Çanda Kurdewarî de Reşik
Mamosta Serdar
Di erdnigariya #Mezopotamya# yê de kurd û Kurdistan çar demsalan di her warî de li gor pêwîstiyên wê demsalê debara xwe pêk tînin
Kurdshop – Di erdnigariya Mezopotamyayê de kurd û Kurdistan çar demsalan di her warî de li gor pêwîstiyên wê demsalê debara xwe pêk tînin. Piraniya jiyanê li ser mal û maldariya pez û çandiniyê pêktê û bi giştî jî seranser jiyan xwezayî ye. Em ê îro li ser tiştek ku çanda kurdan de her dem heyî lê îro hinekê jî bi ber winda bûnê ango bezirbûyînê ve rû bi rû dimîne bikin mijar. Dibe ku gelek tişt hene ku mirov qala wê bike lê em ê qala “REŞIKÊ” bikin.
REŞIK: Dema demsal digehe payîzê, êdî giya dibehe yanî zer dibin û pelên daran hildiveşin, dibe agahiyên zivistanê ku gel amadekariya xwe yên davî ji bo zivistanê bikin. Êca dema ku ew amedekarî tên kirin di heman demê de pez jî dikevin dûnan de. Di wê derê de kurd gelek xwedî bispûrê xwezayê ne ku her tiştê ku pêk tînin bi rêk û pêk sûdê jê digrin. Mînak: pez xwedî kirin gelek bispûrî û kedê dixweze.
Du cûreyên pezî hene ango pezê spî (mîh) û pezê reş (bizin) tên bin av kirin û pênase kirin, bê guman her du cûreyên pezî, bi tenê goştê wan ne, her tiştên wan sûde sûd jê tê wergirtin. Pezê reş yanî bizinên xwe yên stewir û nêriyên xesandî, ji bo zivistanê serjê dikirin; goştê wan dikirin qelî, kevilê wan dikirin meşk û mûyê wan jî dikirin Reşik. Reşik, şegal-pêlavên kurdan yên zivistanê ne, erdnigariya Kurdistanê li cîhên bilind li ber zivistana dijwar pêdeviyek sereke jî pêlavin ango reşikên ku dihatin çêkirin bû.
Çêkirina Reşikan de: Jinên çelenk bar û piştê mezin li ser milên xwe dikirin û destên xwe vedimalîn, mûyên bizin û nêriyan kom dikirin û şehê mûyan datînan ber xwe; yek û yek mû bi şeh de derbaz dikirin. Dû re kom bi kom danîn ber hev û bi şûjinan de derbaz dikirin û kêlî bi kêlî dirûman li ser dikirin. Şiroxweyên (benê reşikan) xwe bi gurên (ew kunên di reşikê de ji bo kêşana ben tên çêkirin) wan de dikêşan. Dema mirov dikir piyê xwe ji ber taybetmendiya Reşikê, piyên mirov ne sir dikêşa û ne jî av. Ew yek jî; ji ber taybetmendiya mûyê bizinê ye, ku dema mûyê reş şil dibe, xwe dide hev avê li nav xwe de nagerîne.
Bi mûyê pezê reş ve tenê Reşik ne, herwaha reşmal ango kon jî dihatin çêkirin. Ew jî dide xûya kirin kû kurd di her warî de bisporiya xwe li ser xwezayê de pê tîne û sûdê jê digirin. Lewra kurd qewmek ne ji xwezaya dûr kevtîne, kurdan xwezayê bi xwe jiyankirin e..
[1]