Dîroka Alfabeyên Kurdî li Ermenistana Sovyetê de (1921-1991) – beşa 1em
Têngîz Siyabendî
Pêşgotin
Wek ku tê zanîn #zimanê Kurdî# , zimanekî ji şaxa zimanên îranî yê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Li vir lazim e ku em destnîşan bikin wekî gelek neteweyên din ku di gel Kurdan jiyan dikirin ji dîrokê wenda bûne yan jî bi gelên din re asîmîle bûne. Gelek serhildêrên Rojhilat û Rojavayî wek mîna Yewnan, Rom, Ereb, Tirkên Selcûq, Mongol û hwd di dîrokê de her tim hewl dane wekî zimanê Kurdan tune bikin,lê ser neketine. Di heman demê de Kurdên bêwelat li hemberî zilm û zordariyên serdeman derketine û bi vî awayî ne tenê ji hebûna xwe, lê belê ji zimanê xwe jî xwedî derketine û xelas bûne. Di tevahiya dîrokê de Kurd heta niha çend alfabeyên ji hev cuda û cihêreng afirandine û bikar anîne. Divê em destnîşan bikin wekî ew yek roleke neyînî tevahiya dîroka Kurdan de lîstiye û dilîze. Alfabeyên ji hev cuda Kurdan bisînor kirine, ji hev dûr xistine û rê nadin ku neteweya Kurd ji bo xwe tenê alfabeyek bikar bîne. Alfabeyên ku heta niha Kurdan bi kar anîne ev in:
Alfabeya Kurdên êzîdî: Pirtûka olî ya pîroz a êzîdiyan Mishefa Reş û Cilwe bi vê alfabeyê hatine nivîsandin. Lê ew alfabe zêde nehatiye bikar anîn û tu berhem jî bi wê alfabeyê negihîştine me.
Alfabeya Kurdî ya Erebî: Kurdên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi sedsalan alfabeya aramî (bi tîpên erebî) bi kar anîne û heta îro jî bikar tînin. Bi wê alfabê gelek berhemên giranbaha hatine nivîsandin, ku bûne dewlemendiya çanda Kurdî.
Alfabeya Kurdî ya Ermenî.
Alfabeya Kurdî ya Latînî.
Alfabeya Kurdî ya Kîrîlî.
Ji bilî van alfabeyan, li Herêma Zêwê ya Rojhilatê Kurdistanê, çav bi cureyeke nivîsê hatiye ketin ku li ser tepsiyeke zîvîn e. Li gor lêkolîneran, ev nivîs ji sedsala 8'an a berî zayînê maye û ev nivîs aîdê medan e. Ji bilî vê belgeyê, li cihekî din kes rastî heman cureyê nivîsê nehatiye.
Armanca me ew nine ku em yek bi yek qala wan alfabeyan bikin, lê di vê xebatê de emê bi giranî li ser wan alfabeyan rewestin. Kîjan ku li Ermenîstana Sovyetê (1921-1991) de pêk hatine. Ji ber ku gelek Kurd haya wan jê tuneye, wekî sê alfabeyên din ên Kurdan (bi tîpên Ermenî, Latînî û Rûsî) jî hebûne, ku Kurdên Sovyetîstanê bikar anîne. Emê yek bi yek qala afirandin û pêşketina wan alfabeyan bikin.
Du Gilî Derbarê Kurdiya Bi Tîpên Ermenî
Pêwendiyên dîrokî yên Ermeniyan û Kurdan gelekî kevin in. Ev herdu miletên kevin ji mêj ve cînarên hevûdu bûne. Piştî gelek karesatên sedsalan jî dîsa dostaniya wan berdewam bûye û şahidiya vê yekê zargotina wan a zengîn e. Ji bo wan kesan ku dixwazin derbarê dîrok, çand, zargotin û hwd a Kurdan lêkolîn bikin dikarin berhemên nivîskarên Ermenî wek çavkaniyek pêbawer bikar bînin, nemaze xebatên dîroknasên ermenî yên sedsala navîn. Yên ku di berhemên xwe de nimûneyên zimanê gelê Kurd, zargotin û wêjeyê jî bi transkrîba alfabeya Ermenî parastine. Yek ji wan nimûneyên kevnar em di destnivîsa № 7117 ya Matênadaranê de dibînin. Dostê gelê Kurd, zimanzan H. Açaryan destnîşan dike ku ew di sedsalên X-XI de hatine nivîsandin. Divê bê zanîn ku hejmarek ji mînakên kevn û dewlemend yên zargotinên gelê Kurd bi tîpên Ermenî hatine nivîsîn. Berhemên navdar ên jêrîn jî bi Kurdiya tîpên Ermenî hatine nivîsandin: «Hemê Mûsê», «Leyl û Mecrûm» û strana «Mele Mûsî Seyran». Di nav wan de balkêş in «Qandîlî Siyapûş û Heozbek», «Canbalî», «Hazim Axa», «Mîrza Axa,Telî Eyşa», «Siyabend û Xecêzerê», «Memê û Zînê», «Devrêşê Evdiyê Êzidî», «Hemûdê Şankê» . Hêjaye ku em xebata Komîtasê jî bibîr bînin ku ji bo tomarkirina stranên folklorî yên Kurdî kiriye. Di hejmara pêncemîn a «Berhevoka Etnografîk a Emînyan» de xebatên Komîtas ku ji 13 zargotinên Kurdî pêk tên wek mînak «Kuluk û Garo», «Mez û Zîn», «Sêvhacî», «Hemê Mûsî û yên din hatine cîwar kirin. Balkêş e orîjînalên wan bi tîpên ermenî hatine nivîsîn. Bi taybetî wergera Mizgîniya Metta, Lûqa, Marqos û Yûhenna pir balkêş e yên ku bi tîpên Ermenî û bi Kurdî di sala 1872-an de hatine nivîsîn. Divê bê zanîn ku ev yekemîn wergera berfireh e di dîroka wêjeya Kurdî de. Bêguman ger serpêhatiya Kurdiya bi tîpên Ermenî di dîroka wêjeya Kurdî de xwedan cihekî girîng be.
