Ax û sînorên Kurdistana Azirbêcanê
Wergêr û Nivîskar: #Têmûrê Xelîl#
Ax û sînorên Kurdistana Azirbêcanê
Strûktûra malhebûnî ya Kurdistanê
Cîyên hêwira koçerên Tekelîyê
Niha em li ser wê pirsê bisekinin, çika ew çi herêm e, ku bi biryara PK Azirbêcanê sala 1923a hate binavkirinê Kurdistan û bû otonom? Gelo xerîta wê ya gêografî çawan e? Bin gotina Kurdistan an jî herêma Kurdistan da dihate fêmkirin ew ax, ku Azirbêcanê dabû kurda bona ew bi xwe serokatîyê li xwe bikin û ew herêma otonom sala 1929a ji holê hate rakirinê, bû qeza, ku tê da çar navçe hebûn: ji bakûr heta başûr: Kelbecar, Laçîn, Kubetli û perçekî navça Cebraîlê.
Sînorên qeza Kurdistanê ya berê dikete di navbera gêdûka Mûrovdaxê û besta Gencîyê. Kurdistan ji alîyê çemê Kengûr-Alangezê da ser sînorê qeza Nor-Bayezîdê bû, ku dikete di nav axa Ermenîstanê. Ji başûr-roavayê sînorên wê bi navçeyên Şarûr-Derelegezê û Zangêzûrê ra (KSS Ermenîstanê) hebûn.
Ji alîyê başûr-rohilatê va çemê Akerê bûbû sînorê wê û qeza Cebraîlê, û ew sînor ji gundê Efendîler va destpê dibû, dihat digihîşte heta çemê Mîlhelewê, ku ew jî dikete nava çemê Akerê. Alîyê mayîn da jî sînorê Kurdistanê bi Qerebaxê ra jî hebûn, ji başûr-rohilata çemê Akerê bigre, were hetanî gêdûka Mûrovdaxê. Perçê Kurdistanê yê bakûr çiyayî bû. Çûyîna navçeyên bakûr, xwesma navça Kelbecarê, pir zehmet bû û bi xeter bû jî. Başûrê wê, ku navçe Kubetlîyê li wir e, ser sînorê herêma rex çemê Erez bû.
Şertên Kurdistanê yên gêografî mora xwe li ser taybetîyên evê qeza Kurdistanê xistine û tesîra xwe li ser jîyana binecîyan û rengê evê herêmê bi tevayî kirîye.
Êkspêdîsyonê piranîya wextê xwe li ser lênihêrandina du navçeyên qeza Kurdistanê xerc kir - Laçînê û Kelbecarê, wextê mayîn jî da herêma Naxçiwanê, ku ser sînorên wê, yên li rex çemê Erez, kurd lê diman. Di nivîsa xwe da emê piranî li ser kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê bisekinin, ji ber di nav jîyana wan û kurdên Naxçiwanê da ferq heye û ew di nav kurdên Azirbêcanê da cîkî taybetî digrin.
$Strûktûra malhebûnî ya Kurdistanê$
Pirsa pêşin, ku di dema bi wan esera ra (rêzûltat, mefa) dibî nas, ber te radiweste (xwesma dema bi xebatên Çûrsîn û piranî jî yên V.Gûrko-Kryajîn ra dibî nas), ew çareserkirina problêma derheqa strûktûra malhebûnî ya Kurdistanê da ye, ku V.Gûrko-Kryajîn bi wê fikrê va bi awakî erênî hel kirîye, ji ber ku rast texmîn kirîye, ku di jîyana koçerîyê û nîvkoçerîyê da karê kurdên qeza (devera) Kurdistanê yê sereke ew heywanxwedîkirin bûye.
Ev taybetîya cûrê jîyana malhebûnî, ku meriv dibê qey tenê bal kurdên Azirbêcanê heye, ji bo V.Gûrko-Kryajîn usa hewaskar bû, ku ewî sala 1929a di nivîseke xwe da ew cûrê jîyanê himberî cûrê jîyana koçerên Afxanistanê kirîye.
