Biwêj û nixman bi mînakên ji devoka Kobaniyê
Diyar Hemî
#Kobanî# herêmeke di zargotina xwe de pir dewlemende, ji gotinên pêşiyan, biwêj, zûgotinok serpêhatî û hwd, ev edebiyeta devkî ya ku civakê bi hezarê salan di mêjiyê xwe de tomarkiriye û tevger, rabûn û rûniştinên bi wan xemilandiye, hêja ne ku yeko yeko derbasî nivîsê bibin û ji nemanê bên parastin.
Cudahiya di navbera biwêj û nixmanê de
(bi mînakên girêdayî canê mirov)
Biwêj:
Gelek kes hin caran di navbera biwêj û nixmanê de tevelehev dibin, ji ber ku herdu jî aliyekî wan yê veşartî û mecazî heye û hin kes ev herdu huneran yek dibînin, lê ya rast ew e ku tenê hin taybetmendiyên wan yê hevpar hene.
Biwêj ew çend peyvin ku ji aliyê civakê ve pêkhatin e, ji bo ku gelek bûyer û teybetmendiyan bi awayekî rêk û pêk û ne yekser derînin. Her wiha hûnerên wêjeyî yên mîna; manandin, kesandin û piroleyê jî rolek girîng di pêkhatina wan biwêjan de dilîzin. Pir caran dibe ku biwêjek gelek axftin û şayesandinê bi kurtasî derîne. Biwêj di hundirê xwe de wateyeke kûr û fereh dihewînin û divê ew wateyeke cudayî ya ku pê hatiye gotin bide, ango wateya wê ya mecazî û veşartî.
Gelek beşên bikaranîna biwêjan hene; mîna biwêjên derbarê lawiran, canê mirovan, hest û rewşên taybetî xwezayî û hwd… di heman demê de mirov dikarê ji her nixmanekê re biwêj bibêje, lê nikare ji her biwêjekê re bibêje nixman. Mînak; dema kesek zewicî be û ji bilî hevjîna/ê xwe li jin an mêrên din mêze bike ji wî re çavlider tê gotin. Hin mînakên din:
Ar bi hundirê min xist:
Mebest ji vê biwêjê ne ew e ku rast ar bi hundirê wî kesî ketiye, ji ber ku di rastiya de ar bi hundirê mirov nakeve, wateya vê biwêjî ew e ku xemîn bûye ji bo rewşa mirovekî an ji bo bûyereke taybet.
Ez ker û gêj kirim:
Tê wateya ku ew tengezar kir, Ji bo kesekî gelek diaxive û axavitinên wî di derbarê tiştên vala vala de ne. Herwiha ji bo dengên din yên bilid jî tê gotin, mîna dengên lawiran û hwd.
Istûna mala min e:
Tiştê bingehîn yê ku xaniyek an avahiyek li ser disekine, ew bingeh û stûna ku li ser ava bûye û eger ew stûn bê ruxandin, ew avahî jî bi wê re tê ruxadin. Mebest ji vê biwêjê jî miroveke ku malbata wî hêviyên mezin di hebûna wî de dibînin.
Nixman:
Nixman hûnerek ji hûnerên wêjeyê ye, ew gotinên neyekser û axafinên nerastûrê ne, ku ew herî kêm xwedî du wateyanin. Nixman cudayî biwêjan, divê him wateya xwe ya rast him jî ya mecazî bê parastin. Lê da ku ev hûner temam bibe divê wateya wê ya xazayî bê mebest kirin. Sedema bikaranîna nixmanê ew e ku mirov gelek caran naxweze wateya peyvan bi awayekî yekser raghîne, ji ber vê xwe dispêre gotinên sergirtî û pir wateyî, ku ev gotinên wiha hêz û bedewiyake cuda didin wê axavtinê an havokê. wek mînak; çongên min şkestin. Mebest ji vê biwêjê ne ew e ku rastîn çongê wî şikestin, lê belê tê wateya ku ew rastî tirseke mezin hat di encama bûyerekê an agahiyeke nebaş. Herwiha gengaze ku di rastiyê de jî çongên wî şkestibin. Hin mînakan ji zargotina Kobaniyê em dikarin rêzbikin:
Te pişta min da dîwaran:
Mebest ji vê hevokê ne wateya xwe ya yekser û aşkere ye ku ew li ber dîwar daye rûşkandin, lê belê dema ku mirovekî giranbûha qezayek bi ser de hatibe an mirî be tê gotin. Mebest ji vê biwêjê jî ew e derbirîna xemgînî û neçriyê ye û tê wateya ku mirovek wek hêz li pişta wî bû û niha ji bilî dîwaran kes pişta wî nema.
Lingê min kir soleke (pêlavek) teng:
Dema mirov lingê xwe dike pêlaveke teng, ew pêlav lingên wî diêşînin û nikare bi wan baş tevger bike. Mebest ji vê biwêjê jî ew e dema kesek li kesek din hin tiştan bixwaze û wî bilezîne, û derfeta wî mirovî tune be ji bo ku wê tiştî pêkbîne ev biwêj tê gotin. [1]