Divê em bi şahî diyar bikin ku sedsala 20-an ji bo gelê Kurd bidestxistineke nû di gel xwe anî. Beşek ji Kurdan ji welatê xwe dûr li Ermenistanê di tevahiya dîroka Kurdan de roleke mezin lîstin. Bi alîkarî û piştgiriya dûgela Ermenistanê Kurd bûn xwedî alfabeyê. Kîjan jî bû sedema pêşxistina zimanê zikmakî û herwiha parastina dîrok,çîrok, zargotin, stiran, destan, wêje û hwd. Piştî afirandina tîpên Kurdî gelek dibistan hatin vekirin, pirtûk hatin çapkirin û rojname bi zimanê dayikê hate weşandin.
Afirandin û pêşketina alfabeya Kurdî li Sovyeta Ermenistanê de li ser sê qonaxan de dabeş dibe:
Alfabeya «Şems» ya Lazo (H. Xazaryan) - 1921
Alfabeya Latînî ya E. Şemo û Î. Marogûlov - 1929
Alfabeya Kîrîlî ya H. Cindî, E. Evdal, W. Nadirî – 1944
Alfabeya «Şems» ya Lazo (1921)
Êzdiyên ku niha li Ermenistanê de dijîn hema mirov dikare bêje ji sedî sed ziryeta êzdiyên Serhedê ne. Ji sedema bûyerên sedsala 19-an û 20-an bi taybetî ji sedema şerê Osmanî-Rûsan (1877-1878), Şerê Cîhanê yê Yekem (1914-1918) û herwiha ji sedema komkujiya Ermeniyan (1915) jî ku di gel wan gelek êzdî jî canê xwe ji dest dan, hejmareke mezin a êzidiyan ber bi Ermenistanê hatin. Ji ber vê yekê jî kurmanciya Qefqasê û kurmanciya Serhedê dişibînin hevûdu. Kurmancîaxivên Sovyeta berê ya Ermenistanê devoka xwe ya devkî ne tenê ji tunebûnê parastin lê herwiha kurmanciyeke pêşketî û standard jî bidest xistin.
Piştî hilweşandina Împêratoriya Rûsyayê û bi Şoreşa Cotmehê li seranserê Qafqasyayê bo gelên kêmjimar gellek derfetên xwebûnê, nexasim jî di warê çand û hunerî de, xwe didin der. Di navbera salên 1920-37an de bi taybetî li Ermenîstanê ji hêla hikûmeta Bolşevîkan û alîkariya hin zanayên ermen ên ku bi Kurdî zanibûn, di warê xwendin û nivîsandinê de li dibistanên Kurda tevdigerin. Di vê heyamê de yekem car di sala 1921ê de ji hêla hikûmetê ve dibistanên seretayî û gellek navendên xwendin-nivîsandinê tên vekirin. Ji hêla Hakob Xazaryan (Lazo) ê ermen ve bi navê ‘Şems’ pirtûka dersê ya bi alfabeya Ermenî, lê bi Kurdî tê amadekirin. Lazo di pêşgotina pirtûka «Şems» de dibêje dike ku rastî gelek tengasiyan hatiye. Berî amadekirin û çapkirina vê pirtûkê demekî dirêj fikirîye ka li ser kîjan bingeha zaravayên Kurdî alfabeya xwe amade bike. Di pêşgotina xwe de berdewam dike û dibêje ku li me xweş hat ku em zaravayê Kurmancî hilbijêrin. Pişt re xwestiye li ser bingeha tîpên Latînî, Erebî û Fînîqî alfabeya Kurdî çê bike, lê dibîne ku ew yek dikare bibe sedema hin tengasiyan û tîpên Ermenî bikêr û baş dibîne. Bi vî awayî alfabeya Kurdî ya yekemîn li ser bingeha tîpên Ermenî amade dike. Destpêka sala 1922an bi pêşniyara Lazo û nivîskar, denbêjê kurdî navdar, Ahmedê Mîrazî, hukumeta Gurcistanê li Tiflîs a paytextê de ji bo karkerên Kurd dibistana şevî vedike. Lazo û hevjîna wî, Olga Xazaryan mamostayên wê dibistanê bûn. Wê dibistanê di dîroka Kurdên Yekîtiya Sovyetê de roleke mezin lîstiye. Gelek rewşembîr û siyasetmedarên Kurdên sovyetê li wê dibistanê dest bi xwendina xwe kirin. Ji kesên li wê dibistanê xwendine em dikarin navên zimanzan Qanatê Kurdo û Çerkez Bakayêv, Mêrxasê Yekîtiya Sovyêt, siyasetmedar Semend Siyabendov, yekemîn berpirsiyarê rojnama ‘Riya Teze’ Cerdoyê Gênco û gelekên mayîn bînin.
Ev gotar vê berdewam be…
[1]