V.Gûrko-Kryajîn, ku jîyana kurda û afxana ya koçerîyê daye ber hev û ji bo himberîhevkirinê jî berhema akadêmîk Vavîlov ya derheqa xwelîbêcerkirinê li Afxanistanê da bi kar anîye, di gotareke xwe da ha nivîsîye: Akadêmîk Vavîlov di xebata xwe ya bi nav û deng ya derheqa karê xwelîbêcerkirinê li Afxanistanê da destnîşan dike, ku ev cûrê pêwendîyên civakî gelekî sadene, ku berê weke 2 mîlyon koçerên heywanxwedîkir dide zozana. Û dû ra V.Gûrko-Kryajîn xebata Çûrsîn û gotinên çend xebatkarên kurd ji xwe ra dike bingeh û dinivîse: Wek em dibînin, li Kurdistanê ne kêmtirî Afxanistanê ev pêwendîyên aborî-civakî yên gelekî sade û paşverû hetanî niha jî mane.
Îdî em derheqa wê yekê da nabêjin, ku ev rêzên ku di nîveka duda ya sala 1929a da hatine nivîsarê, dema ku karê çêkirina sosîyalîzmê li Azirbêcanê gumreh pêşda diçû û li ser dîwana Sovêtîyê li KSS Azirbêcanê ra 9 sal derbaz bûbûn, bi bingehê xweva buxdan e derheqa jîyana aborî-civakî da, ya Kurdistana Azirbêcanê da, û em dibînin, ku cûrê jîyana malhebûnî ya kurdên Azirbêcanê hinekî ji ya koçerên Afxanistanê tê cudakirinê.
Em binhêrin çika N.Î.Vavîlov derheqa koçerên Afxanistanê da çi dinivîse(1): Merî dikare ji destpêka havînê hetanî dawîya wê mêze bike, ku çawa milet bi rê û şiverêyên Afxanistanê, ji rohilatê, ji navbendê û başûr berê xwe didine zozana.
Bi seda merî barê xwe li ser deva, hêştira, hespa, guhdirêja (kera) barkirî, bi xwe jî peya ji başûr berê xwe didine bakûr. Tu dibêjî qey binecîyên gelek navça ji xelayê û birçîbûnê ji cî û warên xwe şihitîne û bûne mihacir, dane ser rê, ku nanê zikê xwe peyda bikin.
Tu welatekî mayînî usa tune,- çend rêza li jêr wê ew dinivîse,- ku perçekî miletê wî yê pir hertim ji cî û warên xwe rabe û ji bo demekê here ser axeke din kon û çadirê xwe vegire û bimîne. Eva bi rastî jî cûrê jîyana koçerîyê yê paşketî ye, ku ne tenê zirarê dide garana dêwêr û kerîyên pêz, lê herweha xwelîbêcerkirina welêt jî.
V.Gûrko-Kryajîn welatekî usa yê mayîn jî hinartîye (ber xwe derxistîye). Hela serda jî, bi bawerîya wî, ew welat bi wê yekê va jî tê cudakirinê, ku xênji cûrê malhebûna koçerîyê yê paşketî, rewşa aborî-civakî jî şûnda maye. Em bi kurtî li ser ecêba pêşin ya ku Gûrko-Kryajîn dîyar kirîye, bisekinin û mêze bikin ka rewşa civakî ya kurdên navçeyên ku me li wan dera lêkolîn kirine, çawan e.
