#Xişrên jinên Mukriyanê# - Beşa 14
Leyla Nûranî
Qaşên bi Pêlke
Ev qaşên ku binê wan 3 an jî 5 pêlke tê de hene ku bêhtir ji bo serdestika mêxekbend û goşeyên kurtekan tê bikaranîn.
Qaşên bi Rişîr
Ev qaşên ku binê wan rişî rişî ye. Rişiyên wê 3 an jî 5 sûret, çaryek an jî nîv pehlewî pê ve ne.
Qaşên Qebze Nûştû (Qaşên weke qalibên niviştiyan)
Xişreke sêgoşe (Sê Sûç) zîv an jî mis e ku orta vê niqêmeke sor û şîn tê de heye. Destikek pê ve dikirin û binê vê rişî rişî bûn. Qaşeke ku rişiyên wê, 5 rişiyên nazik weke (Gwê Badamî) yên text an jî pêlk pê ve dikirin, gelek caran bo gula ser kum (Taskilaw) hatiye bikaranîn. Curên wan ên 3 rişî an jî 5 rişî qiran pê ve dikirin ku bo sûçê damana kurtek hatiye bikaranîn.
Qiran
Yekeya pereyê Îranê di serdema Qacar û destpêka desthilata Pehlewî de. Qiran zîv e û weke riyalê niha ye, du qiranî û 5 qiranî tevî morikan dikirin stûyê xwe, herweha tevî (Êlek, Kurtek, Berwank, Bendoke, Koçk an jî kofî) û tiştên bi wî awayî jî tê bikaranîn.
(Dugme û ta qiranî û derzî / Xirmey kird kewte erzî / Neşey cergim awirî girt / Mîsalî Peramêzî)
Resûl Nadirî
Qizil Mincix
Cureke zengiyane (morikên gelek hûr) yên zêr in, tevî morikên din dihûnin û weke pawane (xirxal) bi kar tînin. An jî tevî morikên weke yaqûta dirêj dikin ristik û dikin stûyê xwe. Dema ku hosta zêrên mezin çêdikirin, hûrikên zêr ku diman girover dikirin û kun dikirin û qizil mincix çêdikirin ku karekî zehmet bû.
Qizil Bax
Bazinên şûşe, îcar eger bikin zendên xwe an destên xwe.
Go (Gok) û Morik
Tevlihevek ji topên biçûk ên girover ên zêr û morikên Yeşim, Kareba, Pîroze, Şîlan, Yaqîq ku girover an jî dirêj in, bo Zendik, Guhar û Gerdenî û Bermoran tên bikaranîn.
Qubbe û Morik
Qubbe, ser û binê wê zêr an zîv e ku bo morikan tê bikaranîn. Bi awayên cuda Destbend û Bermûran pê çêdikin.
Serbask – Ser Qol
Ev zêra ku li ser milê kurtekan didin.
Qoytas
Xişreke ku qubeyeke wê ya navend (ne mezin û ne biçûk) heye, destikekê pê ve dikin. Binê vê sê pêlk hene bo (Bendoke, Koçke an jî Etega Kurtek û Êlek, Serpole, Gul û Guharan) hatiye bikaranîn.
(Şert bê be dilşadî, bo kes hel neyenim goşey çawane/ Êwarê carêk, Sibheynê carêk biçmewe ser kûpeley ximximane/ Ximêyan helbikêşim Go û Qoytas û Bendoke, legel Lifkey kolowane
(Ehmedî Lutfî – Beytî Xec û Siyamend)
Ewe Xezal daydemalê zêr û gerdinkeş û eşrefiye/ Qoytasan rast û çep debûn de gel goyî memkîye
(Ehmed Lûtfî – Beyta Ehmed û Şeng)
Qoytasên Bi Gijnîj
Cureke Qoytasê ye ku li ser hemû gopîtkên wê tişteke weke Gijnîjê heye û binê wê pêlk hene. Bo bendoke koçke û etega kurtek û gul û guharan dihate bikaranîn.
Ema Çaweşî be roy ewê zalim bayem çi ye?/ Gwareye, guwar çenaxe, Durre, Yaqûte, Hemayelem Berme Qoytasey ser be gijnîje
(Mihemed Ezîz Mela - Gelo)
Kum – Kulav
Tişteke ji hevrîşim û qumaş tê çêkirin û didin serê xwe.
Le serî nawe kilawêkî sîm û zêr û sîm xaleqî ye/ Endazey serî gîrawe li memleketey kes nebey/ Pêwî kilawî fîdakarî ye/ nêw nêw lêy çesp krdoa bedrî behrî ye/ le kilaw bestû şedêkî mar rengî xasekîye
(Ehmed Lutfî Beytî Mem û Zîn)
Metelok
Serî Xire û Binî Bilaw e/ Eger Aqil bî delêyî Kilawe: kilaw
Serê wê girover e, binê wê vekirî ye / ger tu jîr bî tê bêjî kulav e - Kum
Kumê Zêr – Kilaw Altûn
Kumekî ku ji sikeyên zêr hatiye çêkirin.
Kumê Birno -Cift (Kilawî Birnew)
Cureyê kumê herî bilind ku taybet bo gencan bû.
Kumê Teqîle
Cureyekî kum ku ji qumaş û têl (benê nazik) dihat çêkirin.
Tancê Kum
Dîmenek ku bi gulên batûn an jî wêneyên weke nivîsa 8 a erebî (8) dikeve orta kum.
Xişreke weke gulekê ye ku li orta kum didin.
Deme Kilaw – Perpere
Ev sikeyên zêr ku destikekê lê didin û li dora kum û li aliyê binî pê ve didirûn. Jinên qedîm dema ku kum didan serê xwe hewrî (Ebrî) bi ser de didan serê xwe, lîreyên osmanî yên 12 an 8 dane li ser kumê xwe didan, wisa dikirin ku nîvê wê xişrê xuya bike, li derê be û nîvê din xuya nedikir.
Cilûbergên Kurdan li gorî geştyaran di salên 1501-1979 – beşa 3yem (dawî)
Cilûbergên Kurdan li gorî geştyaran di salên 1501-1979 – beşa 2yem
Cilûbergên Kurdan li gorî geştyaran di salên 1501-1979 – beşa 1em
Danasînek li ser dîrok û wateya Cejna Newrozê
Xişr û bedewiyên jinên Kurd li ber çavên geştyarên bîhanî
Newroza Meşxelên Rizgariyê remzek bo yekgirtina netewa Kurd e
Çêkirina tevnan di Kelepûra Kobaniyê de
[1]