Dalamper; Çiyayê sê sînor
Soîln Urmiye
Çiyayê Dalamper li ser sînorê destkir ên Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê ye û mirov li ser lûtkeya çiya beşek ji van sê parçeyên Kurdistanê bibîne. Çiyayê Dalamper dikeve devera Mirgewer a Urmiyê û ev çiyeye 3,500 metran bilind e û 5 kîlometre ji bajarê #Urmiyê# dûr e.
Çiyayên Dalamper xwedanê çendîn taybetmendiyan û em ê di vê nivîsê de van taybetmendiya behs bikin. Çiyayê Dalamper bi keşûhewayeke xweş tê naskirin, lê di demsalên Payîz û Zivistanê de ev der sar e, befra li ser vî çîyayî ti carî bi dawî nebe û hertim berf li ser lûtkeyên çiya heye.
Pêka helsengandina erdnasiyan, di meha zivistanê de hin caran qasa befrê li ser lûtkeya çiya digîhêje nêzî 8 metreyan. Li Zivistanê ev çiyaye gelekî sar e û gelek caran ba û bager radibe. Hin caran çiyager di demsala Zivistanê de hildikişine ser vî çiyayî. Befra çiyayê Dalamperê di demsala Havînê de jî dimîne û ti carî nahele û befra ser lûtkeya çiya dimîne û bafra nû dikeve ser. Herwisa li Delamperê aveke pir zelal û xweş diherike.
Li vî çiyayî giyayên wek “gûnî, sîr, pelpan, sîrepan, kengir, rêvas, birik û mendî û hwd hene. Hêjayê behskirinê ye ku li demsala Biharê xelkê geştyar û devara Urmiyê ji bo van giyayan serdana vî çiyayî dikin û ev giyayên navbirî hem bo gelek dermanan baş in û hem jî têkelê nava penîr û hin xwarinên dinê dikin. Herwisa li Dalamperê darên wek “girsik (kulistik), belalokên kovî, gûwîj, badamên kovî, sêvetirşên kovî û hwd” çê dibin.
Li çiyayê Dalamperê ajelên wek “teyr, û cureyên balindeyên dinê, gur, kîroşk, simore, bizinên kovî, hirçên qehweyî, rûvî, çeqel, mar û çend cureyek mişk (li aliyê serê çiya mişkên gewr û aliyê jêrîn jî mişkên zer) dijîn. Herwisa li demsala Biharê gelek balindeyên koçber bera xwe didine vî çîyayî.
Di demsala Biharê de dema ku befr hêdî hêdî di bintarên çiya dihele û ew der hêşîn dibe, geştyar li navxweyê Îran û Kurdisanê heta geştyarên bîhanî jî serdan dikin û ji dîmenên xweşik ên vî çiyayê sûd werdigirin. Çiyayê Dalemper ji her sê aliyên Kurdistanê cihê zozana xelkê xwedan pez û malat e. Xelkê xwedan ajel li demsala Havînê berê xwe didine vî çiyayê û heta nêzî demsala Payîzl li wir didin.
Herwisa li çiyayê Dalamper golek gelek balkêş jî heye ku me di nivîsekê de bi rohnî behsa vê golê kiriye; Gola Dalamper an jî gola “Mam Şêx” yek ji cihên bedew ên geştiyariyê ye ku gelek geştyarayan bo aliyê xwe dikişîne.
Rewşa erdnîgarî ya taybet ya vê navçeyê û cemed û bozên sirûştî ku di çiyayê Dalamper de hene bûne sedema çêbûna vê gola sirûştî. Dîtina vê seyrangeha bêhempa ji bo geştyarên Kurdistan, Îran û biyanî gelek balkêş e û ev yek jî bûye sedem ku gelek kes heta ser lûtkeya çiya ya pir befr hilkişin.
Hêjayî behskirinê ye ku çiyayê Dalamperê hêlîna şoreşgerên Kurd bûye û gelek serhildêr û şoreşgêr li vî çiyayî mane û stargehek bûye ji bo wan û ew der di vî warî de li cem gelê Kurd gelek pîroz e.
[1]