Gelo li ser axa Kurdistana berê zozan hene? Dema ku havîna milet ji Şûşîyê destpê dike, bi riya Şûşî-Laçînê bi barê xwe berê xwe dide Kurdistanê, usa tê texmînkirinê, ku koçerî karê binecîyên wan navça yê sereke ye. Lê di rastîyê da ne usan e û gerekê ew yek jî bidne ber çeva, ku zozanên Laçînê (Lul-per) û Kelbecarê ne tenê ji bo binecîyên der-dorê wan in. Gelek binecîyên Azirbêcanê yên mayîn jî têne vira, ku li deşt û arana dijîn, ji ber ku havîna li wir pir germ e, li gelek cîya jî av tune, teva wan dera usa diqijilîne, ku şînkayî û debara heywana dişewite. Koçerên Mûxanê, yên ji bestên Mîlê û Qerebaxê jî têne van dera û ne tenê havîna. Binecîyên ji qebîla Efşara çend sed kîlomêtra didine ber xwe û bi neferên mala xwe û heywanên xwe va tevayî ji Exdamê û Berdê dertên û di nav 2-3 meha da tên, digihîjine zozanên rex çemê Kurrê.
Hewa hênik, best û beyarên bînxweş, kanîyên avilheyatî binecîyên Azirbêcanê berbi xwe dikişînin. Wek xuya ye, ev hemû bûne sebeb, ku V.Gûrko-Kryajîn Kurdistanê himberî Afxanistanê kirîye.
Ev warên buhuştî V.Gûrko-Kryajîn ewqas kor kirîye, ku ew tiştê ku tenê hinkûfî jîyana koçeran e, bi temamîya binecîyên Kurdistanê va daye girêdanê. Em wê yekê înkar nakin, ku heywanxwedîkirin ji bo navça Laçînê karekî giring e, lê ji bo navça Kelbecarê jî hema bêje karê yekemîn e. Lê rol û kemala wê hindava van herdu navça da jî di jîyana malhebûnî da ne wekehev in.
Em bêjin, ku di navça Laçînê da ne tenê heywanxwedîkirin cûrê jîyanê yê sereke ye. Vira binecî bi xwelîbêcerkirinê va girêdayî ne, hela ser da jî, li wan gunda, ku kurd lê pirtir in, xwelîbêcerkirin ser heywanxwedîkirinê ra ne. Wek mînak, li gundên Axcekendê, Bozluyê, Mîrikê, Kemallîyê, Çeraxluyê, Kelecê, Qere-Keşîşê, Zêrtîyê rewş usan e. Ew yek li Mînkendê jî usan e, ku gundê navça Laçînê yê herî mezin e û wî çaxî kemala wî pir bû di nav jîyana malhebûnî ya wê navçê da.
Axa ku serê her malekê ra kivş kirine, ji 4-4,5 hetanî 6 hêktaran e û em wê jî bêjin, ku ji bo bêcerkirina xwelîyê aletên here kevnare têne bikaranînê.
Gorî salixên dayîra Plana dewletê ya KSS Azirbêcanê, tevaya mezîla erdê navça Laçînê, ku tê bêcerkirinê, sala 1931ê da 11.870 hêktar bû. Mezîla zozana gelekî ser mezîla erdê bêcerkirinê ra ye. Li zozana 63.227 hêktar xwelî heye. Lê dîsa jî, ev reqemên ku me anîn, nikarin tam reng û rûyê rewşa malhebûnî ya vê navçê bînin ber çevan. Gerekê wê yekê jî hildine ser hesêb (bidne ber çeva), ku zozanên navça Laçînê, wek ku me li jorê destnîşan kirîye, xizmetî gelek navçeyan dikin, ku bi mezîla axa xwe va çend cara ser axa navça Laçînê ra nin.
