Helbestek di navbera Mîsbahuddîwanê Edeb û Tahîr Beg ê Caf de
Di rastiyê de, ew nivîse du helbestên telihev in, sedema wê jî ev e ku her du helbest li ser wezna (Hewa) Faîlatun faîlatun faîlatun falîlun hatine nivîsîn. Dawiya her du helbestan bi ewe bidawî dibe. Lê ya rastî eger heye ku peywendiya di navbera Tahîr Beg û Mîsbauddîwan de ku Marif Xeznedar behsa wan dike, ew helbest bi hevdu re guhertibin û eger heye ku Mîsbah ew helbest bo Tahîr Beg nivîsandibe.
Kurdshop - Di dîroka #wêjeya Kurdî# de, peywendiya di navbera helbestvan û bîrmendên Kurd de her ji demên kevin ve hebûye, ew peywendî yan li ser bingeha hevaltiyê bûye yan jî li ser bingeha Edeb û rêberiya siyasî bûye, ez ê xebatê bikim ku li ser wan sê awayên peywendiyê hin nimûneyan bînim:
Weke peywendiya wêjeyî em dikarin behsa peywendiya navbera Tahîr Begê Caf û Mîsbahuddîwanê Edeb de bikin. Ev du helbestvan yek ji navçeya Helebceyê û yê din ji navçeya Mukiryan û li gundê Ermenî Bilaxî ye, lê ev herdu kes ji kesên xwendevan ên welat bûne û desthilata wan hebûye.
Weke Dr.Marif Xeznedar di cilda çarem a pirtûka Dîroka Edebiyata Kurdî de dinîvîse Edeb serdana navçeya Şarezor dike û di sala 1910ê de tevî hin begzadeyên Mukriyan û Merîwanê serdana gundê Şaneder dike. Heyamekê mêvanê keskî dibe bi nave Xelîfe Reşîd. Qaşo di vê serdanê de Edeb bi name yan bi hevdîtin, peywendiyê li gel Tahir Begê Caf de girê dide.
Di vê peywendiyan de tevî ku herdu jî Begzade bûne, dibe ku behsa eşîran û desthilatê jî kiribin, ( ji ber ku Edeb kesekî xwedî desthilat bûye di nava desthilata Dadweriyê ya Îranê de û Şahzadeyên Qacar naznavê Mîsbahuddîwan dane wî.) ji aliyê din, ji ber ku ev her du kes ji bingehên sereke yên helbesta kilasîk a vê demê ya Kurdistanê bûne, gelek pêşwaziya helbestên wan dihate kirin, helbest bi hev re guhertine û yek ji mijarên di navbera wan de jî behsa edebiyatê bûye îca çi bi rêya nameyan be yan jî rûbirû hevdu dîtibin.
Ev zanyarî ne zelaliyên ku hene çareser dike, di dîwana Tahîr Beg ê Caf de helbestek heye ku du qafiyeyên cuda hene lê ji hev nêzîk in. wezin û kêşa her du perçeyên helbestê wek hev in, lê xwendevanê zîrek dizane ku di naverasta helbestê de valahiyek derdikeve, gelek stranbêjan û bi taybet Mamosta Tahîr Tofîq awazek bo vê helbestê danaye û ew weke stran gotine. Ya balkêş ev e ku Tahir Tofîq çend beşên li her du aliyên helbestê hilbijartine û weke stran gotine.
Ev xezel di dîwana Tahîr Begê Caf de ye, di nava dîwanekê de ye ku li weşanxaneya El-Besrî li Bexdayê û di sala 1960ê de hatiye çapkirin, heta wan demên dawiyê jî di hemû dîwanên Tahîr Begê Caf de ew xezel her weke çawa li weşanxaneya El-Besrî derketiye, çap kirine.
diɫ le ḧesret ẍemzekey dû nêrgisî piř xewtewe
wek xemî zulift 'ezîzim, çû beřûda kewtewe
men'î sûtanim deka eble le 'îşqî tel'ett
çon nesûtêm ew be agir, min bebarê newtewe
nîsbetî zuɫift legeɫ ḧeɫqey zirê nabê biden
leḧnî dawudî çi dexɫêkî bedeng û sewtewe!
mesḧefî xoşxetî kuɫmet, ger bibînê şêxî me
kafrm; ger bo swêndîş biçte naw mizgewtewe
ger depirsî bo qiset şîrîne hênde ba'edeb
şekker efşane lebim, cana le maçî şewtewe
nîşî peykanî mujet pêrê ke karî bû le diɫ
dwê şewê ta řoj hedadanî nebû, nesrewtewe
ta be key qurban binaɫim min be êş û derdewe?
