîşane ye bo demê; 365 dukanan li xwe digire ku sembola nîşaneya salê ye, 24 şaxe û beş heye ku sembol e bo demjimêrên rojê, li beşa jorîn a wê 12 odeyên piçûk tê de ye ku sembol e bo hejmara mehên salê, 7 deriyên sereke heye ku sembol be bo rojên hefteyê.
3- Mizgeft û gora pêxember Danyal.
4- Mizgefta Mecîdiye Tekiye ya Talibanan.
Ev mizgeft gorên çend kesayetiyên bajêr tê de ku ev jî wiha ne:
1- Şêx Ehmed Talibanî.
2- Şêx Mehmûd Zengene.
3- Ebdulrehman Xalid Qadirî.
Li sala 1927an yekemîn bîra petrolê li navçeya Babe Gurgur li Kerkûkê hate peydakirin. Her ji wê demê ve dest avêt bi deranîna petrolê li bîrên petrolê yên vî bajarî. Petrola Kerkûkê çend taybetmendiyek girîng heye ji wan tîratiya petrola wê pir kêm e û eva jî taybetmendiyek gelek bihêz e bo nirx û cura petrola wê.
Girîngtirîn bîrên petrolê yên Kerkûkê
1- Babe Gurgur
2- Bay Hesen
3- Çembûr
4- Avane
5- Kêwebor
Hin ji navdar û kesayetiyên bajarê Kerkûkê
1- Mistefa Nerîman
2- Felekedîn Kakeyî
3- Mehabad Qeredaxî
4- Fazil Caf
5- Sitar Şêxanî
6- Ehmedî Mela
7- Edîb Nadir
8- Letîf Fatih Ferec
9- Mihyedîn Zengene
10- Erif Qurbanî
11- Helmet Huşyar
Hunermendên bajarê Kerkûkê:
1- Husên Elî
2- Salih Dawde
3- Rizgar Hemereûf
4- Şikur Xeyta
5- Ebas Mihemed
6- Xende Kerkûkî
7- Elî Merdan
8- Umîd Şivanî
9- Çopî Fetah
10- Mihemed Ebas Baram
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 787 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 07-04-2024
Gotarên Girêdayî: 8
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 30-10-2023 (2 Sal)
Bajêr: Kerkûk
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Coxrafya (Erdnîgarî )
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Başûrê Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 07-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 27-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 26-04-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 787 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.134 KB 07-04-2024 Aras HisoA.H.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.469 çirke!