Rewş li navça Kelbecarê cûrekî mayîn e. Gorî salixên beşa fînansîyê ya navça Kelbecarê, mezîla hebê nên sala 1931ê dikir weke 4518 hêktar, lê tevaya mezîla bêcerkirinê 11 hezar hêktar e. Lê eger em bidne ber hesaba, ku mezîla bona çandinîya gîha 94.529 hêktar e û ew tenê bona heywanxwedîkirinê tê bikaranînê, û ew yek jî, ku ew mezîl nayêne avdanê û baran û teyrok û zîpik gelek cara nahêlin, ku debara baş ji wan mezîla hilînin, wî çaxî wê rind bê ber çeva, ku ebûra binecîya piranî ji heywanxwedîkirinê dibe. Wargên çiyayî alî heywanxwedîkirinê dikin, lê di alîyê mayîn da jî nahêlin karê xwelîbêcerkirinê pêşda here. Di navça Kelbecarê da tu rê tunene, lê şiverêyên li çiya û banîya him bona meriva, him jî bona heywana bi xeter in. Lê di navça Kelbecarê da heywanxwedîkirin bi xwelîbêcerkirinê va girêdayî ye û li wan cîyên ku xwelî dikare bê bêcerkirinê, binecî ji dest xwe bernadin. Tiştekî femdarî ye, ku di van şerta da mezîla xwelîya bêcerkirinê, ku serê her malekê ra dikeve, çend cara ji ya navça Laçînê kêmtir e û hinek gunda da digihîje hetanî nîv hêktarî. Lê em çi jî bêjin, kurdên navça Kelbecarê (em îdî derheqa kurdên Laçînê da nabêjin), ne koçer in û wana nikarî himberî koçerên afxana bikî, wek ku V.Gûrko-Kryajîn dixweze ewê yekê nîşan bide.
Wek ku bêlî ye, hilgêr-dagêra herdemî, gava warê te yê jîyînê herdem ne li cîkî ye, çûyîn-hatina bi seda kîlomêtra ji bo koçera astengên mezin çê dikin.
Me li jor nimûna çûyîna koçerên Afxanistanê li zozana anî. Me herweha got, ku li Kurdistanê jî koçer hene, lê wek me destnîşan kirîye, koçerên usa di nav kurda û binecîyên mayîn da tek û tûk in. Bona wan koçera çûyîna li zozanên Kurdistanê tenê ji bo ser demekê ye, lê ne cûrê jîyana wan e.
Piranî kurd di hemû demsalan da diçine zozana û ewê çiqas wext li zozana bin, ew jî bi hewayê û daberê (alif, êm) va girêdayî ye.
Bi wan ra tevayî ev eşîrên turk jî piranîya havînê li zozanên navça Kelbecarê, nêzîkî der-dorê Îstî-Sûyê derbaz dikin, ku ji deşta rex çemê Kurrê têne vira: Teterler, Aşixli, Xelaç, Keberli, Murtuli, Efşar, Karadonli, Sarhekli, Alî-Êndixli (ji navçeyên Salyanê û Axcebadê), Texli (ji navça Berdînê), Merzîlê û Kengerliyê (navça Axdemê) û yên mayîn.
Di dema êkspêdîsyoinê em çûne du zozanên usa: bal Teterlera, ku warên xwe li nêzîkî Îstî-Sûyê danîbûn û bal Tekelîya, ku konên xwe nêzîkî gundê Mînkendê vegirtibûn.
Li jêr em riya mayîna (hêwira) koçerên Tekelî raberî we dikin, ku wana bi xwe ji me ra gotine.
$Cîyên hêwira koçerên Tekelîyê:$
Wek ku ji vê navnîşê xuya dibe, hinek koçerên Azirbêcanê demeke havînê li zozanên Laçînê û Kelbecarê da derbaz dikin, ku ji navçeyên mayîn têne vira, carna jî ji cîyên çend sed kîlomêtra dûr jî.
Em careke din jî guhdarîya we didine li ser gotinên ji navçeyên din, ji ber ku ew tê wê manê, ku ne tenê koçerên ji herêma Kurdistana berê têne wira.
Em înkar nakin, ku piranîya wan koçera binecîyên turk û kurdên navçeyên nêzîk in. Lê hatina wan ya wir nayê mana, ku ew koçer in.
Niha em mêze bikin çika ev hemû çi tesîrê li ser binecîyên kurd yên wan navça dike, ku em ji bo lêkolîna çûne wira.
