Dawet û veguhestina bûkê li Mukiryanê
Şêrînî xwarin
Merasîmekî ku xizim û kesên mala zava her roja mehrkirinê an rojeke din ku hatiye diyarkirin, diçin mala bûkê û zêran pê ve dikin û destek kincên taybet (Kiras, şûtik, desmal û Kurtek) û çend perçeyên zêr weke diyarî bo bûkê dibin. Dawet û dîlanê dikin, berê ev merasîma şêrînî xwarinê nebû, gelek caran bûk û zava qet hevdu nedidîtin
Kirîna Cilûberg (Kincên Bûkê)
Berî niha mala zava bi şerim dizanîn ku bixwe biçin mala bûkê, jinek ku dinyadîtî be erkdar dikirin ku jêre digotin berbûk, ji cem bezaz (Firoşkarê #cilûberg# ên kurdî) baxçikeke mezin dişandin mala bûkê ku bi dilê xwe kincên xwe hilbijêre. Du an 3 destên cilûbergan jêre dikirîn.
Di roja şêrînî xwarinê de li ser sênî ango mecmeeyeke mezin datînên, berbûk wan bilind dike û nîşanî jinan dide, ew jî zêr û pere (Pereyên hesin) weke diyarî dixin ser wan cilan.
Berbûk bi bûkê re dice mala zava û heta hefteyekê dimîne, rûspîbûna bûkê nîşanî mala zava dide û piştre bi xwe re dibire mala bavê keçkê.
Mala zava destek cilûberg û pere û kelle qend û kîset (tayeke) ar û kûpikek penîr didan berbûkê û ew bi rêdikirin.
Xenebendan
Berê şeva berî ku bûk bê veguhestin, keç û jin û bûkên xizm û kesûkaran li hev kom dibûn, her kesî kîsek hine bi xwe re dibir û diçûn mala bûkê, piranî xwarina weke şorbe û goşt, an şorbe û kifte çêdikirin, dîlan dikirin, hine amade dikirin û bi hev re dest û tiliyên xwe hine dikirin. Niha mala zava hine dibin mala bûkê, her keçên ciwan tiliyên xwe û nav destê xwe hine dikin.
Xemal Bûkê
Çend jinên xizm li hev dicivin (Piranî mala Zava) dicivin, yek rûmetên wê paqij dike, yek hine li serê wê dike. Cilên bûkê destpêkê dibin cem jineke bextewer ku yekem miqestê lêdide û dibire, ew jî bo wê yekê ye ku bexteke baş bo bûkê bîne.
Roja bûkîniyê wate roja ku bûkê dibin, jineke bextewer tînin nav wê odeya ku bûkê têde dixemlînin heta bextê bûkê baş be.
Di xemlê de kilê çavan û sorav û spiyayî bû bûkê dikin ku spehî be û cil û bergên bûkîniyê lê dikin, kofî û xemla wê girê didin, xêliya sor bi ser de dikin û pere dixin nav pêlavên wê de heta ku xwedî rizq be û rizqê wê zêde be
Veguhestin
Roja ku mala zava tên bûkê bibin,mala bûkê û mala zava mêvanan bang dikin, piştî nîvro jî (firavînê) diçin bûkê bînin, berê eger mala bavê bûkê dûr ba her ji sibehê ve diçin ji ber ku otomobîl nebû her bi hesp û hêstiran bûk tanîn. Berê nedibû zava biçe mala bûkê, hin caran birayê zava an jî du gencên xizmên wan li gel kesên bi temen û maqûl diçûn mala bavê bûkê ji wan re digotin Birazava (Jin nedibirin). Li kêleka bûkê, bira, xal an mamê bûkê radiwesta heta ku siwarî hesp dibû. Berbûk jî pêre diçû.
Kembera Bûkê
Kembereke sor a zirav ku metrek û nîv dibe, didan destê birayê zava sê caran ji serî heta ber piyê bûkê tanî, cara sêyem li kembera bûkê girêdida, mala bûkê jî ew xelat dikirin. Berî ku bûk ji mala bavê xwe derketina hêk li ber piyê wê datînan ku bişkîne û rizqê wê zêde bibe
Dabezîn (Peyabûna Bûkê)
Berê eger riya bûkê dûr ba li hesp swar dikirin, hin caran berî ku li hesp peya be grev digirt, pêwîst bû mala zava, gîskek an jî kavirekê bikin diyarî û bûkê xelat bikin. Zava bi şivikê li serê bûkê dida ku nîşan bide bi ser bûkê de zal e. dîkil, pereyê hesin, şêrînî û şegalat bi ser bûkê de avêtine. Dema ku bûk peya dibê dayîka zava xêliya ser çavê bûkê radikir û zêr pêve dikirin. Neynûk li pêşiya bûk û zava datinan hingiv, helwa û şirîniyan li ber wan datîna heta li ber çavê hev şirîn bin. Zarokê kur dixistin koşa bûkê , wê jî pere dida wî zarokî, heta kurê wê çêbe û nifşa wan zêde bibe.
Çaya du reng bo wan anîne, wan têkel kirine û vedixwarin, zava pere di nav sênîka çayê de daniye. Piştre bûk û zava radikirin dîlanê û pere bi ser wan de avêtine.
Sêrojane
Roja piştî dawetê, xizm û kesûkarê bûkê çûne mala zava, firavîn xwarine, bûk careke din cil û bergên bûkîniyê (Weke roja dawetê) li xwe dike lê vê care xêliyê bi ser xwe de nade, dawetê girê didin û piştre her kes diçe mala xwe.
[1]