Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,566
Wêne
  123,871
Pirtûk PDF
  22,078
Faylên peywendîdar
  125,513
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,818
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,536
Enfalkirî 
4,829
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Hemû bi hev re 
273,051
Lêgerîna naverokê
Dîplomasiya wêjeyî û helbesta Kurdî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dîplomasiya wêjeyî û helbesta Kurdî
Dîplomasiya wêjeyî û helbesta Kurdî
Dîplomasiya wêjeyî û helbesta Kurdî
Dr. Azad Mukrî

#Şêrko Bêkes# wek helbestvanekî ku haya wî ji guhertinên derdora xwe hebû, di helbesta “Kurî Zeryan” de, xeniqîna Semed Bêhrengî dike bi çîrokeke helbestî û bi zimanekî dewlemend vedibêje. Herwisa wekî helbestvanekî azadîxwaz hêmaya desthilata Paşayetiya Îranê ku di ala sêreng a bi nîşaneka “şêr û roj” e, rexne dike.
(Semad Bêhrengî û wêjeya Kurdî û çend şiroveyek)
Di nava tevahiya netewan de, edebiyat ji bilî çêkirina derfeteke bedewî, nasandina hemû diyardeyên girêdayî mirov, sirûşt û civakê ye, dikare erkek dinê jî jê re were danîn, ji bo cureyek ji têkilî û birêxistinkirina danûstandinên di navbera gotarên cuda de. Di navbera netewan de dikare derfetek be ji bo yektirnasîn û hevpeyvînkirin. Bi watayek dinê, curek ji siyasetê yan dîplomasiya edebî ji rêya wêjeyê re divê bê çêkirin û ew dîplomasiya edebî dibe sedema çêkirina pêwendiyên bi wate û demdirêj. Têkiliyek di navbera neteweyan de ku demeke tê behskirin ku niha jê re diyaloga kultûrî û ramanê tê gotin. Eşkere ye ku di cîhanekê de ku civaknasên wekî “Samuel Huntington” behsa “lihevhatin” û “lihevhatina kultûran” dike, edebiyat dikare mewdayek baş be ji bo hevfamkirin, jihevnîzîkbûn û hevpeyvîna welat, netewe, kultûr û nerînên cuda.
Lê wekî ku em dizanin, hemû edîb û nivîskarek şiyan û zanyariya wê yekê nîne ku wêjeyê ji welatê xwe dersînor bike. Yan heta wate û form û ziman ji sînorên herêm, bajar û herêma jiyana xwe derbas bike. Belkî ew nivîskarên ku girîngiya wateya “di navbera nivîsan de” dizanin, hewl didin motîf, nîşan û îşareyên kultûrên li welatên derdor, û di çand û wêjeya welatên derdor de peyda dikin û bi cureyekê rêyekê bo gotûbêj û danîna bingehekê bo hezkirineke tevlîhev a bedewnasyê biafirînin.
Di nav wêjeya nifşa berê de, Şêrko Bêkas di çendîn berheman de hewl daye ku helbestê ji xeynî ew pêkhateya ku hemû taybetmendiyên bedewnasî ya helbestiya wî tê de ye, wek pencereyek û pantayiyekê bo wê bîrokeyê bi kar bîne.
Lê mixabin rexnegirên me kêm li ser dîtina deqên Şêrko Bêkas di vî warî de û dîtina deqên gelek helbestvanên Kurd ên dinê ku di vî warî de hewlên pir cidî dane rawestiyane. Ji ber vê yekê edebiyata me yan nekariye sînorên herêma xwe derbas bike yan gelek kêmtir kariye. Eger hin kes jî îşareyê bi çend navan dikin, ne ew çend navane nûnertiya hemû edebiyata Kurdî dikin, ne jî hemû potansiyela hundurîn û wêjeya edebiyata Kurdî nîşan didin. Belkî şiyana edebiyata Kurdî di wan waran ji vê yekê zêdetir e ku were peydakirin û eşkerekirin. Divê li ser bê nivîsandin û bi neteweyên wek Faris, Tirk, Ereb û heta bi cîhana Rojava û welatên Rojhilata dûr re pirên pêwendiyê bêne çêkirin. Çimkî li gorî xwendina ku di helbestên helbestvanên serdema Şêrko Bêkes heta helbestvanên îroyîn ên Rojhilatê Kurdistanê de hatiye kirin, diyar dibe ku me gelek helbestvan hene ku hewl dane helbestê ji bo vê warê pêwendiyê bi kar bînin. Eger ez mînakê behs bikim û bixime ber çav, ez dikarim behsa Şêrko Bêkes di helbestekê de ku behsa şoreşger û rewşenbîrekî çep ê Îranî yê bi navê “Xusrewî Rûzibêh” dike, ku hatiye girtin û piştre hate tîrbarankirin, bikim.
