Gola “Geher”ê li bilindahiya çiyayên parêzgeha Loristanê
Roj Qadirî
Gola “Geher”ê yek ji cihên geştyarî yê bajarê “Durud”ê ye û dikeve navçeyên parastî yên “Oştorankuh”ê li başûrê rojhilatê Durudê li parêzgeha #Loristan# ê ya Rojhilatê Kurdistanê. Gola hertimî ya Geherê li rojavayê Oştorankuh, li başûrê geviya “Penbê Kal û Geviya Tapalê” û li bakurê rojhilatê çiyayê “Sersewz”ê hilkeftî ye. Ev gola 120 kîlometre dûrî Xuremavayê ya navenda parêzgeha Loristanê ye û 35 kîlometre jî dûrî bajarê Durudê ye.
Gola Geherê yek ji girîngtirîn cihên geştyarî yên parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye ku di navbera rêze çiyayên Oştorankuhê de diçirîske. Ev gole 2 hezar û 360 metre ji asta deryayê bilind e û hin lêkolînên erdnasî dibêjin ku ev gole ji ber erdhejê çê bûye, ji ber ku ev gole li ser valahiya sereke ya (gosel)a Zagrosê hilkeftî ye.
Gola Geherê ji du beşên Gehera Mezin û Gehera Biçûk pêk hatiye. Gola Gehera Mezin ku panatiya wê di navbera 400 û 800 metre de ye û 1,800 metre jî dirêj e, her sal mêvandariya gelek geştyarên navxwe û biyanî jî dike.
Salane di vê navçeyê de befreke zêde dibare ku bi qasî 500 heta 900 mîlî metre ye, ku di zivistanê de dibe sedema qerisînê û rûyê golê digerise û dîmenek bêhempa diafirîne. Gola Gehera Piçûk a pênc hektarî bi qasî du kîlometreyan ji Gehera Mezin dûr e. Gehera Piçûk pir kûr nîne û ger em jê hûr bin, em dikarin masiyên di binê avê de bibînin. Kûrahiya Gehera Mezin di navbera 4 heta 28 metreyan de ye û kûrahiya Gehera Piçûk jî 1 heta 3 metre ye.
Avjenîkirin di vê golê de gelekî metirsîdar e û bi dehan kes tê de xeniqîne û canê xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê jî Birêveberiya Geştiyariyê ya wê golê û Îdareya jîngehparêziya parêzgeha Loristanê avjenî di wê golê de qedexe kirine.
Çavkaniyên dabînkirina ava golê, çemê “Tapalê” ye ku aveke pir zelal û sar heye. Ev çeme di pêşî de diherike nav Gehera Piçûk û paşê diherike nav Gehera Mezin. Ava golê jî pir zelal e û di hin cihan de binê golê û masiyên binê wê diyar dibin. Gola Geherê di heman demê de yek ji jîngeha sereke ya masiyên “Qizil Ala” ên xal sorî ye.
Qiraxavên golê ji aliyê rojava û rojhilat ve bi şêweyekî xîzî ye û cihên dinê kevirên tiraşî ne. Yek ji dîmenên herî balkêş ên golê li daristaneke bedew e ku ji aiyê xwarê û serê golê ve dîmenek bêhempa heye.
Ji aliyeke dinê ve, li nêzîkî gola Geherê doleke pir balkêş heye bi navê dola “Ney Ga”, ku di demsala Biharê de tijî dibe ji “gulexenderan” ên cur bi cur û helale. Ev yeka jî bedewiya herêmê zêde dike.
Ji sedemên ku herî zêde bala geştiyaran ber bi gola Geherê ve dikişîne, yek ji wan belemsiwarî li ser golê ye û ya duyem jî çiyagerî ye li çiyayên derdorê. Çimkî ev gole li herêma çiyayî ya Oştorankuhê hilkeftî ye û di hemû demsalên salê de gelek çiyager têne vê herêmê û ji bilî çiyageriyê ji dîmenên xweş ên golê jî tamê dibînin. Herwisa rêya ber bi golê ve jî bi serê xwe çiyagerî tê hesibandin û çend demjimêran pê diçe ku mirov bigihe golê.
Li sirûşta derdora gola Geherê, bi dehan cure giya, şînatî, gul û dar hene ku em dikarin îşareyê bi ev yekane bikin: “Darên berû, çeqalik, sipîndar, hejî, sêv, guwîj, gulên gulexendan, helale û helaleyên kovî û hwd.
Demsalên herî baş ên ji bo serdana vê golê dawiya Biharê û naverasta Havînê ne, her çend her demsalekê taybetmendiyên xwe hene. Şevên li vê herêmê jî pir sar in û divê di dema manê de keresteyên pêwîst hebin. Ji ber ku heta naverasta Biharê jî lûtkeyên Oştorankuhê berfdar in û ev yeka jî bûye sedema sarbûna hewa.
[1]