Em bêjin, ku di herdu navça da kurd tenê li gunda bi karê malhebûnîyê va mijûl dibin. Vira qijle û zozan tunene, wek ku ew li warên koçerên Azirbêcanê da hene. Lê eva nayê wê manê, ku li vira zozan qet tunene. Ewana hene, lê tenê ji bo havînan e. Lê gotina gund jî li vira tê manaya qijlê û zozanê. Rast e, ew gundên, ku binecîyên wî qet naçine zozana, kurd jê ra dibêjin obe, ku tê wê manê, ku ew malhebûneke koçera ya demkurt e, ku çend mal gihîştine hev û malhebûna xwe pêşda dibin.
Zanyar S.A.Yêxîyazarov(2), ku li ser pirsên Êrîvanê lêkolîna dike, gotina obe bi vî awayî şirovedike: Obe,- ew dinivîse,- hemjîyîna ser demekê ye; ew her sal berî dema koçerîyê tê sazkirinê û heta payîza dereng berdewam dike, dema kurd îdî vedigerine warên xwe yên berê.
Navê obe, ku li ser çend gunda maye, ji demên buhurî di bîra gundîyan da maye, gava piranîya gundîya koçer bûn. Lê di rastîyê da gelek gundên ku me lêkolîn li ser kirine, zozanên wan tunene, û wek ku em pê hesîyan, berê jî tunebûne. Di navça Laçînê da gundekî usa gundê Zêrtîyê ye û ew hemû gundin, ku dikevine nava şêwra gundê Bozlûyê. Piranîya wan gundîya xwelîbêcerkir in, ji ber wê jî hewcedarî tune heywanên xwe yên kêmjimar bibine zozana.
Di nava koma duda da ew gund in, ku zozanên wan ji gund ne gelekî dûr in, ew an berdewama gund in, an jî perê gund da nin. Piranîya gundên navçeyên Laçînê û Kelbecarê ji wan gunda nin. Bona gotina xwe diha zelal bikin, em li jêr evê navnîşê raberî we dikin:
$Navça Laçînê (Dûrbûna zozana ji gunda)$
Kizil-Boxaz ji Mînkendê - 4 kîlomêtra
Kerenglik ji Axcekendê - 7-8 kîlomêtra
Kerenglik ji Kerekeşîşê - 7-8 kîlomêtra
Yedî Boluk ji Ax.-Bulakê 7 kîlomêtra
$Navça Kelbecarê (Dûrbûna zozana ji gunda)$
Axcekend ji Şûrxanê - kîlomêtrek
Baxirsak ji Soyux-Bulaxê 8-9 kîlomêtra
Gîlî ji Zeylikê - 10 kîlomêtra
Gîlî ji Axcekendê - 2 kîlomêtra
Û ya dawî, di koma sisîya da ew çend gundên herdu navçan in, ku zozanên wan ji 10 kîlomêtra zêdetir dûrî gundê wan in. Gundên usa pir hindik in. Em wê jî bêjin, ku binecîyên van gunda (wek mînak, Kere-Kax, gundên ku dikevine nava şêwra gundê Ebdalyerê, navça Laçînê) bi xwelîbêcerkirinê va mijûl in.
Rastîya bawerîyên me, ku koçerî cûrê jîyana kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê nîne, bi wê yekê va jî tê îzbatkirinê, ku di dema koçerîyê da pevgirêdana di navbera gunda û zozana da nayê qutkirinê.
