Cihên geştiyarî yên parêzgeha Îlamê – Beşa 2yem
Roj Qadirî
Di beşa yekem a vê gotarê de, çendîn cihên geştyarî yên parêzgeha Îlamê ji wan “çiyayê Qelaqêran, navçeya Daristanî ya Şeşder, gola Lifang Siyagaw, tengava Kafirîn, derbenda Erxewan û tengava Raziye” hatin nasandin; Di vê beşê de em ê çend sûlavên geştyarî yên vê parêzgehê ji we re bidine nasandin ku pêk hatine ji “Ama, Derwen, Marwer û Geçan”.
Sûlava Ama
Sûlava Ama li nêzî gundê Amayê hilkeftî ye û ev gunde li 25 kîlometreya başûrê Îlamê û li pişt bendava #Îlam# ê hilkeftî ye. Rêya gihîştin bi vê sûlavê pir balkêş e û daristaneke şîn a û xweş li wir heye.
Sûlava Ama di nav geliyekî de hilkeftî ye û 20 metre bilind e û ava vê ber bi bendava Îlamê ve diçe. Ev sûlave bi serê xwe çiqas xweş e, xwezaya derdorê jî ewqas bedewtir kiriye. Herwisa darên wek “hejîrên kovî, tirî û berû”yê jî derdora sûlavê xemilandine.
Ji bo kesên ku dixwazin li cihekî bin ku dengên xwezayê bi tena serê xwe bibihîzin û ji gurîna avê û dengê çûkan kêfxweş bibin, ev sûlave baştirîn cih e, çimkî ji ber hilkefta xwe tenê dengê sirûştî tê de tê bihîstin.
Herwisa geştyar beriya gihîştin bi sûlavê ji rex bendava Îlamê re derbas dibin û ewa jî bi xwe bûye cihê seyrankirina xelkê. Di demsala rêpêhatîdanê de masîgirtin li bendavê adetî ye û lêkolîner jî, ji bo lêkolînên xwe yên zanistî serdana wê dikin.
Sûlava Derwen
Sûlava Derwenê li 38 kîlometreya rojavayê “Dereşarê” hilkeftî ye. Rêya sereke ya sûlavê ji rêya Dereşar-Îlamê li nêzî bajarokê piçûk ê Bedreyê cuda dibe. Ev rêya lawaz a wê 4 kîlometre dibe. Li ser vê rêyê û li quntara çiyayan, şûnwarên dîrokî û bajarekî pir kevn û mezin xuya ye.
Cudahiya germahiya vê deverê û Bedre û Dereşarê 10 heta 20 pile ye, ango cihekî pir hênik û xweş e. Ev devera ku sûlava Derwenê lê ye, xwediyê sirûştek dewlemend û yekane ye û jîngeheke balkêş heye ku em dikarin îşareyê bi “valahiyên balkêş, tengava Raziyane, çemê pirav yê Kerxe û zinarên Kebîrkoh û hwd bikin.
Sûlava Marwer
Sûlava Marwerê 20 kîlometre dûrî rêya Dereşarê ber bi Poldoxterê ve ye. Ev sûlave bi daristanên pir dar û şîn hatiye xemilandin. Herwisa ev navçeye bi pirbûna giyayên dermanî yên ku ji aliyê gelek kesan ve têne bikaranîn jî navdar e. Yek ji taybetiyên sûlava Marwerê ew e ku di tevahiya salê de û di her demsalê de ava wê zêde ye. Li derdora vê sûlavê darên hejîr û tirî û qamîşên bilind jî têne xuya ku dîmeneke pir xweş heye. Ji dîwarên li kêleka sûlava Marwerê, aveke zelal mîna kaniyê dirije bo aliyê xwarê ku bo vexwarinê dibe.
Bajarê Dereşar li bintara Kebîrkoh û di nav daristanê berû de, bi sedan şûnwarên dîrokî û sirûştî li hembêz girtiye û bi dehan gundên wê yên xweş hene ku her yek ji wan dikare bibe cihekî geştiyariyê.
Sûlava Geçanê
Di navbera derbenda Geçanê de kaniyeke pirav derdikeve ku sûlava xweş a Geçanê jê çê bûye. Sûlava Geçanê 15 kîlometran li bakurê bajarê Îlamê û di navbera Tenge (ku bi xwe yek ji seyrangeh û cihê geştyariya bajarê Îlamê ye) hilkeftî ye. Li vê herêmê çiyayê bedew û mezin ê Maneşt û Gaçanê gihane hev û dîmenek pir xweş afirandiye.
Sûlava Geçan di hemû demsalên salê de û heta li zivistanê jî mêvandariya geştyaran û jîngehdostan dike. Herwisa ava wê jî ji aliyê xelkê gundên derdorê ve hem ji bo xwarin û hem jî ji bo çandinî û baxçevaniyê tê bikaranîn. Ev herême ji ber keşûhewaya taybet tijî ye ji darên gûzê.
Rêya gihîştin bi sûlava Geçanê pêwîstî bi demjimêrek rêpîvanê heye, ji ber ku rê ji bo trombêlê nîne. Helbet rêya wê hêsan e û wisa nîne ku em bêjin tenê çiyager dikarin serdan bikin, belkî kesên asayî jî dikarin bi hêsanî serdana wê bikin. Herwisa ew rêye pir taybet e û tijî ye ji dîmenên xweş ên sirûştî.
[1]