des be ejno, quř beser, daym be ahî serdewe
řojî ewweɫ bû ke zanîm min ebê dêwane bim
aşqî to, new'î mecnûn, wa be kêw û herdewe
merḧemet ke zû biřo qasîd biɫê derdî diɫim
nazî papoçt ekêşim min be toz û gerdewe
min ke piştiwanî baɫa û boseçînî kuɫmetim
çî dekem axir le seyrî bax û bey, bem derdewe
her wekû qews û qezeḧ ba des le gerdin danîşîn
to be suxmey aɫ û sewz û min be řengî zerdewe
yek nefes çakî nehêna tal' û hem bextekem
şeş derim gîrawe damawm be destî nerdewe
îltîmasî tahîrî bêçare qed sûdî nîye
to ke daym şeřfroşî bew diɫey wek berdewe
Ya raast ev nivîs du helbest in û hatine têkelkirin, sedema wê jê ev e ku her du li ser hewayê (Kêşa) Faîlatun faîlatun faîlatun falîlun hatine nivîsandin û her du helbest jî bi ewe bidawî dibin. Lê dibe ya rast ev be ku, peywendiya di navbera Mîsbahuddîwanê Edeb û Tahîr Beg ê Caf de ku Dr.Xeznedar behsa wê dike, ev helbest li gel hev guhertibin (Pev guhertine) û bi egereke mezin Mîsbah ew helbest bo Tahîr Beg nivîsiye. Piştre di dîwana Tahîr Beg de hatiye rêkxistin û bi şaşî ev helbest tev li hev bûne û Tahir Tofîq jî her li ser vê şaştiyê ev helbest xwendiye.
Di dîwanên nû yên her du helbestvanan de ev helbest ji hevdu hatine cudakirin, lê kesekî weke Mihemed Heme Baqî behsa rihê vê şatiyê nekiriye û tiştek li ser vê negotiye. Behsa vê yekê jî nekiriye ku çima nabe ev du helbest yê helbestvanekî bin û cudahiya wan di çi tiştekê de ye. Lê di vê helbestê de em dibînin ku beşa Texelûs yan Meqtei, ku naznavê helbestvan têde tê guhertin û bi wî awayî hatiye nivîsîn:
ger depirsî bo qiset şîrîne hênde ba'edeb
şekker efşane lebim, cana le maçî şewtewe
Lê rastî eve:
ger depirsî bo qiset wa hênd e şîrîne edeb
şekker efşane lebim cana le maçî şewtewe.
Tevî ku ew helbest di dîwaba Tahîr Beg û Edeb de gelek hatiye guhertin,cihê beyt û gotinan hatiye guhertin
Lê eger em bixwazin wan du beytên di dîwana navbirî de hatine ji hev cuda bikin ,wesa dibe
Wate beyta yekem heta beyta şeşê bi nave Mîsbahuddîwan dibe
diɫ le ḧesret ẍemzekey dû nêrgisî piř xewtewe
wek xemî zuɫift 'ezîzim, çû beřûda kewtewe
men'î sûtanim deka eble le 'îşqî tel'ett
çon nesûtêm ew be'agir, min bebarê newtewe
nîsbetî zuɫift legeɫ ḧeɫqey zirê nabê biden
leḧnî dawudîy çi dexɫêkî bedeng û sewtewe!
mesḧefî xoşxetî kuɫmet, ger bibînê şêxî me
kafrm; ger bo swêndîş biçte naw mizgewtewe
ger depirsî bo qiset wa hênde şîrîne edeb
şekker efşane lebim, cana le maçî şewtewe
nîşî peykanî mujet pêrê ke karî bû le diɫ
dwê şewê ta řoj hedadanî nebû, nesrewtewe
Beytên heft heta 13 jî bi nave Tahîr Begê Caf tên cudakirin û em dikarin bi wî awayî binivîsin
ta be key qurban binaɫim min be êş û derdewe?
des be ejno, quř beser, daym be ahî serdewe
řojî ewweɫ bû ke zanîm min ebê dêwane bim
aşqî to, new'î mecnûn, wa be kêw û herdewe
merḧemet ke zû biřo qasîd biɫê derdî diɫim
nazî papoçt ekêşim min be toz û gerdewe
min ke piştiwanî baɫa û boseçînî kuɫmetim
çî dekem axir le seyrî bax û bey, bem derdewe
her wekû qews û qezeḧ ba des le gerdin danîşîn
to be suxmey aɫ û sewz û min be řengî zerdewe
yek nefes çakî nehêna tal'û hem bextekem
şeş derim gîrawe damawm be destî nerdewe
îltîmasî tahîrî bêçare qed sûdî nîye
to ke daym şeřfroşî bew diɫey wek berdewe
[1]