Ew cihê ku dibêje: “Wek Şamlû bo rozbê xulyame û hwd”, lê helbetsa ji wê girîngtir ya Şêrko Bêkes di vî warî de kome helbestên “Rûbar” e. Helbestek e bi navê “Kurî Zeryan” ku pêşkêşê “Semed Bêhrengî” kiriye. Kurî Zeryan, helbestek vebêjî ye. Şêrko Bêkes ew helbesta vebêjî di sala 1979an de nivîsiye. Eger di wê serdemê de heta niha rexnegirên Kurd karîbana bi şêweyekî dirust wê helbestê wergêran bikin û li ser aliyên meinewî yên wê helbestê binivîsîn, dikarî bibe deriyek baş di navebra nivîskar û rewşwnbîr û helbestvanên Kurd, Tirk û Ereb de. Çimkî Semed Bêhrengî eslê xwe nivîskarek Tirkziman e. Nivîsên wî jî bi zimanê Farsî ne. Di gelempera nivîsên wî de xema zarokên hejar ên Tirk heye ku beşek ji pirsgirêka wan pirsgirêka zimanî ye. Wate Semed Bêhrengî ji aliyekî hişê wî li ser Tirkên Îranî ye ku hatine çewsandin, ji aliyek dinê jî hişê wî bi giştî ji ber wê ku kesayetiyek rewşwnbîrê çep bûye, aliyê qata çewsayî û bindest a wê civakê ye, bi Faris, Tirk, Ereb û Kurd ve.
Semed Bêhrengî
Ji ber dijberî û dijminatiya tund a paşayetiya Pehlewî ku bi bîra çep re hebû, piştî wê ku Semed Bêhrengî di çemê Arasê de hate xeniqîn, gotegota wê yekê hate belavkirin ku mirina Semed Bêhrengî mirineke siyasî ye. Ango dezgehên Îtilaatî yên Îranê û nûnerên Îtilaata sîstema paşayetiya Îranê ku dijminatiya her cure rewşenbîrekê dikirin, Semed Bêhrengî kuştin û bi vî awayî Semed Bêhrengî di nav çend qatên xelkê Îranê de bû lehengekî takane. Li cem ew Tirkên ku zilm û zordariya neteweyî li wan hatibû kirin, ji aliyê hemû bindestan, karker, gundî, hejar û hwd ku di çîrokên xwe de zimanhalê êş û rojên tarî yên wan bû û herwisa ji bo zarokên ku ji wan re çîrok dinivîsand û çîrokek bi navê “Masiya Reş a Piçûk” hebû ku xelata cîhanî jî wergirt.
Şêrko Bêkes wek helbestvanekî ku haya wî ji guhertinên derdora xwe hebû, di helbesta “Kurî Zeryan” de, xeniqîna Semed Bêhrengî dike bi çîrokeke helbestî û bi zimanekî dewlemend vedibêje. Herwisa wekî helbestvanekî azadîxwaz hêmaya desthilata Paşayetiya Îranê ku ala sêreng a bi nîşaneka “şêr, roj” e, rexne dike. Wate, Şêrko helbestê bi hişeke “întizaî” û sureal ve dinivîse û sê kesên ku di ala Îrana şahînşahiyê de hebûn, wek şêr, roj û şûr ji alayê radike. Şêrko di helbesta xwe de sê hêmayên alayê bi Semed Bêhrengî re rû bi rû dike û wan dixe nava diyalogê. Di dawiyê de, erkekê bi her yek ji van sembolane re dispêre. Roj erkekê digire stûyê xwe. Şêr karekî bi rê ve dibe. Şûr jî berpirsayetiyek taybet bi xwe dibe. Her sê erk jî erkên li dijî desthilatdariya tarîtî, zulm û dîktatoriyê ne.
Paşê Semed bi van hersê sembolên di nav alayê de diaxive. Helbestvan roj, şûr û şêr ji alaya Paşayetiya Îranê tîne derê. Semed ji wan dipirse gelo hûn careke din amade ne vegerine nava alaya Îranê? Roj dibêje tu min li her kuderê dabinî ez ê biçime wir. Şêrko gelek bi helbestvanî dibêje: “Semed xorî helgirt û day be nûserêk\ ke dastanî tîrbaranî welat û xwîn û hetwa denûsê\ birsîş bû\ nûserekeş xorekey xiste dilîyewe û\ dilîşî da be hejaran.”
Şêrko Bêkes, Semed bi şêr re rû bi rû dike. Şêr li ser wê bawerê ye ku divê erkek girîn bi wî re bê spartin. Ew dikare siwarek baş be. Şêrko di wir de netewan ji hev nêzîk dike û dibêje: Semed şêr bi Silêman Muînî re da ku rêberê şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê li dijî desthilata Şahenşahî bû. Di wir de helbestvan hevxebatiyên hatinî çewsandin yên Tirk û Kurd nîşan dide. Paşê şûrê wek xelat dide Xusrew. Dibe ku ew “Xusrewê Rûzbêh” be, ku yek ji xebatkarê Fars li dijî desthilata gendel a Paşayetî bûye. Di encamê de helbestvan dibêje, piştî wê Semed Bêhrengî roj bexşî bi nivîskaran da ku çîroka ronahiyê binivîsin. Şêr da bi şoreşgeran bo wê ku zîrektir bin. Şûr da bi lehengên netewî bo wê ku netirs bin. Di dawiyê de bi xwe çû nava avê. Di nava avê de bû bi şefeqa hemû xelkê welatê xwe.
Helsengandin, nasandin û nivîsîna li ser berhemên wiha bi zimanê netewên dinê, rêyek e ji bo diyalog û gotûbêja çandî û kultûrî bi netewên derdor re û heta gelên dûr jî. Di serdemekê de ku metirsiya hevgirêdana kultûran yan bi wataya “Hantîngon”, hevgirêdana kultûran di gorê de ye, baştirîn rêya gotûbêjê, huner û wêje ye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,306 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 19-04-2024
Gotarên Girêdayî: 28
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-01-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Edebî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 19-04-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-04-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-04-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,306 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.547 çirke!