Çiyayê Şaho û mezintirîn şikefta avî ya Asiyayê
Çiro Hewramî
Çiyayê Şaho ji rêze çiyayan pêk hatiye û ji bilindtirîn çiyayên Zagrosê ye û di navbera parêzgehên Sine û #Kirmaşan# ê yên Rojhilatê Kurdistanê de hilkeftî ye. Panatiya wan rêze çiyayan 10 heta 15 KM e û dirêjahiya wan jî 55 kîlometre ye ku ji rojhilata bajarê Silêmanî ( li Başûrê Kurdistanê) heta bakurê Rewanserê (li Rojhilatê Kurdistanê) dirêj dibin. Bilindtirîn lûtkeya Şaho, 3,390 metre ji asta deryayê bilind e.
Şaho ji çendîn çiyayên cuda pêk hatiye û her ji ber wê yekê jî navê çiya jê hatiye danê. Çiyayê Şaho ji ber bilindahiyê ve keş û hewayeke sar heye û di lûtkeyên wî de hertimî berf heye. Baranbarîna salane li beşên başûr 500 heta 600 mîlîmetre ye û li beşên bakûr jî 800 mîlîmetre ye.
Çend çiyayên Şaho yên girîng pêk hatine ji “Gawil, Qelagur, Nanewêje, Hol Awir, Taqesifîd, Textsanî, Pîrxidir û Şur”.
Şaho şûna komek ji candarên wek “piling, çeqel, gur, hirç, rivî, ask, kev û hwd” e ku pêka yasayê divê ji aliyê rêkxistinên jîngehparêzî yên hikûmeta Îranê ve bêne parstin, lê ev yasaye netenê tê binpêkirin, belkî heta ji aliyê xwedî destûpêwendiyên hikûmetê ve tê pinpêkirin.
Şaho li nêzî çemê Sîrwanê hilkeftî ye, herwisa şikefta “Qurî Qela” yek ji şikeftên taybet û bedew ên Şaho ye. Şikefta Qurî Qela bûye cihekî dîrokî û geştyarî ya girîng ku salane geştyareke zêde ji hemû Kurdistan û Îranê serdan dikin.
Qurî Qela mezintirîn şikefta ava Asiyayê ye ku kevtiye bakurê rojavayê Kirmaşanê û li ser rêya Kirmaşan-Paweyê ye. Heta niha tenê 13 kîlometre ji şikeftê ji aliyê şikeftvanan ve hatiye peydakirin û hê jî negihane dawiya wê. Yek ji taybetmendiyên vê şikeftê ew e ku xwediyê çendîn salona ne û ji wan: “Salona Zîneh (Berzex) û salona Bûk”.
Hin kes li ser wê bawerê ne ku dirêjahiya vê şikeftê heta axa Başûrê Kurdistanê ye, herwisa pêşîneyeke dîrokî ya zêde heye û komek kelûpelên dîrokî tê de hatine peydakirin, ji wan: Hin kelûpelên siwaletî ku bi wêneya nêçîrvaniya candarekê hatiye xemilandin, bi sike û kasika mêjiyê mirov. Tenê yek candar di vê şikeftê de dijî ku ew jî cureke peleçemkê ye.
Bi dehan cure gul û giya li bilindahiyên Şaho hene ku em dikarin îşare bi hinek ji wan bikin: “Bûjane, Çinor, helalebirme, berzeling û werkemer”. Herwisa komek giya li wir hene ku xelkê navçeyê bi piranî ji bo xwarinê sûdê jê werdigirin, wekî: “Hezbeya kovî, kengir, pîçik, sorebine, bereza û kakovirk.
Herwisa komek ji giyayên bêhndar hene ku bo nexweşiyan têne sûdwergirtin û darên “berû, bine, tengez, çeqalik û belalok” di çiyayên Şaho de hene.
Li quntarên bilindahiyên Şaho hejmareke zêde kanî hene ku ava werzêr û herwisa ava vexwarina bajarên Rewanser, Pawe û gundên wan dabên dike.
Zozanên wê jî şûna nîştecihbûna demkî ji bilindahiyên Şaho ne ku ajeldar di dawiya demsala Biharê heta Payîzê diçine wir. Çend zozanek navûbang ên Şahû ev in: “Zozana Şêx Ezîzî, Hane Şaho, Heware Berze û hwd”.
Ji ber wê ku Şaho çiyayî ye û gelek bilind e, rêya çûn bo çiyaya dijwar e, çend rêyek ji bo hilkişîn bo çiyayê Şaho hene, yek ji wan ji gundê Şimşêr yan Tazava û ji gundê Dêweznaw ve tên. Her çend gelek rêyên dinê hene, lê ew du rêyên ku me îşare pê kirin, hêsantir in.
Lêkolîna dîroknasan nîşan daye ku mirovên serdemê “kevir” zêdetir ji 40 hezar sal berî niha li şikeftên quntara Şaho li derdora Rewanser, Qurî Qela û Hecîcê jiyan kirine û niha jî her li wan cihan şûnwarên wan xuya ne. Herwisa şûnek din a mana mirovan ku dîroka wê vedigere bo 3 hezra sal berî niha, li nêzî gundê Riwar e ku li quntara bakurê Şaho ye.
[1]