Berî her tiştî lazim e bê kivşkirinê, ku piranîya gundên xwedî zozana, tenê 1,5-2 an jî herî pir 3 meha diçine zozana. Ew jî ne hemû gundî diçine zozana, lê tenê pareke wan, ku piranîya wan jî jin in û zarên hetanî 18 salî ne. Li navça Kelbecarê, li ku wek me destnîşan kirîye, heywanxwedîkirin karê yekemîn e, çend gund hene, ku tenê 1,5-2 meha gundên xwe dihêlin, diçine zozana. Lê di wan şertan da jî, heywanxwedîkirin û xwelîbêcerkirin ji hev qut nabin, pevgirêdana gund bi zozana ra nayê birînê. Bona gelek gundên navçeyên Laçînê û Kelbecarê çûyîna li zozana qet nayê texmînkirinê, lê di navça Laçînê da ew çûyîn qet tesîrê li ser jîyana malhebûnî ya navçê nake. Piranîya gundîya di nav salê da naçine zozana. Zirara, ku zivistan digihîne wan, ne zêde ye, lê ew bi sebebên mayîn va têne şirovekirinê û tu eleqê wê yekê bi bîr û bawerîyên V.Gûrko-Kryajîn ra tune, ku kurdên Azirbêcanê dişibine afxanên koçer.
Piştî van hemû tişta, tu şikberî di wê yekê da tune, ku serokê êkspêdîsyona Kurdistanê ya sala 1929a piştî lêkolînên xwe hate ser wê bawerîyê, ku li ser kurdên Azirbêcanê çawa difikirî, usa jî derket.
Di vî alî da rewş li herêma Naxçiwanê da lap bi teherekî mayîn e. Kurdên Naxçiwanê, ku ber kenarê çepê yê çemê Erez dijîn, ku li ser sînorê Tirkîyê û Îranê ye, û piranîya wan jî der-dorê Erezdayanê dijîn, ku dikeve navbera KSS Naxçiwanê û Komara Ermenîstanê, bi cûrê jîyana xwe va ji kurdên navçeyên Laçînê û Kelbecarê lap cuda dibin.
Em dikarin kurdên Naxçiwanê wek koçer jî bi nav bikin, lê ne bi tam (temamî). Berî her tiştî ji bo wê yekê, ku cûrê jîyana wan ya malhebûnî piranî heywanxwedîkirin e. Piranîya warên kurda, ku dikevine ser xeta riya Cûlfayê, ne yên herdemî ne, ew ser demekê li wan deran dijîn. Zozanên Ayrîcê, ku li Ermenîstanê ne, 60-70 kîlomêtra ji warên wan dûrtir in. Hilgêra li zozana ji destpêka nîsanê destpê dike û 1ê çirîya pêşin ne zûtir xilaz dibe. Ango, dema zozana 7 meha dikişîne, û di mehên çirîya paşin û çileya pêşin da kurd li navçeyên nêzîkî warên xwe dimînin, û tenê paşê, di dawîya çileya pêşin da vedigerine malên xwe.
Kurdên Naxçiwanê dema ji warên xwe diçine zozana, pevgirêdanên xwe bi malên xwe ra lap didine birînê.
Wê demê ew herêm bi temamî wek warekî xik û xalî ye. Carna me komên kurda yên ji 10-15 meriva didîtin, ku ji zozana hatibûn bona tivdîra zivistanê bikin, debarê bidne ser hev. Malên, ku bêxweyî hîştibûn, mînanî kelefa bûn, heta qerewil û nobedar jî ber tunebûn.
Rewş li herêma Naxçiwanê bi vî awayî ye. Wek ku em dibînin, kurdên Naxçiwanê dikarin wek koçer, diha rast - nîvkoçer bêne hesibandinê. Lê hindava wan da jî ew fikir ne rast e, ku ew di hêla jîyana civakî-aborî da pir paşketî ne.
(1) N.Î.Vavîlov û D.D.Bûkînîç; Zêmlêdêlçêskîy Afxanistan, Îzdatêlstvo Vsêsoyûznogo Înstîtûta prîkladnoy botanîkî î novîx kûltûr prî SNK SSSR î Gos. Înst. Opîtnoy agronomîî NKP RSFSR, 1929g, str. 85 î 86.
(2) S.A.Yêgîyazarov. Kratkîy êtnografîçêskîy oçêrk kûrdov Êrîvanskoy gûbêrnîî. Zapîskî Kavk. otd. împêrator. rûsskogo gêografîçêskogo obşêstva, knîjka XIII, vîpûsk 1. Tîflîs, 1891.
[1]