Gundê Hecîc, paqijtirîn gundê cîhanê
Çiro Hewramî
Di nav gundên #Hewramanê# de çend gund hene ku ji ber hin taybetmendiyan navûbangên zêdetir hene û hertim diyar û berçav in. Yek ji gundên herî bi navûbang ku ser bi Hewramana Lehon e, gundê Hecîc e. Ev gunde jî wek gundên din ên Hewramanê xwedî dîmeneke bêhempa ye, lê ewa ku Hecîcê bêtir bi navûbang kiriye, çendîn şûnwarên dîrokî, olî û geştiyariyê ne ku em ê di berdewamiya vê gotarê de îşareyê pê bikin.
Gundê Hecîcê 35 kîlometre dûrî bajarê Pawê û 123 kîlometre dûrî Kirmaşanê li navçeya Newsûdê hilkeftê ye û rûbera wê 53 hiktar e. Gundên cîranên Hecîcê pêk hatine ji “Naw, Dariyan, Nodşe, Derehecîc û Esperêz”. Rêya çûn bo Hecîcê yek ji bedewiyên Hewramanê ye û sirûştek xweş heye. Ji bo ku mirov ber bi Hecîcê ve biçe, divê ji rêyeke tijî pêç û tunel derbas bibe.
Cihê ku gundê Hecîcî tê de hilkeftî ye, dolek kesk û şîn e û hewayeke xweş û paqij heye. Herwisa navê Hecîcê jî tê wateya doleke kûr û dirêj ku gelek dar tê de hebin. Gundê Hecîcê 1,250 sal berî niha hatiye avakirin. Dîroka çêbûna Hecîcê vedigere bo wê demê ku “Seyîd Ubeydulah” ê kurê “Îmam Mûsayê Kazim” ku bi navê “Kosayê Hecî” tê naskirin, çûye wê derê û bi şeş kesên dinê re bingeha gundê Hecîcê daniye. Li gor belgeyên dîrokî, Seyîd Ubeydulah di sala 190 a Koçî de hatiye Hecîcê û heyameke kêm li vî gundî maye û paşê koça dawî kiriye. Koseyê Hecîc yek ji mêrxasên vî gundî bûye û heta niha jî rêzeke taybet jê tê girtin û heta hin caran jî sond pê dixwen. Kosayê Hecîc wek çavkaniya geştyarî ya olî tê hesibandin û geştyar ji piraniya navçeyên Kurdistan, Îran û cîhanê serdana wê derê dikin.
Gundê Hecîc wek paqijtirîn gund di cîhanê de, ji aliyê Rêxistina UNESCO ya ser bi Netewên Yekgirî ve hatiye naskirin. Her kesê ku biçe Hecîcê yekem tişa ku bala wê\wî dikêşe, keş û hewaya wê derê ye. Ew hewaya paqij bûye sedama wê ku xelkê Hecîcê kêmtir tûşê nexweşiyan bibin; Bi taybetî nexweşiyên wek pençeşêra pişikê, asim û henasekêşanê.
Xelkê Hecîcê cil û bergên xwe ên taybet hene û hertim cil û bergên Kurdî li xwe dikin, heta ku ji gund derkevin û biçine gund û bajarekî dinê jî, her bi heman cil û bergan ve diçin ku ew yeka bi xwe nasandina xelkê Hecîcê ye. Zilamên wan jî bi bê “desreser”, kofî û kuman nagerin, desreserê Hecîcî ji qumaşê dezo tê çêkirin û bi dora serê xwe re dipêçin. D rastî de şûtik û kofî karta neteweyî û nasnameyî ye bo Hecîciyan.
Rûniştiyên vî gundî pîşesaz û navdar in û ji serdemên berê ve di peydakirina hemû pêdiviyên jiyana xwe de serbixwe bûne. Xelkê Hecîc bi çêkirin û dirûtina kilaş, şal, cacim û dirûtina curek ji qumaşê ku jê re dibêjin “mohîr” mijûl bûne. Lê niha hinek ji rûniştiyên gund ji bo berdewamiya xwendina xwe yan jî karkirinê ji Hecîcê nemane û berê xwe dane bajaran.
Kaniya “Bill” yek ji çavkaniyên avê yên Kurdistanê ye. Ev kaniye ji çiyayên Hecîcê ve derdikeve û diherike nav çemê Sîrwanê. Li gorî belgeyên dîrokî, Bill peyveke Yûnanî ye ku tê wateya xwedayê avê. Herwisa di Hewramanê de “Bill” wateyek dinê jî heye, dema ku di Havînê de hewa pir germ dibe û ew êmîşên ku hatine jêkirin û ji ber germayê zû xirab dibin, ji vê êmîşê re dibêjin “bill” bûye. Lê şareza li ser wê bawerê ne ku navê sûlava “Bill” ji navê Yûnanî ve hatiye wergirtin. Ava vê kaniyê li gorî rêjeya baranbarînê di salê dê kêm û zêde dibe. Berê ava kaniyê ji xwarê gund bû û dirijiya di nav çem de, lê niha ji ber bendava Dariyanê cihê çavkaniya ava kaniyê ber bi aliyê serê ve hatiye veguhastin.
Cihên navûbang ên gundê Hecîcê:
Kanî Bill, bendava Dariyan, bilindahiyên Şaho, Çil Xane, Mizgefta Cemî`i, Koseyê Hecîc, Xaneqa û Hewza Pîr.
[1]