Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 1em
Roj Qadirî
#Îlam# yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye û bajarê Îlamê jî navenda parêzgehê ye. Ev parêzgehe 425 kîlometran bi Iraqê re sînorên hevbeş heye, herwiha digel parêzgehên Kirmaşan, Loristan û Xûzistanê jî hevsînor e. Li gorî serjimêriya sala 2016an, ev parêzgehe di wê salê de 580 hezar heşîmet hebûye. Parêzgeha Îlamê xwedî dehan şûnwarên geştyarî û dîrokî yên bêhempa ye ku di vê gotarê de em ê hewl bidin çend cihên geştiyarî yên vê parêzgeha bedew a Rojhilatê Kurdistanê bi we re bidine nasandin.
Çiyayê “Qilaqêran”
Giringtirîn çiyayê Îlamê, çiyayê Qilaqêran e ku xwedî sirûşteke gelek bedew û bêhempa ye. Ev çiyaye li 3 kîlometreya bakurê bajarê Îlamê hilkeftî ye û 2,152 metre bilind e. Ev çiyaye wek sembola bajarê Îlamê navdar e û yek ji bedewtirîn deverên çiyayî yên vî bajarî ye. Heta tê gotin ku şiklê “meydana Azadiyê ya Tehranê” ji çiyayê Qilaqêranê hatiye wergirtinê.
Navçeya daristanî ya Şeşdar
Devera Daristanî ya “Şeşdar” navçeyeke din a geştiyarî ya parêzgeha Îlamê ye, ku li 5 kîlometriya bajarê Îlamê û nêzîkî çiyayê Qilaqêranê (li ser rêya Îlam-Kirmaşanê) hilkeftî ye. Navçeya Daristanî ya Şeşdar ku wek “Parka Daristanî ya Şeşdar” jî tê naskirin, xwediyê sirûşteke destjênedayî û sirûştî ye û dîmenên pir xweş û bêhempa hene. Navê vê navçeyê bi wataya “daristana Çirûpir” e û wek yek ji girîngtirîn seyrangehên Îlamê jî tê naskirin.
Demsalên herî baş ji bo serdana vê daristanê, Bihar û Payîz in. Di Biharê de bedewiya vê navçeyê pirtir tê xuyakirin, ji ber kulîlkbûna daran bêhneke pir xweş li daristanê belav dibe. Di Payîzê de jî, ji ber werîna pelên daristanê, ew der xwedî dîmeneke xweş û taybet e.
Gola “Lifang Siyagaw”
Yekane gola cêwî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê, gola “Lifang Siyagaw” e ku li bajarê Avdananê yê ser bi parêzgeha Îlamê hilkeftî ye. Derbasbûna çemê Siyagaw di navbera zinar û geliyan de, bûye sedema çêbûna du golan ku ya yekem hinekî ji ya dinê bilindtir e. Ev her du golên biçûk bi kanaleke 10 metrî ve bi hev ve girêdayî ne û bi qasî 3 metreyan kûr in û aveke gelekî paqij û zelal hene. Dîroka çêbûna van golan vedigere bo hezaran sal beriya niha.
Geviya Kafirîn (Kafirî/ Kafiran)
Yek ji girîngtirîn deverên geştyarî yên parêzgeha Îlamê, geviya Kafrînê ye ku li bajarê Bedreyê hilkeftî ye. Geviya Kafrînê xwedî sirûşteke pir xweş, taybet û dilxwaş e. Ev geviye ji çend kanî û çiyayên bilind ên (Kebîrkohê) çê bûye û çavkaniya çend çeman e ku diherikine nav çemê “Seymere”. Geviya Kafrînê 2 kîlometre dirêj e û ji asta deryayê 700 metre bilind e. Golava “ava Zemzemê” yek ji cihên geştiyariyê yên li derdora vê tengavê ye. Herwisa geştiyar dikarin li tengava Kafrînê jî, li beleman siwar bibin û ji dîmenên bêhempa yên vê tengavê tamê wergirin û demeke xweş derbas bikin.
Derbenda Erxewan
Derbenda Erxewanê yek ji cihên geştyarî yên taybet li Rojhilatê Kurdistan û parêzgeha Îlamê ye ku 3 kîlometreya bakurê rojhilatê bajarê Îlamê hilkeftî ye. Dar û kulîlkên bedew û rengîn û bêhnxweş ên Erxewanê taybetmendiya vê derbendê ye ku bûye seyrangeheke gelek balkêş. Derbenda Erxewanê di Biharê de, bi taybetî di meha Nîsanê de, dibe rengê pembe û binefş û hestek xweş û taybet dide geştiyaran.
Tengava Raziyane
Tengava Raziyane li 50 kîlometreya rêya Îlam-Bedreyê hilkeftî ye. Ev tengave di nav deverek bi tevahî kesk de hilkeftî ye û çemek biçûk di navbera wê de diherike ku dîmenên xweşik ên tengavê zêde kiriye. Di vê deverê de jî daristanek zêde heye û seyrangeheke pir xweş û bedew e.
Tengava Raziyane xwediyê pêkhateyeke erdnasî ye û wê yekê wisa kiriye ku lêkoler di warên “jîngeh, erdnasî û hîdrolojî” de gelek lêkolînan bikin. Herwisa ev tengave di sala 2009an de wekî mîrata sirûştî û nîştimaniya Îranê hatiye tomarkirin.
[1]