Sûlava Xur Xure û bedewiyên wê
Solîn Urmiye
Sûlava Xur Xure yek ji sûlavên bedew û balkêş ên navçeya #Selamas# ê ye. Ev Sûlave bi sê navên “sûlava Xur Xure, sûlava Memekanê an jî Sûlava Geliyê Sûlê” tê naskirin.
Sûlava Xur Xure yan jî sûlava Memekanê, ji ber ku nêzî gundê Memkanê ye, bi vî navî jî tê naskirin, ev sûlave li 80 kîlometreya bakurê bajarê Urmiyê û 40 kîlometreya bajarê Selmasê li Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye.
Sûlava geliyê Sûlê an jî Xur Xure bi qasî 35 metreyan bilind e. Ev sûlava xweş li nêzî geliyê Xur Xure hilkeftî ye. Geliyê Xur Xure jî cihekî bedew û xweş e ji bo geştyaran û geştyar dikarin tevî serdana sûlavê, vê geliyê bedew jî bibînin.
Sûlava Xur Xure di hemû demsalan de şûna geştyaran e û bi taybetî di demsala zivistanê de bi bedewaya xwe ve bala geştyaran dikişîne.
Ev sûlave di demsala Buharê de ji ber şînikatî û bedewiya sirûştê cihekî gelekî balkêş e ji bo geştyaran û di vê demsalê de geştyarên navxweyî û bîhanî serdan dikin. Di demsala Buharê de tevî vê ku geştyar sûdê ji sirûşta derdor werdigirin, dikarin di vê geliyê de ji pincarên kovî jî sûd wergirin. Gelek dermansaz jî, ji bo peydakirina giyayên dermanî serdana wê geliyê dikin. Ew sûlave tenê di sê demsalên Buhar, Havîn û Payîzê de cihê geştyaran nîne, belkî di demsala Zivistanê de jî zêdetirîn geştyar serdan dikin. Bedewiya vê sûlavê di Zivistanê de çend qat bilind e, ji ber ku di navçeyeke sar de hilkeftî ye û ava sûlavê diqerise û dibe parçeyeke boza spî û ev yeka jî derfeteke mezin çê dike ji bo ku geştyar di demsala Zivistanê de serdan bikin.
Dîmenên xweşik û balkêş ên sûlavê hemû demsalekê li gorî keşûhewayê balkêş in û di Havînan de dema ku ava sûlavê dirije bo aliyê xwarê di kûrahiya gelî de hewzeke biçûk çê dike û ev jî bedewiya derdora xwe zêde dike û ji aliyeke dinê ve jî keşûhewaya jîngehê nerm dike. Herwisa geştyar dikain ji bo avjeniyê jî sûdê jê werdigirin.
Kevirên derdora sûlavê bi awayê dîwarî ne û di nav van keviran de guleçem hene û ev kevirane bi guleçeman re hatine dorpêçkirin.
Di rastî de ev sûlave ji aliyê navendên pêwendîdar ên hikûmetê re ti girîngiyek pê re nayê danê. Çimkî rêya çûn bo aliyê sûlavê hinekê zehmet e û xelkê navçeyê û bi taybet xelk gilî dikin û dibêjin, eger rêya ber bi sûlavê ve bê başkirin û xizmetguzarî hebin, dê di her çar demsalên salê de rêjeya geştyaran çend beranber zêde be.
Berê jî hin çiyager û geştyaran di nav torên civakî de ku serdana sûlava Xur Xure kiribûn gilî û gazine hebûn û wan behsa xirabiya rêyên wê û nebûna xizmetguzariyan kiribûn û dabûne zanîn, eger cihekî wiha bedew bêxwedî nebe, dê bibe navendeke geştyariyê ku ne tenê ji navçeyên Rojhilatê Kurdistanê ve, belkî li derveyî Kurdistan û Îranê jî geştayar dê serdana bikin.
Herçiqas hikûmet gelek kêmtirxem e ji bo nûjenkirina rê û cihên geştyarî û zêde girîngiyê nadê, lê her dîsan jî xelkê navçeyê dibêjin, ger rêyên hatinûçûna bo sûlavê bêne çêkirin û xelk dê bikaribin bi malbatên xwe re bêne vir, ji ber ku di niha de serdankirina kesên kal ji bo vî cihî hinekê zehmet e. Ji bo serdankirina vê sûlava balkêş, geştyar divê bi rêyeke nexweş û zehmet û nava keviran re derbas bibin.
[1]